Akin Bîrdal: Cîhan diguhere em hêj di salên 90’î de dijîn

img

AMED – Serokê Giştî yê ÎHD’ê yê Rûmetê Akin Bîrdal diyar kir ku binpêkirinên mafan ên heyî dişibin ên salên 90’î û got: “Em hatine astek ku êdî parêzvanê mafê mirovan nikarin parastina xwe bikin. Divê li dijî êrîş û binpêkirinan têkoşîna hevpar bê avakirin.” 

Serokê Giştî yê Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ê Rûmetê Akin Bîrdal bi salan e têkoşîna mafê mirovan dike. Bîrdal di sala 1998’an de rastî êrîşa çekdarî hat û bi giran birîndar bû û serdemek jî parlamenteriyê kir. Bîrdal têkildarî rojeva heyî pirsên Ajansa Mezopotamyayê bersivand. 
 
‘PÊVAJO JI SALÊN 90’Î BIHÛRIYE’ 
 
Bîrdal anî ziman ku desthilata AKP’ê tehamulî mafê mirovan nake û wiha got: “Di salên 1990’an de windahiya bîra civakê pêk hat. Ji ber pêkanînên vê serdema niha, êdî her kes pirsa ‘Gelo em vedigerin salên 90’î?’ ji hev dipirse. 28 sal di ser salên 90’î re derbas bûn. Cîhan diguhere, lê em hêj di pêvajoya salên 90’î de ne. Li gorî min ev rewşek pir trajîk e. Rejîmek wisa otorîter ava bû, êdî tehamulî bijîşk, hiqûqnas û parêzvanên mafê mirovan û muxalefetê jî nake. Heke ku kujerên salên 90’ê bihatina dîtin û winda bihatana dîtin, dê îro kesayetên wek Tahîr Elçî, Hrant Dîn û her wekî din nehatina kuştin. Dê ev binpêkirin jî pêk nehatibûna. Lê em bîra xwe winda dikin. Ji bo vê yekê jî divê em bibin yek û hevpar.” 
 
‘PIRSGIRÊKA KURD ÊDÎ JI PIRSGIRÊKA KURDBÛNÊ DERKETIYE’ 
 
Bîrdal diyar kir ku li dijî êrîşên li ser muxalefeta demorkatîk divê hemû pêkhateyên demokrasiy3e bibin yek û wiha domand: “Pirsgirêka kurd êdî ji pirsgirêka kurd derketiye. Êdî em li hember binpêkirina mafan muhatab nabînin. Divê hemû hêzên Tirkiyeyê ji bo hewldana aştiyê xwe bikin yek. Pêwîste daxwaza me ya hevbeş edalet, aştî û demokrasî be. Pirsgirêka kurd pirsgirêkek demokrasî û aştiyê ye. Heta pirsgirêka kurd bi awayê demokratîk, adil, aştî û wekhevî neyê çareserkirin dê binpêkirina mafan dewam bike.” 
 
Bîrdal da zanîn ku civak û hêzên navnetewî li dijî binpêkirina mafê mirovan ên li Tirkiyeyê ji bo berjwendiyên xwe bêdeng dimînin û ji bo berjwendiyên xwe mueyîdiyê li ser Tirkiyeyê pêk naynin. 
 
‘PARÊZVANÊ MAFÊ MIROVAN JÎ NIKARIN PARASTINÊ BIKIN’ 
 
Bîrdal derbirî ku nivîskar, hunermend û ronakbîr di têkoşîna aştî û demokrasiyê de hevbeş bibin û divê hemû kesên aştî û demokrasiyê dixwazin ji bo yên jiyanek azad û wekhev daxwaz dikin hevbeş bibin û têkoşînek xûrt bidin. Bîrdal bal kişand ser binpêkirina mafan ên ku derketine asta herî dijwar û got: “Êdî parêzvanê mafê mirovan jî bêparastin man. Parêzvanê maf jî nikarin parastina xwe bikin. Ji mafê parastinê bêpar dihêlin. Gelek hevalên me parêzer di girtîgehê de ne. Dibe ku her tiştî tune bikin, lê dê qet nikaribin hêviya mirovan radest bigirin. Nikarin siberoj û hêviya gelan tune bikin.” 
 
MA / Selman Keleş - Devran Toptaş
 

Sernavên din

03/03/2018
16:18 ÎHD'ê aqûbeta windayan pirsîn
15:41 Xizmên windayan aqûbeta Cuneyt Aydinlar pirsîn
15:24 'Cilên yek tîp navê îşkenceyê ye’
15:18 Ji 675 hefteyan 475 hefte ye windayan ji AKP’ê dipirsin
15:12 KESK: Pêdiviya kedkaran ne şer aştî ye
14:10 Endamên TÎHV’ê çalakiya Kiliç ziyaret kirin
14:09 Sefera aboriyê ya Efrîqayê dê çi encamê bide?
13:52 Li Enqere, Îzmîr û Dîlokê jinan çalakî li dar xist
13:50 Xwendekarên Zanîngeha Efrînê yên di çeperan de: Em ê qezenc bikin
13:00 Cara yekemîn li Tirkiyeyê Mîhrîcana Nivîsa Jinê pek tê
12:47 Bi hinceta ‘Ne guncav e’ destûr nedan şahiya 8’ê Adarê
12:46 ÎRA: Di sibatê de 3 rojnameger girtin û 16 rojnameger binçav kirin
12:20 Banga jinan a 8'ê Adarê: Werin em bibin yek deng
12:18 Li gundê Reşayê Sebrî 4 kes kuştin û 8 kes binçav kirin
12:06 Niha jî qeyûm çav berê Sînemaya Yilmaz Guney daye
11:24 Qedexeya li ser 115 gundan hat rakirin
11:07 Jinên rojnameger dê îsyanê binivîsin
11:06 Şerê Efrînê bandor li tomerîfiroşan jî kir
10:51 Amediyan ji medyayê re got: "Prêze neke rastiyê bêje"
10:23 ‘Em di şer de ne, zêde bi serde neçin’
10:08 Serokê Çîftçî Senê Aysu: Arizîkirina fabrîkayan polîtîkaya teslîmiyetê ye
09:35 Keça Asya Yuksel: Jin divê bi ruhê dayîka min dakevin qadan
09:17 Parêzer Bek: Dozger li hemberî îşkenceyê xwe li nedîtinê datîne
09:17 2 cerdevanên nexwestin biçin Efrînê çek danîn
09:16 Tûncel: Çi dikin bila bikin, em ê bi ser kevin
09:15 Li hemberî şideta mêr serî netewand: Helbet riyeke liberxwedayînê heye
09:12 ‘Li girtîgehan polîsên taybet û yên TEM'ê dixebitin'
09:12 Wê ji Şengalê heta Lubnanê jin ber bi Efrînê ve biherikin
09:00 ROJEVA 3'YÊ ADARA 2018'AN
02/03/2018
20:39 Rojnamevan Ziya Ataman nehat berdan
15:56 Partiyên siyasî ji bo Efrînê bang li Konseya Ewlekarî ya Navneteweyî kir
15:45 Raportorê Îşkenceyê yê NY: Li Tirkiyeyê îşkence bûye parçeyek pergalê
15:35 Jinên Çorluyî: Ligel qedexeyan jî em ê dakevin qadan
15:23 Leşkeran li Qereyaziyê xaniyek şewitandin û 3 kes binçav kirin
15:22 Baroya Amedê: Em bi ekîbekî pispor cînayeta Elçî lêkolîn dikin
14:35 Mezopotamya Sahne bernameya xwe ya Adarê eşkere kir
14:31 Jinan li gelek bajaran ji jinên girtî re kart şandin
14:07 Hevşaredara Nisêbînê Sara Kaya nehat berdan
13:37 Sariyildiz: Êrîşên li ser Efrînê berdewamiya Cizîrê ye
13:32 Leşkeran bi ser gund de girt û malek şewitandin
12:46 Malbat ji bo biçin Îmraliyê serlêdana 65’an kirin
12:46 Komîsyona OHAL’ê tenê 100 serlêdanê qebûl kir
12:38 Çend leşkeran li Efrînê jiyana xwe ji dest dan?
11:53 Serlêdana parêzeran cara 735'emîn hat redkirin
11:29 Zanayê dîmenên êrîşa merasima Hatun Tugluk analîz bike tune!
11:28 Berdewama Angela Davîs: Îro li Efrînê hemû jin Davîs in
11:07 Çîroka sirgûn, tundî, kedxwarî û berxwedanê
10:50 Nivîsa ‘Li ser minafiq û xûtbeya cîhadê’ bifikar hat dîtin
10:15 Akin Bîrdal: Cîhan diguhere em hêj di salên 90’î de dijîn
09:49 Waliyê Amedê li 115 gundan derketina derve qedexe kir
09:37 Li Şirnexê goreke komî derket holê
09:37 Polîsan bi ser mala Rojnameger Zozan Yaşar de girt
09:16 Gotina 'aborî baş dibe' fêdeyê li berîka wan neke
09:15 Bi çar çavan li benda çûyîna zozanan ne
09:14 Ji bo girtîgehan kampanyaya pirtûkan
09:13 ‘Dema navê Hatayê tê gotin şer tê bîra mirov'
09:12 Çakmak: Divê cenazeyên ji Xerzanê derxistin radestî malbatan bikin
09:11 Dadgehê di doza Zeydan de tiştekî ecêbmayî kir
09:11 Zarokên li Nisêbînê hatin girtin xistin cem bersûcên îstismarê
09:10 Serokê Baskên Ciwanan ê AKP'ê yê berê bû mudurê nivîsgehê yê qeyûm
09:00 ROJEVA 02'YÊ ADARA 2018'AN
01/03/2018
17:38 Jinan di nobeta edaletê ya Roboskiyê de starta 8’ê Adarê da
17:12 Serê sibê binçav kirin, êvarê girtin
16:07 Nûçegihana Jinnewsê Durket Suren hat binçavkirin
15:55 Wêneyên bandora şer a li ser cih û warên sivîlan
15:01 Jinan banga 8'ê Adarê kirin: Em nabin aliyê şer
14:42 ‘Yildirim û Ayhan wekîlen gel in’
14:35 ‘402 jê giran 1154 girtiyên nexweş hene’
14:15 Di doza Kopê ceza dan 14 kesen û 73 kes jî beraet kirin
13:49 Li Amed û Semsûrê binçav kirin
13:44 Walî piştî 4 rojan li HDP’iyan geriya
13:40 Jinên Îzmîrî, di 8’ê Adarê de dê bi xwe ewlekariya xwe bigirin
13:20 Doza Serêkaniyê ya ‘Pêvajoya çareseriyê' bi dawî kir betal bû
13:17 Dê akademîsyenan bi zorê beşdarî danişînan bikin
13:16 Fatmaya Muskêyê: OSO cîranên me girê dan û dora wan mayin kirin
12:41 Dadger 2 sal û 6 meh ceza li Ocalan birî
12:32 Duh li Uruk, Kartaca; îro li Kobanê û Efrinê
12:18 Piştevaniya derûnî didin zarokên Efrînê
12:00 Îfadeya şahid 4 kes dan girtin
11:48 DBP: Em ê di 8’ê Adarê û Newrozê de berxwedanê bilind bikin
10:48 Jinan peyam dan rayedarên OHAL’ê: Em qadan bernadin
10:46 Jinên Botanê dê 8'ê Adarê bi ruhê Binevş, Berivan û Asyayan piroz bikin
10:45 Şanoya Bajêr a Amedê bernameya meha adarê aşkere kir
10:14 Amadekariya qeyûm tayînî Amedsporê bikin
10:07 Walîtiya Amedê gav paş de avêt û destûr da çalakiyên 8’ê Adarê
10:07 Serokê Şeker Îş'ê: Bi arizîkirina fabrîqeyên şekir, derî li fîrmayên DYA vedikin
09:47 Nanê xwe ji keviran derdixin, lê şer karê wan asteng kir
09:32 Partiyên muxalif hişyar kir: Ewlehiya hilbijartinê namîne
09:30 Uca: Dixwazin pêşiya rexneyan bigrin!
09:28 Penaber bi fikar in: Em naçin Efrînê
09:27 Ji ber endamtiya TÛGVA'yê qebûl nakin gef li wan tê xwarin!
09:26 'Li Girtîgeha Sîlîvriyê tu ewlehiya girtiyan tune ye'
09:26 Tenê jin lê dixebitin
09:25 Bû remza ked, şîfa û bereketê
09:24 Jinên endamên Malên Gel: Em ji bo 8'ê Adarê amade ne
09:23 Derhêner Demîr: Cano fîlmê hevrûbûyînê ye
09:23 SP: Tifaqa AKP-MHP'ê bi kêrî Tirkiyeyê neyê
09:00 ROJEVA 1'Ê ADARA 2018'AN
28/02/2018
17:23 Hevserok û rêveberên Malên Gel hatin berdan
16:55 Dîmenên êrîşa li dijî Gundê Yelanqozê derketin