Li Ewropayê deh hezar jibo Efrînê meşiyan: Bêdeng nemînin

img

NAVENDA NÛÇEYAN – Li welatên ewropa bi deh hezaran kurd û dostên kurdan ji bo piştgiriyê bidin gelê Efrînê û şerê Tirkiye yê li ser Efrînê şermezar bikin meşiyan.  

 
Şerê Tirkiye yê li ser gelê Efrînê 51 rojin bi tang, top û balafirên şer berdewam dike. Bi deh hezaran gelê kurd û dostên kurdan ji bo êrîşên Tirkiye yên li ser Efrînê şermezar bikin û piştgiriyê bidin gelê Efrînê meşiyan. Kurd li kolanan dirûşmeyên “Bijî berxwedana Efrinê” berz kirin û bedengiya welatên Ewropa şermezar kirin. Li Paytextê Rusya  Moskova jî kurd derketin kolanan û çalakî pêk anîn. 
 
LI SWÊDÊ DEH HEZAR JI BO EFRÎNÊ MEŞIYAN
 
Li paytextê Swêdê Zurihê bi deh hezaran kurd û dostên kurdan ji bo Efrînê meşiyan. Girse li Helvetiaplatzê ya Zurîhê bi dirûşmeya “Efrîn ne bi tenê ye", “Dewleta dagirker a Tirkiye", “Komkujiyan rawestînin" û “Her der Efrîn her der berxwedan" berz kirin. Di meşê de dirûşme berz kirin û li kargeriyan alên YPG û YPJ'ê daliqandin. Deh hezaran bêdengiya Neteweyên Yekbûyî (NY) şermezar kirin. Berdevkê YPG'ê yê Efrînê Nuri Mehmud bi telefonê tev li çalakiyê bû û diyar kir ku gelê Efrinê dê heta dawî li ber xwe bide."
 
LI PÊŞ PARLAMENTOYA DANİMARKA ÇALAKÎ PÊK ANÎN
 
Girseya ku li pêş parlamentoya Kopenhagê ya Damîmarka kom bûn jî helwesta Neteweyên Yekbûyî û êrîşên Tirkiye yên li ser Efrînê şermezar kir. Girse li pêş Parlamentoya Damînarka kom bûn û heta navenda bajar meşiyan. Girse dê sibê saet di 12.00’an de li pêş sefaretxaneya DYA û Rusya çalakiyê pêk bînin. 
 
BERTEK NÎŞANÎ BÊDENGIYA HOLLAND DAN 
 
Li bajarê Den Haag ê Holanda jî kurdan û dostên kurdan êrîşa Tirkiye ya li ser Efrînê şermezar kir. Kurdên duh li balafirgehê çalakî pêk anîn îro jî li pêş parlamentoyê çalakî berdewam kirin. Girsê bêdengiya Holanda ya li hemberî Tirkiye û êrîşên li ser Efrînê şermezar kir. Girseya ku li vir mîtîng pêk anî piştre heta îstasyonê meşiyan. Girsê diyar kir ku heta dagirkeriya Tirkiye bi dawî bibe dê li qadan bin. 
 
LI AVUSTURYA ÇALAKIYA RÛNIŞTINÊ 
 
Li bajarê Înnsbruck ê eyaleta Tirolê ya Avusturyayê jî  kurd u dostên kurdan li pêş Goldenes Dachlê çalakiya rûniştinê pêk anîn. Girsê bê navber bi dirûşmeyan piştirî dan Efrinê. 
 
LI ÎNGÎLÎSTANÊ ÇALAKIYÊN GIRSEYÎ
 
Li bajarên Nottingham û Manchesterê yên Îngîlîstanê jî kurdan çalakiyên girseyî pêk anîn. Kurdan li navenda Old Market Square çalakî pêk anîn. Li vir nûnerê Revolutionary Communist Group (Koma Komînîst a Şoreşger) axaftinek kir û xwest Hikûmeta Îngîlîstanê demek berî demekê hêza xwe ya li ser Tirkiye paşve bikişîne û zextan li Tirkiye bike ku hêza xwe ji ser Efrînê bikişîne. Li pêş îstasyona Trênê ya Pacddily jî çalakî pêk anîn. Ji ber çalakiyê seferên trênê hatin betalkirin. 
 
LI PÊŞ WEZARETA SWÊD ÇALAKÎ
 
Li paytextê Swêdê Stockholmê jî kurd û dostên kurdan çalakî pêk anîn. Girse li pêş Wezareta Karên derve yên Swêdê kom bûn û bi dirûşmeyên li dijî Erdogan heta Parlamentoya Swêdê meşiyan. Piştî demekê di navbera polîsan û girsê de rageşî derket. Girseya ku barîkata polîsan derbas kir xwe gîhandin parlamentoyê. Çalakvanan li Qada Sergelstorgê meşiyan. Di meşê de “DAÎŞ =Erdogan", "Efrîn xwîn dibe cîhan bêdeng e" berz kirin. 
 
LI FRANSA TEVÎ ASTENGIYAN MEŞIYAN
 
Li bajarê Lyonê yê Fransayê tevî astengiyan kurd û dostên kurdan meşiyan. Meşvanan belavok belav kirin û êrîşên li ser Efrînê şermezar kirin. 
 
LI NORVEÇÊ SÊ ÇALAKΠ
 
Li paytextê Norveçê Oslo jî gel ji bo piştgiriyê bide gelê Efrînê 3 çalakiyên cuda pêk anîn. Li îstasyona navendî mîtîng pêk anîn û bêdengiya hikûmetê şermezar kirin. Piştre li pêş Navenda Çanda Kurd kom bûn. Ji vir jî heta televizyona dewletê ya NRK'ê meşiyan. Çalakvan piştre heta avahiya ku Serokwezîrê Norveçê Erna Solberg lêye meşiyan. Di çalakiyê de xwestin ku Norveç li hemberî komkujiyê bêdeng nemînin. 
 
RÛSYA ŞERMEZAR KIRIN
 
Li Paytextê Rusya  Moskova jî kurd derketin kolanan û çalakî pêk anîn. Nûneren saziyên kurdan ên Moskovayê bi dirûşmeyên “Bijî Berxwdana Efrinê” 
çalakî pêk anîn. Çalakî li pêş nûnertiya Kantonên Rojava ya Moskova pêk anîn. Li ser navê Nûnertiya Kantonên rojava Reşad Bênav, diyar kir ku niha li Efrînê sûcê şer heye û wiha got: "Hemû kesên li hemberî vî sûcî bêdeng bin şirîkê vî sûcê mirovahiyê ne. Em di serî de bang li Rûsya dikin û hemû welatên cîhanê li hemberî komkujiya Efrînê dengê xwe bilind bikin û Tirkiye paşve bikişinin. Li Efrînê xwedî derkevin. Li Efrînê mirovahî tê qetilkirin. 
 
 
KIBRIS: CÎHAN BÊDENG E 
 
Li bajarê Limasolê yê Kibrisê jî hunermend Murat Yıldız ji bo balê bikişîne ser zarokên li Efrînê tê kuştin çalakiya "Cîhan bêdeng e" çalakiya bêdeng pêk anî. Yildiz xwest cîhan li hemberi komkujiya li Efrînê bêdeng nemîne. 
 
 
SAARBRUCKEN 
 
Kurdistaniyên li bajarê Saarbrucken ê Elmanyayê, jî ji bo Efrînê li qadan bûn. Gel li pêşiya Europa Galeri li hev civiyan û êrîşên li ser gelê Efrînê protesto kirin. Zêdetirî 1000 kes beşdarî meşa gel bûn û dirûşmeya "Bijî Berxwedana Efrînê" qîrkirin. Li pêşiya Europa Galeri mîtîngek hate lidarxistin û di mîtîngê de Hevseroka NCDK’ê ya Saarbruckenê Dîlan Akogan axivî û diyarkir ku wê hemû qadan bikin cihê berxwedanê. Çalakî bi dirûşmeya "Bijî Serok Apo" û  "Bijî Berxwedana Serdemê" bi dawî bû.
 
HANNOVER 
 
Li bajarê Hannover ê Elmanyayê jî bi hezaran kes ji bo Efrînê daketin qadan. Gel li pêşiya HBF a Hannoverê li hev civiyan û ber bi cadeyên qelabalix yên bajêr ve meşiyan. Di meşê de bê navber dirûşmeyên "Bijî Berxwedana YPG" , "Bijî Berxwedana Serdemê" , "Kujer Erdogan"  û "Merkel fînanse dike, Erdogan bombebaran dike" berz kirin.
 
AACHEN 
 
Li bajarê Aachen ê Elmanyayê jî Kurdistanî û dostên wan êrîşên TSK û OSO yên bi tang û topan ên li ser gelê Efrîê protesto kirin. Bi sedan kes li pêşiya Mala Gelê Kurd a Aachenê kom bûn û bi alên YPG/YPJ, PYD û dirûşmeyên "Bijî Berxwedana Efrînê" , "Bijî YPG/YPJ" û "Terorîst Erdogan" heta qada Elisenbrunnen meşiyan. Li qada Elisenbrunnenê mîtîngek hate lidarxistin û mîtîng ji bo bîranîna kesên di têkoşîna demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane rêz hat girtin.  Piştre endamê NAV-DEM’ê Xalit Taşkirin axivî û wiha got; “Ev şoreşa ku bi felsefeya Rêber Apo û xwîna şehîdan hatî avakirin wê dewleta Tirk û çeteyên wê têk bibe.” Şafak Denîz li ser navê MLKP’ê axivî û wiha got; “Rojava dilê Kurdistanê ye. Li rojava şerê gel ê şoreşgerî heye. Îro li Efrînê şerê şoreşgerî û demokratîk ê gel tê kirin.” Di çalakiyê de belavok hate belavkirin û çalakî bi dirûşmeyên "Bijî Berxwedana Serdemê" , "Bijî YPG/YPJ" , "Terorîst Erdogan" û "Kujerê zarokan Erdogan" bi dawî bû.
 
MUNSTER 
 
Kurdistaniyên li bajarê Munster ê Elmanyayê dijîn ji bo şermezarkirina êrîşên li ser gelê Efrînê daketin qadan. Çalakiya sivîl ya gel heya niha jî didome û gel li qadan e.
 
TRÎER 
 
Li bajarê Trîer ê Elmanyayê jî Kurdistanî li qadan bûn. Gel li pêşiya Viehmarktplatz li hev civiyan û mîtîngek lidarxist. Di çalakiyê de belavok hate belavkirin û dirûşmeya "Bijî Berxwedana Efrînê" hate berzkirin. Di çalakiyê de nûnerê NCDK’ê yê Saarland Pehlevan Roj axivî û berxwedana Efrînê silav kir. Roj banga serhildanê li Kurdistaniyên li Ewropayê kir.
 
STÛTTGART 
 
Li bajarê Stûttgartê jî bi heman armancê, zêdetîrî 5 hezar kes beşdarî çalakiyê bûn. Polîsên Elman êrîşî gel kir. Li bajarê Stûttgart ê Elmanyayê bi tevlîbûna 5 hezar kesî çalakî hat lidarxistin.  Girseya gel a ku li her rê û kolanên bajêr di nava çalakiyan de ne, polîsê Elman bi gaza îsotê êrîşî girseyê kir. Gel dirûşmeya "Her der Efrîn e, her der Berxwedan e" berz kirin. Polîsê Elman meşa gel asteng kir. Lê çalakî domiya. 
 
DUSSELDORF
 
Li bajarê Dusseldorf ê Elmanyayê ji danê sibê ve Kurdistanî  û dostên wan çalakiyan li dar dixin. Polîsê Elman dora gel girt. Girseya gel a ku di nava çalakiyan de ye ji bo çalakiya li pêşiya HDF Dusseldorfê banga tevlîbûna bi hêz li Kurdistanî û dostên wan kir. Ji saetên sibê ve li Balefirgeha Dusseldorf girseya gel çalakiya sivîl lidar dixin, polîsan dora gel girt û bi kontrolkirina nasname û kişandina wêneyan girseya gel berda. Polîsan girseya gel a li pêşiya HDF Dusseldorfê dorpêç kir. Di çalakiyê de girseya gel banga kombûna lezgîn li Kurdistanî û dostên wan yên li derdorê kir.
 
 
 
BRUKSEL
 
Li Brukselê Kurdistanî ji duh şevê ve li qadan in. Girseya ku di bin rêveberiya NAV-BEL û YJK-B de kombûyî, bi vekirina wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Öcalan û pankartên li ser nivîsa “PYD,YPJ” li stasyona Tren Mîdî a Brukselê çalakî li dar xistin. Di axaftinên di çalakiyê de hate kirin de bal kişand ser qetlîamên dewleta Tirk ên li ser Kurdistanê dike û piştî axiftinên “Ewropa bêdeng dimîne, Erdogan jin û zarokan qetil dike” çalakî bi dawî bû. Kurdistanî duh şev jî li Brukselê di çalakiyê de bûn. Girseya ku li pêşiya Gare Centraal kombûyî, meşeke heta Grand Place li dar xistin.
 
ANVERS
 
Kurdistaniyan li bajarê Anvers a Belçîka jî, li Navenda Gare Centraal  çalakiya bêîteatiya sivîl lidarxistin. Piştre jî girseya gel heya komeleya Anvers meşiyan û nerazibûnên xwe ên li hemberî êrîşan nîşan dan.
 
 

Sernavên din

12/03/2018
09:21 Dema OHAL têrê nekir Efrîn xistin dewrê
09:21 N.Y.A, rastî îstîsmara zayendî hat: Jiyana min di talûkeyê de ye
09:19 Di 2 salan de ji ber teqemeniyan 19 zarok mirin
09:18 Dunya Alem carek din komkujiyê temaşe dike. Hesabê kê çiye?
09:17 Li Stenbolê seferberiya Newrozê
09:17 Keleha Ayenîsê cihê ku ji ziyaretê re vekin, hepis kirine
09:16 Ji bo ji Sûrê qut nebe ji taxek Sûrê koçî taxek din kir
09:00 ROJEVA 12'Ê ADARA 20187AN
11/03/2018
22:26 Hevserokê Heyva Sor: Tirkiye dixwaze bi tirsa komkujiyê Efrînê vala bike
20:52 Li Ewropayê deh hezar jibo Efrînê meşiyan: Bêdeng nemînin
20:30 Platforma Helwesta Neteweyî ya Efrînê:
Efrîn Kurdistane, parastina Efrînê parastina hemî Kurdistanê ye
19:18 Gelê Helebê: Efrîn ne bi tenê ye
18:49 Bi deh hezaran gelê Rojava ji bo piştiriya Efrînê meşiyan
18:14 Gelê Kobanê bi meşek heybet piştgirî da Efrînê
18:06 Balafira Tirkiye li Îranê ket: 11 kes mirin
17:48 Bi sedan welatî li Atîna ji bo Efrînê meşiyan
17:05 Meclîsa Jinan a Tirkiye civîya
16:53 2 sal û 3 meh cezayê Tuncel erê kirin
16:43 Oktay spartin axê
16:38 Kujerê Berkîn Elvan kesên ferman dan in
16:36 Taşdemîr: Divê Efrîn tenê di televîzyonê de neyê temaşekirin, deng bê derxistin
15:55 Muslim: Tirkiye bi çekên Ewropayê komkujiyê dike
15:53 'Reaksiyona bê nîşandan dibe ku di polîtîkayê de guhertinan bike'
15:36 Bi hezaran li Kobanê, Qamişlo û Ranyayê ji bo Efrînê dimeşin
15:30 Siyasetmedarên kurd: Em li dijî êrîşên li ser Efrinê rawestin
15:27 Bûldan: Divê Tirkiye li gorî biryara agirbestê ya NY'yê tev bigere
15:02 Rêveberiya Xweser a Efrînê bang li Konsereya Ewlekarî û NY kir
14:44 Kurdên li Ewropayê ji bo Efrînê kom bûn
14:34 Pîlotê Şer: Dê bi bombekirina hewayî û bejayî komkujiyê bikin
13:47 Ji 90’an heta îro manşetên rojnameyan ên Newrozê
13:32 Rojnamegerê fîlîstînî: Gazze çi be Efrîn jî ew e
12:59 Tuzel û Hatîmogullari: Tekane rêya çareseriyê yekitiya gelan e
12:50 Li Efrînê çalakiya mertalên zindî dest pê dike
12:21 ‘Peywira hunermend ew e, hêviyê ava bike’
12:07 Gelê Qamişlo ketin rêya Efrînê
11:43 TEV-DEM: Li Efrînê xwedî derkevin
11:36 Çavê xwe ji komkujiya gelê Efrînê re negirin!
11:27 Gelê Kobanê berê xwe da Efrînê
11:23 Çalakiyên gelê Başûr ên ji bo Efrînê dest pê kirin
11:11 NAV-DEM: Gotin qediya, em ji bo Efrînê dakevin qadan
10:42 Şahidê Gaziyê: Heke ew berxwedan nebûya, dê Gazî îro nebûya
10:21 Zarokek li Geverê bi teqemeniyê jiyana xwe ji dest da
10:05 Ji ber olê Zerduştiyê ceza lê birîn
09:51 Balafirên şer Bajarê Efrînê ku bi sed hezaran mirov lê dijîn bombe dikin
09:32 Li Îskenderûnê bi darê zorê 'maçkirina alayê' tê ferzkirin
09:30 Toprak: Di çarçoveya rêgezan de serkeftin pêkan e
09:27 Rewşa Deriyê Xabûrê ne tu rewş e: Dora xwe li maseyên okeyê dikin
09:26 24 sal in Nazim Babaoglû winda ye
09:26 14 sal di ser Komkujiya Qamişloyê re derbas bûn: Ji wê rojê ve kurd li ber xwe didin
09:25 Bi dermanên xwezayî şîfayê belav dike
09:23 Piştî Rewşa Awarte çewisandinên li ser xwendekaran zêdetir bûn
09:23 Tiştên dîtiye û bûye şahidê wan li helbestê bar dike
09:21 Agirê Zekiye Alkan li her derê belav bû
09:00 ROJEVA 11'Ê ADARA 2018'AN
08:02 Kurd ji bo Efrînê li her derê daketin qadan
07:17 Foza Yûsif: Îro Efrîn sibe hemû Sûriyê, divê gel seferberiyê ragihîne
07:06 Swîsre ji bo Efrîne daketin kolanan
10/03/2018
17:32 'Cizîr dîroka raperînê ya li dijî zilmê ye'
15:58 Xwestin girtiya nexweş Gul bê berdan
15:58 Elîaçik: Hikûmet hat ser rêya me û Ocalan
15:39 Faîlê Cavît Ozalp ê 23 sal berê winda kirin pirsîn
15:28 'Ya hat girtin ne TV10, dengê elewiyan e’
14:44 Dermankirina wî temam nebû û şandin girtîgehê
14:31 Dayikên Şemiyê: Em gorek ku li ser duayan bikin dixwazin
14:30 Xizmên girtiyên li Erzînganê: Dibe ku sibê pir dereng be
13:49 Li Mêrdînê starta Newrozê: Dê têkoşîna gelan wek agirê Newrozê geş bibe
13:48 24 kes li Wanê hatin girtin
13:24 ‘Ya dev ji tenduristiya xwe, ya jî dev ji rêgezên xwe berdin’
12:58 Li Efrînê pevçûn dijwar bûn: Di bin kavilan de sivîl hene
12:44 Êzidiyên Efrinê: DAIŞ'ê li Şengalê çi kir, heman tiştî li Efrînê jî dikin
12:07 Nûnerên baweriyan berê xwe dan Efrînê
12:01 Li rojnamegerê ji qeyûm re got ‘simbêlnivişt’ doz hat vekirin
11:46 Navê Qeyûm Atilla li ser bombeya avêtin Efrinê nivîsandin
11:45 Dadgeha Îdareyê got ‘xebatên sendîkayî’ lê Dadgeha Îstînafê ji nedîtî ve hat
11:11 Remza lîstika zarokan û sotemeniya Newrozê: Teker
10:39 ‘Hikûmet ne li pey îstîsmarê ye, li pey sansûrkirinê ye’
10:23 ‘Jin dê bi coşa 8'ê Adarê tev li Newrozê bibin'
10:03 ‘Dixwazin zimanê kurdî tune bikin û bifetisînin’
09:24 EKA: Îsal dê bibe sala jinê
09:12 Dozger rojnamegerî wekî sûc qebûl kir
09:11 Prof. Gursoy: Divê muxalif siyaseta kolanan çalak bike
09:08 Polîs ji malbatên xwendekaran re sîxuriyê dikin
09:07 Îstîsmarkar bi parastina 'Min henek kir' hat berdan
09:00 ROJEVA 10'Ê ADARA 2018'AN
09/03/2018
21:36 Rojnameger Ahmet Şik û Murat Sabuncu hatin berdan
19:09 Nûnerên Rêxistinên Cizirê:
Em ê bi Berxwedana Serdemê Federaliya Demokratîk ragihînin
16:45 Serdozger daxwaza hevdîtina malbatan red kir
16:38 Polîsan bi ser malan de girt û 8 kes binçav kir
16:25 Li Edeneyê xwendekarek hat girtin
16:17 Kesên li Enqereyê hatibûn binçavkirin hatin berdan
15:49 Yildirim: Firotina fabriqeyên şekir gel dixe zerarê
15:25 Dadgehê 6 sal ceza li du rojnamegeran birî
14:58 Bi sedan Cizîriyên hatin Efrînê: Em fikrên Ocalan esas digirin
14:27 Ji bo Yekîtiya Neteweyî dakevin qadên Newrozê
13:15 Jina di her qadê de serkeftî Delal Amed: Em li her derê bihara jinê dijîn
12:46 Li Wanê starta Newrozê hat dayîn
12:17 Li kargehek Amedê teqîn rû da
11:55 Gelek zarok li YÎBO rastî îstîsmara zayendî hatin
11:54 Malbata Ocalan û sê girtiyan serlêdana hevdîtinê kirin
11:24 Komên OSO li ser gundan vala kirine şerê hev dikin