Penaber ji Navendên Paşveşandinê û girtîgehê riyekê hildibijêrin: Me bigirin!

img

ÎZMÎR - Li ber penaberên ku tên binçavkirin du rê hene; an wan dişînin girtîgehê an jî dişînin Navendên Paşveşandinê. Penaber û parêzerên wan, ji dêvla ku wan bişînin Navendên Paşveşandinê û derî sînor bên kirin, daxwaza girtinê dikin. 

Piştî peymana qebûlkirinê ya di navbera Tirkiye û Yekîtiya Ewropayê (YE) de hat îmzekirin, Navendên Paşveşandinê yên li Edene, Antalya, Aydin, Bûrsa, Çanakkale, Edîrne, Erzirom, Dîlok, Stenbol, Îzmîr, Kirikkale, Kirklarelî, Tekirdag û Wanê hatin avakirin, ji bo penaberan wekî girtîgehan tên bikaranîn. Ger der barê penaberekî de kirariyeke edlî jî hebe, piştî karên li dozgerî û dadgehê dema serbest bên berdan jî, hêzên dewletê yên li ber deriyên edliyeyan ew digirin û dibin Navendên Paşveşandinê. Piştî demeke kurt li Navendên Paşveşandinê tên rawestandin, tevî ku naxwazin jî tên dersînorkirin. Lê belê kesên ku Dadgeha Qanûna Bingehîn der barê wan de biryareke tedbîrî dabe, 12 mehan li Navendên Paşveşandinê di şert û mercên girtîgehê de dijîn. Li gor daneyên sala 2016'an ên Rêxistina Efûyê ya Navnetewî rojê 100 penaber ji Tirkiyeyê ber bi Sûriyeyê ve tên şandin. 
 
Parêzerên penaberan der barê penaberên ku dadgeh ew berdidin, lê belê wan dişînin Navendên Paşveşandinê de axivîn. Parêzerên ku di warê huqûqî de çareseriyekê bi dest naxin, ji mecbûrî doza girtina muwekîlên xwe dikin. 
 
DU RÊ LI BER PENABERAN E: NAVENDA PAŞVEŞANDINÊ Û GIRTÎGEH 
  
Parêzer Abdûllhadî Çetîn, diyar kir ku muwekîlê wî yê bi navê Hanefî Abdî ku hîn zarok e bi îdiaya "Propagandaya rêxistinê" hat binçavkirin û paşê hat berdan. Çetîn got, ji ber li ser karta wî ya danasînê de 1'ê Çileya 2000'î nivîsandiye, muwekîlê wî wekî kesên mezin hatiye hasibandin. Çetîn destnîşan kir ku dadgehê muwekîlê wî berdaye, lê belê destûr nehatiye dayîn ku biçe cem malbata xwe û 3 meh in li Navenda Paşveşandinê ya Harmandaliyê tê ragirtin. Çetîn, got ew li Navenda Paşveşandinê digerin, lê belê xwe nagihîninê û wan daxwazname ji Wezarata Dadê û Wezareta Karên Navxweyî re şandiye, lê belê 3 meh in bersiv nehatiye dayîn. Her wiha Çetîn destnîşan kir ku rewşa muwekîlê wî Ehmed Reşo jî heman rewş e. Çetîn bi lêv kir ku Reşo jî bi şertê venêrîna edlî hatiye berdan û got: "Em hewl didin muwekîlên xwe yên penaber ji girtîgehekê xelas bikin, lê belê vê carê jî wan dişînin yeke din. Ji ber vê muwekîlê min nikare şert û mercên venêrîna edlî jî bi cih bîne. Ji ber ku nikare îmzeyê bavêje, niha bi rîska ku bi daxwaza girtinê bê sewqkirin re rû bi rû ye. Yekeya edlî û yekeya Navenda Paşveşandinê bi awayekî hay ji hev hebin tev nagerin." 
 
DAXWAZA DOZA GIRTINA MUWEKÎLÊN XWE DIKIN!
 
Çetîn destnîşan kir ku, ji ber vê rewşê, parêzer mecbûr dimînin ku li dadgehan doza girtina muwekîlên xwe dikin. Çetîn diyar kir ku di asasê xwe de parêzer îtirazî rewşa binçavkirin û girtinê dikin û got: "Lê belê muwekîlê me yê niha di Navenda Paşveşandinê de, ji dêvla ku bê deportkirin, dixwaze bê girtin û wî bişînin girtîgehê. Li holê rewşeke trajîkomîk heye." 
 
Parêzer Zafer Încîn jî destnîşan kir ku dema muwekîlên wan dişînin Navenda Paşveşandinê, li wir rîska ku wan dersînor bikin heye û ew pir nikarin xwe bigihînin muwekîlên xwe yên wan dibin Navendên Paşveşandinê. Încîn destnîşan kir ku di dema dersînorkirinê de ji herêmên ku di bin venêrîna OSO û komên wekî wan de ne tên dersînorkirin û ev yek ji bo jiyana penaberan talûke ye. Încîn, bi lêv kir ku di şert û mercên asasî de dema dozger bi daxwaza girtin muwekîlên wan sewqî dadgehê dikin, ew jî doza berdana muwekîlên xwe dikin lê belê dema mesele penaber bin rewş diguhere û ew daxwazê li dadgehê dikin ku muwekîlên wan bên girtin.  Încîn ji bo doza du muwekîlên xwe yên penaber got: "Me fêm kir ku wê dadwer berde. Me rewş ji dadwer û muwekîlê xwe re tevde got û me xwe muwekîlê me bê girtin. Min got, 'muwekîlê min bigirin.' Çimkî li gor Navendên Paşveşandinê, li girtîgehê em bêtir xwe digihînin wan. Her wiha penaberê ku bê girtin jî, piştî demek kurt tê berdan û diçe cem malbata xwe. Lê dema wan dişînin Navendên Paşveşandinê, karên wan di biniya 6 mehî de naqede û em nikarin xwe bigihînin wan. Her wiha em nizanin ka li gor kîjan qanûnê li Navendên Paşveşandinê tên rawestandin. Navendên Paşveşandinê ji girtîgehan xerabtir in. Muwekîlên me dibêjin heta ku ew li Navendên Paşveşandinê bên girtin û bên dersînorkirin ew dixwazin di girtîgehê de bin çêtir e." 
 
MA / Ahmet Kanbal 

Sernavên din

09/03/2018
10:53 Jinan li Efrînê qîr kirin: Namûs ne jin e, axa me ye
10:09 Komîsyonê qanûna tifaqa AKP- MHP’ê qebûl kir
09:34 Jinan li Atînayê ji bo Ocalan qurnefil avêtin behrê
09:25 Gelê Şirnexê piştî 2 salan dê karibin qismî xaniyan ava bikin
09:23 Saxlem hat girtin, 15 roj şûnce cenazeyê wî derket
09:23 Di 3 salan de 11 hezar û 631 HDP'î hatin binçavkirin
09:22 Doza Hevseroka KCD'ê Guven dê ji nûve bê dîtin
09:21 Hem girtî derb kirin û hem jî li 111 girtiyan 2 meh cezayê dîsîplîne birin
09:19 Mihrîcana Fîlmên Jinan a Filmmor dest pê dike
09:18 Newroza li Stenbolê bi hezar kesan dest pê kir gihişt milyonan
09:00 ROJEVA 09'Ê ADARA 2018'AN
08/03/2018
22:08 Bi hezaran jinên Feminist Meşa Şevê li dar xistin: Silav ji Efrînê re
20:25 Komîsyona Qanûna Bingehîn qanûna îtîfaqa AKP û MHP’ê qebûl kir
17:44 Uca: Em şerê li ser Efrînê şermezar dikin
17:25 Rêveberiya Xweser a Efrînê helwesta NY'yê şermezar kir
17:02 Serlêdana parêzeran a ji bo hevditina Ocalan cara 737’emîn red kirin
16:38 Konca li Wanê got: Me DAIŞ’ê têk bir, em ê OHAL’ê jî têk bibin
16:28 Buldan: Em dê jinane têbikoşin û divê hemû jin di refê pêş de bin
15:50 Kemalbay li Êlihê axivî: Dê jin rejîma yek zilam hilweşînin
14:58 TEV-DEM: Berxwedana Efrînê dîrok û pêşeroja gelên herêmê dinivîse
14:56 Li Colemêrgê amadekariyên Newrozê dest pê kir
14:38 JIN TV dest bi weşanê kir
14:30 Li Dîlok û Riha jinan got: Em hebûn, em hene û em ê hebin
14:29 Di Nobeta Edaletê de ji bo azadiyê nepox firandin
13:52 Li Wan, Amed, Dîlok, Riha Enqere û Dersimê jinan got: Em ê her hebin
13:30 Xebatkarên Heyva Sor a Kurdistanê: Saziyên Navneteweyî li hemberî Efrinê bêdeng in
13:14 Bernameya Newroza 2018’an zelal bû
12:49 Jinan li Efrînê di bin bombeyan de dirûşmeya 'Jin jiyan azadî' berz dikin'
12:49 Hogirê Nurî Dersimî Sitto: Dijminahî gihîşt Efrînê
12:35 Zarokên Mexmûrê stranek diyarî zarokên Efrînê kirin
12:19 Qeyûm tayînî ser qeyûm kirin
11:44 Wekîlên AKP’ê milê Parlamenter Togrul şikandin
11:30 Ji çar aliyan jin hatin Efrînê: Em Efrînî ne
11:26 Parezerên Ocalan cara 737’emîn serlêdana hevdîtinê kirin
11:19 Gotina ‘Jin hene’ cihê herî zêde lê bi wate ye erdnîgariya Botanê ye
10:43 Ji Swêd û Welatên Ereb daxuyaniya Efrînê
10:15 Demirer: Li dijî tifaqa AKP-MHP'ê mecbûrî ye
09:51 NY biryara agirbestê nû kir
09:41 Rojnameger Tunç binçav kirin
09:33 AKP’îyan êrişê HDP’îyan kirin
09:21 Ji bo girtiyê nexweş Keleş serî li AYM'ê da
09:20 Wê biryara QSD'ê bandoreke çawa li qadê bike?
09:19 Li Sûrê 2 doktor li 6 taxan dinêrin
09:18 ‘Divê CHP, HDP, Partiya Îyî û Saadetê deklarasyonek hevpar biweşînin’
09:17 6 meh di ser îşkenceyê re derbas bû lê tu pêşketin tune ye
09:13 Ji ber sendîkayî bûn gef li wan hat xwarin, ji kar hatin avêtin
09:12 Ji qadan bang kirin: Divê herkes ji bo Efrînê serî rake
09:11 Qulûba Mafên Jinan a Stenbolê: Em ê nesekinin
09:00 ROJEVA 8'Ê ADARA 2018'AN
07/03/2018
19:02 QSD'ê bîlançoya 47 rojan aşkere kir:
1588 leşker û 283 şervanên QSD'ê jiyana xwe ji dest dan
18:21 Rojnameger Oruç nehat berdan
18:06 Balafiren şer en TSK'ê Cindirês bombe kir: 4 sivîl hatin kuştin
17:59 Hozana Gel Ayten Gulçinar kuştin
17:23 Bi hezaran jin dê li Efrînê bibin mertalên zindî
16:44 Polîsan çalagerê Kolana Yukselê derb kir
16:28 OHP rapora girtîgehên Marmarayê aşkere kir: Tundî zêde bûye
15:36 Li zanîngehê strandin jî qedexe kirin
15:30 Helîkoptera Rûsya li Çeçenistanê ket
14:54 Polîsan, firandina nepoxan, stran û rûniştandin qedexe kir
14:50 Platforman li Amed û Wanê jinan vexwendin mitîngan
14:37 Şener: AKP dê di 3 hilbijartinên pêş de winda bike
14:07 Fezlekeya Efrînê ji wekîlên HDP’ê re amade kirin
13:50 Prz. Tîmûr: Em bersîvê ji AYM'ê negirin em ê serî li DMME'yê bidin
13:49 Efrîniyan bersiv da îdiayên NY’yê: YPG me asteng nake, ew zarokên me ne
12:57 Dadger bêyî ku parastina Zeydan bixwîne xwest bê cezakirin
12:33 Baskin Oran: Ev hilbijardin dê di bin siya çekan de pêk bê
12:20 Li Enqereyê serdegirtina malan: Gelek kes hatin binçavkirin
12:18 Bîlgen: Xwe mîsoger bibînin dê di 2 mehan de biçin hilbijartinê
11:29 Qeyûm hat kes li deriyê Mala Dengbêjan jî nade
10:49 Li Erzînganê girtî derp kirin û malbatan giliyê sûc kir
10:38 Doza Serêkaniyê darbeya li dijî projeya aştiyê ya Ocalan bû
10:21 Rûhê çiya û axê bi stranên kirmanckî vedibêjin
09:32 Girtiyê nexweş yê xistin odeya DAÎŞ’iyan rastî êrîşê hat
09:31 Li Amedê jin ji bo mitînga mezin amade ne
09:31 ‘Dixwazin bi polîtîkaya nekroyî civakê bêhafiza bihêlin’
09:30 16 cerdevanên din ji bo neçin Şerê Efrînê çek danîn
09:29 Ji ber piştguhkirina qeyûm hindik mabû lingê wî bihatana jêkirin
09:28 Polîsan dest avêt qumandayên TV'yan jî: Bila ew qenal neyên temaşekirin!
09:27 Rapora nexweşxaneyê hat windakirin, ser îşkenceyê hat nixumandin
09:26 Ji ber ku tapoya xwe nade gef lê tên xwarin!
09:26 Penaber ji Navendên Paşveşandinê û girtîgehê riyekê hildibijêrin: Me bigirin!
09:25 Wê jin di bin banê atolyeya fîlmên kurt de bicivin
09:00 ROJEVA 7'Ê ADARA 2018'AN
06/03/2018
18:39 Sancar: Tirkiye bûye welatê mirina bê wext
17:10 Serlêdana parêzerên Ocalan cara 732'yemîn hat redkirin
17:07 Di bombebarana li Efrînê de kalê 75 salî hat kuştin
16:56 Balafira Rûsya li Sûriye ket: 32 kes mirin
15:54 Polîsan li Wanê 10 kes binçav kirin
15:46 Ceyş El Siwar: Em ji Reqayê diçin Efrînê
15:39 Li Stenbolê bernameya Newrozê aşkere bû: Newroz berxwedan û azadiye
15:29 Li Efrînê di 46 rojan de 216 sivîl hatin kuştin
15:14 Koma Jinan a HDP'ê: Em jinên li Efrînê li ber xwe didin silav dikin
15:12 Jinan 8’ê Adarê bi şahiyan pîroz kirin
14:24 DBP: Em ê li dijî îşkencê bêdeng nemînin
14:23 Bi hezaran Efrînî meşiyan navçeya Şerayê
14:14 Endamên Konseya Navendî ya TTB’ê şayanî xelatê hatin dîtin
13:47 Dadgehê doza 3 rojnamegeran taloq kir
13:16 Parêzarên Ocalan cara 736’emîn serî li dozgeriyê dan
13:15 Dayîk û zarok di lêgerîna tazî re derbas kirin
12:54 Li Nexweşxana Avrînê heman êş û bedenên parçekirî