Bîlgen: Xwe mîsoger bibînin dê di 2 mehan de biçin hilbijartinê

img

ENQERE – Berdevkê HDP’ê li Meclîsê civîna çapemeniyê li dar xist. Bîlgen diyar kir ku ji tifaqa hilbijartinê bêtir ewlehiya hilbijartinê girînge û got: “Heke ku desthilatdarî di anketan de xwe di bin mîsogeriyê de bibîne, dê di nava du mehan de biçin hilbijartinê.” 

Berdevkê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ayhan Bîlgen têkildarî mijarên di rojevê de li Meclîsê civîna çapemeniyê li dar xist. Parlamenterên HDP’ê jî beşdarî civînê bûn. Di rojeva Bîlgen de mijarên “qanûna tifaqê” û “Xistina wekîltiya parlamenterên HDP” hebû. 
 
‘NIYETA WAN AŞKERE YE’ 
 
Bîlgen xistina wekîltiya parlamenterên HDP’ê Ahmet Yildirim û Îbrahîm Ayhan bibîr xist û got: “Di jiyana siyaseta Tirkiyeyê de xistina wekîlan me berê jî dît. Lê di xistina wekîltiya du hevalên me yên dawî de azadiya ramanê ji binî ji holê hatiye rakirin. Ka em lê binêrin emsalê dozek wek a Ahmet Yildirim çawa hatiye berat kirin. TKP di şahiyek xwe de pankarta ‘Ji xirabendiyek padîşah re cotek gotina me heye’ vekiribû. Cezayê didin vê derbirînê dadgeha bilind xera dike. Hinceta xerakirinê pir aşkere ye. Lê di mijara xistina wekîltiya Ahmet Yildirim de ecele kirin. Bi vê ecelekirinê helwesta darazê û siyasetê derket holê. Her duyan mirov bi hev re miqayese bike girîng e.” 
 
‘ÎŞKENCEYA LI ASLAN BÛ ŞERM E’ 
 
Bîlgen da zanîn ku li girtîgehê îşkence li Hevserokê Giştî yê DBP’ê Mehmet Aslan hatiye kirin û wiha domand: “Li Hevserokek Giştî yê partiyekê îşkence tê kirin, lê desthilatdarî bêdeng e. Îşkenceya li ser Mehmet Aslan şerma herî mezin e. Muemaleya xerab li dijî Aslan û muameleya xerab a li ser Menderes heman pêkanîn e. Îro jî hat nîşandan ku demorkasiya Tirkiyeyê ji wê demê ve ne guheriye. Divê hurmetê nîşanî hilbijartiyan bidin.” 
 
‘YÊN KU KOALÎSYONÊ REŞ DIKIRIN, KETINE PEY DENGAN’ 
 
Bîlgen li ser mijara “tifaqa hilbijartinê” ya di navbera partiyan de jî rawestiya û wiha got: “Yên ku koalîsyonan reş dikirin lê dê niha rabin dengan bixwazin. Hêj 18 meh ji hilbijartinê re mane, lê ketine nava fikara hilbijartin û koalîsyonê. Çi dikin bila bikin, lê bila muxalefetê dîzayn nekin. Muxalefet dizane dê bi kî re hevdîtinê bike. Bila nekevin nava wan tevgerbûyînên xwe ji dilnazikiyê bêpar mane. Em ê bi hewldan, gotin, helwest û bernameya xwe hemû astengiyan bişkênin û ji bo vîna hilbijêr rengê xwe li ser sindoqan aşkere bike çi ji destê me bê em ê bikin. Niha di rojeva me de tifaq tune ye. Em hewld didin ku bikevin pêşiya dizîkirina dengan. Em di nav lêgerîna vê yekê de ne.” 
 
‘JI DESTÊ WAN BÊ DÊ BIÇIN HILBAJARTINA PÊŞWEXT’ 
 
Bîlgen bersiv da pirsa “Namzetê we Demîrtaş e?” û got: “Em niha ne di asta nav nîqaş bikin de ne. Wexta dema wê hat, dê nav jî bên nirxandin. Dîsa ketine nava vegera fikara pergala kevn. Heke ku desthilatdarî di anketan de xwe di bin mîsogeriyê de bibîne, dê di nava du mehan de biçin hilbijartinê.” 

Sernavên din

09/03/2018
10:53 Jinan li Efrînê qîr kirin: Namûs ne jin e, axa me ye
10:09 Komîsyonê qanûna tifaqa AKP- MHP’ê qebûl kir
09:34 Jinan li Atînayê ji bo Ocalan qurnefil avêtin behrê
09:25 Gelê Şirnexê piştî 2 salan dê karibin qismî xaniyan ava bikin
09:23 Saxlem hat girtin, 15 roj şûnce cenazeyê wî derket
09:23 Di 3 salan de 11 hezar û 631 HDP'î hatin binçavkirin
09:22 Doza Hevseroka KCD'ê Guven dê ji nûve bê dîtin
09:21 Hem girtî derb kirin û hem jî li 111 girtiyan 2 meh cezayê dîsîplîne birin
09:19 Mihrîcana Fîlmên Jinan a Filmmor dest pê dike
09:18 Newroza li Stenbolê bi hezar kesan dest pê kir gihişt milyonan
09:00 ROJEVA 09'Ê ADARA 2018'AN
08/03/2018
22:08 Bi hezaran jinên Feminist Meşa Şevê li dar xistin: Silav ji Efrînê re
20:25 Komîsyona Qanûna Bingehîn qanûna îtîfaqa AKP û MHP’ê qebûl kir
17:44 Uca: Em şerê li ser Efrînê şermezar dikin
17:25 Rêveberiya Xweser a Efrînê helwesta NY'yê şermezar kir
17:02 Serlêdana parêzeran a ji bo hevditina Ocalan cara 737’emîn red kirin
16:38 Konca li Wanê got: Me DAIŞ’ê têk bir, em ê OHAL’ê jî têk bibin
16:28 Buldan: Em dê jinane têbikoşin û divê hemû jin di refê pêş de bin
15:50 Kemalbay li Êlihê axivî: Dê jin rejîma yek zilam hilweşînin
14:58 TEV-DEM: Berxwedana Efrînê dîrok û pêşeroja gelên herêmê dinivîse
14:56 Li Colemêrgê amadekariyên Newrozê dest pê kir
14:38 JIN TV dest bi weşanê kir
14:30 Li Dîlok û Riha jinan got: Em hebûn, em hene û em ê hebin
14:29 Di Nobeta Edaletê de ji bo azadiyê nepox firandin
13:52 Li Wan, Amed, Dîlok, Riha Enqere û Dersimê jinan got: Em ê her hebin
13:30 Xebatkarên Heyva Sor a Kurdistanê: Saziyên Navneteweyî li hemberî Efrinê bêdeng in
13:14 Bernameya Newroza 2018’an zelal bû
12:49 Jinan li Efrînê di bin bombeyan de dirûşmeya 'Jin jiyan azadî' berz dikin'
12:49 Hogirê Nurî Dersimî Sitto: Dijminahî gihîşt Efrînê
12:35 Zarokên Mexmûrê stranek diyarî zarokên Efrînê kirin
12:19 Qeyûm tayînî ser qeyûm kirin
11:44 Wekîlên AKP’ê milê Parlamenter Togrul şikandin
11:30 Ji çar aliyan jin hatin Efrînê: Em Efrînî ne
11:26 Parezerên Ocalan cara 737’emîn serlêdana hevdîtinê kirin
11:19 Gotina ‘Jin hene’ cihê herî zêde lê bi wate ye erdnîgariya Botanê ye
10:43 Ji Swêd û Welatên Ereb daxuyaniya Efrînê
10:15 Demirer: Li dijî tifaqa AKP-MHP'ê mecbûrî ye
09:51 NY biryara agirbestê nû kir
09:41 Rojnameger Tunç binçav kirin
09:33 AKP’îyan êrişê HDP’îyan kirin
09:21 Ji bo girtiyê nexweş Keleş serî li AYM'ê da
09:20 Wê biryara QSD'ê bandoreke çawa li qadê bike?
09:19 Li Sûrê 2 doktor li 6 taxan dinêrin
09:18 ‘Divê CHP, HDP, Partiya Îyî û Saadetê deklarasyonek hevpar biweşînin’
09:17 6 meh di ser îşkenceyê re derbas bû lê tu pêşketin tune ye
09:13 Ji ber sendîkayî bûn gef li wan hat xwarin, ji kar hatin avêtin
09:12 Ji qadan bang kirin: Divê herkes ji bo Efrînê serî rake
09:11 Qulûba Mafên Jinan a Stenbolê: Em ê nesekinin
09:00 ROJEVA 8'Ê ADARA 2018'AN
07/03/2018
19:02 QSD'ê bîlançoya 47 rojan aşkere kir:
1588 leşker û 283 şervanên QSD'ê jiyana xwe ji dest dan
18:21 Rojnameger Oruç nehat berdan
18:06 Balafiren şer en TSK'ê Cindirês bombe kir: 4 sivîl hatin kuştin
17:59 Hozana Gel Ayten Gulçinar kuştin
17:23 Bi hezaran jin dê li Efrînê bibin mertalên zindî
16:44 Polîsan çalagerê Kolana Yukselê derb kir
16:28 OHP rapora girtîgehên Marmarayê aşkere kir: Tundî zêde bûye
15:36 Li zanîngehê strandin jî qedexe kirin
15:30 Helîkoptera Rûsya li Çeçenistanê ket
14:54 Polîsan, firandina nepoxan, stran û rûniştandin qedexe kir
14:50 Platforman li Amed û Wanê jinan vexwendin mitîngan
14:37 Şener: AKP dê di 3 hilbijartinên pêş de winda bike
14:07 Fezlekeya Efrînê ji wekîlên HDP’ê re amade kirin
13:50 Prz. Tîmûr: Em bersîvê ji AYM'ê negirin em ê serî li DMME'yê bidin
13:49 Efrîniyan bersiv da îdiayên NY’yê: YPG me asteng nake, ew zarokên me ne
12:57 Dadger bêyî ku parastina Zeydan bixwîne xwest bê cezakirin
12:33 Baskin Oran: Ev hilbijardin dê di bin siya çekan de pêk bê
12:20 Li Enqereyê serdegirtina malan: Gelek kes hatin binçavkirin
12:18 Bîlgen: Xwe mîsoger bibînin dê di 2 mehan de biçin hilbijartinê
11:29 Qeyûm hat kes li deriyê Mala Dengbêjan jî nade
10:49 Li Erzînganê girtî derp kirin û malbatan giliyê sûc kir
10:38 Doza Serêkaniyê darbeya li dijî projeya aştiyê ya Ocalan bû
10:21 Rûhê çiya û axê bi stranên kirmanckî vedibêjin
09:32 Girtiyê nexweş yê xistin odeya DAÎŞ’iyan rastî êrîşê hat
09:31 Li Amedê jin ji bo mitînga mezin amade ne
09:31 ‘Dixwazin bi polîtîkaya nekroyî civakê bêhafiza bihêlin’
09:30 16 cerdevanên din ji bo neçin Şerê Efrînê çek danîn
09:29 Ji ber piştguhkirina qeyûm hindik mabû lingê wî bihatana jêkirin
09:28 Polîsan dest avêt qumandayên TV'yan jî: Bila ew qenal neyên temaşekirin!
09:27 Rapora nexweşxaneyê hat windakirin, ser îşkenceyê hat nixumandin
09:26 Ji ber ku tapoya xwe nade gef lê tên xwarin!
09:26 Penaber ji Navendên Paşveşandinê û girtîgehê riyekê hildibijêrin: Me bigirin!
09:25 Wê jin di bin banê atolyeya fîlmên kurt de bicivin
09:00 ROJEVA 7'Ê ADARA 2018'AN
06/03/2018
18:39 Sancar: Tirkiye bûye welatê mirina bê wext
17:10 Serlêdana parêzerên Ocalan cara 732'yemîn hat redkirin
17:07 Di bombebarana li Efrînê de kalê 75 salî hat kuştin
16:56 Balafira Rûsya li Sûriye ket: 32 kes mirin
15:54 Polîsan li Wanê 10 kes binçav kirin
15:46 Ceyş El Siwar: Em ji Reqayê diçin Efrînê
15:39 Li Stenbolê bernameya Newrozê aşkere bû: Newroz berxwedan û azadiye
15:29 Li Efrînê di 46 rojan de 216 sivîl hatin kuştin
15:14 Koma Jinan a HDP'ê: Em jinên li Efrînê li ber xwe didin silav dikin
15:12 Jinan 8’ê Adarê bi şahiyan pîroz kirin
14:24 DBP: Em ê li dijî îşkencê bêdeng nemînin
14:23 Bi hezaran Efrînî meşiyan navçeya Şerayê
14:14 Endamên Konseya Navendî ya TTB’ê şayanî xelatê hatin dîtin
13:47 Dadgehê doza 3 rojnamegeran taloq kir
13:16 Parêzarên Ocalan cara 736’emîn serî li dozgeriyê dan
13:15 Dayîk û zarok di lêgerîna tazî re derbas kirin
12:54 Li Nexweşxana Avrînê heman êş û bedenên parçekirî