Partiyên siyasî ji bo Efrînê bang li Konseya Ewlekarî ya Navneteweyî kir

img

EFRÎN – Partiyên siyasî yên ji herêma Cizîrê û Bakurê Sûriyê ku serdana Efrînê dikin, li ber navenda  Meclîsa Rêveber a Efrînê daxuyaniyeke hevbeş dan û bang li Konseya Ewlekarî ya Navneteweyî kirin û xwestin erka xwe ya li hemberî Efrînê pêk bînin. 

15 partiyên siyasî yên herêma Cizîrê û Bakurê Sûriyê ji bo piştgiriya Berxwedana Serdemê ya Efrînê, hatin li Efrînê daxuyaniyeke hevbeş dan û piştgiriya xwe anîn ziman. Berdevkê PYD`ê Ciwan Mustefa daxuyanî da û xwest Neteweyên Yekbûyî (NY) erka xwe pêk bîne. 
 
Berdevkê PYD'ê Ciwan Mustefa li ser navê 15 partiyan daxuyanî xwend û wiha got: "Berxwedana Serdemê ya Efrînê ku kete roja xwe 42`an, her roj israra berxwedanê li dijî artêşa Tirk a dagirker a Osmanî û çeteyên wê zêde dibe. Armanca vê êrîşê ew e ku planên parçekirinê,  şofînistî, qutkirina herêman û tevlîbûna wê ya dewleteke din û guhartina demograhiya herêmê û paşê tevlîkirina  wê nava Tirkiyê, pêk bînin. Ev şerê dewleta Tirk ji roja destpêkê ya aloziya Sûriyê li dijî projeya demokratîk a ku xebat û hevkariya hemû pêkhateyên Bakurê Sûriyê bi pêş dikeve, hate destpêkirin." 
 
Mustefa, anî ziman ku gelê Bakurê Sûriyê ji ber destekdayîna dewleta Tirkiye ji hêzên Cebhet El-Nusra, DAIŞ û hwd, gelek êş dît û wiha axivî: "Hemû planên dewleta Tirk a bi destekdayîna terorê û çandina fikrê teror û fitneyê di navbera pêkhateyên gelê me de, li hemberî berxwedana dîrokî û têkoşîna demokratîk ku li Bakurê Sûriyê bi rêya  tecrûbeya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyê ku xwe dispêrin felsefeya Neteweya Demokratîk pêş dikeve, têk çûn." 
 
Mustefa, destnîşan kir ku êrîşên Tirkiye li dijî desteftiyên demokratîk e û wiha lê zêde kir: "Tiştê ku îro dewleta Tirk û çeteyên wê li Efrînê dikin, xelekeke herî berfireh û destwerdaneke yekser li dijî tecrûbeya me ya demokratîk e. Her wiha tiştên ku dewleta Tirk û çeteyên wê DAIŞ û Cebhet El-Nusra îro Ii dijî gelê me li Efrînê dike sûcên dijî mirovhiyê ne û li dijî mafê mirovan in.  Efrîn cihê herî bi ewle yên bi sed hezaran koçberên ên ji parêzgehên Sûriyê ne. Sûcên artêşa Tirk û çeteyên wê ne tenê li dijî sivîlan bûn, di heman demê de binesaziya Efrînê xerab kir  û Bendava  Meydankê û cihên dîrokî yên mîna Eyn Darê kirin armanca êrîşên xwe. Di heman demê de, bûyereke din a xeter ew ku dewleta Tirk a ku yek ji endamên NY ye, artêşa wê gaza kilorê li dijî gundê Erendê yê girêdayî navçeya  Şiyê bi kar anî." 
 
KUŞTIN Û WÊRANKIRINA TIRKIYE ŞERMEZAR KIRIN
 
Mustefa, bal kişand ser êrîşên TSK, kuştin û talankirina Tirkiye şermezar dikin: "Em wekî partiyên ku me ev daxuyanî derxistiye, di demeke ku em siyaseta kuştin û wêrankirinê ya ku artêşa Tirk bi kar tîne şermezar, dikin, di heman wextê de em piştgiriya xwe bi berxwedana gelê Efrînê û koç û xortên wê yên YPG/YPJ û QSD`ê radighînin. Tevî ku Rêveberiya Xweser a Efrînê ji dewleta Sûriyê xwest ku bi erka xwe ya parastina serweriya Sûriyê rabibe û ruxmî biryara navneteweyî ya 2401, lê dewleta Tirk heta niha biryarên civaka naveteweyî bin pê dike." 
 
Mustefa, anî ziman ku berxwedana Efrînê beriya her tiştî berxwedaneke rewa û civakî ye wiha bi dawî kir: "Gelê Efrînê berxwedana rewa nîşan dide. Planên dijminan ên ne rewa û ne qanûnî vala derdixe. Ev êrîş û dijminahî armanc dike ku şerê Sûriyê dewam bike û aloziya Sûriyê bi rêya siyasî neyê çareserkirin. Dewleta Tirk a îro wekî beriya 8 salên ji aloziya Sûriyê ku wekî aliyekî ji bo xerabkirina çareseriya demokratîk tê naskirin. Isbateke din dewleta Tirk yekemîn aliyê ku biryara Konseya Ewlekariyê  2401 a îlankirina agirbestê li tevahiya Sûriyê binpê kir. Lê herêmên di bin kontrola DAIŞ û El-Nusra de dewleta Tirk ev biryar bi cih anî. Ji ber vê yekê jî em dengê xwe û dengê hêzên demokratîk û welatparêz ên li Sûriyê, Rojhilata  Navîn û cîhanî bilind dikin da ku NY û Konseya Ewlekarî ya Navneteweyî derbarê bûyerên ku li Efrîna berxwedêr çêdibe, bi erka xwe rabin.
 
Pariyên ku ev daxuyanî derxistine wiha ne: Partiya Lîbral a Kurdistanî, Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD), Heyet Tensîq a Wetenî-Tevgera Guhartinên Demokratîk, Pariya Muhefizkarên Demokratîk, Partiya Çep a Kurdî li Sûriyê, Partiya Aştî ya Demokratîk a Kurdistanî, Partiya Yekîtiya Demokratîk a Kurdî li Sûriyê (Yekîtî), Partiya Nûbûn a Kurdistanî, Partiya Kesk a Kurdistanî, Partiya Guhartinên Demokratîk a Kurdistanî, Partiya Kedkarên Kurdistanê, Partiya Yekîtiya Suryanî, Partiya Kombûna Niştimanî ya Kurdistanî, Partiya Biratî ya Kurdistanî, Partiya Demokratîk a Kurdî li Sûriyê, Desteya Niştimanî ya Erebî.

Sernavên din

03/03/2018
16:18 ÎHD'ê aqûbeta windayan pirsîn
15:41 Xizmên windayan aqûbeta Cuneyt Aydinlar pirsîn
15:24 'Cilên yek tîp navê îşkenceyê ye’
15:18 Ji 675 hefteyan 475 hefte ye windayan ji AKP’ê dipirsin
15:12 KESK: Pêdiviya kedkaran ne şer aştî ye
14:10 Endamên TÎHV’ê çalakiya Kiliç ziyaret kirin
14:09 Sefera aboriyê ya Efrîqayê dê çi encamê bide?
13:52 Li Enqere, Îzmîr û Dîlokê jinan çalakî li dar xist
13:50 Xwendekarên Zanîngeha Efrînê yên di çeperan de: Em ê qezenc bikin
13:00 Cara yekemîn li Tirkiyeyê Mîhrîcana Nivîsa Jinê pek tê
12:47 Bi hinceta ‘Ne guncav e’ destûr nedan şahiya 8’ê Adarê
12:46 ÎRA: Di sibatê de 3 rojnameger girtin û 16 rojnameger binçav kirin
12:20 Banga jinan a 8'ê Adarê: Werin em bibin yek deng
12:18 Li gundê Reşayê Sebrî 4 kes kuştin û 8 kes binçav kirin
12:06 Niha jî qeyûm çav berê Sînemaya Yilmaz Guney daye
11:24 Qedexeya li ser 115 gundan hat rakirin
11:07 Jinên rojnameger dê îsyanê binivîsin
11:06 Şerê Efrînê bandor li tomerîfiroşan jî kir
10:51 Amediyan ji medyayê re got: "Prêze neke rastiyê bêje"
10:23 ‘Em di şer de ne, zêde bi serde neçin’
10:08 Serokê Çîftçî Senê Aysu: Arizîkirina fabrîkayan polîtîkaya teslîmiyetê ye
09:35 Keça Asya Yuksel: Jin divê bi ruhê dayîka min dakevin qadan
09:17 Parêzer Bek: Dozger li hemberî îşkenceyê xwe li nedîtinê datîne
09:17 2 cerdevanên nexwestin biçin Efrînê çek danîn
09:16 Tûncel: Çi dikin bila bikin, em ê bi ser kevin
09:15 Li hemberî şideta mêr serî netewand: Helbet riyeke liberxwedayînê heye
09:12 ‘Li girtîgehan polîsên taybet û yên TEM'ê dixebitin'
09:12 Wê ji Şengalê heta Lubnanê jin ber bi Efrînê ve biherikin
09:00 ROJEVA 3'YÊ ADARA 2018'AN
02/03/2018
20:39 Rojnamevan Ziya Ataman nehat berdan
15:56 Partiyên siyasî ji bo Efrînê bang li Konseya Ewlekarî ya Navneteweyî kir
15:45 Raportorê Îşkenceyê yê NY: Li Tirkiyeyê îşkence bûye parçeyek pergalê
15:35 Jinên Çorluyî: Ligel qedexeyan jî em ê dakevin qadan
15:23 Leşkeran li Qereyaziyê xaniyek şewitandin û 3 kes binçav kirin
15:22 Baroya Amedê: Em bi ekîbekî pispor cînayeta Elçî lêkolîn dikin
14:35 Mezopotamya Sahne bernameya xwe ya Adarê eşkere kir
14:31 Jinan li gelek bajaran ji jinên girtî re kart şandin
14:07 Hevşaredara Nisêbînê Sara Kaya nehat berdan
13:37 Sariyildiz: Êrîşên li ser Efrînê berdewamiya Cizîrê ye
13:32 Leşkeran bi ser gund de girt û malek şewitandin
12:46 Malbat ji bo biçin Îmraliyê serlêdana 65’an kirin
12:46 Komîsyona OHAL’ê tenê 100 serlêdanê qebûl kir
12:38 Çend leşkeran li Efrînê jiyana xwe ji dest dan?
11:53 Serlêdana parêzeran cara 735'emîn hat redkirin
11:29 Zanayê dîmenên êrîşa merasima Hatun Tugluk analîz bike tune!
11:28 Berdewama Angela Davîs: Îro li Efrînê hemû jin Davîs in
11:07 Çîroka sirgûn, tundî, kedxwarî û berxwedanê
10:50 Nivîsa ‘Li ser minafiq û xûtbeya cîhadê’ bifikar hat dîtin
10:15 Akin Bîrdal: Cîhan diguhere em hêj di salên 90’î de dijîn
09:49 Waliyê Amedê li 115 gundan derketina derve qedexe kir
09:37 Li Şirnexê goreke komî derket holê
09:37 Polîsan bi ser mala Rojnameger Zozan Yaşar de girt
09:16 Gotina 'aborî baş dibe' fêdeyê li berîka wan neke
09:15 Bi çar çavan li benda çûyîna zozanan ne
09:14 Ji bo girtîgehan kampanyaya pirtûkan
09:13 ‘Dema navê Hatayê tê gotin şer tê bîra mirov'
09:12 Çakmak: Divê cenazeyên ji Xerzanê derxistin radestî malbatan bikin
09:11 Dadgehê di doza Zeydan de tiştekî ecêbmayî kir
09:11 Zarokên li Nisêbînê hatin girtin xistin cem bersûcên îstismarê
09:10 Serokê Baskên Ciwanan ê AKP'ê yê berê bû mudurê nivîsgehê yê qeyûm
09:00 ROJEVA 02'YÊ ADARA 2018'AN
01/03/2018
17:38 Jinan di nobeta edaletê ya Roboskiyê de starta 8’ê Adarê da
17:12 Serê sibê binçav kirin, êvarê girtin
16:07 Nûçegihana Jinnewsê Durket Suren hat binçavkirin
15:55 Wêneyên bandora şer a li ser cih û warên sivîlan
15:01 Jinan banga 8'ê Adarê kirin: Em nabin aliyê şer
14:42 ‘Yildirim û Ayhan wekîlen gel in’
14:35 ‘402 jê giran 1154 girtiyên nexweş hene’
14:15 Di doza Kopê ceza dan 14 kesen û 73 kes jî beraet kirin
13:49 Li Amed û Semsûrê binçav kirin
13:44 Walî piştî 4 rojan li HDP’iyan geriya
13:40 Jinên Îzmîrî, di 8’ê Adarê de dê bi xwe ewlekariya xwe bigirin
13:20 Doza Serêkaniyê ya ‘Pêvajoya çareseriyê' bi dawî kir betal bû
13:17 Dê akademîsyenan bi zorê beşdarî danişînan bikin
13:16 Fatmaya Muskêyê: OSO cîranên me girê dan û dora wan mayin kirin
12:41 Dadger 2 sal û 6 meh ceza li Ocalan birî
12:32 Duh li Uruk, Kartaca; îro li Kobanê û Efrinê
12:18 Piştevaniya derûnî didin zarokên Efrînê
12:00 Îfadeya şahid 4 kes dan girtin
11:48 DBP: Em ê di 8’ê Adarê û Newrozê de berxwedanê bilind bikin
10:48 Jinan peyam dan rayedarên OHAL’ê: Em qadan bernadin
10:46 Jinên Botanê dê 8'ê Adarê bi ruhê Binevş, Berivan û Asyayan piroz bikin
10:45 Şanoya Bajêr a Amedê bernameya meha adarê aşkere kir
10:14 Amadekariya qeyûm tayînî Amedsporê bikin
10:07 Walîtiya Amedê gav paş de avêt û destûr da çalakiyên 8’ê Adarê
10:07 Serokê Şeker Îş'ê: Bi arizîkirina fabrîqeyên şekir, derî li fîrmayên DYA vedikin
09:47 Nanê xwe ji keviran derdixin, lê şer karê wan asteng kir
09:32 Partiyên muxalif hişyar kir: Ewlehiya hilbijartinê namîne
09:30 Uca: Dixwazin pêşiya rexneyan bigrin!
09:28 Penaber bi fikar in: Em naçin Efrînê
09:27 Ji ber endamtiya TÛGVA'yê qebûl nakin gef li wan tê xwarin!
09:26 'Li Girtîgeha Sîlîvriyê tu ewlehiya girtiyan tune ye'
09:26 Tenê jin lê dixebitin
09:25 Bû remza ked, şîfa û bereketê
09:24 Jinên endamên Malên Gel: Em ji bo 8'ê Adarê amade ne
09:23 Derhêner Demîr: Cano fîlmê hevrûbûyînê ye
09:23 SP: Tifaqa AKP-MHP'ê bi kêrî Tirkiyeyê neyê
09:00 ROJEVA 1'Ê ADARA 2018'AN
28/02/2018
17:23 Hevserok û rêveberên Malên Gel hatin berdan
16:55 Dîmenên êrîşa li dijî Gundê Yelanqozê derketin