Aqûbeta Orhanê 15 salîbû hat windakirin pirsîn

  • rojane
  • 14:51 24 Sibat 2018
  • |
img
AMED - Xizmên windayan û parazvanên mafên mirovan di çalakiya "Bila winda bên dîtin kujer bên darizandin" de aqûbeta Orhan Yakar ê 15 salî ku di sala 1996'an de hat windakirin pirsîn. Serokê Rûmetê yê ÎHD'ê Akin Birdal, “Malbat ne tenê li zarok û hevserên xwe, li nirxên Tirkiye yên winda bûne jî digerin." 
 
Komîsyona windayan a Şaxa ÎHD'ê ya Amedû û Xizmên Windayan, bi dirûşmeya "Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin" di hefteya 472'an de çalakiya xwe li Şaxa  ÎHD'ê ya Amedê berdewam kirin. Malbatan û parazvanên mafên mirovan di çalakiyê de wêneyên windayan û pankarta "Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin" vekirin. Di çalakiyê de Serokê Rûmetê yê Giştî yê ÎHD'ê Akin Birdal amade bû. Malbatan di çalakiya vê hefteyê de aqûbeta Orhan Yakar ê hêj 15 salî bû, di sala 1996'an de hat windakirin pirsî. 
 
Ewil Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Amedê Racî Bilici, diyar kir ku 472 hefteye li gel malbatên windayan têkoşînê didin ku windayan bibibînin û kujer bên darizandin û wiha got: "Em bi israr lêgerîna edaletê berdewam dikin û em dê berdewam bikin. Mirov li ber çavên malbatan hatin binçavkirin û winda kirin. heta niha hikûmetê der barê van malbatan de tu daxuyanî nedane. Ji bo faîl bên darizandin em dê bi biryar çalakiyên xwe berdewem bikin. Heta ku hemû kesên destê wan di nava cînayetan de hebin bên darizandin û cezakirin çalakiyên me dê bidomin. Li vir bi hezaran mirovên ku wêneyên wan li vir in mafê wan ê jiyanê hat îhlalkirin. Divê dewlet vê yekê ronî bike." 
 
‘HÛN LI NIRXÊN TIRKIYE YÊN HATINE WINDAKIRIN DIGERIN'
 
Serokê Rûmetê yê ÎHD'ê Akin Birdal, jî anî ziman ku mirov tişta herî bi nirx e û wiha got: “Malbat ne tenê li zarok û hevserên xwe, li nirxên Tirkiye yên winda bûne jî digerin. Mirovên li vir wêne hembêz kirine, canek hembêz kirine. Dayik bi salan in li windayan digerin. Gelek dayikan deriyên xwe vekirî hiştine bi fikra 'Dibe rojekê bê' Gelek dayik hêj di derî û şibakeyên xwe re li rê dinerin. Dayikên şemiyê ne tenê li zarok, xizm û hevserên xwe digerin. Li nirxên Tirkiye yê winda bûye digerin. Li Edalet û Demokrasiyê digerin." 
 
MUXATAB TUNE YE
 
Bîldar, da zanîn ku tevî hemû geşedanan ew bawer dikin ku dê rojekê darasek serbixwe ava bike û edalet cihê xwe bibîne û wiha got: “Dê rojek bê komîsyonên edaletê bên avakirin, dê kesên kujer tespît bike û hesap ji wan bipirsin. Ev çalakiyên dayikan ên bi dil rahm dê teqez encamê bistînin. Pir bi êş e heta niha rayedarên hikûmetê ji meclîsê nehatine nepirsîne û ne gotine ka hûn li çi digerin. Muxatabên malbatan tune ye. Ji ber vê yekê çalakiya dayikan di heman demê de lêgerîna meclîsa winda bûye ye." 
 
Piştî daxuyaniyê Endamê komisyona windayan a Şaxa ÎHD'ê Hasan Yalçin, çîroka Orhan Yakar ê 15 salî xwend. Yalçin diyar kir ku Orhan Yakar ê ji Bazîdê ye û di 15 saliya xwe de di sala 1996'an de hat windakirin. Yalçin, anî ziman ku piştî Orhan çû Stenbolê û malbat çend çaran bi telefonê lê geriyan bersîv nedan û wiha got: "Bav Mehmet Yakar piştî agahî ji kurê xwe negirt, çû Stenbolê. Serî li ÎHD'a Stenbolê da. seri li midûriyeta polîsan a Stenbolê da. Piştre vegeriya gundê xwe. Dema vegeriya Fermandarên Cendirmeyan a Bazîdê bang li wî kirin û got: ‘Fermandariya Alaya Cendirmeyan a Çewligê agahî dane kurê te li wire here wî bigirin. Bav çû Çewlîgê. Bi Fermandariya Alaya Çewlikê re hevdîtin kirin. Gotin kurê te di 16'ê Mijdarede teslîm bû. Di 17'ê mijdarê de dema derket operasyonê pê li mayina PKK'ê kir û perçe bû û mir. Der barê girtina Orhan de girtekê nîşanî bav didin. Lê îmzeya Orhan a der barê girtinê de tiştek tuhe ye. Rayedarên Alayê bi hinceta ceset perçe bûye û herêm qada operasyonê ye cenaze kom nekirine. 
Malbatê piştî bûyerê serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê da. DMME'ê di 26'ê mijdara 2002'an de Tirkiye mahkum kir. Tevî hemû hewldanên malbatê, hêj malbat negihiştine cenazeyê Orhan Yakar" 
 
Malbat û xizmên windayan piştî daxuyaniyê çalakiya rûniştinê pêk anîn û belav bûn .

Sernavên din

26/02/2018
11:26 Gardiyenan girtiyên sewqî Akhîsarê kirin derp kirin
10:57 Kurd: Piştî biryara NY’yê Tirkiye êrîşên xwe zêde kir
10:56 Bîngol ê cenazeyê keça xwe girt: Divê malbat israr bikin
10:55 ‘Têkoşîna min bi daxwaza aştiyê ya li dijî şer dest pê kir’
10:44 ‘Li girtîgehan hewldanên girtiya bixin sîxur zêde dibe'
10:29 Ji ber şer saziyên fermî nikarin heqê kirêyên xwe bidin, proje tên betalkirin
10:17 Prof. Dr. Yegen: Tirkiye naxwaze kurd bibin xwedî statû
10:16 'Ma bombeyên we yên bi aqil ên li sivîlan nakevin hene?’
09:53 Qeyûm nake, jinên li Sûrê bi xwe dikin
09:37 Baymîş ê di girtîgehê de nehat dermankirin, bi mirinê re rû bi rû ye
09:37 12 roj in li dijî tecrîdê di rojiya mirinê de ye
09:36 Beştaş: Dê rê li pêş hîleyên hilbijartinê re vekin'
09:34 Civaknas Bariş: Ev wêne îstismara zarokan jî derbas dike
09:33 Li vir wekhevî û yekitiya jinan heye
09:31 'Ji Brezîlyayê bi keştiyên zilmê û nexweşiyê tînin Tirkiyeyê'
09:31 Akgun: Erdogan di 3'ê mijaran de polîtîkaya alman dîl girtiye
09:30 'Zagonên li dijî mafê mirovan îstîsmarê asteng nakin'
09:29 Stenbol ji 8'ê Adarê re amade ye: Em ji bo azadiyê li berxwe didin
09:28 Dayikên Şemiyê: Yên îlegal kesên xizmên me winda kirinî ne
09:27 Ocalan: Xwebûna jinê tişta herî bi qedîm e
09:26 Pere nebe pirtûkan jî nadin
09:00 ROJEVA 26'Ê SIBATA 2018'AN
25/02/2018
18:35 PYD'ê bang li Çekyayê kir: Demil dest Salih Muslim serbest berdin
18:02 Li ser tecrîd û yek tîpê axivîn
16:34 Bîrlîk: Êrîş li ser keda sedsalan a gelane
16:21 Hamzaoglu: Em ê bi hevre tariyê ronî bikin
14:24 Pirtûka Adnan Oktar li ber deriyên kurdan danîn
13:56 Cenazeyeke din ê ji Gorîstana Xerzanê derxistin, teslîmê malbarê kirin
13:15 Malbat û xizmên Komkujiya Garê hatin gel hev
12:57 YPG‘ê bersîv da biryara agirbestê
12:26 Salih Muslim, li Çekya hat binçavkirin
12:04 Li Kerkukê êrîşa xwekujî
11:40 Nûnerê Daîmî yê NY ê Sûriyeyê Caferî: Divê Efrîn jî bikeve çarçoveyê agirbestê
11:39 Nivîskar Bayramoglu, di îtîaqa dij-kurd de rola medya taybet e
10:45 ‘Bi şev û roj îşkence’
10:44 Berrîn Sonmez: Jinên li dijî 28'ê Sibatê li ber xwe dan divê îro jî li ber xwe bidin
10:10 Koka nefreta li dijî bedena jinê heya nêçîra pîrebokan diçe
09:34 Ji akademiya HDP’ê ya tuneyî 210 sal ceza dixwazin
09:33 Jinên Şirnexê : An azadî an azadî
09:32 RTUK'ê ji ber strana kurdî ceza barand
09:32 Galîp: Gelê îngîlîzî alîgirê kurdan, hikumet alîgirê Tirkiyeyê ye
09:31 'Bi zextan gel dikin alîgirê şer'
09:30 Nûçeyên der barê Efrînê de ewlehiya saziyê dixe xeterê!
09:30 Gergerlîoglu: em tawîzan nedin
09:29 Akademîsyen: Em ne mexdûr in, xwe di nava têkoşînê de hîs dikin
09:28 Jinên JES rawestandin: Fikrê me negirin dê bizmar jî lê nedin
09:27 Parêzer Bek: Hejmara li ser piyan dibe ku bibe amûra tundiyê
09:26 Bi merçeka Jineolojî Efrin (5)
‘Parastina Efrînê parastina şoreşa jinê ye'
09:00 ROJEVA 25'Ê SIBATA 2018'AN
24/02/2018
19:59 'Kavak bi tena serê xwe avê nikare vexwe'
16:41 Kerestecîoglu: Desthilatdarî welat bi tundî û êrîşan bi rêve dibe
16:19 Rewşa girtî Devrîm Ayik xerabtir dibe û rakirin nexweşxaneyê
16:18 Bal kişandin ser rewşa girtiya nexweş Nûrcan Bakir
16:17 Jin dê bi laçikên xwe yên spî li qadan bin
15:50 Buldan bi Dayikên Şemiyê re dest bi karê nû kir: Ez di destpêka çîroka xwe de me
15:49 Ji bo taziye pêk neyên deriyê mizgeftê qefle kirin
15:39 Elewiyên ereb 21’ê Sibatê pîroz kirin
15:39 Dê di 1'ê Adarê de haya Girtîgeha Sîlîvrê bimeşin
15:22 Li Efrînê bi deh hezaran kes dibêjin 'Em li vir in'
15:17 ‘Şûrê OHAL’ê li dijî jin û mûxalifan bikar tînin’
15:10 Gelê Başûr ji bo Efrînê meşiya
14:51 Aqûbeta Orhanê 15 salîbû hat windakirin pirsîn
14:39 Hat îdiakirin ku zava beriya dawetê întîxar kir
14:27 Malbat bi fikar in ku wî radestî OSO bikin
14:22 Di bombebaranê de 4 sivîl birîndar bûn
14:21 Prof. Yegen: Polîtîkaya Tirkiyeyê ya Sûriyeyê têk çû û diçe
13:44 Dîmenê qetilkirina cotkar ji Serokwezîr Yildirim pirsî
13:06 Deriyên şikeftên xwe ji kerwan re vekir: Li kê xistine bila werin bibînin
12:58 Serokê PAK'ê Ozçelik: Hemû destkeftiyên kurdan dikin hedef
12:41 Ji bo li Efrînê şer bikin cerdevanan perwerde dikin
12:36 Gelên gihîştin Efrînê: Em yek in û li Efrînê ne
12:28 Komên OSO'yê yên nikaribûn xwe ragirin ketin nav hev
12:27 Di bombebaranê gundê Qentera Efrînê de zarokek 5 salî mir
11:56 Buldan: Tenê Ocalan dikare Tirkiye ji vê talûkeyê rizgar bike
11:40 Ocaxa tenduristiyê rûxandin, li şûna wê qereqolê çê dikin
11:33 Ji ber 'leşker kêmin' Boz ê girtî nayê derman kirin
11:32 Li Girtîgeha Kalkandereyê rewş xetere: 40 girtî birîndar bûne
11:05 Pirtûkên Ahmet Altan û Nurcan Baysal ‘bifikar’ hatin dîtin
10:37 Sîsê Bingol a 78 salî her ku diçe rewşa wê girantir dibe
10:34 Li Hatayê şer û xebata rê esnafan anî ber topavêtinê
10:11 Dibin çavan de ‘sîxurtî’ li ser ferz kirin
10:11 Ne tenê koroyê, jiyanek hevpar ava dikin
10:00 Bi merceka Jineolojî Efrîn (4)
Heqîqeta li girê Eyn Dara, Şikefta Du Derî û Cinderêse veşartî
09:30 Koma şanoyê: Em zimanê xwe bi hunerê jindar dikin
09:29 Malbat dixwazin vegerin Sûrê!
09:28 Prof. Neşe Ozgen: Welat rûxandina xwe dibîne
09:27 Dozger xwest dadger 'qedexe' danî ser girtî
09:27 Dayika xwe ji şideta bav parast, lê pêşî li kuştina wê negirt
09:26 Girtiyan pirsgirêk ragihandin 5 sal ceza li wan birîn
09:25 'Şer aboriya welat têk dibe'
09:00 ROJEVA 24'E SIBATA 2018'AN
23/02/2018
20:58 Ji TCK'ê ceza dan rojnamegeran
17:46 Serlêdanên malbat û parêzeran ên ji bo hevdîtina bi Ocalan re hatin redkirin
16:21 Di îdianameya jê re hat şandin 'propaganda', lê di ya dadgehê de 'endamtî' derbas dibe
15:39 Qamişlo ji bo Efrînê meşiya
15:30 Baroya Amedê: Hewl didin doza Elçî ji rojavê derbixin
15:17 Bersûcê zaroka 4.5 salî îstismar kir dê di 16'ê Adarê de bê darizandin
14:12 Birîndarên ji êrîşê rizgar bûn axivîn: Dixwazin êrîşan rewa bikin
14:08 Îstîsmarkirina zarokan şermezar kirin
13:29 Wê giliyê îdareya Girtîgeha Xarpêtê bikin