Jinên rojnameger dê îsyanê binivîsin

  • jin
  • 11:07 3 Adar 2018
  • |
img

STENBOL - Rojnamegerên jin ên ku dengê îsyana jinan a 8'ê Adarê li cîhanê belav bikin, diyar kirin ku dê ji bo hevalên xwe yên girtî jî li qadan bin û wiha gotin: “Em hem dê bibin perçeyekî îsyanê û hem jî vî îsyanê li hemû parzemînên cîhanê belav bikin." 

Jin li her derê Tirkiye li dijî polîtîkayên tundî, zext, gefên qirkirina li diji xwe, xwe amade dikin ku di 8'ê Adarê de dakevin qadan û dengê xwe bilind bikin. 
Jinên rojnameger jî dê bi pênûs, kamera û wênekêja xwe bibin deng û awazên îsyana jinan. Jinên rojnameger dê bi nûçeyên binivîsin, wên û dîmenên bikişîn dê qerîn, tilîlî û hawara jinan li çar aliyê cîhanê belav bikin. Jinên rojnameger ku bibin dengê jinan bang li hemû kesan kir ku ji bo 8'ê Adarê dakevin qadan. 
 
MALPERÊN BI HIŞMENDIYA JINÊ DINIVÎSIN RASTÎ ASTENGIYAN TÊN
 
Nûçegîhana Ozgur Gelecek Rahîme Karvar, diyar kir ku li Tirkiye rojnamegerî wekî lixwekirina îşligê ji agir e û wiha got: "Dema rojnamegerên jin karê rojnamegeriyê dikin, rastî gelek tundî û dijwariyan tên û wiha got: "Malperên bi hişmendî, ziman û nerîna jinan nûçeyan çê dikin her tem rastî astengiyan tên û bê navber tên girtin. Em bi tabloyek wisa 8'ê Adarê pêşwazî dikin. Ji ber vê yekê çêkirina nûçeyan a bi çavê jinan pir watedar e. Pir kêm rojnameger hene ku dengê jinên li Sûrê ku têkoşîna jyanê didin hene. Li Mêrsînê jinek ducanî ji ber ku ducanî bû ji kar hat dûrxistin. Ji bo vê yekê divê hişmendiya jinê û çavê jinê hebe. Li hemû qadên jiyanê hişmendiya mêrê serdest heye. Ji ber vê yekê hebûna rojnamegerên jin pir girîng e. Em rojnamegerên jin dê di 8'ê Adarê de li qadan bin û bibin deng û awaza jinan û li cîhanê belav bikin. Hem, di 8'ê Adarê de emê li qadan bin û bibin perçeyekî îsyanê û hem jî em dê dengê jinan li cîhanê belav bikin. 
 
KEPENEK: EM DÊ DEGNÊ JINAN BELAV BIKIN
 
Nûçegîhana Jinnewsê Evrim Kepenek, anî ziman bi nêzîkbûna 8'ê Adarê re zextên li ser rojnamegerên jin, binçavkirin, girtina rojnamegerên jin nayên qebûlkirin. Kepenek, anî ziman ku her çend hevalên wan ên jin girtî bin jî, ji girtîgehê nûçeyan ji wan re dişînin û tu astengî nikarin rê li pêş wan bigirin. “Em dê di 8'ê Adarê de bi kamera, wênekêş li qadan bin û bibin dengê jinan. Em dê îsyan û dengê jinan di her platform û qadên de bilind bikin û bidin xuyakirin." 
 
DEMîR: EM DÊ BI MÎRATEYA KU ME JI GURBETELLÎ ERSOZ GIRTIYE TEV BIGERIN
 
Nûçegîhana Ajansa Mezopotamya (MA) Necla Demîr jî diyar kir ku gelek rojnamegerên jin girtî ne û wiha got: "Rojnaemgerên girtî dê 8'ê Adarê di nava çar diwaran de derbas bikin. Jinên ku bi ked û têkoşîna xwe hene, dê her qadê bikin 8'ê Adarê. Tundiya li ser jinê her ku diçe bêtir mirovan diêşîne û bêzaer dike. Yên ku deng û awaza jinan di 8'ê Adarê de bide xuyakirin dîsa rojnamegerên jin in. Jinên bi perspektifa jinê rojnaemgeriyê dikin hene. Heta ku ev jinên rojnameger hebin dê girîngî û wateya 8'ê Adarê bêtir bi ruh bibe. Ji ber vê yekê em dê bi mîrateya me ji Rojnameger Gurbetelli Ersoz bibin dengê jinan û 8'ê Adarê li jinên girtî pîroz dikin. 
 
GUNDUZ: KAMERAYÊN ME DÊ JI BO JINAN QEYD BIKIN
 
Nûçegîhana Sendika.orgê Gul Gunduz jî anî ziman ku wekî hemû qadên jiyanê di qada rojnamegeriyê de jî jin rastî tundî û cûdakariyê tên û wiha got: "Em hewl didin hem li qadê û hem li buroyê bêdir bibin dengê jinê û gotina jinê bidin xuyakirin. Em tenê nûçeyan naşopînin. Di heman demê de em dibin dengê jinê jî. Em dê di vê 8'ê Adarê de jî ji bo wekhevî, azadî û laîklîkê bêdeng nabin û bibin dengê jinan." 
 
ŞAHîN: EM DÊ COŞÊ BIDIN XUYAKIRIN
 
Nûçegîhana Ajansa Nûçeyan a Etkînê (ETHA) Semiha Şahin jî anî ziman ku rojnameger piştî OHAL'ê rastî zextên dijwartir hatin û wiha got: "Malper û rojnameyên nûçeyên jinan diweşînin hatin girtin. Dewlet êdî nabêjie ev rojnameger e û nêzîk nabe. Ger ku muxalif be ji bo xwe talûke dibîne û dike dehef. Tevî hemû zextan em dê dîsa li qadan bin. Di 4'ê Adarê de li Bakirkoyê em dê mîtînga jinan bişopînin û bibin dengê jinan. Em dê reng û coşa jinan bilind bikin û belav bikin. 
 
METE: ROJA JIN SERÎ HILDIDIN
 
Edîtora Ajansa Nûçeyan a Pîr (PÎRHA) Nilgun Mete jî diyar kir ku jin dê di 8'ê Adarê de li diji neheqiyê li qadan bin û wiha got: "Em dê di 8'ê Adarê de li qadan bin û bibin dengê jinên ku ked û mafe wan tê xwarin. 
 
URUN: EM HEBÛN EM HENE EM DÊ HEBIN
 
 
Edîtora Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî Hicran Urun, diyar kir ku li Tirkiye bi taybetî piştî OHAL'ê tundiya li ser jinê zêde bûye û wiha got: "Îro bi taybetî piştî şerê Efrînê Medya Îktidarê bi yek dengî bûye dengê şer. Yên li dijî vê yekê derdikevin dengê wan tê qutkirin. Malpera me ya înternetê ji aliyê BTK'ê ve cara 69'an hat asteng kirin. Her roj hevalên me yên xebatkar tên binçavkirin. Lê me qet nabin perçeyê vî şerî. Em dê li dijî polîtîkayên nijadperest, zayendîperet û tundiyê dengê jinan bilind bikin." 
 
Urun, Jinan silogana 8'ê Adarê li dijî tundî û zext û şer bilind kirin. Em dê bibin dengê têkoşînê jinên bîatê nakin û têkoşînê bilind dikin. Em di vê 8'ê Adarê de li dijî şer tundî û kedxwariyê dibêjin, 'Em hebûn, em hene û em dê hebin. û dengê jinan bilind bikin. Em wekî rojnamegerên jin ên dengê wan tên qutkirin jî dibêjin em hebûn, em hene û em dê hebin. 
 
 
UNAL: EM DÊ VÊ COŞÊ BIGÎNIN GEL 
 
Nûçegîhana Mucadele Birligi Serpil Unal jî 8'ê Adarê li hemû jinan piroz kir û diyar kir ku we dê îsyana jinan bilind bikin. Unal, anî ziman ku dê di 8'ê Adarê de li qadan bin û bibin dengê jinan. 
 
 
KURAL: EM DÊ JI BO HEVAILÊN XWE YÊN GIRTÎ MIBEŞIN
 
Nûçegîhana Bianetê Beyza Kural jî anî ziman ku ew dê wekî her sal li dijî tunî û zextên mêr li qadan têkoşîna xwe bilind bikin û bimeşin û xwe ji her sal bêtir bi hêz dibînin û dê bimeşin. 
 
MA / Sadîye Eser - Bilal Seçkîn 

Sernavên din

03/03/2018
16:18 ÎHD'ê aqûbeta windayan pirsîn
15:41 Xizmên windayan aqûbeta Cuneyt Aydinlar pirsîn
15:24 'Cilên yek tîp navê îşkenceyê ye’
15:18 Ji 675 hefteyan 475 hefte ye windayan ji AKP’ê dipirsin
15:12 KESK: Pêdiviya kedkaran ne şer aştî ye
14:10 Endamên TÎHV’ê çalakiya Kiliç ziyaret kirin
14:09 Sefera aboriyê ya Efrîqayê dê çi encamê bide?
13:52 Li Enqere, Îzmîr û Dîlokê jinan çalakî li dar xist
13:50 Xwendekarên Zanîngeha Efrînê yên di çeperan de: Em ê qezenc bikin
13:00 Cara yekemîn li Tirkiyeyê Mîhrîcana Nivîsa Jinê pek tê
12:47 Bi hinceta ‘Ne guncav e’ destûr nedan şahiya 8’ê Adarê
12:46 ÎRA: Di sibatê de 3 rojnameger girtin û 16 rojnameger binçav kirin
12:20 Banga jinan a 8'ê Adarê: Werin em bibin yek deng
12:18 Li gundê Reşayê Sebrî 4 kes kuştin û 8 kes binçav kirin
12:06 Niha jî qeyûm çav berê Sînemaya Yilmaz Guney daye
11:24 Qedexeya li ser 115 gundan hat rakirin
11:07 Jinên rojnameger dê îsyanê binivîsin
11:06 Şerê Efrînê bandor li tomerîfiroşan jî kir
10:51 Amediyan ji medyayê re got: "Prêze neke rastiyê bêje"
10:23 ‘Em di şer de ne, zêde bi serde neçin’
10:08 Serokê Çîftçî Senê Aysu: Arizîkirina fabrîkayan polîtîkaya teslîmiyetê ye
09:35 Keça Asya Yuksel: Jin divê bi ruhê dayîka min dakevin qadan
09:17 Parêzer Bek: Dozger li hemberî îşkenceyê xwe li nedîtinê datîne
09:17 2 cerdevanên nexwestin biçin Efrînê çek danîn
09:16 Tûncel: Çi dikin bila bikin, em ê bi ser kevin
09:15 Li hemberî şideta mêr serî netewand: Helbet riyeke liberxwedayînê heye
09:12 ‘Li girtîgehan polîsên taybet û yên TEM'ê dixebitin'
09:12 Wê ji Şengalê heta Lubnanê jin ber bi Efrînê ve biherikin
09:00 ROJEVA 3'YÊ ADARA 2018'AN
02/03/2018
20:39 Rojnamevan Ziya Ataman nehat berdan
15:56 Partiyên siyasî ji bo Efrînê bang li Konseya Ewlekarî ya Navneteweyî kir
15:45 Raportorê Îşkenceyê yê NY: Li Tirkiyeyê îşkence bûye parçeyek pergalê
15:35 Jinên Çorluyî: Ligel qedexeyan jî em ê dakevin qadan
15:23 Leşkeran li Qereyaziyê xaniyek şewitandin û 3 kes binçav kirin
15:22 Baroya Amedê: Em bi ekîbekî pispor cînayeta Elçî lêkolîn dikin
14:35 Mezopotamya Sahne bernameya xwe ya Adarê eşkere kir
14:31 Jinan li gelek bajaran ji jinên girtî re kart şandin
14:07 Hevşaredara Nisêbînê Sara Kaya nehat berdan
13:37 Sariyildiz: Êrîşên li ser Efrînê berdewamiya Cizîrê ye
13:32 Leşkeran bi ser gund de girt û malek şewitandin
12:46 Malbat ji bo biçin Îmraliyê serlêdana 65’an kirin
12:46 Komîsyona OHAL’ê tenê 100 serlêdanê qebûl kir
12:38 Çend leşkeran li Efrînê jiyana xwe ji dest dan?
11:53 Serlêdana parêzeran cara 735'emîn hat redkirin
11:29 Zanayê dîmenên êrîşa merasima Hatun Tugluk analîz bike tune!
11:28 Berdewama Angela Davîs: Îro li Efrînê hemû jin Davîs in
11:07 Çîroka sirgûn, tundî, kedxwarî û berxwedanê
10:50 Nivîsa ‘Li ser minafiq û xûtbeya cîhadê’ bifikar hat dîtin
10:15 Akin Bîrdal: Cîhan diguhere em hêj di salên 90’î de dijîn
09:49 Waliyê Amedê li 115 gundan derketina derve qedexe kir
09:37 Li Şirnexê goreke komî derket holê
09:37 Polîsan bi ser mala Rojnameger Zozan Yaşar de girt
09:16 Gotina 'aborî baş dibe' fêdeyê li berîka wan neke
09:15 Bi çar çavan li benda çûyîna zozanan ne
09:14 Ji bo girtîgehan kampanyaya pirtûkan
09:13 ‘Dema navê Hatayê tê gotin şer tê bîra mirov'
09:12 Çakmak: Divê cenazeyên ji Xerzanê derxistin radestî malbatan bikin
09:11 Dadgehê di doza Zeydan de tiştekî ecêbmayî kir
09:11 Zarokên li Nisêbînê hatin girtin xistin cem bersûcên îstismarê
09:10 Serokê Baskên Ciwanan ê AKP'ê yê berê bû mudurê nivîsgehê yê qeyûm
09:00 ROJEVA 02'YÊ ADARA 2018'AN
01/03/2018
17:38 Jinan di nobeta edaletê ya Roboskiyê de starta 8’ê Adarê da
17:12 Serê sibê binçav kirin, êvarê girtin
16:07 Nûçegihana Jinnewsê Durket Suren hat binçavkirin
15:55 Wêneyên bandora şer a li ser cih û warên sivîlan
15:01 Jinan banga 8'ê Adarê kirin: Em nabin aliyê şer
14:42 ‘Yildirim û Ayhan wekîlen gel in’
14:35 ‘402 jê giran 1154 girtiyên nexweş hene’
14:15 Di doza Kopê ceza dan 14 kesen û 73 kes jî beraet kirin
13:49 Li Amed û Semsûrê binçav kirin
13:44 Walî piştî 4 rojan li HDP’iyan geriya
13:40 Jinên Îzmîrî, di 8’ê Adarê de dê bi xwe ewlekariya xwe bigirin
13:20 Doza Serêkaniyê ya ‘Pêvajoya çareseriyê' bi dawî kir betal bû
13:17 Dê akademîsyenan bi zorê beşdarî danişînan bikin
13:16 Fatmaya Muskêyê: OSO cîranên me girê dan û dora wan mayin kirin
12:41 Dadger 2 sal û 6 meh ceza li Ocalan birî
12:32 Duh li Uruk, Kartaca; îro li Kobanê û Efrinê
12:18 Piştevaniya derûnî didin zarokên Efrînê
12:00 Îfadeya şahid 4 kes dan girtin
11:48 DBP: Em ê di 8’ê Adarê û Newrozê de berxwedanê bilind bikin
10:48 Jinan peyam dan rayedarên OHAL’ê: Em qadan bernadin
10:46 Jinên Botanê dê 8'ê Adarê bi ruhê Binevş, Berivan û Asyayan piroz bikin
10:45 Şanoya Bajêr a Amedê bernameya meha adarê aşkere kir
10:14 Amadekariya qeyûm tayînî Amedsporê bikin
10:07 Walîtiya Amedê gav paş de avêt û destûr da çalakiyên 8’ê Adarê
10:07 Serokê Şeker Îş'ê: Bi arizîkirina fabrîqeyên şekir, derî li fîrmayên DYA vedikin
09:47 Nanê xwe ji keviran derdixin, lê şer karê wan asteng kir
09:32 Partiyên muxalif hişyar kir: Ewlehiya hilbijartinê namîne
09:30 Uca: Dixwazin pêşiya rexneyan bigrin!
09:28 Penaber bi fikar in: Em naçin Efrînê
09:27 Ji ber endamtiya TÛGVA'yê qebûl nakin gef li wan tê xwarin!
09:26 'Li Girtîgeha Sîlîvriyê tu ewlehiya girtiyan tune ye'
09:26 Tenê jin lê dixebitin
09:25 Bû remza ked, şîfa û bereketê
09:24 Jinên endamên Malên Gel: Em ji bo 8'ê Adarê amade ne
09:23 Derhêner Demîr: Cano fîlmê hevrûbûyînê ye
09:23 SP: Tifaqa AKP-MHP'ê bi kêrî Tirkiyeyê neyê
09:00 ROJEVA 1'Ê ADARA 2018'AN
28/02/2018
17:23 Hevserok û rêveberên Malên Gel hatin berdan
16:55 Dîmenên êrîşa li dijî Gundê Yelanqozê derketin