'Can di 12'ê Îlonê de bêdeng nebû, niha jî bêdeng nabe'

  • rojane
  • 09:06 27 Sibat 2018
  • |
img

STENBOL – Hevalên tekoşînê yên Berdevkê Hewldana 78'an Celalettîn Can, girtina wî şermezar kirin û bertekên xwe anîn ziman. Hevalê Can Yunus Bîrcan, girtina Can rexne kir û wiha got: "Can, çawa di 12'ê Îlonê de bêdeng nebû, niha jî bêdeng nabe û dê bêdeng nebe." 

Di operasyona li dijî endam û rêveberên Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) operasyon pêk hat. Di operasyonê de nêzî 30 kesan hatibûn binçavkirin û jê 18 kes hatibûn girtin. Di nava kesên hatin girtin de Berdevkê Hewldana 78’an Celalettîn Can jî hebû. Can bi îdiaya "Endamtiya rêxistinê" hat girtin. Hevalên Can, bertek nîşanî girtina Can dan û xwest bê berdan. 
 
CAN FÎRAR KIR
 
Celaletîn Can ku di sala 1954’an de li Dersimê ji dayik bû, demekê di nava DEV-GENÇ'ê de cih girt û serokatiya wê kir. Piştî DEV-GENÇ bû du perçe, di nava Devrîmcî Solê de cih girt. Ji bo li bajarê kurdan rêxistinkirinê bike, di sala 1977'an de ji Stenbolê derbasî bajarê kurdan bû. Di Sibata 1981'an de li Meletiyê hat girtin. Can, di 12'ê Hezîrana 1981'an de şandin Girtîgeha Xerpêtê. Piştî di 5'ê Çileya 1983'an de fîrar kir dîsa li Stenbolê hat girtin. 
 
DI GIRTÎGEHÊ DE 
 
Can ku li girtîgehên Selimiye, Sultanahmet û Sagmalcilar Can girtî ma, di sala 1987'an de şandin Girtîgeha Leşkerî ya Amedê. Can ku di serdema darbeya 12'ê Îlonê de li dijî cilên yek tîp li ber xwe da, cilên yek tîp qebûl nekir. Can, ani ziman ku piştî berxwedanê gelek bedel dan, lê dîsa cilên yek tîp li xwe nekirin û ev pergal ji holê rakirin. 
 
DI LÎSTEYA MIROVÊN AQIL MEND DE CIH GIRT
 
Can, piştî fîrar kir di sala 1983’an de dîsa hat girtin. Can piştî 17 salan girtî ma, di 22'ê Îlona 1999'an de hat berdan. Can, piştî hat berdan li gel komek hevalên xwe Hewldana 78'an ava kir. Can di 1'ê Nîsana 2013’an de piştî pêvajoya çareseriyê ji aliyê AKP'ê ve ji bo pêvajoya çareseriyê di lîsteya Mirovên Aqîl ku ji 63 kesan pêk tê de cih girt. 
 
QET BÊDENG NEBÛ 
 
Hevalê Celalettin Can ê 14  salan û berdevkê Hewldana 78'an ê Stenbolê Yunus Bircan, girtina Can şermezar kirin û qala têkoşîna wî kirin. Bircan, anî ziman ku dema hewldana 78'an ava kirin, xwestin darbekar bên darizandin û wiha got: "Me xwest civak bi hiqûqa darbeyê re bê rûqalî hev û hesap ji darbekaran bipirsin. Can pêşengê vê hewldanê bû. Dixwez hemû pêvajoyê rojane bike û derxe pêşberî civakê. Nêzî 20 salan girtî ma. Li girtîgehê bêdeng nema, piştî hat berdan jî dîsa bêdeng nema. Her dem ji bo çareseriyê niqaş kir. Bi niqaşan hewldana 78'an ava kir. 
 
'DOSYAYÊN EDALETÊ VEKIR'
 
Bîrcan anî ziman ku Can bi dîsîplîn û enerjiya xwe mirov dixistin nava tevgerê û wiha got: "Mirov sewqî xebatê dikirin. Bi teorî, xebatên siyasî û dîsîplina xwe ji bo mirovan dibe minak. Gelek dosyayên berê ji nûve vekir." 
 
GIRTINA WÎ BALKÊŞ E 
 
Bîrcan, anî ziman ku girtina Celalettin pir balkêş e û wiha got: "Sedema girtina Can a herî mezin, pêşengiyê têkoşina demokrasiyê bû. Herî zêde ji bo azadî û demokrasiyê têdikoşiya. Li gel van şert û mercên dijwar ên li Welat dîsa dengê xwe qut nekir. Ji bo li welat siyaseta demokratik pêş bikeve û pirsgirêka kurd çareser bibe, aştiyek mayinde pêk bê, xebaten girîng kirin. Can seknek sosyalist, kurd, elewî nîşan da. Ji ber ku mirovê aqîl bû û têkoşîna demokrasiyê hat girtin. Ev yek me dixe nava fikaran. Girtina wekî kesên Celalettin Can û siyasetmedarên ku ji bo demokrasî û mafên mirovan têkoşînê dide mirovan dixe nava fikaran. Ev pêvajo ji serdema 12'ê Îlonê bêtir dijwartir e. Celalettin wê demê bêdeng nebû niha jî bêdeng nebû. Li dijî bê edaletî û li dijî bê hiqûqiyê tu carî bêdeng nemû û bêdeng nabe." 
 
MA / Bîlal Seçkîn

Sernavên din

01/03/2018
09:25 Bû remza ked, şîfa û bereketê
09:24 Jinên endamên Malên Gel: Em ji bo 8'ê Adarê amade ne
09:23 Derhêner Demîr: Cano fîlmê hevrûbûyînê ye
09:23 SP: Tifaqa AKP-MHP'ê bi kêrî Tirkiyeyê neyê
09:00 ROJEVA 1'Ê ADARA 2018'AN
28/02/2018
17:23 Hevserok û rêveberên Malên Gel hatin berdan
16:55 Dîmenên êrîşa li dijî Gundê Yelanqozê derketin
16:13 'Berfîn li dijî tariyê mizgîniya biharê ye'
16:09 Bîlgen: Helwesta Tirkiyeyê ya li dijî biryara NY’yê neberpirsî ye
15:38 Êrîşên 40 rojin li ser Efrînê didome gelek şerên cîhanê derbas kir
15:28 Mamosteyê tacizî xwendekaran kir hat girtin
15:07 Serokê AKP’ê yê berê û 4 Roboskiyî hatin binçavkirin
14:49 Jinên KESK'î dê dîsa bêjin 'Cîhanek din pêkan e'
14:49 Walîtiya Amedê li qadên vekirî çalakiyên 8’ê Adarê qedexe kir
14:15 'Betalkirina parlamenteriya Yildirim û Ayhan bêhurmetiya li dijî vîna gel e'
14:14 Li Îzmîrê 4 kes berdan li Edeneyê kesek binçav kirin
13:34 Jinan bernameya 8’ê Adarê ya Edeneyê aşkere kir
13:28 HDP'ê bûyera revandina li Îdirê ji meclîsê pirsî
12:43 HDP’yî li kêliya revandina xwe temaşe kirin, polîsan jî got ‘çîroka nebêjin’
12:42 Elewiyên Efrînê: Ji bilî berxwedanê çare tune
12:22 Endamên Malên Gel anîn edliyê: Pirsa hûn çima li cem TTB'ê ne? pirsîn
11:21 ‘Bi 8’ê Adarê divê em polîtîkaya tecrîdê bişkînin’
10:57 Dadgeha Herêmê 10 sal cezayê Selma Irmak a HDP’î erê kir
10:06 Malên Gel banga 8'ê Adarê kirin: Li dijî qedexeyan derkevin kolanan
10:04 'Em ê li malê heps nebin, em ê li qada bin’
09:45 ‘Heta edalet pêk neyê agirê Aladagê venamire'
09:44 Li Sûriyeyê şer li Hatayê qirîz
09:43 Pirtûka ku nivîsandiye nadinê
09:42 Ji bo neçe Efrînê firar kir: Bila her kes guh bide dengê wîjdanê xwe
09:42 Misilmanên Antîkapitalîst: Êrîşa li dijî Efrînê, êrîşa li dijî Hevpeymana Medîneyê ye
09:41 Parêzerê Ocalan Taşçi: Efrîn bi perspektîfên Ocalan li ber xwe dide
09:40 'Li Girtîgeha Xarpêtê dijminekî sondxwarî heye'
09:27 'Em ê di rêça Pakîzeyan de têbikoşin'
09:26 Dayika girtiyê nexweş: Osmaniye ne girtîgeh e, îşkencexane ye
09:26 Ji ber leşkerî nekir ji welatîniyê hat avêtin
09:25 Bîlîcî: Rêvekirina li ber mirina girtiyên nexweş darvekirin e
09:24 Rojnamevan Dogrû: Em ê rûmeta rojnamevaniyê biparêzin
09:23 Ji mecbûrî şîrê havînê, zivistanê bi 'pêşin' difiroşin
09:00 ROJEVA 28'Ê SIBATA 2018'AN
27/02/2018
17:51 Li Sêgirkê û Agiriyê 8 siyasetmedar hatin binçavkirin
17:47 Daxwaza hevdîtina bi Ocalan re cara 734’an hat redkirin
17:40 HDP: Tenê karê noterê ji meclîsê re maye
16:35 Parlamenteriya Yildirim û Ayhan ên HDP'î xistin
16:14 Di binçavkirina Salih Muslim de çi qewimî?
15:58 3’ê jê zarok 5 kesên xwestin sînor derbas bikin mirin
15:50 Muslim: Nikarin gelê kurd bêdeng bikin
15:43 Serlêdanên ji bo Xelatên Rojnamegertiya Metîn Goktepe destpê kirin
15:15 HDK: Li dijî hemû zextan têkoşîna me dê bidome
15:15 Besîme Konca hat berdan
14:33 Temellî: Mexdûrê tangên 28’ê Sibatê, îro hawarê ji tangan dixwazin
14:28 Parlamenterê berê yê HDP’a Agiriyê hat binçavkirin
14:08 Salîh Muslim hat berdan
13:57 Sazumankara AKP'ê Bostan: Yek ji faîlên 28'ê Sibatê îtîfaqê AKP'ê Bahçelî ye
13:32 Gundiyên Efrînê: Mal û milkên me talan kirin
13:17 Xwendekarê Lîse yê du lingên wî jêbûn li Efrînê li pêşe
13:02 Turkiye ya 81 salî: Tişta nehat serê min nema
12:39 Parêzarên Ocalan cara 734’emîn serî li dozgeriyê dan
12:20 Li 4 girtîgehên cuda bi dehan îhlal
11:10 Konca banga 8’ê Adarê kir: Ji bo azadiyê divê em li kolanan bin
10:51 Karkerê xwe şewitand: Karker rabin ser piyan dê hemû pirsgirêk çareser bibin
10:25 Parêzer Ergul: Ji bo rûmeta mirovahiyê divê em bêdeng nemînin
10:17 Dayika Baymiş: Heb jî nedan kurê min
09:09 Tiştên ku Miraz li derve hîn dibe, li hundur dibêje
09:08 Şener: AK Partî hilbijêrên kurd tune dihesibîne, dê winda bike
09:08 ‘Xesandina kîmyawî ne çareserî ye'
09:07 Cerdevanê ajokar ê dolmîşê rêwî îxbar kirin
09:06 'Can di 12'ê Îlonê de bêdeng nebû, niha jî bêdeng nabe'
09:06 Gel û esnafan bêzar kirine, şaredarî di bin deyn de hiştin
09:05 Li Efrînê li berxwedanê qelibîn!
09:04 Bazirganên sînor: Li deriyê sînor zordariyê li me dikin
09:03 Jinên Efrînê îro berxwedana Mîna Qazî dewam dikin
09:00 ROJEVA 27'Ê SIBATA 2018'AN
26/02/2018
23:56 Berdevka Meclisa Jinan a HDP’ê Konca binçav kirin
23:14 Polîsê dema dizî kir ket ber kamerayê: Ji ber nexweşiyê bû...
20:33 8 sal û 6 meh ceza li Rojnameger Dogru birîn
20:21 Li Îzmirê 2 karkerên înşatê li Erdexanê 3 HDP'î hatin girtin
18:04 Li Îdirê rûpoş xistin serê 2 HDP'iyan û revandin
17:37 De Salih Muslim sibê derxin dadgehê
17:25 Bi hezaran welatiyên Bakurê Sûriyeyê li Mabeta meşiyan
17:06 Dê danişînek din Demîrtaş bînin dadgehê
16:24 Kurdan li Atînayê binçavkirina Muslim şermezar kir
15:52 Aktaş û Yavûzel hatin bibîranîn
15:36 Jinan li Amed û Enqere bernameya 8'ê Adarê aşkere kir
14:54 Agirbest di roja duyan deye: Li Cindirêsê 5 sivîlan jiyana xwe ji dest dan
14:22 Di rapora Aladag de skandal: Agir wekî 'Qezaya kar' hîndekar wekî 'nêvan' nîşan dan
14:21 Li şaredariya MHP'î 'Çerxa Şoreşê' hat lêxistin!
13:57 Gutters ji bo agirbestê bang kir
13:48 Îdîaya dest danîn ser tifingên cerdevanên derketin nêçîrê
13:26 Dilşat Aktaş û yên pêre di greva bîrçûbûnê dene: Xwê û şekir nadin
13:03 Dozger ji bo Salîh Muslîm biryara girtinê derxist
13:02 Li Cilawûzê çopê davêjin rûbar
12:53 Kalê 85 salî: Hûn nikarin têkevin Efrînê
12:53 Suleyman Soylûyê digot 'Ez ê PKK'ê biqedînim' qediya
12:35 Girtiyê nexweş Baymiş jiyana xwe ji dest da
12:35 Midûrê Girtîgehê: Ez ê vir bikim wek Efrînê
12:04 ‘Fedakar her şevê tê xewna min û dibêje dayê min ji vir derxîne’
11:59 Dr. Yilmaz: Hêzên navnetewî li dijî kurdan di nav lihevkirinê de ne
11:36 Wê Erdogan 20 roj şûn de were, lê ji niha ve dest bi amadekariyan kirin
11:31 Danişîna Aladagê dest pê kir: Ew dozger û dadger çiqas bi aramî radizên?
11:30 ‘Ji sedî 40'ê darên zeytûnan zirar dîtin, ji sedî 25'ê heywanan hatin dizîn'