TEV-DEM: Li Efrînê xwedî derkevin

img

NAVENDA NÛÇEYAN – Desteya Rêveber a Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) bang li her kesî kir û xwest li gelê Efrînê xwedî derkevin. 

Desteya Rêveber a Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) bi daxuyaniykê destnîşan kir ku serkeftina berxwedana Efrînê, misogeriya demokrasî û jiyana azad e û bang li civaka navdewletî kir ku derbarê komkujiyên ku li Efrînê têne kirin helwesta xwe zelal bikin.
 
Daxuyanî wiha ye: 
 
BÊDENGIYA NAVDEWLETÎ PIŞTGIRIYÊ DIDE  DAGIRKERIYÊ
 
Em di rojên pir girîng ên dîrokî û krîtîk de derbas dibin. Dewleta dagirker a Tirk li Efrînê li dijî gelê me komkujiyek hovane û êrîşeke paqijkirina etnîkî dimeşîne. Li dijî dagirkirin, paqijkirina etnîkî û komkujiya li Efrînê gelê me bi hêzên parastinê re berxwedaneke destanî pêş dixîne. Pir eşkere ye ku dewleta dagirker a Tirk bi erêkirin û piştgiriya Rûsyayê li ser Efrînê êrîşên dagirkirinê pêk tîne. Bêdengiya hêzên navneteweyî jî tê wateya erêkirin û piştgiriya ku ev dagirkirina zalimane û bêperwa li ser gelê me bimeşe.
 
Li hemerî êrîşan, gelê Efrînê xeta berxwedaniya pejirandiye
 
Artêşa dagirker a Erdogan, komên faşîst çete DAIŞ û Nûsra di ev êrîşa dagirkirinê ya 51 rojan de li hemberî berxwedana gelê me û ruhê fedaî yê YPG û YPJ’ê tu caran ewqasî zorî ne kişandiye. Li gel ku rojane bi avêtina bi hezaran obûs, topên hawanê, katyûşa, êrîşên balafir û helîkopteran dîsa jî bi hezaran wendahî dan. Armanca dewleta dagirker a Tirk ewe ku di encama van êrîşên zalimane de gelê Efrînê bide koçberkirin û li Efrînê kurd nemînin. Lê gelê me berxwedan esas girt, ji axa Efrînê derneket û terk nekir. Niha jî bi awayekî bê exlaqî bi hêza xwe ya teknîk û zordestiyê hewl dide ku Efrîn bi temamî ji kurdan paqij bike. Ji ber vê jî şer û berxwedana li Efrînê ne tenê bi aliyê eskerî sînordar e, li ser esasê stratejiyeke berfireh pêş dikeve.
 
TIRKIYE DIXWAZE DEMOGRAFIYA EFRÎNÊ BIGUHERÎNE
 
Tiştê li holê Efrînê ji kurdan paqij bikin. Erdogan û çeteyên wî bi paqijiya etnîkî û komkujiyê Efrînê ji kurdan paqij bike û dixwaze li şûna wan erebên ku koçî Tirkiyê kirine bi cih bike. Ev yek di heman demê de derveyî îradeya Kurdan, Areban dibe sedema toximên pevçûnên ku bi deh salan berdewam bike bê çandin. Dewleta dagirker a Tirk û dewleta Rûsya beranberî Ğûtayê Efrîn, beranberî Efrînê jî Ğûtayê ku dikin qurbana berjewendiyên xwe yên qirêj sûcê herî mezin ê mirovahiyê ye. Armanca tekane ya mêtingariya dewleta Tirk ewe ku li her derê tu ferdekî kurd û civata kurd ne xwediyê îradeyek azad ne jî xwedî statuyekê be. Ji bo vê bi hêzên cuda re tu bazarên qirêj ku neke û tiştekî ku pêşkêş neke tune. Lê dewleta Rûsyayê ku kurdan û Efrînê dike qurbana berjewendiyên xwe nayê qebûlkirin û ji niha pêde Rûsya tekez ew ê bi hêsanî nikaribe dostaniya kurdan qezenc bike.
 
BERXWEDANA EFRÎNÊ BERXWEDANA MIROVAHIYÊ YE
 
Efrîn li ber xwe dide. Berxwedana Efrînê berxwedana mirovahiyê ye. Li Efrînê keç û xortên kurd ku bi bombardiman û bi êrîşên balafirên artêşa Tirk şehîd dikevin ji bo rûmeta mirovahiyê li dijî çeteyên DAIŞ û Nûsrayê li ber xwe dane. Mirovahiya cîhanê ji bo rûmeta xwe divê piştgiriya ciwanên kurd û berxwedana Efrînê bikin. Ji ber şer û berxwedana ku kurdan li dijî çeteyên DAIŞ û Nûsrayê dane Ewropa û Amerîka deynekî wan ê rûmetê ji bo keç û xortên kurdan heye. Ewropa û Amerîka li dijî paqijiya etnîkî û komkujiya li Efrînê divê xwedî helwest bin.
 
Artêşa dagirker a Tirk, çeteyên DAIŞ û Nûsrayê li Efrînê sivîlan qetil dikin, cografya û demografya Efrînê diguherînin, li ser Efrînê rojane bi hezaran ton bombardiman dibarînin. Beranberî vê yekê tevî ku gelê me rojane şehîdan oxir dikin jî bi awayekî dîrokî bi yek ruhî li ber xwe didin. Gelê me yê li Efrînê dizane ku armanca artêşa dagirker a Tirk ew e ku gel koçber bike û Efrînê ji kurdan paqij bike. Ji ber vê yekê dagirkerî ku di kîjan asta hovane de berdewam dike, li dijî wê berxwedan jî ewqasî destanî ye û bi heybet pêş dikeve. Ev berxwedan li ser hilbijêrka hebûn û nebûnê yan jiyaneke azad yan jî jiyaneke bi koletî pêş dikeve. Gelê kurd ewê tu caran axa xwe ya bi sedan salan terk nekin. Em vê berxwedana bi heybet ya gelê me li Efrînê nîşan dide silav dikin û heta ku dagirkerî hebe ewê berxwedan her biçe zêdetir pêş bikeve. Ne ku em gund, bajarok û çiyayên Efrînê bidin dagirkeran bihosteke axa ku em bidin dagirkeriyê jî tune ye. Bajarê Efrînê ewê heta dawî bê parastin û li ber xwe bide. Gelek eger bi rêber, bi rêxistinkirî, bi îrade û xwediyê hêza parastinê be li hemberî berxwedana wî ya bi biryar tu hêz nikare bisekine. Di vê wateyê de bajarê Efrînê ji bo artêşa dagirker a Erdogan, çeteyên talanker DAIŞ û Nûsrayê ewê bibe goristan. Bi berxwedana ku gelê me nîşan dide jî ew ê cografya Efrînê ji bo hêzên dagirker bibe çiravek. Zû yan dereng, bedelê wê her çi be yê ku bi ser bikeve berxwedan û azadî ye.
 
XWEDÎDERKETINA LI EFRÎNÊ MÎSOGERIYA JIYANA AZAD E 
 
Gelê me yê Efrînê ne bi tenê ye. Efrîn tevahî Kurdistane. Gelên me yên li bakurê Sûriyê ereb, kurd, Suryan, Asûr, tirkmen, çerkez, çeçen ku berxwedana bajarê Efrînê weke berxwedana xwe dibinîn û ber bi Efrînê ve diherikin pir watedar û bi nirxe. Ev yek di heman demê de misogeriya demokratîkbûn û jiyaneke azad,e. Gelên me yên bakurê Sûriyê ku berxwedana Efrînê weke berxwedana xwe dibînin, dagirkirin û komkujiya li ser Efrînê weke dagirkirin û komkujiya li ser xwe dibînin hejayî her teqdîrê ye. Em vê meşa mûhteşem ku gelên me ber bi Efrînê ve diherikin silav dikin.
 
Di van rojên ku em pêşketinên girîng dijîn de îro bajarê Efrînê bi jin, zarok, kal û pîr bi temamî di bin bombardimana dewleta dagirker a Tirkiyê de ye. Ji bo vê gelê me yê li çar parçeyên Kurdistanê, gelên me yên li bakurê Sûriyê û gelê me yê li Ewropa dizanin ku di van rojên ku em qedera xwe diyar dikin,de helwesteke dîrokî pêwîst e û li ser vî esasî bangawaziya me ewe ku her kes zûtir bi hemû hêza xwe rabin ser piyan û li Efrînê xwedî derkevin.
 

Sernavên din

12/03/2018
09:21 Dema OHAL têrê nekir Efrîn xistin dewrê
09:21 N.Y.A, rastî îstîsmara zayendî hat: Jiyana min di talûkeyê de ye
09:19 Di 2 salan de ji ber teqemeniyan 19 zarok mirin
09:18 Dunya Alem carek din komkujiyê temaşe dike. Hesabê kê çiye?
09:17 Li Stenbolê seferberiya Newrozê
09:17 Keleha Ayenîsê cihê ku ji ziyaretê re vekin, hepis kirine
09:16 Ji bo ji Sûrê qut nebe ji taxek Sûrê koçî taxek din kir
09:00 ROJEVA 12'Ê ADARA 20187AN
11/03/2018
22:26 Hevserokê Heyva Sor: Tirkiye dixwaze bi tirsa komkujiyê Efrînê vala bike
20:52 Li Ewropayê deh hezar jibo Efrînê meşiyan: Bêdeng nemînin
20:30 Platforma Helwesta Neteweyî ya Efrînê:
Efrîn Kurdistane, parastina Efrînê parastina hemî Kurdistanê ye
19:18 Gelê Helebê: Efrîn ne bi tenê ye
18:49 Bi deh hezaran gelê Rojava ji bo piştiriya Efrînê meşiyan
18:14 Gelê Kobanê bi meşek heybet piştgirî da Efrînê
18:06 Balafira Tirkiye li Îranê ket: 11 kes mirin
17:48 Bi sedan welatî li Atîna ji bo Efrînê meşiyan
17:05 Meclîsa Jinan a Tirkiye civîya
16:53 2 sal û 3 meh cezayê Tuncel erê kirin
16:43 Oktay spartin axê
16:38 Kujerê Berkîn Elvan kesên ferman dan in
16:36 Taşdemîr: Divê Efrîn tenê di televîzyonê de neyê temaşekirin, deng bê derxistin
15:55 Muslim: Tirkiye bi çekên Ewropayê komkujiyê dike
15:53 'Reaksiyona bê nîşandan dibe ku di polîtîkayê de guhertinan bike'
15:36 Bi hezaran li Kobanê, Qamişlo û Ranyayê ji bo Efrînê dimeşin
15:30 Siyasetmedarên kurd: Em li dijî êrîşên li ser Efrinê rawestin
15:27 Bûldan: Divê Tirkiye li gorî biryara agirbestê ya NY'yê tev bigere
15:02 Rêveberiya Xweser a Efrînê bang li Konsereya Ewlekarî û NY kir
14:44 Kurdên li Ewropayê ji bo Efrînê kom bûn
14:34 Pîlotê Şer: Dê bi bombekirina hewayî û bejayî komkujiyê bikin
13:47 Ji 90’an heta îro manşetên rojnameyan ên Newrozê
13:32 Rojnamegerê fîlîstînî: Gazze çi be Efrîn jî ew e
12:59 Tuzel û Hatîmogullari: Tekane rêya çareseriyê yekitiya gelan e
12:50 Li Efrînê çalakiya mertalên zindî dest pê dike
12:21 ‘Peywira hunermend ew e, hêviyê ava bike’
12:07 Gelê Qamişlo ketin rêya Efrînê
11:43 TEV-DEM: Li Efrînê xwedî derkevin
11:36 Çavê xwe ji komkujiya gelê Efrînê re negirin!
11:27 Gelê Kobanê berê xwe da Efrînê
11:23 Çalakiyên gelê Başûr ên ji bo Efrînê dest pê kirin
11:11 NAV-DEM: Gotin qediya, em ji bo Efrînê dakevin qadan
10:42 Şahidê Gaziyê: Heke ew berxwedan nebûya, dê Gazî îro nebûya
10:21 Zarokek li Geverê bi teqemeniyê jiyana xwe ji dest da
10:05 Ji ber olê Zerduştiyê ceza lê birîn
09:51 Balafirên şer Bajarê Efrînê ku bi sed hezaran mirov lê dijîn bombe dikin
09:32 Li Îskenderûnê bi darê zorê 'maçkirina alayê' tê ferzkirin
09:30 Toprak: Di çarçoveya rêgezan de serkeftin pêkan e
09:27 Rewşa Deriyê Xabûrê ne tu rewş e: Dora xwe li maseyên okeyê dikin
09:26 24 sal in Nazim Babaoglû winda ye
09:26 14 sal di ser Komkujiya Qamişloyê re derbas bûn: Ji wê rojê ve kurd li ber xwe didin
09:25 Bi dermanên xwezayî şîfayê belav dike
09:23 Piştî Rewşa Awarte çewisandinên li ser xwendekaran zêdetir bûn
09:23 Tiştên dîtiye û bûye şahidê wan li helbestê bar dike
09:21 Agirê Zekiye Alkan li her derê belav bû
09:00 ROJEVA 11'Ê ADARA 2018'AN
08:02 Kurd ji bo Efrînê li her derê daketin qadan
07:17 Foza Yûsif: Îro Efrîn sibe hemû Sûriyê, divê gel seferberiyê ragihîne
07:06 Swîsre ji bo Efrîne daketin kolanan
10/03/2018
17:32 'Cizîr dîroka raperînê ya li dijî zilmê ye'
15:58 Xwestin girtiya nexweş Gul bê berdan
15:58 Elîaçik: Hikûmet hat ser rêya me û Ocalan
15:39 Faîlê Cavît Ozalp ê 23 sal berê winda kirin pirsîn
15:28 'Ya hat girtin ne TV10, dengê elewiyan e’
14:44 Dermankirina wî temam nebû û şandin girtîgehê
14:31 Dayikên Şemiyê: Em gorek ku li ser duayan bikin dixwazin
14:30 Xizmên girtiyên li Erzînganê: Dibe ku sibê pir dereng be
13:49 Li Mêrdînê starta Newrozê: Dê têkoşîna gelan wek agirê Newrozê geş bibe
13:48 24 kes li Wanê hatin girtin
13:24 ‘Ya dev ji tenduristiya xwe, ya jî dev ji rêgezên xwe berdin’
12:58 Li Efrînê pevçûn dijwar bûn: Di bin kavilan de sivîl hene
12:44 Êzidiyên Efrinê: DAIŞ'ê li Şengalê çi kir, heman tiştî li Efrînê jî dikin
12:07 Nûnerên baweriyan berê xwe dan Efrînê
12:01 Li rojnamegerê ji qeyûm re got ‘simbêlnivişt’ doz hat vekirin
11:46 Navê Qeyûm Atilla li ser bombeya avêtin Efrinê nivîsandin
11:45 Dadgeha Îdareyê got ‘xebatên sendîkayî’ lê Dadgeha Îstînafê ji nedîtî ve hat
11:11 Remza lîstika zarokan û sotemeniya Newrozê: Teker
10:39 ‘Hikûmet ne li pey îstîsmarê ye, li pey sansûrkirinê ye’
10:23 ‘Jin dê bi coşa 8'ê Adarê tev li Newrozê bibin'
10:03 ‘Dixwazin zimanê kurdî tune bikin û bifetisînin’
09:24 EKA: Îsal dê bibe sala jinê
09:12 Dozger rojnamegerî wekî sûc qebûl kir
09:11 Prof. Gursoy: Divê muxalif siyaseta kolanan çalak bike
09:08 Polîs ji malbatên xwendekaran re sîxuriyê dikin
09:07 Îstîsmarkar bi parastina 'Min henek kir' hat berdan
09:00 ROJEVA 10'Ê ADARA 2018'AN
09/03/2018
21:36 Rojnameger Ahmet Şik û Murat Sabuncu hatin berdan
19:09 Nûnerên Rêxistinên Cizirê:
Em ê bi Berxwedana Serdemê Federaliya Demokratîk ragihînin
16:45 Serdozger daxwaza hevdîtina malbatan red kir
16:38 Polîsan bi ser malan de girt û 8 kes binçav kir
16:25 Li Edeneyê xwendekarek hat girtin
16:17 Kesên li Enqereyê hatibûn binçavkirin hatin berdan
15:49 Yildirim: Firotina fabriqeyên şekir gel dixe zerarê
15:25 Dadgehê 6 sal ceza li du rojnamegeran birî
14:58 Bi sedan Cizîriyên hatin Efrînê: Em fikrên Ocalan esas digirin
14:27 Ji bo Yekîtiya Neteweyî dakevin qadên Newrozê
13:15 Jina di her qadê de serkeftî Delal Amed: Em li her derê bihara jinê dijîn
12:46 Li Wanê starta Newrozê hat dayîn
12:17 Li kargehek Amedê teqîn rû da
11:55 Gelek zarok li YÎBO rastî îstîsmara zayendî hatin
11:54 Malbata Ocalan û sê girtiyan serlêdana hevdîtinê kirin
11:24 Komên OSO li ser gundan vala kirine şerê hev dikin