Bi hezaran welatiyên Rojhilat û Başûr êrişên li ser Efrînê şermezar kirin

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Li seranserê bajarên Rojhilatê Kurdistanê û paytexta Îran Tehranê bi hezaran welatî daketin qadan û ji bo şerê li ser Efrînê tê meşandin şermezar bikin çalakî pêk anîn. Bi hezaran welatiyên daketin qadan xwest Tirkiye êrîşên li ser Efrînê bi dawî bike û ji axa Efrînê derkevin. 
 
Şerê Tirkiye yê li ser Efrînê 53 rojin didome. Di êrîşên tang, top, hawan û balafirên şer de zêdetirî 232 welatiyên gelek ji wan zarok ji yana xwe ji dest dan û zêdetirî 660 welatî jî birîndar bûn. Bertek û nerazîbûnên gelê kurd li çar aliyê cîhanê li dijî şerê Tirkiye ku li ser Efrînê dimeşîne zêde dibe. Şevê din li bajarên Rojhilatê Kurdistanê Sine, Merîwan, Kamyaran, Bokan û Rişt bi hezaran welatî daketin qadan û şerê ku Tirkiye li ser Efrînê 53 rojin bê navber bi tang, top û bombeyan dimeşîne şermezar kirin
 
TEHRAN 
 
Ji derveyî bajarên Rojhilatê Kurdistanê li paytexta Îranê Tehranê jî xwepêşandaneke girseyî ya ji bo piştgiriya Efrînê hate lidarxistin. Tevî ku li gelek deveran rejîma Îranê xwest pêşî li xwepêşandanê bigire jî nekarî û girse bi dirûşmên li dijî dewleta Tirk û Erdogan hêrsa xwe ya li dijî komkujiyên li ser gelê Efrînê tê kirin anîn ziman û bi dirûşmên, “Bijî Berxwedana Efrînê" jî piştgiriya xwe ya ji bo Berxwedana Serdemê anîn ziman. Li bajarê Merîwanê rejîmê di dema çalakiyê de çend çalakvan binçav kir. Li gorî malpera Hengaw ya mafê mirovan ya li Îranê weşanê dike, çalakvanên medenî yên naskirî yên bajarê Merîwanê Ednan Hesenpûr, Hemey Daniş û Nasih Baxîş hatine binçavkirin. 
 
ÇOMANÊ 
 
Li  bajarokê Çomanê ya ser bi bajarê Hewlêrê ji bo piştgiriya Efrînê û şermezar kirina êrîşên Tirkiye meşeke girseyî hate lidarxistin. Di meşê de nivîsên bi zimanê Îngilîzî  "Stop Bombing People!", "Stop Jenocide Afrin", hatin hildan û bi zaravayê Soranî jî "Em tev piştîvanên Efrînê ne", "Balakayetî piştîvanê Efrîne" jî hatin rakirin.  Girseyê alên YPG û YPJ’ê hildan. Di meşê de çalakvan Rêbaz Wisû axivî û diyar kir ku dewleta Tirkiye bi hemû awayî êrîşê dike ser Kantona Efrînê, jin zarok û malê Efrîniyan dike û got: “Lê bi kêfxweşî dikarin bêjin ku şervan bi can û xwîna xwe parastineke dijwar li hember çeteyên Erdogan dike.”
 
Rêbaz daxuyakirin ku ev êrîşa niha li ser Efrînê di rastiyê de ne êrîşeke tenê li ser Efrîn û Rojavayê Kurdistanê ye, êrîşeke li ser tevahî gelê Kurd e û wiha pêde çû: “Ji ber ku serkeftina Efrîn tê wateya serkeftina îradeya gelê Kurd li hember zilm û neheqiyên dîrokî li hember hatine kirine.”
 
Welatiyên devera Balakayetî ji bo Efrînê daxwaza helwesteke pratîkî ji Parlemento û Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî dikin û dibêjin, “Em weke gelê devera Balakayetî piştgiriya xwe ji bo Efrînê radihînin û ji parlemento û hikûmetê jî daxwaz dikin ku helwesteke cidî û pratîkî ji bo Efrînê ragihînin, ji bo pêşî li van êrîşên hovane bigirin.”
 
 
ŞAREZÛ
 
Li bajarê Silêmanî bihezaran kes daketin qadan û ji bo Efrînê meşeke meşaleyî lidar xistin û rêveberiya ciwanan ji ciwanên Başûr xwest ku çek hilgirin û berê xwe bidin Efrînê. Gelê Silêmanî li ser banga Ciwanên Welatparêz û Jinên Ciwan ên Têkoşer li ser cadeya Salim (Saholeke) kom bûn û ber bi Mizgefta Gewre ya nava bazarê Silêmanî meşiyan.  Di meşê de def û dahol hatin lêxistin, alên YPG-YPJ û posterê mezin yê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hatin rakirin. Gelê Silêmanî bi dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Bijî Berxwedana Efrînê", "Bijî berxwedana YPG û YPJ’ê" û "Terorîst û dîkdator Erdogan" hejiya.
Zarokên Silêmanî jî piştgirî dan meşê û rêzên pêş de ji bo zarokên Efrînê gotin, "Em Efrîn in."
 
Di meşê de Hevserokê PYD’ê Şahoz Hesen axivî û got: “Şoreşa Rojava roj bi roj mezin dibe û plîlanên dagirkeran têk dibe. Divê em bizanin ku êrîşên ser Efrînê tenê li ser Efrînê nîne, li ser tevahî Kurdistan û azadîxwazane. Em piştgiriya gelê Başûr ji gelê Efrînê re silav dikin.”

Sernavên din

14/03/2018
13:36 Berteka li dijî şerê Efrînê zêde dibe: Divê êrîş demil dest bên rawestandin
12:36 Hewl didin malbatên El Kaîdiyan bînin Efrînê
12:36 Li Antalyayê gelek kes hatin binçavkirin
12:26 ‘Em tî û birçî jî biminin, em ê wek Keleha Dimdimê Efrînê ne terikînin’
11:50 Li Dêrsimê Newrozê yekem car çawan hat pîrozkirin?
11:40 Ji salên 2000’an ve Newroz: Bi milyonan kes ji Ocalan re azadî xwest
11:24 'OSO, MÎT û AKP'ê di civîna veşari de li ser Efrînê biryar girtin'
10:55 Her kes tev li Newroza Botanê bibin
10:16 ‘Agirê ku Rahşan pêxist li Efrînê geş dibe'
09:49 Cerdevanek li Wanê hat kuştin
09:35 ‘Heya ku Yêzîd hebin dê Zeyneban jî berxwedana xwe bidomînin’
09:34 Jinên karker ên demsalî: Em roja xwe xelas dikin
09:33 Germava şîfaya nexweşînan tune dibe
09:33 Li Girtîgeha Tarsûsê 24 roj: Tundî, zext û lêgerîna tazî
09:32 Malbata Temel 7 meh in li benda edaletê ye
09:31 Hinceta hemû serdegirtina polîsan yek e: Îxbara we hatiye kirin!
09:30 Gundiyên ku di warê hiqûqî de bi ser ketin hîn jî li ber xwe didin
09:29 Deriyê Parka Newrozê hat rûxandin
09:29 Beko: Em nikarin Newroz û 1’ê Gulanê ji hev cuda bikin
09:28 Nivîskar Engîn: Ketina nava Efrînê, qetilkirina gelek jin, zarok û sivîlan e
09:27 Derhênerên jin: Em bi fîlman hebûna jinê nîşan didin
09:26 Bekaroglû: Divê em li dor daxwazên hevpar ên demokratîk bicivin
09:00 ROJEVA 14'Ê ADARA 2018'AN
13/03/2018
17:43 Dozgeriyê cara 738’emîn daxwaza hevdîtina Ocalan red kir
17:43 Karwana Cizîrê gihişt Efrînê: Li Efrînê dîrok bi xwînê tê nivîsandin
17:41 Hediya Yûsif: Konseya Ewlekariya NY'ê berpirsyarê komkujiyên li Efrînê ye
16:29 HDP û DBP’a Wanê banga tevlîbûna Newrozê kirin
16:22 Efrînî: Em li vir in
16:14 Amadekariya Newroza Amedê didomin
15:46 Newroza Enqerê dê di roja xwe de bê pîrozkirin
15:34 Zarokek li Efrînê di êrîşa balafirên TSK'ê de birindar bû
15:25 Heyeta Başûr ji Efrînê bang kir: Serkeftina Efrînê serkeftina hemû Kurdistanê ye
14:49 Dê îro jî gelê Rojhilat ji bo Efrînê çalakiyan pêk bînin
14:31 Temelli: Hûn dagirker in, dest ji dagirkeriya Efrînê berdin
13:56 Balafirgehên Başûrê Kurdistanê vedibin
13:50 Li Amedê 2 leşkeran jiyana xwe ji dest dan 5 birîndar bûn
13:25 Rojeva sereke ya Newroza Amedê Efrîn e
13:15 Polîsan li Mersînê 11 kes binçav kirin
13:05 Li qada leşkerî teqîn: Jinek birîndar bû
13:04 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Ocalan re cara 738'an serlêdan kirin
12:52 TSK'ê karwana sivîlan topbaran kir
12:43 ‘Berxwedan çareseriyê, êrîş ruh dide DAIŞ’ê’
12:24 Ji bo Efrînê li Atîna panel lidar xistin
12:22 Li Bismilê rêveberên DBP’ê hatin binçavkirin
11:58 ÎHD: Li Girtîgehên Anatoliya Navîn 19 jê giran 132 girtiyên nexweş hene
11:57 Newroza Îzmîrê dê li Qada Gundogduyê bê pîrozkirin
11:56 Kordînasyona Newroza Stenbolê: Em rihê Newrozê bigîhînin 1’ê Gulanê
11:46 Dîlokiyan: Efrînê zixurek jî ne avêtiye Tirkiyeyê
11:00 Ji bo Newroza Stenbolê serlêdana fermî hat kirin
10:55 Kişanak: Bi xwedî derketina vîna azad em dikarin şer rawestînin
10:54 Meclîsê pêşniyaza tifaqa AKP-MHP’ê qebûl kir
10:46 Welatiyê ker û lal ji ber hişyariya ‘belav bibin’ guhdar nekiriye girtin
10:40 Ondul: Divê NY ji bo biryarek nû dîsa kom bibe
09:57 Bi hezaran welatiyên Rojhilat û Başûr êrişên li ser Efrînê şermezar kirin
09:31 Dr. Îsa bi Hollande re hevdîtin kir: Cîhan dê heta kengî bêdeng be?
09:30 Malbatên Roboskî: Em komkujiya li Efrînê ji Roboskiyê dizanin
09:29 Gavrîlof: Li Efrînê bi hevrebûna jinan Tirkiyeyê dîn û har kir
09:28 Qedexeya li ser zozanan sewalkariyê diqedîne
09:27 ‘Em ê wekî hevrêyên Kawayê Hesinkar li qada Newrozê bin'
09:26 Piraniya rêwiyên Şirnexê ji Hewlêr û Silêmaniyeyê ne!
09:26 Qeyûm çav berda tekane qada hêşîn a Êlihê
09:25 Prof. Jongerden: Danîna xwe li nedîtin û bihîstinê tê wateya hevpariya sûcê tê kirin
09:24 Ji bo Newrozê bang kirin: Em Stenbolê veguherînin Amedê
09:22 Di dosyeya Mûrat Araç de geşedaneke nû: Şahidê emniyetê dîn e!
09:00 ROJEVA 13'Ê ADARA 2018'AN
12/03/2018
19:29 Polîsan avêt ser avahiiya HDP'ê ya Erzinganê: Hevserokên bajêr hatin binçavkirin
17:50 Gelê Reqayê ji bo Efrînê meşiyan
16:29 Li Hewler û Qamişlo, êrîşên li ser Efrînê şermezar kirin
16:07 Kurd li Lubnanê ji bo Efrînê meşiyan
15:53 8 kesên bertek nîşanî operasyona Efrînê dan hatin bedan
15:50 Li Nepalê balafir ket: Herî kêm 50 kes mirin
15:36 Balafirên şer li Efrînê sivîl kirin hedef
15:25 'Ên li dijî Komkujiya Qamişlo bêdeng man, îro ji bo Efrînê jî bêdengin’
15:14 Tirkiye dê li Tribunala Navneteweyî bê darizandin
15:05 Di bîranîna komkujiya Gaziyê de piştevaniya Efrînê kirin
14:47 Hediye Yusuf: Divê bi taybet gelê Bakûrê Kurdistan dakevin qadan
14:27 Li Sûriyeyê di 7 salan de 353 hezar û 935 kes mirin
14:14 Kurdan li Kanada, Elmanya û Rûsyayê piştgirî dan Efrînê
13:46 Hemû rê diçin Efrînê
13:33 Li Cizîr û Edeneyê banga tevlîbûna Newrozê
13:01 Welatên Rojhilata Navîn kirîna çekan du qat zêde kirin
12:55 HDP: Sivîlên li Efrînê hatin kuştin lêkolîn bikin
12:41 Hevalên Hrant: Heya em nebêjin qediya ev doz naqede
11:51 Asya Abdullah: Bi sedhezaran Efrînî bi komkujiyê re rû bi rû ne
11:47 Yên li Efrînê bûn mertalên zindî: Hûn çima ker, kor û lal in?
11:11 Efrîn û Newroz
10:42 Li 25 bajên Îranê dê çalakiyên ‘Rojhilat Efrîn e’ pêk bên
10:28 Leşker gefa kuştinê li girtiyan xwar
10:16 ‘NY, NATO, DYA û Rusya berpirsiyarên êrîşên li ser Efrînê ne’
10:15 Partiyên sosyalîst: Êrîşên li ser Efrînê bi lez rawestînin
10:14 Şêniyên Amedê: We got çi? Aramî?
09:39 ‘Ji bo komkujî pêk neyê divê şerê li Efrînê bi dawî bibe’
09:23 Dayik Arslan: Êrîşê li dijî kurê min, êrîşê li dijî vîna gel e
09:22 Erdogmuş: Tişta nujenkirinê ne ol, tirkperestî ye
09:21 Dema OHAL têrê nekir Efrîn xistin dewrê
09:21 N.Y.A, rastî îstîsmara zayendî hat: Jiyana min di talûkeyê de ye
09:19 Di 2 salan de ji ber teqemeniyan 19 zarok mirin
09:18 Dunya Alem carek din komkujiyê temaşe dike. Hesabê kê çiye?
09:17 Li Stenbolê seferberiya Newrozê
09:17 Keleha Ayenîsê cihê ku ji ziyaretê re vekin, hepis kirine