Tûncel: Çi dikin bila bikin, em ê bi ser kevin

  • jin
  • 09:16 3 Adar 2018
  • |
img

STENBOL- Hevseroka Giştî ya DBP'ê Sebahat Tûncel ku dê 8'ê Adara îsal jî di girtîgehê derbas bike got: "Tenê dibêjim; çi dikin bila bikin, lê em ê bi ser bikevin. Dema jin li kuçeyan dirûşmeyên 'Jin Jiyan Azadî' berz bikin, em ê jî li hewadariya xwe bibin hevparê vî dengî."

Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demoratîk (DBP) Sebahat Tûncel, ji Girtîgeha Tîpa F a Jimare 1'ê ya Kandirayê pirsên me yên der barê 8'ê Adarê, şerê Efrînê û çewisandinên li ser muxalifan bersivandin. 
 
Tûncel bi lêv kir ku tu rewatiyeke êrîşên li hemberî Efrînê tune ye û got: "Sedema sereke ya êrîşa Efrînê dijminatiya kurda ye. Astengkirin û tepisandina daxwazên maf û azadiyan ên gelê kurd e, astengkirina tayînkirina çarenûsa xwe tê xwestin û her wiha naxwazin kurd tev li maseya çareserkirina siyasî ya Sûriyeyê bibin." Tûncel destnîşan kir ku îtifaqa faşîst a AKP-MHP'ê dixwaze li derî sînorê xwe jî destkeftiyên kurdan ji holê rabike. Tûncel bal kişand ser têkoşîna jin û ciwanên kurd a li Kobaniyê û got, bi saya wê berxwedana Federasyona Sûriyeya Demokratîk çavê hemû cîhanê li Kobaniyê bûye. Tûncel diyar kir ku êrîşên li dijî Efrînê di asasê xwe de li dijî vê pergala demokratîk in û got: "Di warê ewlehiyê de tu tehdîteke Efrînê ji bo Tirkiyeyê çê nebûye. Ev dereweke qirase ya Tirkiye ye û ji bo dagirkeriya xwe ya derhuqûqî rewa bike wisa dibêje. 
 
'WÊ LI HEMBERÎ BERXWEDANÊ NIKARIBIN BI SER BIKEVIN'
 
Tûncel bal kişand ser daxuyaniyên hêzên navnetewî jî û got: "DYA dibêje ew der ne qada me ye. Rûsya qada hewayî vekir. Bi vî awayî bûn hevparê sûcê ku li hemberî kurdan tê kirin. Her wiha welatên Yekîtiya Ewropayê dibêjin 'fikarên me hene'. Ji bo rawestandina dagirkeriyê, rawestandina kuştina jin, zarok û sivîlan tiştekî berbiçav nakin. 43 roj e gelê Kurdistanê li her derî vê dagirkeriyê protesto dike. Gelê Efrînê ligel hemû êrîşên bi çekên giran, tang û topan jî xaka xwe naterikîne û bi vî awayî berxwedaneke bêhempa nîşan dide. Ji 7 saliyan heta 70 saliyan hemû efrînî tev li vê berxwedanê dibin. Wê tu hêz nikaribe li hemberî vê vînê encamê bistîne."
 
‘JI MIRIYAN JÎ DITIRSIN' 
 
Tûncel diyar kir ku çawa ku jinan li Kobaniyê pêşengtiya berxwedanê kirin, niha li Efrînê jî dikirin û got: "Ev berxwedan herî zêde nûnerên faşîst ê feraseta serdest a mêrî ditirsîne. Ji ber vê bi qasî ku îşkenceyê li bedena mirî ya Barîn Kobaniyê bikin xwe dadixînin û biçûk dixin. Bedena mirî ya Barînê jî van dagirkeran ditirsîne. Niha bi hezaran jin li Efrînê ji bo parastina xaka xwe tev li berxwedanê dibin. Ev berxwedan, têkoşîn, daxwaza azadî, wekhevî û aştiyê moral dide hemû jinên cîhanê. Silav ji bo hemû jinên ku li Efrînê li ber xwe didin, têdikoşin." 
 
JI BO EFRÎNÊ HER ROJ DIRÛŞMEYAN BERZ DIKIN 
 
Tûncel diyar kir ku ew hewl didin geşedanên li Efrînê ji rojnameyên rojane û TV'yan bişopînin û got: "Ji ber ku çapemeniya berbelav yek deng e, wekî bultena siyasî ya AKP'ê be nûçeyan çê dike. Her wiha ji çapemeniya muxalif jî dîmeneke rasteqîne dernakeve. Lê belê em bi nîqaşên xwe, pêşbîniyên xwe pêvajoyê analîz dikin. Her roj em dirûşmeyan berz dikin û piştevaniya xwe ya ji bo Efrînê didomînin." 
 
Her wiha Tûncel tecrîda giran a li ser Rêberê PKK'ê Abdûllah Ocalan jî nirxand û got: "AKP'ya ku maseya muzakereyê qeliband, şert û mercên tecrîda giran a li ser Birêz Abdûllah ocalan veguherand tecrîdeke mutleq. Paşê vîna gel bin pê kir û bi zorê dest danî ser 94 şaredariyên DBP'ê û hevşaredar, parlementer jî di nav de bi hezaran siyasetmedar girtin." 
 
Tûncel destnîşan kir ku îktîdar hewldana darbeya 15'ê Tîrmehê kiriye bahane û derbasî rejîma yekzilamî bûye û li ser asasekî derhuqûqî tev digere. Tûncel diyar kir ku Serokê Giştî yê AKP'ê Tayyip Erdogan pişta xwe dide derewa herî çalak "Şerê çarenûsa gelê tirk" ku Hîtler jî pişta xwe dabû dereweke wisan. Tûncel bi lêv kir ku ji roja ku êrîşên li dijî Efrînê dest pê kirine bi hezaran kes hatine girtin û got: "Bi binçavkirina rêveberên TTB'ê xwestin raya demokratîk çavtirsandî bikin. Tevî hevserokên KCD, HDK, DBP'ê bi sedan kes hatin girtin. Tûncel got: "Li dijî îtifaqa faşîst a AKP-MHP'ê tekane alternatîf HDP ye. Tevî hemû operasyonên qirkirina siyasî jî, di 11'ê Sibatê de bi deh hezaran li Enqereyê peyameke xurt da. Divê herkes vê peyamê rast bixwîne." 
 
Tûncel destnîşan kir ku polîtîkayên şer ên AKP-MHP'ê sîrayetî girtîgehan jî kiriye û niha li gelek girtîgehan bi awayekî sîstematîk îşkence tê sepandin. Tûncel got berî kincên yek tîpî bisepînin, dixwazin bi polîtîkayên çewisandin, zext ûz oriyê vîn û hêza girtiyan bişkînin. Tûncel got, ji ber vê yekê girtî bi pêkanînên wekî lêgerîna tazî, jimariya li ser piyan, tedawiya bi awayekî kelemçekirî, lêgerînên kêfî û hwd. re rû bi rû dimînin. Tûncel got: "Îktîdara faşîst a AKP-MHP hem li derve hem jî li hundur dixwaze vîna me bişkîne û destketinên têkoşîna me ji holê rabike. Ji ber vê divê berxwedan û têkoşîna li derve û hundur bibe yek." Tûncel destnîşan kir ku li hemberî vê konseptê tekane tişt têkoşîn, parastina destkeftiyan, wekhevî û azadiyê ye û zîndekirina hêviyê ye. 
 
‘ÇI DIKIN BILA BIKIN, EM Ê BI SER BIKEVIN' 
 
Tûncel, destnîşan kir ku operasyonên ku niha li hemberî siyasetmedarên kurd pêk tên berdewamiya operasyonên 2009'an e ku di bin navê "KCK"ê de hatibûn kirin û bi vî awayî polîtîkaya "rehîngirtinê" didome. Tûncel diyar kir ku ev ne tiştekî nû ye û got: "Gerçî di salên 90'î de jî partiyên me dihatin girtin, rêveberên me dihatin girtin û heta dihatin kuştin. Tirkiye vê rewşê dubare dike. Kîjan rêveberî tê bila bê, lê belê polîtîkayên înkar, tunekirin û bişavtinê rojane dikin û disepînin. 'Aqlê dewletê' naguhere. Lê kurd diguherin, pêş ve diçin. Gelê kurd di warê yekîtiya netewî û demokratîk de geşedanên girîng bi dest xistin. Her diçe rêxistinbûyîna xwe mezintir dike. Tevî hemû zorbetî, çewisandinan jî qethiyen ji têkoşîna xwe ya azadiyê tawîz nade. Em tevgereke gel in û gel her dem pêşengên xwe derxistiye. Berê me zaf têgeha xebata yêdekbûyînê bi kar dianî Di şert û mercên faşîzm de ji nişka ve her kes dikare bê girtin. Ji ber vê wê hin kesên din şûna hevalên me yên tên binçavkirin dagirin. Wisa jî tê kirin. Li girtîgehê birêvebirina karên pratîk pir nabe. Çimkî tenê em dikarin ji hevalên xwe yên derve re bêjin: Çi dikin bila bikin, em ê bi ser bikevin. Ji ber vê divê em di hemû xebatên xwe de bi armanca serketinê tev bigerin û divêtiyên vê yekê bi rê ve bibin."
 
‘DI NAVBERÊ DE DÎWAR HEBIN JÎ WÊ DENGÊ ME BIGIHÎJE HEVDU' 
 
Herî dawî Hevseroka Giştî ya DBP'ê Sebahat Tûncel, 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê pîroz kir û got: "Em ê îsal jî 8'ê Adarê di zindanê de derbas bikin. Dema jin li kuçeyan dirûşmeyên 'Jin Jiyan Azadî' berz bikin, em ê jî li hewadariya xwe bibin hevparê vî dengî. Em ê govenda xwe bigerînin, stranên xwe yên azadiyê bibêjin. Her çi qas di navbera me de dîwar hebin jî, wê dengê me 30 hevalên li Kandirayê bigihîje hevdu. Dema bibe êvar jî em ê wekî her carê li nûçeyan binihêrin. Bi qasî ku çapemeniya berbelav parve dike em ê temaşe bikin. Em ê li gor dîmen û pankaratan rewşê binirxînin. Ji bo jinan saleke zor û zehmet bû. Lê belê pêşeroj jî wisa hêsan naxuyê. Bûkên zarok, dayikên zarok, îstismara zayendî ya zarokan, taciz, tecawiz, şidet, komkujî û jin; em ê van peyvan li cem hev bi kar bînin. Silav û hezkirinên xwe ji bo jinên ku ji bo dawî li van tiştan hemûyan bê têdikoşin û li ber xwe didin dişînim. Di şexsê we jinên kedkar de careke din roja hemû jinan pîroz dikim." 
 
MA / Sadiye Eser 

Sernavên din

06/03/2018
15:12 Jinan 8’ê Adarê bi şahiyan pîroz kirin
14:24 DBP: Em ê li dijî îşkencê bêdeng nemînin
14:23 Bi hezaran Efrînî meşiyan navçeya Şerayê
14:14 Endamên Konseya Navendî ya TTB’ê şayanî xelatê hatin dîtin
13:47 Dadgehê doza 3 rojnamegeran taloq kir
13:16 Parêzarên Ocalan cara 736’emîn serî li dozgeriyê dan
13:15 Dayîk û zarok di lêgerîna tazî re derbas kirin
12:54 Li Nexweşxana Avrînê heman êş û bedenên parçekirî
12:54 Fermandarê YPG'ê Hemo: Berxwedana Efrînê planên hêzên navneteweyî pûç kir
12:17 Banga beşdarbûna Mitînga Herêma Serhedê: Li dijî bêdengkirinê bibin deng
12:16 Di doza Ozgur Gundemê de biryara girtina Zarakolu rakirin
11:59 ÎHD’ê rapora Qereyaziyê amade kir: Li şûna sax bihatana girtin ew kuştin e
11:41 Jinên li ber kamerayan rastî tundiyê hatin: Ev raperîn naqede
11:14 ‘Jin TV dê li dijî pergala zilam bibe dengê me’
11:00 Ji ber girtina neheq tazminat xwest
10:31 Li Amed û Dêrsimê banga jinan: Dakevin qadan
10:17 8 kesên roja zimanê zikmakî pîroz kirin hatin binçavkirin
10:06 Qedexeya derketina derve ya li Nisêbînê rabû
10:05 Girtiyê tedawiya wî neqediya û şandin girtîgehê felc bû
10:04 Behra helbestan: Asoya Helbesta Kurdî
09:34 Ji bo Gunanayê di rojiya mirinê de bang li raya giştî kir
09:33 Hewce bi şopandina mirina girtiyê nexweş Beyazpîrînç nedîtin
09:32 Li Heskîfê ger û geşteke xembar
09:31 Seroka EMEP'ê Gurkan: Dengên têkevin sindoqan û derkevin dê ne yek bin
09:27 Dibistan kirin qereqol
09:05 Meclîsa Jinan a Tirkiyeyê dicive
09:02 Wê li dijî şidet, îstismar û talanê pedalên xwe bizîvirînin
09:00 ROJEVA 6'Ê ADARA 2018'AN
05/03/2018
19:56 3 endamên HPG’ê yên li Qereyaziyê jiyanaxwe ji dest dan spartin axê
19:47 Pitika 3 mehî di bombekirina balafirên TSK'ê de mir
19:29 Norman Peach: Bûyerên qewimîn sûcê şer û li dijî mirovahiyê ye
18:59 Rojnamevanên sûriyeyî hatin berdan
18:53 ÎSÎG: Di sibatê de herî kêm 123 karker mirin
17:50 7 kesên li Qereyaziyê hatin binçavkirin hatin berdan
17:25 Rojnamevanên Sûriyeyê li ber avahiya HDP’ê hatin binçavkirin
17:24 Kerestecîoglu: Ger nîyet ne rast be, pratîk jî hev nagire
17:23 Prof. Çelîk: Pêvajoyên aştiyê yên jin beşdar bûne, bi serkeftî bûne
16:35 Jinên li Çorluyê yên dibin çavan de hatin berdan
16:13 Jin ji Şengalê meşiyan Efrînê
15:45 Nûçegihana Jinnewsê Suren hat berdan
15:44 Li Cindirêsê 3 jê zarok 13 sivîl hatin kuştin
15:23 Gef û zextên li ser ciwanên EMEP'ê: Hûnê ji zanîngehê bên avêtin
15:13 Rêzeçalakiyên 8’ê Adarê: Wê jin bi ser bikevin
14:54 KCD: Divê NY li pişt biryara xwe bisekine
14:53 Li Erzîncanê gardiyenên rûpoş êrîşî girtiyan kirin
14:29 TGS: Ji sedî 53 jinên rojnameger rastî tundiya rêveberên xwe tên
14:01 Jinan ji bo girtiyên jin kart şandin
13:40 Celalettin Can: Me azadî, edalet ji her kesî re vegot
13:21 HDP’ê xwest 8’ê Adarê bibe betlana fermî
12:58 Li Nisêbînê qedexeya derketina derve hat îlankirin
12:39 Kesekî li şaredariyê jinek kuşt û întîxar kir
12:21 Girtî darp kirin û nexweşan derman nakin
12:00 Li Efrînê 21 sivîl di êrîşên TSK’ê de birîndar bûn
11:45 Bi wêneyan nirxên li Efrînê hatin talankirin
11:32 Efrîn bi lîstik û stranên xwe ji bo 8’ê Adarê amade ye
11:20 Dozger serledana malbatan a 65’emîn jî red kir
11:00 Enflasyona Zexîreyan di Sibatê de ji kêm nebû
10:59 Di topbaranê de kesk birîndar bû û jinekê jî jiyana xwe ji dest da
10:40 Girtîgeha Şirnexê Qurana Kerîm jî li girtiyan qedexe kir
10:39 Jinên KESK’î: Em ê têkoşînê di 8’ê Adarê de mezin bikin
10:15 Bozarslan: Kurdan li Efrînê serkeftinek mezin nîşan da
10:06 Peyamên xwe di maşîneya polîsan de jî dan
09:07 ‘Em azadiya xwe bi destên mêran de bernedin'
09:07 Gelê Êlihê Sînemaya Yilmaz Guney dixwazin
09:06 80 roj ceza dan bijîşk û cezayê wî taloq kirin
09:06 Ji 1154 girtiyên nexweş rewşa 402’an xerab e
09:04 Akademîsyenên îxracbûyî: Em dê rêxistiniya xwe nîşanî dijminên jinan bidin
09:00 ROJEVA 5'Ê ADARA 2018'AN
04/03/2018
22:14 Gelê Helebê ji bo Efrînê derket qadan
17:00 Jin dê bi coşa 8'ê Adarê Newrozê geş bikin
16:32 Bûldan: Tifaqa me tifaqa jinê ye tifaqa azadiyê ye
15:50 Polîsan li Çorlu jî mûdaxileyê 8’ê Adarê kir: 8 jin binçavkirin
15:50 Ajotina bîsîkletê ji bo ‘Ewlekariya çemaweriyê’ talûke hat dîtin
15:16 Polîsan li Enqerê mûdaxileyî mitînga 8’ê Adarê kir: Gelek kes binçavkirin
14:59 Jin TV 8'ê Adarê dest bi weşane dike
14:32 Jinên siyasetmedar ên girtî: Tekane rê azadiyê!
13:53 Bi hezaran Efrînî ketin parastina Cindirêsê
13:51 Jinan di 8’ê Adarê de 8 kîlometre pedal zivirandin
13:20 Jin bi coş û rengên xwe li Qada Azadiyê ne
13:00 Ji Efrînê çend dîmenen jinên berxwedêr
12:27 Nûçegihana Jinnewsê Suren ji ber rojnamegertiyê tê sûcdarkirin
12:14 Bi hezaran Efrînî diçin Cindirêsê
12:07 Dayîkên Arîn Mîrkan û Barîn Kobanê: Em ê bi serbikevin
12:01 Keleha peykerê Xwedavend Kibele lêye bi dînamîtan xera dikin
10:20 Mêran di Sibatê de 47 jin kuştin
10:18 Dadgehê cezayê Baydemîrê HDP’î xera kir
09:51 HDP li Bornovayê bi gel re hat cem hev
09:50 Bandora şerê Efrînê ya li ser dadgehê: Pere bide, parastinê bike
09:22 Hem lînç kirin hem doz lê vekirin
09:20 Di 15 salan de 355 hezar cotkarên pincarê dest ji kar berdan
09:19 Jinên dersimî: Em 8'ê Adarê veguherînin qadên berxwedanê
09:18 Dadgeha Bilind cezayê li 3 jê rojnamevanan hatibû birîn xera kir
09:18 Ji bo karkerên bi KHK'ê ji kar hatin avêtin biryareke emsal
09:17 Pîr: NATO dixwaze YPG'ê ji rojavayê Firatê derxîne
09:16 Xebata ewil a Piştevaniya Jinê ya Kirkyamayê 8'ê Adarê ye
09:15 Jinên çalakvan: Em ê bi awayekî hêzdartir 8'ê Adarê pêşwazî bikin
09:00 ROJEVA 4'Ê ADARA 2018'AN
03/03/2018
17:12 Girtiyê nexweş Şemsettin Ekincî felç derbas kir
16:50 Deh hezar Ewrûpî ji bo Efrînê rabûn ser piyan
16:31 ÎHD: Ji bo Keleş baş bê dermankirin divê bê berdan