Bû remza ked, şîfa û bereketê

  • jin
  • 09:25 1 Adar 2018
  • |
img

WAN - Belkisa Aşan a ku 30 salên wê yên dawî di nav têkoşînê de derbas bûne, wekî remza kedê, şîfayê û bereketê tê bibîranîn. Aşan, ji bo 8'ê Adarê bang li hemû jinan kir, got: "Divê em bên gel hev û nîşan bidin ku em çi qasî hêzdar in." 

Bi îlankirina Rewşa Awarte re, li Tirkiyeyê şidet û çewisandinên li hemberî jinan zêde bûn. Yek ji van jinên ku tu carî li hemberî şidet û çewisandinan ji têkoşînê tawîz neda jî Belkis Aşan a 68 salî ye. Aşan li navçeya Elbakê ya Wanê dijî. Tevî hemû êş û azaran jî Aşanê hewl daye li ser piyên xwe bisekine. Kesên wê nas kirine û bûne şahidên jiyana wê jê re dibêjin "Dayika Belkisê" û wê wekî remza ked, şîfa û bereketê bi bîr tînin.
 
30 salên jiyana Aşanê di navbera Elbak û Îranê de derbas bûye û niha li Gevera Colemêrgê tevî zarok û neviyên xwe dijî. Aşan ji bo jiyana xwe wiha dibêje: "Xwezî kamereyek hebûna û 30 salên dawî gav bi gav bihatanan kişandin." Du keçên Aşanê û hevjînê wê di temenên ciwan de dimirin. Aşan diyar dike ku tevî evqas mirinan jî wê hewl daye li ser piya bisekine û hêzdar be û zarokên wê yên mayî jî hêz jê girtine. 
 
‘DI QEZAYEKE TRAFÎKÊ DE 2 KEÇÊN MIN Û HEVJÎNÊ MIN MIR' 
 
Dayika 11 zarokan Aşan, ji bo jiyana xwe zor û zehmet wiha dibêje: "Ji ber hevjînê min nexweş bû bikaribû bixebite. Fikirîm ez ê karibim çi bikim. Ewilî min li çiyayan dest bi berhevkirina pincarê kir û debara xwe dikir. Min gihayên berhev dikirin difirotin pê şekir, rûn, arvan dikirî. Her wiha mala bavê min dewlemend bûn, lê rojekê jî min destê xwe li ber wan venekir û alîkarî ji wan nexwest. Kes bi halê kesî nizane. Carinan li mala me nanê tisî jî nedima. Rojekê tenê 5 lîreyê min hebû, min pê arvan kirî. Min nan çêkir û me tenê ew nan xwar. Bi wî nanê tisî çûm çiyayan min giya berhev kirin û debara xwe kir. Di sala 2003'yan de 2 keçên min û hevjînê min qeza kirin. Keçek min 20 salî ya din 19 salî bû. Ji bo bijîşk çûn Enqereyê, lê li ser riya Xoşabê qeza kirin û hersê jî di wê qezayê de mirin. Min hersê qîmetdarên xwe di rojekê de winda kirin. Ev êşeke zaf mezin e." 
 
KINCÊN GELÊRÎ JI ÎRANÊ ANIYE Û DEBARA XWE KIRIYE 
 
Aşan, diyar kir ku ew li ser van êş û kulên xwe negiriyaye û hewl daye moralê zarokên xwe û derdora xwe xweş bike. Aşan diyar kir ku piştî qezayê bi hefteyekê wê 9 zarokên xwe li dor xwe kom kirine û ji bo kar û barekî bikin axivîne. Aşan destnîşan kir ku kurekî wê tev li PKK'ê bûye û yên dinê jî bi kincên gelêrî yên ji Îranê aniye xwedî kiriye. 
 
Aşan ku pirsî "Çima jinek bi awayekî azad tev nagere, di karekî de naxebite?" wiha got: "Ger bi ya mêrên li Elbakê be, divê jin neçin cihekî jî. Tiştên ku dayikek bikin tu mêr nikare bike. Te dît gotinek heye, dibêjin dayikek di nav ariyê de jî dikare li zarokên xwe binere, lê bavek di nav zêran de jî bijî nikare zarokên xwe xweyî bike. Ji ber vê divê mirov li keda jinê binere. Divê neheqî lê neyê kirin. Di 30 salên dawî de tu kar nema ku min nekir. Belkî hûn bawer nekin, lê li Elbakê tu çiya, tu zozan nema ez neçûmê. Min xwest nîşan bidim ne ez, ne jî zarokên min em ê ji birçîna nemirin. Ji ber xebatê dest û piyên min cedew girtin. Ev ne girîng e. Lê dema bi şev min serê xwe datanî ser balgiyê rihet bûm. Piştî demekê min bi giyayên kom kirin derman çê kirin. Min qurîşek jî ji kesî nedistend. Jin, extiyar dihatin cem min. Kesên pişta wan biêşiyanan, fitqoyî bûnan an jî derek wan bişikiyana, min derman ji wan re çê dikirin. Cîranên me an jî jinên ku ji bo dermanan dihatin min wan li dor xwe kom dikirin û hînî wan jî dikir." 
 
4 SALAN HEVSEROKATÎ KIR 
 
Aşan serdemekê tev li xebatên HDP'ê yên navçeyê bûye û 4 salan jî hevserokatî kiriye. Aşan, bi lêv kir ku kesên di nav partiyê de hemûyan rêz nîşanî wê dida. Aşan, diyar kir ku xebatên siyasî ew guherandiye û got: "4 sal berê keçek min û hevjînê xwe li hev nekirin, dev ji hev berdan. Tevî kurê xwe li cem min dijî. Tim jê re dibêjim, 'Tu zaroka min î, dev ji te bernadim. Jiyana min esas bigire, wêrek be.'" 
 
BANGA 8'ê ADARÊ 
 
Aşan destnîşan kir ku dema jin bixwaze dikare ji derheqê her cure zehmetiyê derkeve û ji bo 8'ê Adarê jî got: "8'ê Adarê rojeke girîng e. Divê jin bi reng û dengê xwe tev li pîrozbahiyan bibin. Jin dikarin li hemberî evqas mirinan, şidetê bi wêrekî bên cem hev. Divê em bên gel hev û nîşan bidin ka çi qasî hêzdar in." 
 
MA / Nimet Olmez 

Sernavên din

03/03/2018
16:18 ÎHD'ê aqûbeta windayan pirsîn
15:41 Xizmên windayan aqûbeta Cuneyt Aydinlar pirsîn
15:24 'Cilên yek tîp navê îşkenceyê ye’
15:18 Ji 675 hefteyan 475 hefte ye windayan ji AKP’ê dipirsin
15:12 KESK: Pêdiviya kedkaran ne şer aştî ye
14:10 Endamên TÎHV’ê çalakiya Kiliç ziyaret kirin
14:09 Sefera aboriyê ya Efrîqayê dê çi encamê bide?
13:52 Li Enqere, Îzmîr û Dîlokê jinan çalakî li dar xist
13:50 Xwendekarên Zanîngeha Efrînê yên di çeperan de: Em ê qezenc bikin
13:00 Cara yekemîn li Tirkiyeyê Mîhrîcana Nivîsa Jinê pek tê
12:47 Bi hinceta ‘Ne guncav e’ destûr nedan şahiya 8’ê Adarê
12:46 ÎRA: Di sibatê de 3 rojnameger girtin û 16 rojnameger binçav kirin
12:20 Banga jinan a 8'ê Adarê: Werin em bibin yek deng
12:18 Li gundê Reşayê Sebrî 4 kes kuştin û 8 kes binçav kirin
12:06 Niha jî qeyûm çav berê Sînemaya Yilmaz Guney daye
11:24 Qedexeya li ser 115 gundan hat rakirin
11:07 Jinên rojnameger dê îsyanê binivîsin
11:06 Şerê Efrînê bandor li tomerîfiroşan jî kir
10:51 Amediyan ji medyayê re got: "Prêze neke rastiyê bêje"
10:23 ‘Em di şer de ne, zêde bi serde neçin’
10:08 Serokê Çîftçî Senê Aysu: Arizîkirina fabrîkayan polîtîkaya teslîmiyetê ye
09:35 Keça Asya Yuksel: Jin divê bi ruhê dayîka min dakevin qadan
09:17 Parêzer Bek: Dozger li hemberî îşkenceyê xwe li nedîtinê datîne
09:17 2 cerdevanên nexwestin biçin Efrînê çek danîn
09:16 Tûncel: Çi dikin bila bikin, em ê bi ser kevin
09:15 Li hemberî şideta mêr serî netewand: Helbet riyeke liberxwedayînê heye
09:12 ‘Li girtîgehan polîsên taybet û yên TEM'ê dixebitin'
09:12 Wê ji Şengalê heta Lubnanê jin ber bi Efrînê ve biherikin
09:00 ROJEVA 3'YÊ ADARA 2018'AN
02/03/2018
20:39 Rojnamevan Ziya Ataman nehat berdan
15:56 Partiyên siyasî ji bo Efrînê bang li Konseya Ewlekarî ya Navneteweyî kir
15:45 Raportorê Îşkenceyê yê NY: Li Tirkiyeyê îşkence bûye parçeyek pergalê
15:35 Jinên Çorluyî: Ligel qedexeyan jî em ê dakevin qadan
15:23 Leşkeran li Qereyaziyê xaniyek şewitandin û 3 kes binçav kirin
15:22 Baroya Amedê: Em bi ekîbekî pispor cînayeta Elçî lêkolîn dikin
14:35 Mezopotamya Sahne bernameya xwe ya Adarê eşkere kir
14:31 Jinan li gelek bajaran ji jinên girtî re kart şandin
14:07 Hevşaredara Nisêbînê Sara Kaya nehat berdan
13:37 Sariyildiz: Êrîşên li ser Efrînê berdewamiya Cizîrê ye
13:32 Leşkeran bi ser gund de girt û malek şewitandin
12:46 Malbat ji bo biçin Îmraliyê serlêdana 65’an kirin
12:46 Komîsyona OHAL’ê tenê 100 serlêdanê qebûl kir
12:38 Çend leşkeran li Efrînê jiyana xwe ji dest dan?
11:53 Serlêdana parêzeran cara 735'emîn hat redkirin
11:29 Zanayê dîmenên êrîşa merasima Hatun Tugluk analîz bike tune!
11:28 Berdewama Angela Davîs: Îro li Efrînê hemû jin Davîs in
11:07 Çîroka sirgûn, tundî, kedxwarî û berxwedanê
10:50 Nivîsa ‘Li ser minafiq û xûtbeya cîhadê’ bifikar hat dîtin
10:15 Akin Bîrdal: Cîhan diguhere em hêj di salên 90’î de dijîn
09:49 Waliyê Amedê li 115 gundan derketina derve qedexe kir
09:37 Li Şirnexê goreke komî derket holê
09:37 Polîsan bi ser mala Rojnameger Zozan Yaşar de girt
09:16 Gotina 'aborî baş dibe' fêdeyê li berîka wan neke
09:15 Bi çar çavan li benda çûyîna zozanan ne
09:14 Ji bo girtîgehan kampanyaya pirtûkan
09:13 ‘Dema navê Hatayê tê gotin şer tê bîra mirov'
09:12 Çakmak: Divê cenazeyên ji Xerzanê derxistin radestî malbatan bikin
09:11 Dadgehê di doza Zeydan de tiştekî ecêbmayî kir
09:11 Zarokên li Nisêbînê hatin girtin xistin cem bersûcên îstismarê
09:10 Serokê Baskên Ciwanan ê AKP'ê yê berê bû mudurê nivîsgehê yê qeyûm
09:00 ROJEVA 02'YÊ ADARA 2018'AN
01/03/2018
17:38 Jinan di nobeta edaletê ya Roboskiyê de starta 8’ê Adarê da
17:12 Serê sibê binçav kirin, êvarê girtin
16:07 Nûçegihana Jinnewsê Durket Suren hat binçavkirin
15:55 Wêneyên bandora şer a li ser cih û warên sivîlan
15:01 Jinan banga 8'ê Adarê kirin: Em nabin aliyê şer
14:42 ‘Yildirim û Ayhan wekîlen gel in’
14:35 ‘402 jê giran 1154 girtiyên nexweş hene’
14:15 Di doza Kopê ceza dan 14 kesen û 73 kes jî beraet kirin
13:49 Li Amed û Semsûrê binçav kirin
13:44 Walî piştî 4 rojan li HDP’iyan geriya
13:40 Jinên Îzmîrî, di 8’ê Adarê de dê bi xwe ewlekariya xwe bigirin
13:20 Doza Serêkaniyê ya ‘Pêvajoya çareseriyê' bi dawî kir betal bû
13:17 Dê akademîsyenan bi zorê beşdarî danişînan bikin
13:16 Fatmaya Muskêyê: OSO cîranên me girê dan û dora wan mayin kirin
12:41 Dadger 2 sal û 6 meh ceza li Ocalan birî
12:32 Duh li Uruk, Kartaca; îro li Kobanê û Efrinê
12:18 Piştevaniya derûnî didin zarokên Efrînê
12:00 Îfadeya şahid 4 kes dan girtin
11:48 DBP: Em ê di 8’ê Adarê û Newrozê de berxwedanê bilind bikin
10:48 Jinan peyam dan rayedarên OHAL’ê: Em qadan bernadin
10:46 Jinên Botanê dê 8'ê Adarê bi ruhê Binevş, Berivan û Asyayan piroz bikin
10:45 Şanoya Bajêr a Amedê bernameya meha adarê aşkere kir
10:14 Amadekariya qeyûm tayînî Amedsporê bikin
10:07 Walîtiya Amedê gav paş de avêt û destûr da çalakiyên 8’ê Adarê
10:07 Serokê Şeker Îş'ê: Bi arizîkirina fabrîqeyên şekir, derî li fîrmayên DYA vedikin
09:47 Nanê xwe ji keviran derdixin, lê şer karê wan asteng kir
09:32 Partiyên muxalif hişyar kir: Ewlehiya hilbijartinê namîne
09:30 Uca: Dixwazin pêşiya rexneyan bigrin!
09:28 Penaber bi fikar in: Em naçin Efrînê
09:27 Ji ber endamtiya TÛGVA'yê qebûl nakin gef li wan tê xwarin!
09:26 'Li Girtîgeha Sîlîvriyê tu ewlehiya girtiyan tune ye'
09:26 Tenê jin lê dixebitin
09:25 Bû remza ked, şîfa û bereketê
09:24 Jinên endamên Malên Gel: Em ji bo 8'ê Adarê amade ne
09:23 Derhêner Demîr: Cano fîlmê hevrûbûyînê ye
09:23 SP: Tifaqa AKP-MHP'ê bi kêrî Tirkiyeyê neyê
09:00 ROJEVA 1'Ê ADARA 2018'AN
28/02/2018
17:23 Hevserok û rêveberên Malên Gel hatin berdan
16:55 Dîmenên êrîşa li dijî Gundê Yelanqozê derketin