Komên OSO li ser gundan vala kirine şerê hev dikin

img

EFRÎN - Şerê Tirkiye yê bi tang, top û balafirên şer li ser Efrînê di roja 49'an de berdewam dike. Di şerê li ser Efrînê de, OSO dixwazin gundê di êrişan de vala kirine malbatên selefî bi cih bikin. Hat diyar kirin ku komên OSO ji bo gundan bi hev ketine. 

Tevî biryara Konseya Neteweyên Yekbûyî (NY) ya agirbestê jî şerê Tirkiye yê bi tang, top û balafirên şer li ser gund, navçe û axa Efrînê berdewam dike. TSK û komên girêdayî OSO 49 rojin bê navber ji hewayî û bejayî axa Efrînê bombe dike. Hikûmeta Tirkiye ku got 'Ez dê di 3 rojan de dagir bikim û 49 rojin şerekî dijwar li ser Efrînê dimeşîne, çend kîmometre bi nava axa Efrînê de çûne, sinor û pîvanên şerê navneteweyî û hiqûqa navneteweyî nas nakin. Li aliyê din Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) li eniya şer bersîvên kurd didin TSK û OSO û destûr nadin ku artêş pêş ve biçin. Li gundên ku di êrîşa tang û topan de hatin valakirin niha jî OSO malbatên girêdayî komên selefî li vir bi cih dikin. 
 
ÇIYAYÊ KURMÊNC 
 
Hemû mirovên li Efrînê dijîn ji çiyayê Herêmê re dibêjin Çiyayê Kurmênc. Çiyayê Kurmênç di şerê yekemîn ê cîhanê de gelê Efrînê ji şer û êrîşan parastiye. Di peymana 1921'an a di navbera Tirkiye û Fransa de Çiyayê Kurmênç di nava Sûriye û Tirkiye de maye. Çiyayê Kurmênç ku di navbera Kîlîs, Dîlok, Hatay û Efrînê de dimîne piştî peymanê sînor kiriye du perçe. Çiyayê Kurmênç heta Amanosan û Lêlûnê dirêj dibe. 
 
Çiyayê Kurmênc ku bi hezaran salin cih, war û hêlîna gelê kurd e, heta niha kurd ji gelek êrîş û şeran parastiye. Li Çiyayê Kurmenç eşîrên Şêxan, Rişvan, Zêtkî, Heyderî û Ketîkan dijîn. Li gorî çavkaniyên fermî yên Sûriye wekî axa "Cebel Ekrad" derbas dibe. Gelê kurd ê ji komkujiya Dersim û Gumgumê koç bûn hatin li vir bi cih bûn. 
 
DIXWAZIN NEXŞEYA DEMOGRAFÎK BIGUHERÎNIN
 
Ji destpêka şerê li Sûriye heta niha Tirkiye dixwaze herêmek tambon li ser sînor ava bike. Tirkiye her dem xwest nexşeya demografik ava bike. Tirkiye ji bo hêzên QSD'ê derbasî Rojavayê Firatê nebe gelek xebatên dîplomatîk û leşkerî meşand. Tawîz dan welatên derve. Gund û bajarên kurdan wekî "Herêmên Tirkmenan" bi nav kir. Xwestin bi rêxistinên DAIŞ û El Nusra herêmê ji rêxistin û gelê vir îzole bike. Lê piştî Tirkiye di vî milî de bi ser neket vê carê raste rast li dijî Efrînê dest bi şerê leşkerî kir. 
 
DIXWAZIN PIRA NAVBERA GELAN QUT BIKIN
 
Tirkiye, piştî ket axa El Bab û Crablusê, hewl da ku ax û pira di navbera Kantonên Kobanê û Efrînê de qut bike. Tirkiye piştî ket Ezasê niha jî hewl dide Efrînê dorpêç bike û Gelê Efrînê ji ser ax û warên wan koçber bike û têkiliya navbera kurdan bi temamî qut bike. Li Efrînê dixwaze hêzên girêdayî xwe bi cih bike. Ji ber vê yekê ji 20'ê Çile heta niha 49 rojin bê navber ji hewayî û bejayî li ser Axa Efrînê top û bombeyan dibarîne.
 
Di roj û hefteyên dawî de êrîşên hewayî û bombeyên li ser navçeyên Cindirês, Reco, Bilbilê, Şiyê, Şera û Şêrawa her ku diçin zêde dibin. Komên TSK û OSO di demên dawî de raste rast cih û warên jiyanê gund û navçeyan dikin hedefa bombeyan û dixwazin welatî dest ji cihn û warên xwe berdin. OSO armanc dike ku malbatên girêdayî komên selafî li vir bi cih bike. 
 
GUNDAN LI HEV PARVE DIKIN
 
Li aliyekî êrîşên li ser Efrînê didomin, li aliyê din komên êrîşkar gundên ku bi dest xistine di nava xwe de parve dikin. Hat fêrbûn ku ji niha de gelek malbat anîne Kîlîsê. Hat diyar kirin ku gund di nava Komên OSO de parve dikin û komên OSO yên li hev nekirine li ser parvekirinê şer dikin. 
 
MA / Nazım Daştan

Sernavên din

12/03/2018
09:21 Dema OHAL têrê nekir Efrîn xistin dewrê
09:21 N.Y.A, rastî îstîsmara zayendî hat: Jiyana min di talûkeyê de ye
09:19 Di 2 salan de ji ber teqemeniyan 19 zarok mirin
09:18 Dunya Alem carek din komkujiyê temaşe dike. Hesabê kê çiye?
09:17 Li Stenbolê seferberiya Newrozê
09:17 Keleha Ayenîsê cihê ku ji ziyaretê re vekin, hepis kirine
09:16 Ji bo ji Sûrê qut nebe ji taxek Sûrê koçî taxek din kir
09:00 ROJEVA 12'Ê ADARA 20187AN
11/03/2018
22:26 Hevserokê Heyva Sor: Tirkiye dixwaze bi tirsa komkujiyê Efrînê vala bike
20:52 Li Ewropayê deh hezar jibo Efrînê meşiyan: Bêdeng nemînin
20:30 Platforma Helwesta Neteweyî ya Efrînê:
Efrîn Kurdistane, parastina Efrînê parastina hemî Kurdistanê ye
19:18 Gelê Helebê: Efrîn ne bi tenê ye
18:49 Bi deh hezaran gelê Rojava ji bo piştiriya Efrînê meşiyan
18:14 Gelê Kobanê bi meşek heybet piştgirî da Efrînê
18:06 Balafira Tirkiye li Îranê ket: 11 kes mirin
17:48 Bi sedan welatî li Atîna ji bo Efrînê meşiyan
17:05 Meclîsa Jinan a Tirkiye civîya
16:53 2 sal û 3 meh cezayê Tuncel erê kirin
16:43 Oktay spartin axê
16:38 Kujerê Berkîn Elvan kesên ferman dan in
16:36 Taşdemîr: Divê Efrîn tenê di televîzyonê de neyê temaşekirin, deng bê derxistin
15:55 Muslim: Tirkiye bi çekên Ewropayê komkujiyê dike
15:53 'Reaksiyona bê nîşandan dibe ku di polîtîkayê de guhertinan bike'
15:36 Bi hezaran li Kobanê, Qamişlo û Ranyayê ji bo Efrînê dimeşin
15:30 Siyasetmedarên kurd: Em li dijî êrîşên li ser Efrinê rawestin
15:27 Bûldan: Divê Tirkiye li gorî biryara agirbestê ya NY'yê tev bigere
15:02 Rêveberiya Xweser a Efrînê bang li Konsereya Ewlekarî û NY kir
14:44 Kurdên li Ewropayê ji bo Efrînê kom bûn
14:34 Pîlotê Şer: Dê bi bombekirina hewayî û bejayî komkujiyê bikin
13:47 Ji 90’an heta îro manşetên rojnameyan ên Newrozê
13:32 Rojnamegerê fîlîstînî: Gazze çi be Efrîn jî ew e
12:59 Tuzel û Hatîmogullari: Tekane rêya çareseriyê yekitiya gelan e
12:50 Li Efrînê çalakiya mertalên zindî dest pê dike
12:21 ‘Peywira hunermend ew e, hêviyê ava bike’
12:07 Gelê Qamişlo ketin rêya Efrînê
11:43 TEV-DEM: Li Efrînê xwedî derkevin
11:36 Çavê xwe ji komkujiya gelê Efrînê re negirin!
11:27 Gelê Kobanê berê xwe da Efrînê
11:23 Çalakiyên gelê Başûr ên ji bo Efrînê dest pê kirin
11:11 NAV-DEM: Gotin qediya, em ji bo Efrînê dakevin qadan
10:42 Şahidê Gaziyê: Heke ew berxwedan nebûya, dê Gazî îro nebûya
10:21 Zarokek li Geverê bi teqemeniyê jiyana xwe ji dest da
10:05 Ji ber olê Zerduştiyê ceza lê birîn
09:51 Balafirên şer Bajarê Efrînê ku bi sed hezaran mirov lê dijîn bombe dikin
09:32 Li Îskenderûnê bi darê zorê 'maçkirina alayê' tê ferzkirin
09:30 Toprak: Di çarçoveya rêgezan de serkeftin pêkan e
09:27 Rewşa Deriyê Xabûrê ne tu rewş e: Dora xwe li maseyên okeyê dikin
09:26 24 sal in Nazim Babaoglû winda ye
09:26 14 sal di ser Komkujiya Qamişloyê re derbas bûn: Ji wê rojê ve kurd li ber xwe didin
09:25 Bi dermanên xwezayî şîfayê belav dike
09:23 Piştî Rewşa Awarte çewisandinên li ser xwendekaran zêdetir bûn
09:23 Tiştên dîtiye û bûye şahidê wan li helbestê bar dike
09:21 Agirê Zekiye Alkan li her derê belav bû
09:00 ROJEVA 11'Ê ADARA 2018'AN
08:02 Kurd ji bo Efrînê li her derê daketin qadan
07:17 Foza Yûsif: Îro Efrîn sibe hemû Sûriyê, divê gel seferberiyê ragihîne
07:06 Swîsre ji bo Efrîne daketin kolanan
10/03/2018
17:32 'Cizîr dîroka raperînê ya li dijî zilmê ye'
15:58 Xwestin girtiya nexweş Gul bê berdan
15:58 Elîaçik: Hikûmet hat ser rêya me û Ocalan
15:39 Faîlê Cavît Ozalp ê 23 sal berê winda kirin pirsîn
15:28 'Ya hat girtin ne TV10, dengê elewiyan e’
14:44 Dermankirina wî temam nebû û şandin girtîgehê
14:31 Dayikên Şemiyê: Em gorek ku li ser duayan bikin dixwazin
14:30 Xizmên girtiyên li Erzînganê: Dibe ku sibê pir dereng be
13:49 Li Mêrdînê starta Newrozê: Dê têkoşîna gelan wek agirê Newrozê geş bibe
13:48 24 kes li Wanê hatin girtin
13:24 ‘Ya dev ji tenduristiya xwe, ya jî dev ji rêgezên xwe berdin’
12:58 Li Efrînê pevçûn dijwar bûn: Di bin kavilan de sivîl hene
12:44 Êzidiyên Efrinê: DAIŞ'ê li Şengalê çi kir, heman tiştî li Efrînê jî dikin
12:07 Nûnerên baweriyan berê xwe dan Efrînê
12:01 Li rojnamegerê ji qeyûm re got ‘simbêlnivişt’ doz hat vekirin
11:46 Navê Qeyûm Atilla li ser bombeya avêtin Efrinê nivîsandin
11:45 Dadgeha Îdareyê got ‘xebatên sendîkayî’ lê Dadgeha Îstînafê ji nedîtî ve hat
11:11 Remza lîstika zarokan û sotemeniya Newrozê: Teker
10:39 ‘Hikûmet ne li pey îstîsmarê ye, li pey sansûrkirinê ye’
10:23 ‘Jin dê bi coşa 8'ê Adarê tev li Newrozê bibin'
10:03 ‘Dixwazin zimanê kurdî tune bikin û bifetisînin’
09:24 EKA: Îsal dê bibe sala jinê
09:12 Dozger rojnamegerî wekî sûc qebûl kir
09:11 Prof. Gursoy: Divê muxalif siyaseta kolanan çalak bike
09:08 Polîs ji malbatên xwendekaran re sîxuriyê dikin
09:07 Îstîsmarkar bi parastina 'Min henek kir' hat berdan
09:00 ROJEVA 10'Ê ADARA 2018'AN
09/03/2018
21:36 Rojnameger Ahmet Şik û Murat Sabuncu hatin berdan
19:09 Nûnerên Rêxistinên Cizirê:
Em ê bi Berxwedana Serdemê Federaliya Demokratîk ragihînin
16:45 Serdozger daxwaza hevdîtina malbatan red kir
16:38 Polîsan bi ser malan de girt û 8 kes binçav kir
16:25 Li Edeneyê xwendekarek hat girtin
16:17 Kesên li Enqereyê hatibûn binçavkirin hatin berdan
15:49 Yildirim: Firotina fabriqeyên şekir gel dixe zerarê
15:25 Dadgehê 6 sal ceza li du rojnamegeran birî
14:58 Bi sedan Cizîriyên hatin Efrînê: Em fikrên Ocalan esas digirin
14:27 Ji bo Yekîtiya Neteweyî dakevin qadên Newrozê
13:15 Jina di her qadê de serkeftî Delal Amed: Em li her derê bihara jinê dijîn
12:46 Li Wanê starta Newrozê hat dayîn
12:17 Li kargehek Amedê teqîn rû da
11:55 Gelek zarok li YÎBO rastî îstîsmara zayendî hatin
11:54 Malbata Ocalan û sê girtiyan serlêdana hevdîtinê kirin
11:24 Komên OSO li ser gundan vala kirine şerê hev dikin