Keça Asya Yuksel: Jin divê bi ruhê dayîka min dakevin qadan

  • jin
  • 09:35 3 Adar 2018
  • |
img

ŞIRNEX - Keça Hevseroka Meclîsa Gel a Cizîrê Asya Yuksel Jiyan Yuksel, qala têkoşîn û sekna dayîka xwe kir û xwest her kes bi ruh û têkoşîna wê ji bo 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê dakevin qadan. Jiyan Yuksel, got: “Divê ruhê Asya Yuksel a têkoşer li her deverê bê jiyîn û jin bi ruhê dayîka min di 8’ê Adarê de dakevin qadan.”

Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê qedexeya derketina kolanan a di 14’ê Kanûna 2015’an hat îlankirin û 79 rojan berdewam kirî de, Hevseroka Meclîsa Gel a Cizîrê Asya Yuksel bi gotina “Ez dayîkim, çawa zarokên xwe bihêlim” û heya dawiyê lî berxweda. Asya ya ku di jêrzemînên wehşetê bî berxwedaniyek mezin li ber xwe da, têkoşîna xwe ji jinên Botanê re hêla. Pêyamaya Asya ya jinên Botanê re hişt jiyanek têkoşer û berxwedêr bû. 
 
TÊKOŞÎNA SALAN Û BÊNAVBER
 
Asya di sala 1973’an de li navçeya Qilebana Şirnexê ji dayîk bû û di zarokatiya xwe de hat zewixandin. Asya di 20 saliya xwe bû dayika 2 zarokan. Asya di 22 saliya xwe  de hevjinê xwe di qezayekê de winda kir û têkoşîna jiyenek bi zehmet ket ser milên wê. Asya, bi zordestiyên dewletê re jî di salên 90’î qetilkirina birayê xwe rû bi rû ma. Li ser giranbûna zordestiyên dewletê Asya li hemberî polîtîkayên dewletê biryara têkoşînê da û di sala 2005’an de rêxistîna DEHAP’ê ya Qilebanê de cîh girt û têkoşîna wê bi siyasetê destpê kir. Asya piştî salan di siyasetê de cih girt, piştre têkoşîna xwe di tevgera jinên kurd de berdewam kir û heya sala 2011’an li herêma Botanê gelek xebatên girîng meşand. Piştre li Sêrtê û Êlihê jî demek dirêj xebatên Asya berdewam kir û di sala 2015’an ji bo Hevserokatiya Meclîsa Gel a Cizîrê hat hilbijartin. 
 
Asya di qedexeya derketina kolanan de dest ji têkoşîna xwe û kolanên Cizîrê berneda û herî dawî ji bo alîkarî bide gel berê xwe dide jêrzemîna wehşetê ya duyemîn û êdî agahî jê heta girtin. Piştî qedexeya derketina kolanan 3 mehan 12’ê Gulana 2016’an cenazeyê Asya hat teşhîskirin û têkoşîna Asya mîna “Ruhê jinê” ji jinên Botanê re bû mîrasek. Keça Asya ya bi gotina “Meleka min” dida naskirin Jiyan Yuksel, behsa têkoşîn û serpêhatiya dayîka xwe kir. 
 
GOTINA DAWÎ: TU CARAN SERÎ NATEWÎNE
 
Jiyan Yuksel, diyar kir ku ew herî dawî 6’ê Sibata 2016’an bi riya telefonê dayîka xwe re axivî û wiha axivî: "Heya wê axaftinê jî digot rewşa min başe. Lê axaftina dawî min fêm kir ku êdî rewş nabeşe. Kesekê dengê wan nabihîst. Dayîka min tim ji min re digot ‘Meleka min, ji vê saetê şûnde dibe ku her tişt bi qewime. Dibe ku tu kes bi saxî ji Cizîrê dernekeve. Lê daxwaza min ji te tu li hemberî her tiştê bi hêz bî. Ez naxwazim tu caran serî bitewînim. Ez nabêjim negirî, bêguman tê bigirî, ez nabêjim bêriya min neke, bêguman tu yê bêriya min jî bikî. Lê bi hêz be. Ez ji bo xwe, ji bo te û ji bo hemû jinan têkoşiyam. Serê min bilinde, bila serê te jî bilind be. Ez her tim bi te re me. Meleka min, xwe jî birayê xwe jî baş binêre." Piştî vê axaftina wê min êdî jê agahî negirt.”
 
‘EZ BI DAYÎKA XWE ŞANAZIM’
 
Yuksel, anî ziman ku ew her tim ji jiyana dayîka xwe bi bandor dibe û wiha got: “Sekna dayîka min a jiyanê bandora herî giran bû. Bi taybetî têkoşîna xurt a li Cizîrê nîşan da, piştgiriya di jêrzeminan de dayî gel bû şanaziya min. Ew bû dayîka herkesê û ji bo herkesê têkoşiya. Heya dawiya jiyana xwe ji bo jinan têkoşiya. Min ji dayîka xwe re digot ‘Bese êdî, min tenê nehêle’ lê ji min re digot ‘Ez ji bo te û ji bo tewahiya jinan têdikoşim’. Gotinekê wê ya ‘Me jiyanek ji xwe re nedît, tovên piştê me bila bijîn. Têkoşîna min ji bo vê yekê ye’ jî ji bîra min naçe. Dayîka min heya dawiyê jî li hemberî hişmendiya zilam serî netewand.”
 
‘DAYİKA MİN BÛ LEHENGÊ JİYANA MİN’
 
Yuksel, di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: "Lehengekê her kesê heye, dayîka min jî bû lehenga jiyana min. Bavê min hê em biçûkbûn jiyana xwe ji dest da, me wî nedît. Di jiyana me de bes hezkirina dayîka me hebû û dayîka min her tiştê min bû. Ez heyranê dayîka xwe bûm. Min nedixwast bê dayîka xwe behna xwe vedim û her tim tirsa windakirina wê di dilê min de hebû. Lê sekna dayîka min a bi hêz ketiye nava mejiyê min. Bi vî awayî fêrî tune bûna wê bûm.”
 
‘TÊKOŞÎNA XWE JI JINAN RE HIŞT
 
Yuksel, da zanîn ku ew dirûşmeya dayîka xwe ya “Jin jiyan azadî” ji xwe re esas digire û wiha domand: “Li gorî dayîka min, destê jinê bi çi bikeve jiyan dibîne. Ger jin azad bibin bedew dibin. Divê jin di her qadên jiyanê de cih bigirin. Dayîka min têkoşîna xwe ji me jinan re hişt. Bi têkoşîna xwe pêşangiya jinan kir û di saya wê de gelek jin li dijî jiyana bindest serî hildan.”
 
Yuksel, di dawî axaftian xwe 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkarên Cîhanê li hemû jinan pîroz kir û got: "Divê ruhê têkoşîna Asya Yuksel li her qadê bê jiyîn. Divê jin bi vî ruhî dakevin qadên 8’ê Adarê.”

Sernavên din

03/03/2018
16:18 ÎHD'ê aqûbeta windayan pirsîn
15:41 Xizmên windayan aqûbeta Cuneyt Aydinlar pirsîn
15:24 'Cilên yek tîp navê îşkenceyê ye’
15:18 Ji 675 hefteyan 475 hefte ye windayan ji AKP’ê dipirsin
15:12 KESK: Pêdiviya kedkaran ne şer aştî ye
14:10 Endamên TÎHV’ê çalakiya Kiliç ziyaret kirin
14:09 Sefera aboriyê ya Efrîqayê dê çi encamê bide?
13:52 Li Enqere, Îzmîr û Dîlokê jinan çalakî li dar xist
13:50 Xwendekarên Zanîngeha Efrînê yên di çeperan de: Em ê qezenc bikin
13:00 Cara yekemîn li Tirkiyeyê Mîhrîcana Nivîsa Jinê pek tê
12:47 Bi hinceta ‘Ne guncav e’ destûr nedan şahiya 8’ê Adarê
12:46 ÎRA: Di sibatê de 3 rojnameger girtin û 16 rojnameger binçav kirin
12:20 Banga jinan a 8'ê Adarê: Werin em bibin yek deng
12:18 Li gundê Reşayê Sebrî 4 kes kuştin û 8 kes binçav kirin
12:06 Niha jî qeyûm çav berê Sînemaya Yilmaz Guney daye
11:24 Qedexeya li ser 115 gundan hat rakirin
11:07 Jinên rojnameger dê îsyanê binivîsin
11:06 Şerê Efrînê bandor li tomerîfiroşan jî kir
10:51 Amediyan ji medyayê re got: "Prêze neke rastiyê bêje"
10:23 ‘Em di şer de ne, zêde bi serde neçin’
10:08 Serokê Çîftçî Senê Aysu: Arizîkirina fabrîkayan polîtîkaya teslîmiyetê ye
09:35 Keça Asya Yuksel: Jin divê bi ruhê dayîka min dakevin qadan
09:17 Parêzer Bek: Dozger li hemberî îşkenceyê xwe li nedîtinê datîne
09:17 2 cerdevanên nexwestin biçin Efrînê çek danîn
09:16 Tûncel: Çi dikin bila bikin, em ê bi ser kevin
09:15 Li hemberî şideta mêr serî netewand: Helbet riyeke liberxwedayînê heye
09:12 ‘Li girtîgehan polîsên taybet û yên TEM'ê dixebitin'
09:12 Wê ji Şengalê heta Lubnanê jin ber bi Efrînê ve biherikin
09:00 ROJEVA 3'YÊ ADARA 2018'AN
02/03/2018
20:39 Rojnamevan Ziya Ataman nehat berdan
15:56 Partiyên siyasî ji bo Efrînê bang li Konseya Ewlekarî ya Navneteweyî kir
15:45 Raportorê Îşkenceyê yê NY: Li Tirkiyeyê îşkence bûye parçeyek pergalê
15:35 Jinên Çorluyî: Ligel qedexeyan jî em ê dakevin qadan
15:23 Leşkeran li Qereyaziyê xaniyek şewitandin û 3 kes binçav kirin
15:22 Baroya Amedê: Em bi ekîbekî pispor cînayeta Elçî lêkolîn dikin
14:35 Mezopotamya Sahne bernameya xwe ya Adarê eşkere kir
14:31 Jinan li gelek bajaran ji jinên girtî re kart şandin
14:07 Hevşaredara Nisêbînê Sara Kaya nehat berdan
13:37 Sariyildiz: Êrîşên li ser Efrînê berdewamiya Cizîrê ye
13:32 Leşkeran bi ser gund de girt û malek şewitandin
12:46 Malbat ji bo biçin Îmraliyê serlêdana 65’an kirin
12:46 Komîsyona OHAL’ê tenê 100 serlêdanê qebûl kir
12:38 Çend leşkeran li Efrînê jiyana xwe ji dest dan?
11:53 Serlêdana parêzeran cara 735'emîn hat redkirin
11:29 Zanayê dîmenên êrîşa merasima Hatun Tugluk analîz bike tune!
11:28 Berdewama Angela Davîs: Îro li Efrînê hemû jin Davîs in
11:07 Çîroka sirgûn, tundî, kedxwarî û berxwedanê
10:50 Nivîsa ‘Li ser minafiq û xûtbeya cîhadê’ bifikar hat dîtin
10:15 Akin Bîrdal: Cîhan diguhere em hêj di salên 90’î de dijîn
09:49 Waliyê Amedê li 115 gundan derketina derve qedexe kir
09:37 Li Şirnexê goreke komî derket holê
09:37 Polîsan bi ser mala Rojnameger Zozan Yaşar de girt
09:16 Gotina 'aborî baş dibe' fêdeyê li berîka wan neke
09:15 Bi çar çavan li benda çûyîna zozanan ne
09:14 Ji bo girtîgehan kampanyaya pirtûkan
09:13 ‘Dema navê Hatayê tê gotin şer tê bîra mirov'
09:12 Çakmak: Divê cenazeyên ji Xerzanê derxistin radestî malbatan bikin
09:11 Dadgehê di doza Zeydan de tiştekî ecêbmayî kir
09:11 Zarokên li Nisêbînê hatin girtin xistin cem bersûcên îstismarê
09:10 Serokê Baskên Ciwanan ê AKP'ê yê berê bû mudurê nivîsgehê yê qeyûm
09:00 ROJEVA 02'YÊ ADARA 2018'AN
01/03/2018
17:38 Jinan di nobeta edaletê ya Roboskiyê de starta 8’ê Adarê da
17:12 Serê sibê binçav kirin, êvarê girtin
16:07 Nûçegihana Jinnewsê Durket Suren hat binçavkirin
15:55 Wêneyên bandora şer a li ser cih û warên sivîlan
15:01 Jinan banga 8'ê Adarê kirin: Em nabin aliyê şer
14:42 ‘Yildirim û Ayhan wekîlen gel in’
14:35 ‘402 jê giran 1154 girtiyên nexweş hene’
14:15 Di doza Kopê ceza dan 14 kesen û 73 kes jî beraet kirin
13:49 Li Amed û Semsûrê binçav kirin
13:44 Walî piştî 4 rojan li HDP’iyan geriya
13:40 Jinên Îzmîrî, di 8’ê Adarê de dê bi xwe ewlekariya xwe bigirin
13:20 Doza Serêkaniyê ya ‘Pêvajoya çareseriyê' bi dawî kir betal bû
13:17 Dê akademîsyenan bi zorê beşdarî danişînan bikin
13:16 Fatmaya Muskêyê: OSO cîranên me girê dan û dora wan mayin kirin
12:41 Dadger 2 sal û 6 meh ceza li Ocalan birî
12:32 Duh li Uruk, Kartaca; îro li Kobanê û Efrinê
12:18 Piştevaniya derûnî didin zarokên Efrînê
12:00 Îfadeya şahid 4 kes dan girtin
11:48 DBP: Em ê di 8’ê Adarê û Newrozê de berxwedanê bilind bikin
10:48 Jinan peyam dan rayedarên OHAL’ê: Em qadan bernadin
10:46 Jinên Botanê dê 8'ê Adarê bi ruhê Binevş, Berivan û Asyayan piroz bikin
10:45 Şanoya Bajêr a Amedê bernameya meha adarê aşkere kir
10:14 Amadekariya qeyûm tayînî Amedsporê bikin
10:07 Walîtiya Amedê gav paş de avêt û destûr da çalakiyên 8’ê Adarê
10:07 Serokê Şeker Îş'ê: Bi arizîkirina fabrîqeyên şekir, derî li fîrmayên DYA vedikin
09:47 Nanê xwe ji keviran derdixin, lê şer karê wan asteng kir
09:32 Partiyên muxalif hişyar kir: Ewlehiya hilbijartinê namîne
09:30 Uca: Dixwazin pêşiya rexneyan bigrin!
09:28 Penaber bi fikar in: Em naçin Efrînê
09:27 Ji ber endamtiya TÛGVA'yê qebûl nakin gef li wan tê xwarin!
09:26 'Li Girtîgeha Sîlîvriyê tu ewlehiya girtiyan tune ye'
09:26 Tenê jin lê dixebitin
09:25 Bû remza ked, şîfa û bereketê
09:24 Jinên endamên Malên Gel: Em ji bo 8'ê Adarê amade ne
09:23 Derhêner Demîr: Cano fîlmê hevrûbûyînê ye
09:23 SP: Tifaqa AKP-MHP'ê bi kêrî Tirkiyeyê neyê
09:00 ROJEVA 1'Ê ADARA 2018'AN
28/02/2018
17:23 Hevserok û rêveberên Malên Gel hatin berdan
16:55 Dîmenên êrîşa li dijî Gundê Yelanqozê derketin