Gel û esnafan bêzar kirine, şaredarî di bin deyn de hiştin

  • rojane
  • 09:06 27 Sibat 2018
  • |
img

AMED – Li navçeya Pasûrê ev 3 roj in ji ber polîtîkayên qeyûm avê qût kirine. Gel û esnafê Pasûrê li dijî rewşê bi bertek in. Hat îdiakirin ku beriya qeyûm bê tayînkirin deynê şaredariyê tune bûye, lê piştî qeyûm hat deynê şaredariyê derket 25 mîlyon TL. 

Wezareta Karê Hundir bi rêya qeyûman Şaredariyên DBP’ê xesp kirin. Qeyûm ji bo xwe bixin çavê gel, serî li her rêbazê didin. Qeyûman gelek şaredariyan xistiye nav çirava deynan. Li gelek deveran pirsgirêk derxistine. Li navçeya Pasûra Amedê bi mehan e ji ber xebata li navçeyê, ava gelek taxan hatiye qûtkirin. Li hin taxan serê sibê av tê qûtkirin û êvarê berdidin. Li hin taxan jî ev bû 72 saet av naherike. 
 
Di 27’ê Çileya 2017’an de li şûna hevşaredarên DBP’ê Metîn Dînar û Sadiye Suer Baran, Qeymeqamê Pasûrê Fatîh Dulgeroglu wek qeyûm hat tayînkirin. Ji roja qeyûm hatiye tayînkirin heta niha, di bin navê xebatê de li navçeyê xebatên nû dike. Ji salekê zêdetir e li her aliyê navçeyê rê ji saet 17.00’an şûn ve tên girtin. Rê girtina li çûn û hatinê, esnafên navçeyê dixe nav rewşek zor. Ji ber xebata li navçeyê hatiye destpêkirin, av her tim tê qûtkirin û welatî bêzar bûne.
 
SÊ ROJ IN AV NAHERIKE 
 
Şener Karaman diyar kir ku ev mehek e bi rêk û pêk av naherike û ev 72 saet e qet av naherike. Karaman anî ziman ku ji ber av tune ye nikarin paqijiyê bikin û wiha got: “Ji ber av tune ye, em nikarin pêdiviyên xwe yên rojane pêk bînin. Ji bo berdana avê tu hewldan jî nînin. Divê ku demil dest mexdûriyeta me ji holê rakin.” 
 
ESNAF NIKARE KAR BIKE 
 
Yek ji pirsgirêka din a navçeyê jî pirsgirêka esnafên halê ye. Esnaf diyar dikin ku serê sibê ew dikanên xwe vedikin û heta êvarê bêyî ku kar bikin digirin. Kolana Lîse ya li navçeyê bi temamî bi hinceta “ewlehiyê” hatiye girtin û kolanên din piştî saetên diyar li çûnehatinê digirin. Ev yek bandorek neyînî li ser esnafan dike. Îzzettîn Kaya yê 19 sal e li navçeyê esnafiyê dike da zanîn ku gelek caran bêyî ku siftah bike dikana xwe digire û got: “Beriya kolan bên girtin, mişterî dihatin û diçûn. Hindik be jî firotina me dibû. Cihek ku wesayît nikare biçe, kes jî naçe wir.”
 
ŞAREDARIYÊ AJOTIYE NAV ÇIRAVA DEYNAN 
 
Qeyûmê Şaredariya Pasûrê jî wek hemû şaredariyên din ku qeyûm hatine tayînkirin ajotiye nav çirava deynan. Hat angaştkirin ku heta niha 25 mîlyon lîre deynê şaredariyê çêbûye. Qeyûm gelek saziyên girêdayî şaredariyê girtin û hin saziyan jî firotiye. 
 
ESNAF JI KIRINÊN QEYÛM BAWER NAKIN 
 
Qeyûm avahiya li gundê Tiyaxs ê Pasûrê bi 150 hezar lîreyî firot. Li navçeyê bêyî ku pêdiviya gel bi mizgeftê hebe, Mizgefta Navendî xera kir û soza dê ji nû ve çêbike da. Hin esnaf bi dara zorê ya qeyûm ji xwe hatin hatin derxistin û soza dê dikanan ji nû ve çêbike û carek din bide esnafan. Lê esnaf bi van sozan bawer nakin û dibêjin ku dê dikanên wan bên firotin. Yek ji îdiayek din a li navçeyê ew e ku qeyûm rêyên gundên nêzî desthilatê çêkiriye û rêyên gundên welatparêz jî nedane çêkirin. 

Sernavên din

01/03/2018
09:25 Bû remza ked, şîfa û bereketê
09:24 Jinên endamên Malên Gel: Em ji bo 8'ê Adarê amade ne
09:23 Derhêner Demîr: Cano fîlmê hevrûbûyînê ye
09:23 SP: Tifaqa AKP-MHP'ê bi kêrî Tirkiyeyê neyê
09:00 ROJEVA 1'Ê ADARA 2018'AN
28/02/2018
17:23 Hevserok û rêveberên Malên Gel hatin berdan
16:55 Dîmenên êrîşa li dijî Gundê Yelanqozê derketin
16:13 'Berfîn li dijî tariyê mizgîniya biharê ye'
16:09 Bîlgen: Helwesta Tirkiyeyê ya li dijî biryara NY’yê neberpirsî ye
15:38 Êrîşên 40 rojin li ser Efrînê didome gelek şerên cîhanê derbas kir
15:28 Mamosteyê tacizî xwendekaran kir hat girtin
15:07 Serokê AKP’ê yê berê û 4 Roboskiyî hatin binçavkirin
14:49 Jinên KESK'î dê dîsa bêjin 'Cîhanek din pêkan e'
14:49 Walîtiya Amedê li qadên vekirî çalakiyên 8’ê Adarê qedexe kir
14:15 'Betalkirina parlamenteriya Yildirim û Ayhan bêhurmetiya li dijî vîna gel e'
14:14 Li Îzmîrê 4 kes berdan li Edeneyê kesek binçav kirin
13:34 Jinan bernameya 8’ê Adarê ya Edeneyê aşkere kir
13:28 HDP'ê bûyera revandina li Îdirê ji meclîsê pirsî
12:43 HDP’yî li kêliya revandina xwe temaşe kirin, polîsan jî got ‘çîroka nebêjin’
12:42 Elewiyên Efrînê: Ji bilî berxwedanê çare tune
12:22 Endamên Malên Gel anîn edliyê: Pirsa hûn çima li cem TTB'ê ne? pirsîn
11:21 ‘Bi 8’ê Adarê divê em polîtîkaya tecrîdê bişkînin’
10:57 Dadgeha Herêmê 10 sal cezayê Selma Irmak a HDP’î erê kir
10:06 Malên Gel banga 8'ê Adarê kirin: Li dijî qedexeyan derkevin kolanan
10:04 'Em ê li malê heps nebin, em ê li qada bin’
09:45 ‘Heta edalet pêk neyê agirê Aladagê venamire'
09:44 Li Sûriyeyê şer li Hatayê qirîz
09:43 Pirtûka ku nivîsandiye nadinê
09:42 Ji bo neçe Efrînê firar kir: Bila her kes guh bide dengê wîjdanê xwe
09:42 Misilmanên Antîkapitalîst: Êrîşa li dijî Efrînê, êrîşa li dijî Hevpeymana Medîneyê ye
09:41 Parêzerê Ocalan Taşçi: Efrîn bi perspektîfên Ocalan li ber xwe dide
09:40 'Li Girtîgeha Xarpêtê dijminekî sondxwarî heye'
09:27 'Em ê di rêça Pakîzeyan de têbikoşin'
09:26 Dayika girtiyê nexweş: Osmaniye ne girtîgeh e, îşkencexane ye
09:26 Ji ber leşkerî nekir ji welatîniyê hat avêtin
09:25 Bîlîcî: Rêvekirina li ber mirina girtiyên nexweş darvekirin e
09:24 Rojnamevan Dogrû: Em ê rûmeta rojnamevaniyê biparêzin
09:23 Ji mecbûrî şîrê havînê, zivistanê bi 'pêşin' difiroşin
09:00 ROJEVA 28'Ê SIBATA 2018'AN
27/02/2018
17:51 Li Sêgirkê û Agiriyê 8 siyasetmedar hatin binçavkirin
17:47 Daxwaza hevdîtina bi Ocalan re cara 734’an hat redkirin
17:40 HDP: Tenê karê noterê ji meclîsê re maye
16:35 Parlamenteriya Yildirim û Ayhan ên HDP'î xistin
16:14 Di binçavkirina Salih Muslim de çi qewimî?
15:58 3’ê jê zarok 5 kesên xwestin sînor derbas bikin mirin
15:50 Muslim: Nikarin gelê kurd bêdeng bikin
15:43 Serlêdanên ji bo Xelatên Rojnamegertiya Metîn Goktepe destpê kirin
15:15 HDK: Li dijî hemû zextan têkoşîna me dê bidome
15:15 Besîme Konca hat berdan
14:33 Temellî: Mexdûrê tangên 28’ê Sibatê, îro hawarê ji tangan dixwazin
14:28 Parlamenterê berê yê HDP’a Agiriyê hat binçavkirin
14:08 Salîh Muslim hat berdan
13:57 Sazumankara AKP'ê Bostan: Yek ji faîlên 28'ê Sibatê îtîfaqê AKP'ê Bahçelî ye
13:32 Gundiyên Efrînê: Mal û milkên me talan kirin
13:17 Xwendekarê Lîse yê du lingên wî jêbûn li Efrînê li pêşe
13:02 Turkiye ya 81 salî: Tişta nehat serê min nema
12:39 Parêzarên Ocalan cara 734’emîn serî li dozgeriyê dan
12:20 Li 4 girtîgehên cuda bi dehan îhlal
11:10 Konca banga 8’ê Adarê kir: Ji bo azadiyê divê em li kolanan bin
10:51 Karkerê xwe şewitand: Karker rabin ser piyan dê hemû pirsgirêk çareser bibin
10:25 Parêzer Ergul: Ji bo rûmeta mirovahiyê divê em bêdeng nemînin
10:17 Dayika Baymiş: Heb jî nedan kurê min
09:09 Tiştên ku Miraz li derve hîn dibe, li hundur dibêje
09:08 Şener: AK Partî hilbijêrên kurd tune dihesibîne, dê winda bike
09:08 ‘Xesandina kîmyawî ne çareserî ye'
09:07 Cerdevanê ajokar ê dolmîşê rêwî îxbar kirin
09:06 'Can di 12'ê Îlonê de bêdeng nebû, niha jî bêdeng nabe'
09:06 Gel û esnafan bêzar kirine, şaredarî di bin deyn de hiştin
09:05 Li Efrînê li berxwedanê qelibîn!
09:04 Bazirganên sînor: Li deriyê sînor zordariyê li me dikin
09:03 Jinên Efrînê îro berxwedana Mîna Qazî dewam dikin
09:00 ROJEVA 27'Ê SIBATA 2018'AN
26/02/2018
23:56 Berdevka Meclisa Jinan a HDP’ê Konca binçav kirin
23:14 Polîsê dema dizî kir ket ber kamerayê: Ji ber nexweşiyê bû...
20:33 8 sal û 6 meh ceza li Rojnameger Dogru birîn
20:21 Li Îzmirê 2 karkerên înşatê li Erdexanê 3 HDP'î hatin girtin
18:04 Li Îdirê rûpoş xistin serê 2 HDP'iyan û revandin
17:37 De Salih Muslim sibê derxin dadgehê
17:25 Bi hezaran welatiyên Bakurê Sûriyeyê li Mabeta meşiyan
17:06 Dê danişînek din Demîrtaş bînin dadgehê
16:24 Kurdan li Atînayê binçavkirina Muslim şermezar kir
15:52 Aktaş û Yavûzel hatin bibîranîn
15:36 Jinan li Amed û Enqere bernameya 8'ê Adarê aşkere kir
14:54 Agirbest di roja duyan deye: Li Cindirêsê 5 sivîlan jiyana xwe ji dest dan
14:22 Di rapora Aladag de skandal: Agir wekî 'Qezaya kar' hîndekar wekî 'nêvan' nîşan dan
14:21 Li şaredariya MHP'î 'Çerxa Şoreşê' hat lêxistin!
13:57 Gutters ji bo agirbestê bang kir
13:48 Îdîaya dest danîn ser tifingên cerdevanên derketin nêçîrê
13:26 Dilşat Aktaş û yên pêre di greva bîrçûbûnê dene: Xwê û şekir nadin
13:03 Dozger ji bo Salîh Muslîm biryara girtinê derxist
13:02 Li Cilawûzê çopê davêjin rûbar
12:53 Kalê 85 salî: Hûn nikarin têkevin Efrînê
12:53 Suleyman Soylûyê digot 'Ez ê PKK'ê biqedînim' qediya
12:35 Girtiyê nexweş Baymiş jiyana xwe ji dest da
12:35 Midûrê Girtîgehê: Ez ê vir bikim wek Efrînê
12:04 ‘Fedakar her şevê tê xewna min û dibêje dayê min ji vir derxîne’
11:59 Dr. Yilmaz: Hêzên navnetewî li dijî kurdan di nav lihevkirinê de ne
11:36 Wê Erdogan 20 roj şûn de were, lê ji niha ve dest bi amadekariyan kirin
11:31 Danişîna Aladagê dest pê kir: Ew dozger û dadger çiqas bi aramî radizên?
11:30 ‘Ji sedî 40'ê darên zeytûnan zirar dîtin, ji sedî 25'ê heywanan hatin dizîn'