‘Jin dê bi coşa 8'ê Adarê tev li Newrozê bibin'

img

AMED – Tevî hemû astengiyan bi hezaran jin di 8'ê Adarê de daketin qadan û slavên xwe ji berxwedana Efrînê re şandin. Endama Hevserokatiya KCD'ê Mekiye Guzel,” diyar kir ku jin dê bi coş û morala ku ji 8'ê Adarê girtin tev li Newrozê bibin û wiha got: "Newroz di heman demê de li dijî faşîzmê isyan e. Pîrozbahiya hatina biharê ye. Li ser Efrînê êriş hene. Li dijî jinan êrîş heye. Divê her kes bi vî ruhî dakevin qadên Newrozê." 

Bi 10 hezaran jin tevî şert û mercên OHAL'ê li gelek navendan bi dirûşm, pankart û dowîzan derketin qadan û 8'ê Adarê bi mîtîng, meş û çalakiyên rengîn pîroz kirin. Platforma Jinan a 8'ê Adarê li gelek qadan mîtîng pêk anîn. Jinan bi dirûşmeya “Li dijî Şer, OHAL û zayendîparêziyê ji bo ked, nasname û azadiyê em li ber xwe didin" mîting pêk anîn. Di 8'ê Adarê de bi dirûşmeya “jiyana me, îsyana me, têkoşîna me feminizm” 16'emîn meşa Şevê ya Feministê li dar xistin. Jinan di çalakiyan de herî zêde li dijî şer daxwazên aştiyê, li dijî pergala OHAL'ê daxwazên demokrasî û azadiyê, li dijî qedexe û kuştina jinan edalet, heq û hiqûq xwestin. Di serî de li bajarê kurdan li gelek bajaran jin daketin qadan û mafê jiyana azad xwestin.  Li Amedê jî Platforma Jinan a Dîcleyê ya Amedê, tevî hemû astengiyan bi hezaran jin di 8'ê Adarê de li Qada 5 Hezîran (îstasyon) kom bûn û slavên xwe ji Efrînê re şandin. Endama Hevserokatiya KCD'ê Mekiye Guzel,” diyar kir jin dê bi coş û morala ku ji 8'ê Adarê girtin tev li Newrozê bibin. Guzel, anî ziman ku tevî qedexe û astengiyan jin dîsa di 8'ê Adarê de derketin qadan û mafê xwe xwestin. Guzel, anî ziman ku jin di 8'ê Adarê de li qadan bûn dê di Newrozê de jî bi heman coşê li qadan bin û coşa 8'ê Adarê derbasî Newrozê bikin. 
 
‘JIN DIKARIN ZEXTAN BIŞKÎNIN
 
Guzel, destnîşan kir ku jinan çend hefte berê amadekariya pîrozbahiya 8'ê Adarê kirin û wiha got: "Me hewl da bi çalakiyên cur be cûr 8'ê Adarê rangîn bikin. Dema me xebat û çalakiyên 8'ê Adarê kirin em rastî gelek astengiyan hatin. Adar mizgîniya biharê ye. Me bi coş û têkoşîna jinê hatina biharê pîroz kir. Rewşa Tirkiye ya kaos û tundiyê, zextên li ser civakê ancak bi têkoşîna jinê bê şikanin. Ji ber vê yekê îktîdar herî zêde tundiyê li ser jinê dimeşîne. Lê tevî hemû astengiyan jin li Tirkiye û Kurdistanê daketin qadan. 8'ê Adarê bi coşek mezin pîroz kirin. Jinan astengî nas nekirin û bi coşek mezin 8'ê Adarê pîroz kirin. 
 
‘DÎMENÊN RENGÎN DERKETIN HOLÊ' 
 
Guzel, destnîşan kir ku di pîrozbahiyan de ji bo jinan dîmenên rengîn derketin holê û wiha berdewam kir. "Bi taybetî li Cizîr û Şirnexê pîrozbahî gelek bi wate bûn. Zext û tundî herî zêde li vir hebûn. Bajarên ku kolan qedexe bûn. Jinan li Kolanên Nisêbînê gul belav kirin. Polîsan xwest asteng bikin. Jinan bêyî astengiyan nas bikin li hemû kolanên Nisêbînê gul belav kirin. Li hemû kolanên Nisêbînê gul belav kirin û 8'ê Adarê pîroz kirin. Li Sêrtê jî şahiyek mezin hat lidarxistin. Jin, tevî hemû astengiyan bi coşek mezin derketin kolanan. Li Amedê bi coşek mezin tev li mîtîngê bûn û 8'ê Adarê pîroz kirin. Dîmenên pir bi coş û rengîn derketin holê. Bi hunermend û komên folklorê jinan coş û rengê xwe nîşan dan. Jin bi coş, reng, ziman û nasnameyên xwe daketin qadan û qad xemilandin. Vê coşa jinan nîşan da ku dê zext û tundiya li ser Tirkiye tê meşandin, bi têkoşîna jinê bê şikandin." 
 
‘BERXWEDANA EFRÎNÊ MOHRA XWE LI 8'Ê ADARÊ DA
 
Guzel, da zanîn ku wan di çalakiyan de berxwedana Efrînê slav kirin û êrîşên li ser Efrînê şermezar kirin û wiha got: “Bi taybetî di mîtînga Amedê de peyamên der barê Efrînê de derketin holê. Li Rojava ku hemû cîhan wê ji nêzîk ve dişopîne jin bi hêza xwe ya cewherî li ber xwe didin. Berxedana Efrînê û Rojava hat silavkirin. Berxwedana Efrînê û Rojava bû sembola 8'ê Adarê. Jinên Rojava ji bo 8'ê Adarê bûn mînak. Êrîşên li ser Rojava bi tundî hat şermezarkirin."
 
‘JIN DÊ BI MORAL Û COŞA 8'Ê ADARÊ DE NEWROZÊ PÎROZ BIKIN'
 
Guzel, anî ziman ku starta Newrozê dest pê kir jin dê bi coş, kelecan û moralê ku ji 8'ê Adarê girtin tev li Newrozê bibin û coş û kelecana 8'ê Adarê bibin qadên Newrozê û wiha got: "Ji bo her kes helwesta xwe ya li dijî faşîzmê nîşan bidin Newroz firsendek e. Newroz di heman demê de li dijî faşîzmê isyan e. Pîrozbahiya hatina biharê ye. Nûkirina xwezayê ye. Li ser Efrînê êriş hene. Li dijî jinan êrîş heye. Li dijî demokrasi û azadiya gelan êrîş heye. Di Newrozê de dê li dijî hemû van zextan biqîrin. Potansiyelek pir mezin a bi coş ya gelê kurd heye. Em bang li hemû gelê kurd dikin ku dakevin qadên Newrozê û bi coşa herî mezin Newrozê piroz bikin. 

Sernavên din

12/03/2018
09:21 Dema OHAL têrê nekir Efrîn xistin dewrê
09:21 N.Y.A, rastî îstîsmara zayendî hat: Jiyana min di talûkeyê de ye
09:19 Di 2 salan de ji ber teqemeniyan 19 zarok mirin
09:18 Dunya Alem carek din komkujiyê temaşe dike. Hesabê kê çiye?
09:17 Li Stenbolê seferberiya Newrozê
09:17 Keleha Ayenîsê cihê ku ji ziyaretê re vekin, hepis kirine
09:16 Ji bo ji Sûrê qut nebe ji taxek Sûrê koçî taxek din kir
09:00 ROJEVA 12'Ê ADARA 20187AN
11/03/2018
22:26 Hevserokê Heyva Sor: Tirkiye dixwaze bi tirsa komkujiyê Efrînê vala bike
20:52 Li Ewropayê deh hezar jibo Efrînê meşiyan: Bêdeng nemînin
20:30 Platforma Helwesta Neteweyî ya Efrînê:
Efrîn Kurdistane, parastina Efrînê parastina hemî Kurdistanê ye
19:18 Gelê Helebê: Efrîn ne bi tenê ye
18:49 Bi deh hezaran gelê Rojava ji bo piştiriya Efrînê meşiyan
18:14 Gelê Kobanê bi meşek heybet piştgirî da Efrînê
18:06 Balafira Tirkiye li Îranê ket: 11 kes mirin
17:48 Bi sedan welatî li Atîna ji bo Efrînê meşiyan
17:05 Meclîsa Jinan a Tirkiye civîya
16:53 2 sal û 3 meh cezayê Tuncel erê kirin
16:43 Oktay spartin axê
16:38 Kujerê Berkîn Elvan kesên ferman dan in
16:36 Taşdemîr: Divê Efrîn tenê di televîzyonê de neyê temaşekirin, deng bê derxistin
15:55 Muslim: Tirkiye bi çekên Ewropayê komkujiyê dike
15:53 'Reaksiyona bê nîşandan dibe ku di polîtîkayê de guhertinan bike'
15:36 Bi hezaran li Kobanê, Qamişlo û Ranyayê ji bo Efrînê dimeşin
15:30 Siyasetmedarên kurd: Em li dijî êrîşên li ser Efrinê rawestin
15:27 Bûldan: Divê Tirkiye li gorî biryara agirbestê ya NY'yê tev bigere
15:02 Rêveberiya Xweser a Efrînê bang li Konsereya Ewlekarî û NY kir
14:44 Kurdên li Ewropayê ji bo Efrînê kom bûn
14:34 Pîlotê Şer: Dê bi bombekirina hewayî û bejayî komkujiyê bikin
13:47 Ji 90’an heta îro manşetên rojnameyan ên Newrozê
13:32 Rojnamegerê fîlîstînî: Gazze çi be Efrîn jî ew e
12:59 Tuzel û Hatîmogullari: Tekane rêya çareseriyê yekitiya gelan e
12:50 Li Efrînê çalakiya mertalên zindî dest pê dike
12:21 ‘Peywira hunermend ew e, hêviyê ava bike’
12:07 Gelê Qamişlo ketin rêya Efrînê
11:43 TEV-DEM: Li Efrînê xwedî derkevin
11:36 Çavê xwe ji komkujiya gelê Efrînê re negirin!
11:27 Gelê Kobanê berê xwe da Efrînê
11:23 Çalakiyên gelê Başûr ên ji bo Efrînê dest pê kirin
11:11 NAV-DEM: Gotin qediya, em ji bo Efrînê dakevin qadan
10:42 Şahidê Gaziyê: Heke ew berxwedan nebûya, dê Gazî îro nebûya
10:21 Zarokek li Geverê bi teqemeniyê jiyana xwe ji dest da
10:05 Ji ber olê Zerduştiyê ceza lê birîn
09:51 Balafirên şer Bajarê Efrînê ku bi sed hezaran mirov lê dijîn bombe dikin
09:32 Li Îskenderûnê bi darê zorê 'maçkirina alayê' tê ferzkirin
09:30 Toprak: Di çarçoveya rêgezan de serkeftin pêkan e
09:27 Rewşa Deriyê Xabûrê ne tu rewş e: Dora xwe li maseyên okeyê dikin
09:26 24 sal in Nazim Babaoglû winda ye
09:26 14 sal di ser Komkujiya Qamişloyê re derbas bûn: Ji wê rojê ve kurd li ber xwe didin
09:25 Bi dermanên xwezayî şîfayê belav dike
09:23 Piştî Rewşa Awarte çewisandinên li ser xwendekaran zêdetir bûn
09:23 Tiştên dîtiye û bûye şahidê wan li helbestê bar dike
09:21 Agirê Zekiye Alkan li her derê belav bû
09:00 ROJEVA 11'Ê ADARA 2018'AN
08:02 Kurd ji bo Efrînê li her derê daketin qadan
07:17 Foza Yûsif: Îro Efrîn sibe hemû Sûriyê, divê gel seferberiyê ragihîne
07:06 Swîsre ji bo Efrîne daketin kolanan
10/03/2018
17:32 'Cizîr dîroka raperînê ya li dijî zilmê ye'
15:58 Xwestin girtiya nexweş Gul bê berdan
15:58 Elîaçik: Hikûmet hat ser rêya me û Ocalan
15:39 Faîlê Cavît Ozalp ê 23 sal berê winda kirin pirsîn
15:28 'Ya hat girtin ne TV10, dengê elewiyan e’
14:44 Dermankirina wî temam nebû û şandin girtîgehê
14:31 Dayikên Şemiyê: Em gorek ku li ser duayan bikin dixwazin
14:30 Xizmên girtiyên li Erzînganê: Dibe ku sibê pir dereng be
13:49 Li Mêrdînê starta Newrozê: Dê têkoşîna gelan wek agirê Newrozê geş bibe
13:48 24 kes li Wanê hatin girtin
13:24 ‘Ya dev ji tenduristiya xwe, ya jî dev ji rêgezên xwe berdin’
12:58 Li Efrînê pevçûn dijwar bûn: Di bin kavilan de sivîl hene
12:44 Êzidiyên Efrinê: DAIŞ'ê li Şengalê çi kir, heman tiştî li Efrînê jî dikin
12:07 Nûnerên baweriyan berê xwe dan Efrînê
12:01 Li rojnamegerê ji qeyûm re got ‘simbêlnivişt’ doz hat vekirin
11:46 Navê Qeyûm Atilla li ser bombeya avêtin Efrinê nivîsandin
11:45 Dadgeha Îdareyê got ‘xebatên sendîkayî’ lê Dadgeha Îstînafê ji nedîtî ve hat
11:11 Remza lîstika zarokan û sotemeniya Newrozê: Teker
10:39 ‘Hikûmet ne li pey îstîsmarê ye, li pey sansûrkirinê ye’
10:23 ‘Jin dê bi coşa 8'ê Adarê tev li Newrozê bibin'
10:03 ‘Dixwazin zimanê kurdî tune bikin û bifetisînin’
09:24 EKA: Îsal dê bibe sala jinê
09:12 Dozger rojnamegerî wekî sûc qebûl kir
09:11 Prof. Gursoy: Divê muxalif siyaseta kolanan çalak bike
09:08 Polîs ji malbatên xwendekaran re sîxuriyê dikin
09:07 Îstîsmarkar bi parastina 'Min henek kir' hat berdan
09:00 ROJEVA 10'Ê ADARA 2018'AN
09/03/2018
21:36 Rojnameger Ahmet Şik û Murat Sabuncu hatin berdan
19:09 Nûnerên Rêxistinên Cizirê:
Em ê bi Berxwedana Serdemê Federaliya Demokratîk ragihînin
16:45 Serdozger daxwaza hevdîtina malbatan red kir
16:38 Polîsan bi ser malan de girt û 8 kes binçav kir
16:25 Li Edeneyê xwendekarek hat girtin
16:17 Kesên li Enqereyê hatibûn binçavkirin hatin berdan
15:49 Yildirim: Firotina fabriqeyên şekir gel dixe zerarê
15:25 Dadgehê 6 sal ceza li du rojnamegeran birî
14:58 Bi sedan Cizîriyên hatin Efrînê: Em fikrên Ocalan esas digirin
14:27 Ji bo Yekîtiya Neteweyî dakevin qadên Newrozê
13:15 Jina di her qadê de serkeftî Delal Amed: Em li her derê bihara jinê dijîn
12:46 Li Wanê starta Newrozê hat dayîn
12:17 Li kargehek Amedê teqîn rû da
11:55 Gelek zarok li YÎBO rastî îstîsmara zayendî hatin
11:54 Malbata Ocalan û sê girtiyan serlêdana hevdîtinê kirin
11:24 Komên OSO li ser gundan vala kirine şerê hev dikin