Ji bo girtiyên siyasî nameyeke vekirî ji Meclisê re şandin

img
STENBOL - Şaxa ÎHD’ê ya Stenbolê di çarçoveya “Roja Piştevaniya bi Girtiyên Siyasî re” de ji Wezareta Edaletê, Komîsyona Mafên Mirovan a Meclisê û Midûriyeta Giştî ya Ceza û Girtîgehan re nameyeke vekirî şand û bang li rayedaran kir. 
 
Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê di çarçoveya Roja Piştevaniya bi Girtiyên Siyasî re de dê ji Wezareta Edaletê, Komîsyona Mafên Mirovan a Meclisê û Midûriyeta Giştî ya Ceza û Girtîgehan re nameyeke vekirî bişînin. Di nameyê de qala binpêkirinên li girtîgehan tê kirin. Komîsyonê, nameya xwe li avahiya komeleyê bi daxuyaniyekê ragihand. Di daxuyaniyê de pankarta “18’ê Adarê Roja Piştevaniya bi Girtiyên Siyasî re: Ji Wezareta Edaletê, Komîsyona Mafên Mirovan a Meclisê û Midûriyeta Giştî ya Ceza û Girtîgehan re nameyeke vekirî” hatibû daliqandin. 
 
 
‘JI SEDÎ 15-20’Ê GIRTIYAN SIYASÎ NE’
 
Name, ji hêla Seroka Şaxa ÎHD’a Stenbolê Gulseren Yolerî ve hate xwendin. Yolerî, da zanîn ku li gel pirsgirêkên giştî yên li girtîgehan, her wiha li hemberî girtiyên siyasî sepanên taybet hene. Bi domdarî Yolerî ev tişt anî ziman: “Me jî xwest van binpêkirinan bi nameyekê bînin ziman. Me xwest ku saziyên pêwendîdar di vê mijarê de berpirsyariya xwe bi cih bînin. Di darazê de girtin, divê rewşeke îstîsna be lê ev yek di mijara girtiyên siyasî de êdî bûye qaîdeyek. Ji 300 hezar girtiyan ji sedî 15-20’a jê girtiyên siyasî ne. Ji ber şert û mercên girtîgehan û sepanên rêveberiyên girtîgehan, hejmara girtiyên nexweş ên jiyana xwe ji dest didin zêde dibin û bûyerên xwekuştinê bêhtir bûne.” 
 
HIQÛQA DIJMINATIYÊ 
 
Yolerî, bal kişand ser rapora 2021’an a Girtîgehên Herêma Marmarayê û diyar kir ku 6 hezar û 222 binpêkirin hatine tespîtkirin û ev jî nîşan dide bê ka li girtîgehan rewşeke çawa heye. Yolerî, destnîşan kir ku ji mafê tenduristiyê heta mafên ragihandin, hevdîtin û gelek mijarên din; gelek mafên girtiyan tên binpêkirin û bi taybet jî li dijî girtiyên siyasî, hiqûqa dijminatiyê di meriyetê de ye. Bi domdarî Yolerî got ku rayedar dikarin van pirsgirêkan di çarçoveya rêgezên Qanûna Bingehîn, Peymana Mafên Mirovan û hiqûqa navneteweyî de çareser bikin. 
 
SEPANÊN TAYBET ÊN LI GORÎ ŞEXSAN
 
Di berdewamê de Yolerî bal kişand ser rewşa li Îmraliyê û wiha domand: “Li dijî girtiyên siyasî rejîma tecrîda giran tê sepandin. Ev girtî li gorî girtiyên din bêhtir di girtîgehê de dimînin. Tevî biryarên DMME’yê jî, li dijî girtiyên siyasî yên bi muebbeta giran tên darizandin, sepaneke mîna cezayê îdamê de meriyetê de heye. Divê dev ji vê sepana li dijî maf û hiqûqa gerdûnî berdin. Weke li Girtîgeha Îmraliyê tê dîtin, sepanên li gorî şexsan hatine çêkirin di meriyetê de ne. Bi sererastkirinên nû re ev helwest tê xurtkirin.” 
 
NEWEKHEVÎ KÛRTIR BÛ
 
Yolerî, daxuyand ku bi Qanûna Jimar 7242 a di 14’ê nîsana 2020’an de hatiye derxistin û bi rêziknameya nirxandina hikman û navendên çavdêrî û dabeşkirinê de ku di 29’ê kanûna 2020’an de hatibû derxistin re newekheviya di navbera girtiyan de zêdetir bûye. Yolerî, wiha dawî li axaftina xwe anî: “Bi wesîleya vê rojê em careke din bang li hemû rayedar û saziyên pêwendîdar dikin ku pirsgirêkên me li jor vegotine, li gorî rêgezên hiqûqa navneteweyî û mafên gerdûnî çareser bikin.” 
 
Piştî daxuyaniyê jî dê nameya vekirî li ser PTT’ê ji Wezareta Edaletê, Komîsyona Mafên Mirovan a Meclisê û Midûriyeta Giştî ya Ceza û Girtîgehan re bê şandin. 
 

Sernavên din

20/03/2022
19:36 Li gelek bajarên Ewropayê Newroz hat pîrozkirin
18:54 Polîsan êriş bir ser endamên Weqfa Fûrkanê
18:42 Ji ber Newroza Amedê sibê dê hin rê bên girtin
18:12 Girtî Sînan Kaya bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
18:04 Li Silopiyayê piştî pîrozbahiyê meşeke girseyî
17:51 Li quntarên Toros û Amanosan Newroz: Bila qesr baş li van qadan binêre
17:40 Newroza Enqereyê: Em bi milyonan kes in û serî natewînin
17:22 Qurbaniyên Newroza 92’yan a Nisêbinê hatin bibîranîn
17:20 Li bajarên Egeyê bi hezaran kes agirê Newrozê vêxist
17:19 Ji Newroza Semsûr û Mereşê peyama berxwedanê
17:13 Newroza Stenbolê bi meşa bi sed hezaran bi dawî bû
17:02 Kemal Kûrkût li ser gora xwe hat bibîranîn
17:00 Li navçeyên Amedê govenda Newrozê hat gerandin
16:48 Li Êlihê girse piştî pîrozbahiyê berê xwe da kolanan
16:44 Li quntarê Çiyayê Cudî Newroza biheybet
16:42 Newroza Serhedê: Gelê kurd serî natewîne
16:41 Sedema binçavkirina rojnamegeran: Îxbara bênav
16:21 Pîrozbahiyên Newrozê yên li Mêrdîn, Meletî û Çewlikê: Kesên kurdan înkar dikin wê têk biçin
16:18 Di Newroza Eskîşehîrê de têkoşîna hevpar derket pêş
16:15 Li Amedê girtina jinan hat protestokirin
15:57 Ji xelkê Dîlokê peyama Newrozê: Em ê Ocalan azad bikin
15:56 Leyla Guven ji Newroza Colemêrgê re peyam şand: Gelê kurd ne bêçare ye
15:56 Li Yenîkapiyê xîtabî sed hezaran kirin: Ev Newroz dê bibe Newroza azadiya Ocalan
15:30 Li Keleha Wanê bi sed hezaran kesî bang kir: Çareserî bi rakirina tecrîdê pêkan e
15:20 Li Êlihê cih li qada Newrozê nema: Dengê Ocalan olan da
15:20 Li Wanê bi deh hezaran kes meşiyan navenda bajar
15:14 Ji Rihayê peyama Newrozê: Ji Ocalan re azadî
15:14 Chomsky ji bo Newrozê peyam şand: Gelê kurd tevî zextan jî bi ser ket
14:55 DFG’ê ji bo 2 rojnamevanên hatin binçavkirin banga lezgîn kir
14:55 Xelkê Edeneyê li qada Newrozê azadiyê diqîre
14:47 Li bajarên Herêma Marmarayê agirê Newrozê geş bû
14:41 Agirê Newrozê yê Stenbolê Dayikên Aştiyê vêxist
14:26 Li Enqereyê Newroza 50 saliyê tê pîrozkirin
14:20 Li Îzmîrê malbata Denîz Poyraz agirê Newrozê pêxist
13:48 Li Îzmîrê çoşa Newrozê ya 10 hezaran
13:41 Silopiyayê di Newrozê de peyama xwe da: Bê Serok jiyan nabe
13:40 Li Xarpêtê walîtiyê Newroz qedexe kir!
13:25 Bi sedhezaran kesî li Wanê agirê Newrozê hil kir: Dem dema azadiya Ocalan e
13:24 Xelkê Çewligê tevî sir û seqemê jî Newrozê pîroz dike
12:54 Gel bi agirê Newrozê govenda azadiyê digerînin
12:53 Bi berzkirina dirûşmên Ocalan herikîn Newrozê
12:42 Gel diherikin qada Newrozê ya Yenîkapiyê: Ji Ocalan re azadî
12:23 Li quntara Çiyayê Sumbul coşa Newrozê
12:19 Li Wanê Newrozê dest pê kir
11:40 Xelkê Wanê ber bi agirê Newrozê ve diherike
11:27 Li Stenbolê bi deh hezaran kes diherikin qada Newrozê
11:23 Li çar aliyan agirê Newrozê tê hilkirin
11:11 Girtiyan Newroz pîroz kir
10:09 Jinek li Antalyayê hate qetilkirin
09:44 Hejmara jinên hatine girtin derket 11’an
09:44 Dê 189 rojnamevan Newroza Amedê bişopînin
09:05 'Ez ê piştî 30 salan cara ewil li derve Newrozê pîroz bikim'
09:03 ZMO: Deynê cotkaran 230 milyar TL ye
09:01 Dayika Kûrkût: Gava agirê Newrozê hat vêxistin bila Kemal neyê jibîrkirin
09:00 ROJEVA 20'Ê ADARA 2022'YAN
08:42 Li gundê cerdevanan mala welatiyê êzdî hat şewitandin
08:14 Li Amedê 2 rojnamevan hatin binçavkirin
19/03/2022
21:40 Serlêdana ji bo Newroza Amedê hat qebûlkirin
20:31 Li Peyasê govenda Newrozê
17:37 Li Aydinê coşa Newrozê: Em ji bo azadiya gelan agirê Newrozê geştir bikin
17:17 OHD’a Stenbolê rêveberiya xwe ya nû bijart
17:07 Li Wanê amadekariyên Newrozê bi dawî bûn
17:01 Nûnerên sendîkayan li Wanê çûn serdana Nobeta Edaletê
16:46 Bi lastîkan agirê Newrozê vêxistin
16:43 Li Mêrdînê qezayê trafîqê: 3 kesan jiyana xwe ji dest da
16:38 Li Gebzeyê bi hezaran kes li dora agirê Newrozê civiya
16:37 Li ser sînorê Başûr agirê Newrozê hat hilkirin: Divê Ocalan azad bibe
16:28 Hunermendê kurd Çiya Şenses hat berdan
16:27 Li warê Mazlum Dogan agirê Newrozê geş bû
16:27 Ji Newroza Dêrsimê peyama berxwedanê
16:12 Hat xwestin ku girtiya nexweş Karaguzel were berdan
16:10 Ahmet Turk: Dem dema avakirina yekitiya neteweyî ye
16:05 Li Qoserê piştî pîrozbahiyê meş
16:05 Dozger xwest ku jinên binçavkirî bên girtin
15:48 Botanê xwe bi ruhê Newrozê pêçand: Rêya çareseriyê li Îmraliyê ye
15:46 Xizmên windakiriyan faîlên Hasan Ocak pirsîn
15:32 Ji Newroza Bismilê silav ji bo Ocalan şandin
15:25 Di Newroza Mersînê de daxwaza azadiya Ocalan hat kirin
15:13 Jiyana girtiya nexweş di xetereyê de ye
14:51 Newroza Pirsûsê diyarî Emîne Şenyaşar hat kirin
14:43 Dayikên Şemiyê ji bo Hasan Ocak bang li rayedaran kirin
14:41 Xelk ji 7 salî heta 70’ê salî li qadê bû: Şirnexê gavek jî paşve neavêt
14:40 Otelên Amedê bi mêvanên Newrozê tije bûne
14:19 Li Îdirê agirê Newrozê hat hilkirin: Kurd çok natewînin
13:33 Xizmên windakiriyan kesên di Newrozê de hatine qetilkirin bi bîr anîn
13:31 Li Dêrsimê tevî barîna berfê jî Newroz tê pîrozkirin
13:06 Xelkê Panosê guh neda berf û sermayê û agirê Newrozê vêxist
12:19 Lîsa Çalan hêjayî 'Xelata Ruhê Sînemayê ya Salê' hat dîtin
12:19 Li şûna bijîşkan gardiyan li girtiyê bi covîdê ketî nihêrt!
12:06 Li 7 navendan pîrozbahiya Newrozê dest pê kir
12:05 Newroza Îdirê bi rengê jinan dest pê kir
11:05 Li Stenbolê jinek hat qetilkirin
11:04 Gelê Amedê ji bo Newrozê amade ye
10:51 John Kusack jî piştgirî da kampanya azadiya Nûdem Dûrak
10:41 Ocalan: Newroz meşa azadî û serkeftinê ya kurdan e
10:40 Gardiyanan ji jinan re got: Em rehetiyê nadin we
10:34 Turkdogan: Li gorî hiqûqê divê Ozkan were berdan
10:32 Derbarê Emîne Şenyaşar de doza 'heqaretê' hat vekirin
10:07 Li Silopiyayê 4 kes hatin binçavkirin
09:20 Bi wêneyan 20 Newrozên Amedê