Celalettin Can: Me azadî, edalet ji her kesî re vegot

img

STENBOL - Berdevkê Hewldana 78'an Celalettin Can, ji Girtîgeha Tîpa L a Hêjmar 5 a Sîlîvrîyê name şand û got: "Me di civînên gel ên girseyî de, demokrasî, azadî û edalet ji der û dorek pir fireh re bi israr vegot." 

Berdevkê Înîsîyatifa 78’an Celalettin Can ku 2 hefte berê hat girtin û şandin Girtîgeha Tîpa L a Hêjmar 5 a Sîlîvriyê, ji girtîgehê name şand. Can di nameya xwe de qala pêvajoya 12'ê Îlonê, xebatên xwe yên ji bo çareseriyê kir. Can, diyar kir ku girtina wan biryarek siyasî ye. 
 
'SAZIYÊN DARBEYÊ DIDOMIN' 
 
Can bi ser navê "Em dê di sibehên ronî de hişyar bibin" name nivîsand û di nameya xwe de wiha got: "Ez piştî darbeyan hatim girtin. Piştî ez hatim girtin 19 sal û 9 meh şûnde hatim berdan. Dema ez hatim berdan ez rastî guhertinek derve hatim. Lê di israra yên berê de jî rastiyek din bû. Têgehên kevn ku wateyek nû li xwe bar kiribûn, nîşanî me didan ku em li nokteyek din a em fam bikin û bi çavekî din li pêşerojê binerin. Dijberî vê yekê dikarîbû mirovan ji jiyanê qut jî bikin. Ji ber vê yekê têkoşîna gelperestî, bi tevlêbûn, azadîparêz û demokratîk, êdî ferz bû. Dema ez derketim 20 sal di ser darbeya 12'ê darbeya 1980'an re derbas bûbû. Di ser 12'ê Îlonê re rûqalbûnek û hesabpirsînek dibû ku rê li pêş azadiyan vekiraya. Ji bo sûcên heyî bên paqijkirin bi nerîna hevpar a civakê pêkan bû. Ji bo vê yekê jî diviya bû nirxên demokratîk û asta mirovahibûnê bihata zeftirin.
 
DI 12'Ê ÎLONÊ DE ME BI SALAN ÎŞKENCE DÎT
 
Dema em di salên 78’an de derketin rê em bi vê nerînê ketin rê. Rêya me zelal bû. Rêya me rêya edalet û heqîqetê bû. Me xwest em hesab ji darbeya 12'ê  Îlonê bipirsin. Me xwest berî her tişti bibin bingeha civakî ya nifşê 78'an. Beriya salên 1980'ê em bi milyonan derketibûn rê. Me têkoşîna herî dij-faşist a girseyî dabû. Me di zindanên 12'ê Îlonê de bi salan îşkence dît. Dema em ji hepsê derketin, di dîroka komarê de nifşê herî politîk û welatparêz, me dit ku nifşê 78'an tune dibibînin. 
 
'ME QÎMETEKÎ TAYBET DA TÊKOŞÎNÊ' 
 
Me qedexeya Mafên Welatibûnê rakir. Di salên 2003-2004'an de destkeftiyên girîng bi dest xistin. Me wekî 78’an Rastiya Girtîgeha Hêjmar 5 a Amedê anî rojevê. Me îşkenceya li ser van mirovan hat kirin vegot. Me wekî 78’an ji bo darbekarên 12'ê Îlonê bê darizandin, me xala 15'an kir rojev. Piştre di 4'ê Nîsana 2012’an de li 2 generalên darbekar doz hat vekirin. Her çend hemû berpirsiyarê darbeya 12'ê Îlona 1980'an yekî sucdarên mirovahiyê nehatin darizandin jî 2 şefên darbeyê mahkum bûn. Em 78 ji bo qanûna derbekar bê guhertin û li şûna wê qanûnek wekhev, azad û adîl em bûn israr. Di têkoşîna dekmokrasî, azadi û mafên mirovan de me têkoşînek mezin da  û me israr kir. Em li ser pêdiviyên zanistî rawestiyan. Me got Demokratîkbûna Tirkiye meseleyek tevahi ye. Me got ev yek jî bi aştiyê pêk tê. Di pêvajoya muzekereyên Aştiyê yên 2013'an de em wekî 78’an tevî hemû bedelan dîsa me xwe neda paş. Bi vê armancê me di heyeta Mirovên Aqîl de cih girt. Me li herêma Anatoluya Navîn bi 7 hezar mirovan re nêzî 100 civîn pêk anîn. 
ji bo aştî, demokrasi û edaletê me israr kir û hewldanek mezin pêş xist. Le tevî vê yekê hewldana çareseriya şer pêş ket. Ji ber vê yekê me berê xwe da HDP'ê. Me ji girseyên mezin re aştî, demokrasî, azadî û edalet bi israr vegot." 
 
GIRTIN SIYASÎ YE
 
Can, herî dawî anî ziman ku girtina wan siyasî ye û wiha bi dawî kir: "Ez niha li Silivrî me. Her çend pir zahmet be mirov jiyana li derve wekî azadî pênase bike jî azadiya min ji destê min hat girtin. Di qadek ku jiyana min têxe talûke di bin çavan de hatim girtin. Bi vê yekê jî nehat ser ez girtim û şandin Sîlîvriyê. Di 40 salên jiyana min a siyasî de ez baş dizanim çi çiye. Ji ber vê yekê girtina me biryarek siyasî ye. Dixwazin operasyona hişekî û aqilekî ava bikin. 
 
Niha di n avbera dost, heval û gorinê min de wekî Ahmet Arif gotiye deriyen hesinî, şibakeyên kor, hene û wiha bi dawî kir: "Ez di 22'ê Îlona 1999’an de hatim berdan. Ji wê demê heta niha min têkoşîna demokratik a aşkere meşand. Dixwaze vê keda min reş bikin û wekî sûc dînin pêşiya min. Ev ne edalet e û ne jî hiqûq e. Ev bêtir dilê mirovan diêşîne. Lê dîsa em bawer dikin ku dê her tişt derbas bibe. Zivistanên reş û tarî jî derbas bibin. Dê roj bê em dê di sibehên ronî de hişyar bibin. Em dê bi hevre di sibehên ronî de hişyar bibin. Ji hemû dost, heval û hogirên xwe re silav û rêzên xwe dişînim."

Sernavên din

06/03/2018
15:12 Jinan 8’ê Adarê bi şahiyan pîroz kirin
14:24 DBP: Em ê li dijî îşkencê bêdeng nemînin
14:23 Bi hezaran Efrînî meşiyan navçeya Şerayê
14:14 Endamên Konseya Navendî ya TTB’ê şayanî xelatê hatin dîtin
13:47 Dadgehê doza 3 rojnamegeran taloq kir
13:16 Parêzarên Ocalan cara 736’emîn serî li dozgeriyê dan
13:15 Dayîk û zarok di lêgerîna tazî re derbas kirin
12:54 Li Nexweşxana Avrînê heman êş û bedenên parçekirî
12:54 Fermandarê YPG'ê Hemo: Berxwedana Efrînê planên hêzên navneteweyî pûç kir
12:17 Banga beşdarbûna Mitînga Herêma Serhedê: Li dijî bêdengkirinê bibin deng
12:16 Di doza Ozgur Gundemê de biryara girtina Zarakolu rakirin
11:59 ÎHD’ê rapora Qereyaziyê amade kir: Li şûna sax bihatana girtin ew kuştin e
11:41 Jinên li ber kamerayan rastî tundiyê hatin: Ev raperîn naqede
11:14 ‘Jin TV dê li dijî pergala zilam bibe dengê me’
11:00 Ji ber girtina neheq tazminat xwest
10:31 Li Amed û Dêrsimê banga jinan: Dakevin qadan
10:17 8 kesên roja zimanê zikmakî pîroz kirin hatin binçavkirin
10:06 Qedexeya derketina derve ya li Nisêbînê rabû
10:05 Girtiyê tedawiya wî neqediya û şandin girtîgehê felc bû
10:04 Behra helbestan: Asoya Helbesta Kurdî
09:34 Ji bo Gunanayê di rojiya mirinê de bang li raya giştî kir
09:33 Hewce bi şopandina mirina girtiyê nexweş Beyazpîrînç nedîtin
09:32 Li Heskîfê ger û geşteke xembar
09:31 Seroka EMEP'ê Gurkan: Dengên têkevin sindoqan û derkevin dê ne yek bin
09:27 Dibistan kirin qereqol
09:05 Meclîsa Jinan a Tirkiyeyê dicive
09:02 Wê li dijî şidet, îstismar û talanê pedalên xwe bizîvirînin
09:00 ROJEVA 6'Ê ADARA 2018'AN
05/03/2018
19:56 3 endamên HPG’ê yên li Qereyaziyê jiyanaxwe ji dest dan spartin axê
19:47 Pitika 3 mehî di bombekirina balafirên TSK'ê de mir
19:29 Norman Peach: Bûyerên qewimîn sûcê şer û li dijî mirovahiyê ye
18:59 Rojnamevanên sûriyeyî hatin berdan
18:53 ÎSÎG: Di sibatê de herî kêm 123 karker mirin
17:50 7 kesên li Qereyaziyê hatin binçavkirin hatin berdan
17:25 Rojnamevanên Sûriyeyê li ber avahiya HDP’ê hatin binçavkirin
17:24 Kerestecîoglu: Ger nîyet ne rast be, pratîk jî hev nagire
17:23 Prof. Çelîk: Pêvajoyên aştiyê yên jin beşdar bûne, bi serkeftî bûne
16:35 Jinên li Çorluyê yên dibin çavan de hatin berdan
16:13 Jin ji Şengalê meşiyan Efrînê
15:45 Nûçegihana Jinnewsê Suren hat berdan
15:44 Li Cindirêsê 3 jê zarok 13 sivîl hatin kuştin
15:23 Gef û zextên li ser ciwanên EMEP'ê: Hûnê ji zanîngehê bên avêtin
15:13 Rêzeçalakiyên 8’ê Adarê: Wê jin bi ser bikevin
14:54 KCD: Divê NY li pişt biryara xwe bisekine
14:53 Li Erzîncanê gardiyenên rûpoş êrîşî girtiyan kirin
14:29 TGS: Ji sedî 53 jinên rojnameger rastî tundiya rêveberên xwe tên
14:01 Jinan ji bo girtiyên jin kart şandin
13:40 Celalettin Can: Me azadî, edalet ji her kesî re vegot
13:21 HDP’ê xwest 8’ê Adarê bibe betlana fermî
12:58 Li Nisêbînê qedexeya derketina derve hat îlankirin
12:39 Kesekî li şaredariyê jinek kuşt û întîxar kir
12:21 Girtî darp kirin û nexweşan derman nakin
12:00 Li Efrînê 21 sivîl di êrîşên TSK’ê de birîndar bûn
11:45 Bi wêneyan nirxên li Efrînê hatin talankirin
11:32 Efrîn bi lîstik û stranên xwe ji bo 8’ê Adarê amade ye
11:20 Dozger serledana malbatan a 65’emîn jî red kir
11:00 Enflasyona Zexîreyan di Sibatê de ji kêm nebû
10:59 Di topbaranê de kesk birîndar bû û jinekê jî jiyana xwe ji dest da
10:40 Girtîgeha Şirnexê Qurana Kerîm jî li girtiyan qedexe kir
10:39 Jinên KESK’î: Em ê têkoşînê di 8’ê Adarê de mezin bikin
10:15 Bozarslan: Kurdan li Efrînê serkeftinek mezin nîşan da
10:06 Peyamên xwe di maşîneya polîsan de jî dan
09:07 ‘Em azadiya xwe bi destên mêran de bernedin'
09:07 Gelê Êlihê Sînemaya Yilmaz Guney dixwazin
09:06 80 roj ceza dan bijîşk û cezayê wî taloq kirin
09:06 Ji 1154 girtiyên nexweş rewşa 402’an xerab e
09:04 Akademîsyenên îxracbûyî: Em dê rêxistiniya xwe nîşanî dijminên jinan bidin
09:00 ROJEVA 5'Ê ADARA 2018'AN
04/03/2018
22:14 Gelê Helebê ji bo Efrînê derket qadan
17:00 Jin dê bi coşa 8'ê Adarê Newrozê geş bikin
16:32 Bûldan: Tifaqa me tifaqa jinê ye tifaqa azadiyê ye
15:50 Polîsan li Çorlu jî mûdaxileyê 8’ê Adarê kir: 8 jin binçavkirin
15:50 Ajotina bîsîkletê ji bo ‘Ewlekariya çemaweriyê’ talûke hat dîtin
15:16 Polîsan li Enqerê mûdaxileyî mitînga 8’ê Adarê kir: Gelek kes binçavkirin
14:59 Jin TV 8'ê Adarê dest bi weşane dike
14:32 Jinên siyasetmedar ên girtî: Tekane rê azadiyê!
13:53 Bi hezaran Efrînî ketin parastina Cindirêsê
13:51 Jinan di 8’ê Adarê de 8 kîlometre pedal zivirandin
13:20 Jin bi coş û rengên xwe li Qada Azadiyê ne
13:00 Ji Efrînê çend dîmenen jinên berxwedêr
12:27 Nûçegihana Jinnewsê Suren ji ber rojnamegertiyê tê sûcdarkirin
12:14 Bi hezaran Efrînî diçin Cindirêsê
12:07 Dayîkên Arîn Mîrkan û Barîn Kobanê: Em ê bi serbikevin
12:01 Keleha peykerê Xwedavend Kibele lêye bi dînamîtan xera dikin
10:20 Mêran di Sibatê de 47 jin kuştin
10:18 Dadgehê cezayê Baydemîrê HDP’î xera kir
09:51 HDP li Bornovayê bi gel re hat cem hev
09:50 Bandora şerê Efrînê ya li ser dadgehê: Pere bide, parastinê bike
09:22 Hem lînç kirin hem doz lê vekirin
09:20 Di 15 salan de 355 hezar cotkarên pincarê dest ji kar berdan
09:19 Jinên dersimî: Em 8'ê Adarê veguherînin qadên berxwedanê
09:18 Dadgeha Bilind cezayê li 3 jê rojnamevanan hatibû birîn xera kir
09:18 Ji bo karkerên bi KHK'ê ji kar hatin avêtin biryareke emsal
09:17 Pîr: NATO dixwaze YPG'ê ji rojavayê Firatê derxîne
09:16 Xebata ewil a Piştevaniya Jinê ya Kirkyamayê 8'ê Adarê ye
09:15 Jinên çalakvan: Em ê bi awayekî hêzdartir 8'ê Adarê pêşwazî bikin
09:00 ROJEVA 4'Ê ADARA 2018'AN
03/03/2018
17:12 Girtiyê nexweş Şemsettin Ekincî felç derbas kir
16:50 Deh hezar Ewrûpî ji bo Efrînê rabûn ser piyan
16:31 ÎHD: Ji bo Keleş baş bê dermankirin divê bê berdan