Bi deh hezaran gelê Rojava ji bo piştiriya Efrînê meşiyan

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Bi deh hezarna welatiyên Rojava li Girê Spî, Serêkaniyê û Qamişlo meşên girseyî pêk anîn û şerê Tirkiye yê li ser gelê Efrînê şermezar kir. 
 
Bi deh hezaran welatiyên Gire Spî, Serêkaniyê û Qamişlo li hev kom bûn û meşên girseyî pêk anî. Bi deh hezaran welatiyên meşiyan, êrîşên Tirkiye şermezar kirin û piştgirî dan gelê Efrinê. 
 
GIRÊ SPΠ
 
Bi sedan ji pêkhateyên Girê Spî "Kurd, Ereb, Suryan, Turkmen" bi armanca destekdayîna Berxwedana Serdemê  meşek lidar xistin û êrîşên Tirkiye yên li ser gelê Efrînê şermezar kir.  Bi sedan şêniyên kantona Girê Spî li ber çerxeriya El-Elem a bajar kom bûn û bi dirûşmeyên "Bijî berxwedana Efrînê" dest bi meşê kirin. Meş li hemû kolanên sereke dewam kir û li çerxeriya El-Qefes veguhrî mîtîngê. Li vir piştî bîranîna cangoriyên azadiyê, Hevserokê Meclîsa Kantona Girê Spî Hemdan El-Ebd axivî û wiha got: "Dê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li hemberî Berxwedana Serdmê têk biçin. Cihê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li Bakurî Sûriyê tune ye û Îradeya gelê Sûriyê wê vê yekê tekez bike. Her çiqas dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bi çekên giran êrîşî me bikin, lê nikarin îradeya me bişkînin û nikarin armancên xwe pêk bînin.” 
 
Endama Kongreya Star Fadiya El-Şerîf jî wiha got “Şervanên me soza berxwedanê dane û wê heta dawiyê li hember êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê parastina axa xwe bikin.”
 
Di dawiya mîtîngê de, helbestek bi zimanê kurdî derbarê silavkirina Berxwedana Serdemê ji aliyê welatiyê bi navê Îsmaîl Qewas ve hate xwendin.
 
SERÊKANIYÊ
 
Bi hezaran şêniyên bajarê Serêkaniyê jî bi heman armancê daketin qadan. Piştî êrîşên Tirkiye yên li ser Efrînê, bi hezaran welatiyên Serêkaniyê ji bo piştgiriya Berxwedana Serdemê û êrîşên Tirkiye şermezar bike daketin qadan. Girseya ku derketî qadan alên YPG/YPJ û wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bilid kirin û dirûşmeyên ʺBijî Berxwedana Efrînêʺ berz kirin û êrîşên Tirkiye şermezar kirin. Gel bi dirûşmeyên silavkirina Berxwedana Serdemê ji ber Meclîsa Mala Gel derket, li sûka bajêr geriya û heta qada Şehîdan meşiyan. Piştre meş veguherî mîtîngê. Piştî rêzgirtina ji bo kesên di têkoşînê de jiyana xwe ji dest dan, li ser navê Tevgera Civaka Demoqratîk TEV-DEM'ê Loqman Îsa axivî. Îsa diyar kir ku dijminê mirovahiyê dixwaze Efrînê dagir bike û wiha got: “Li hemberî wê jî gelê Efrînê berxwedaneke bêhempa nîşan dide. Çawa berî niha Serêkaniyê, Kobanê bi rihê berxwedanê bi ser ket, berxwedana Efrînê jî dê wisa bi ser bikeve.”
 
'ÊRÎYŞA WAN VÎNA GELÊ ME NIKARE BIŞKÎNE' 
 
Li ser navê Kongreya Star Selwa Ehmed jî wiha qot: “Dewleta Tirk li ser gelê me yê Efrînê êrrîşen hovane pêk tîne. Em dibêjin ku êrîşên wan vîna gelê me naşkîne, îro li Efrînê dîroka birxwedanê tê nivîsandin. Bi vîna berxwedana gelê me dê Efrîn ji terora Erdogan re bibe gor. Em ji Erdogan re dibêjin Efrîn ne bi tenêye, em hemû Efrînin.”
 
Meş bi dirûşmêya “Efrîn wê biserbikeve û dê dagirkeriya Erdogan binkeve” bi dawîbû.
 
QAMIŞLO 
 
Bi sedan şêniyên bajarê Qamişlo ji bo şermezarkirina êrîşên li dijî Efrînê li ber Komseriya Karûbarên Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (UNHCR) kom bûn.  
Girseya li ser banga serferberiyê û bi armanca şermezarkirina êrîşên Tirkiye yên li ser herêma Efrînê xwepêşandanek lidar xistin û li hemû kolanên bajar geriyan. Xwepêşandan herî dawî li ber Komseriya Karûbarên Penaberan a Neteweyên Yekbûyî rawestiyan. Gelê Qamişlo bêdengiya navdewletî û komkujiyên ku ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve li ser sivîlan pêk tê şermezar kirin. Berxwedana Serdemê di roja xwe ya 51`ê de bi hemû hêza xwe didome, lê heta niha tu rêxistinên mirovahî û DYA derbarî kuştina zarokan û koçberiya sivîlan bêdengin.
 

Sernavên din

12/03/2018
09:21 Dema OHAL têrê nekir Efrîn xistin dewrê
09:21 N.Y.A, rastî îstîsmara zayendî hat: Jiyana min di talûkeyê de ye
09:19 Di 2 salan de ji ber teqemeniyan 19 zarok mirin
09:18 Dunya Alem carek din komkujiyê temaşe dike. Hesabê kê çiye?
09:17 Li Stenbolê seferberiya Newrozê
09:17 Keleha Ayenîsê cihê ku ji ziyaretê re vekin, hepis kirine
09:16 Ji bo ji Sûrê qut nebe ji taxek Sûrê koçî taxek din kir
09:00 ROJEVA 12'Ê ADARA 20187AN
11/03/2018
22:26 Hevserokê Heyva Sor: Tirkiye dixwaze bi tirsa komkujiyê Efrînê vala bike
20:52 Li Ewropayê deh hezar jibo Efrînê meşiyan: Bêdeng nemînin
20:30 Platforma Helwesta Neteweyî ya Efrînê:
Efrîn Kurdistane, parastina Efrînê parastina hemî Kurdistanê ye
19:18 Gelê Helebê: Efrîn ne bi tenê ye
18:49 Bi deh hezaran gelê Rojava ji bo piştiriya Efrînê meşiyan
18:14 Gelê Kobanê bi meşek heybet piştgirî da Efrînê
18:06 Balafira Tirkiye li Îranê ket: 11 kes mirin
17:48 Bi sedan welatî li Atîna ji bo Efrînê meşiyan
17:05 Meclîsa Jinan a Tirkiye civîya
16:53 2 sal û 3 meh cezayê Tuncel erê kirin
16:43 Oktay spartin axê
16:38 Kujerê Berkîn Elvan kesên ferman dan in
16:36 Taşdemîr: Divê Efrîn tenê di televîzyonê de neyê temaşekirin, deng bê derxistin
15:55 Muslim: Tirkiye bi çekên Ewropayê komkujiyê dike
15:53 'Reaksiyona bê nîşandan dibe ku di polîtîkayê de guhertinan bike'
15:36 Bi hezaran li Kobanê, Qamişlo û Ranyayê ji bo Efrînê dimeşin
15:30 Siyasetmedarên kurd: Em li dijî êrîşên li ser Efrinê rawestin
15:27 Bûldan: Divê Tirkiye li gorî biryara agirbestê ya NY'yê tev bigere
15:02 Rêveberiya Xweser a Efrînê bang li Konsereya Ewlekarî û NY kir
14:44 Kurdên li Ewropayê ji bo Efrînê kom bûn
14:34 Pîlotê Şer: Dê bi bombekirina hewayî û bejayî komkujiyê bikin
13:47 Ji 90’an heta îro manşetên rojnameyan ên Newrozê
13:32 Rojnamegerê fîlîstînî: Gazze çi be Efrîn jî ew e
12:59 Tuzel û Hatîmogullari: Tekane rêya çareseriyê yekitiya gelan e
12:50 Li Efrînê çalakiya mertalên zindî dest pê dike
12:21 ‘Peywira hunermend ew e, hêviyê ava bike’
12:07 Gelê Qamişlo ketin rêya Efrînê
11:43 TEV-DEM: Li Efrînê xwedî derkevin
11:36 Çavê xwe ji komkujiya gelê Efrînê re negirin!
11:27 Gelê Kobanê berê xwe da Efrînê
11:23 Çalakiyên gelê Başûr ên ji bo Efrînê dest pê kirin
11:11 NAV-DEM: Gotin qediya, em ji bo Efrînê dakevin qadan
10:42 Şahidê Gaziyê: Heke ew berxwedan nebûya, dê Gazî îro nebûya
10:21 Zarokek li Geverê bi teqemeniyê jiyana xwe ji dest da
10:05 Ji ber olê Zerduştiyê ceza lê birîn
09:51 Balafirên şer Bajarê Efrînê ku bi sed hezaran mirov lê dijîn bombe dikin
09:32 Li Îskenderûnê bi darê zorê 'maçkirina alayê' tê ferzkirin
09:30 Toprak: Di çarçoveya rêgezan de serkeftin pêkan e
09:27 Rewşa Deriyê Xabûrê ne tu rewş e: Dora xwe li maseyên okeyê dikin
09:26 24 sal in Nazim Babaoglû winda ye
09:26 14 sal di ser Komkujiya Qamişloyê re derbas bûn: Ji wê rojê ve kurd li ber xwe didin
09:25 Bi dermanên xwezayî şîfayê belav dike
09:23 Piştî Rewşa Awarte çewisandinên li ser xwendekaran zêdetir bûn
09:23 Tiştên dîtiye û bûye şahidê wan li helbestê bar dike
09:21 Agirê Zekiye Alkan li her derê belav bû
09:00 ROJEVA 11'Ê ADARA 2018'AN
08:02 Kurd ji bo Efrînê li her derê daketin qadan
07:17 Foza Yûsif: Îro Efrîn sibe hemû Sûriyê, divê gel seferberiyê ragihîne
07:06 Swîsre ji bo Efrîne daketin kolanan
10/03/2018
17:32 'Cizîr dîroka raperînê ya li dijî zilmê ye'
15:58 Xwestin girtiya nexweş Gul bê berdan
15:58 Elîaçik: Hikûmet hat ser rêya me û Ocalan
15:39 Faîlê Cavît Ozalp ê 23 sal berê winda kirin pirsîn
15:28 'Ya hat girtin ne TV10, dengê elewiyan e’
14:44 Dermankirina wî temam nebû û şandin girtîgehê
14:31 Dayikên Şemiyê: Em gorek ku li ser duayan bikin dixwazin
14:30 Xizmên girtiyên li Erzînganê: Dibe ku sibê pir dereng be
13:49 Li Mêrdînê starta Newrozê: Dê têkoşîna gelan wek agirê Newrozê geş bibe
13:48 24 kes li Wanê hatin girtin
13:24 ‘Ya dev ji tenduristiya xwe, ya jî dev ji rêgezên xwe berdin’
12:58 Li Efrînê pevçûn dijwar bûn: Di bin kavilan de sivîl hene
12:44 Êzidiyên Efrinê: DAIŞ'ê li Şengalê çi kir, heman tiştî li Efrînê jî dikin
12:07 Nûnerên baweriyan berê xwe dan Efrînê
12:01 Li rojnamegerê ji qeyûm re got ‘simbêlnivişt’ doz hat vekirin
11:46 Navê Qeyûm Atilla li ser bombeya avêtin Efrinê nivîsandin
11:45 Dadgeha Îdareyê got ‘xebatên sendîkayî’ lê Dadgeha Îstînafê ji nedîtî ve hat
11:11 Remza lîstika zarokan û sotemeniya Newrozê: Teker
10:39 ‘Hikûmet ne li pey îstîsmarê ye, li pey sansûrkirinê ye’
10:23 ‘Jin dê bi coşa 8'ê Adarê tev li Newrozê bibin'
10:03 ‘Dixwazin zimanê kurdî tune bikin û bifetisînin’
09:24 EKA: Îsal dê bibe sala jinê
09:12 Dozger rojnamegerî wekî sûc qebûl kir
09:11 Prof. Gursoy: Divê muxalif siyaseta kolanan çalak bike
09:08 Polîs ji malbatên xwendekaran re sîxuriyê dikin
09:07 Îstîsmarkar bi parastina 'Min henek kir' hat berdan
09:00 ROJEVA 10'Ê ADARA 2018'AN
09/03/2018
21:36 Rojnameger Ahmet Şik û Murat Sabuncu hatin berdan
19:09 Nûnerên Rêxistinên Cizirê:
Em ê bi Berxwedana Serdemê Federaliya Demokratîk ragihînin
16:45 Serdozger daxwaza hevdîtina malbatan red kir
16:38 Polîsan bi ser malan de girt û 8 kes binçav kir
16:25 Li Edeneyê xwendekarek hat girtin
16:17 Kesên li Enqereyê hatibûn binçavkirin hatin berdan
15:49 Yildirim: Firotina fabriqeyên şekir gel dixe zerarê
15:25 Dadgehê 6 sal ceza li du rojnamegeran birî
14:58 Bi sedan Cizîriyên hatin Efrînê: Em fikrên Ocalan esas digirin
14:27 Ji bo Yekîtiya Neteweyî dakevin qadên Newrozê
13:15 Jina di her qadê de serkeftî Delal Amed: Em li her derê bihara jinê dijîn
12:46 Li Wanê starta Newrozê hat dayîn
12:17 Li kargehek Amedê teqîn rû da
11:55 Gelek zarok li YÎBO rastî îstîsmara zayendî hatin
11:54 Malbata Ocalan û sê girtiyan serlêdana hevdîtinê kirin
11:24 Komên OSO li ser gundan vala kirine şerê hev dikin