'Şer aboriya welat têk dibe'

img

İZMÎR – Esnafên bazarê yên semta Taxa Uzundera Îzmîrê diyar kirin ku şer aboriyê welat têk dibe û wiha gotin: “Mirov bi şev birçî radikevin. Çi karê Tirkiyeyê li Efrînê heye? Pirsgirêka ku divê ewil bê çareserkirin, krîza aborî ye.” 

Polîtîkaya bi Rewşa Awarte (OHAL) dest pê kir û bi operasyona li dijî Efrînê dewam dike. Her roja ku diçe krîza aboriyê ya li Tirkiyeyê bêhtir kûr dike. Her çiqas rayedarên hikumetê daxuyaniyan didin û aşkere dikin ku “rewşa aboriyê baş e”, lê rewş li kolanan diguhere û dîmenê li kolanan pir cuda xwe dide der. Gel bi zorê debara xwe dike û esnaf jî diyar dikin ku nikarin kar bikin. Esnafên bazarê ya semta Taxa Uzundere ya navçeya Karabaglara Îzmîrê, aşkera kirin ku her roja ku der bas dibe, rewşa aborî ber bi felaketê ve diçe û bi gotinên siyasetmedaran aborî nayê başkirin. 
 
‘MIROV BI ŞEV BIRÇÎ RADIKEVIN’ 
 
Orhan Sarikaya esnaf e û da zanîn ku ew bi mûçeya teqewîtbûnê nikare debara xwe bike û wiha axivî: “Ji ber vê min dest bi esnafiyê kir. Teqewîtbûn jî me ji birçina dikuje. Polîtîkayên hikumetê yên şer me feqîr dike. Bi dirêjkirina OHAL’ê re, rewş nebaş bû. Bi şerê li dijî Efrînê re rewş hêj bêtir xerabtir bû. Divê ku Tirkiye bi Efrîne re neketiba şer. Çi karê Tirkiyeyê Efrînê heye? Ji ber polîtîkayên hundir û derve Tirkiye xelas bû. Li Tirkiyeyê her şev mirovên birçî radikevin hene. Pirsgirêka ku bê çareserkirin divê ev pirsgirêk be.”
 
‘EV ŞER BÊ WATE YE’ 
 
Sarikaya anî ziman ku feqîrî li Tirkiyeyê derketiye asta herî jor û wiha pê de çû: “Di pêvajoyeke ku ewqas xizanî heye, ew qas dirêjkirina şer bê wate ye. Me têra xwe jiyan kir. Lê dê nifşên pişt me çi bikin. Divê şer bi dawî be.” 
 
‘JI BERÎKA ME DERDIKEVE’ 
 
Nîrgul Bal jî li bazarê bi firotina xwarin û şîraniyê debara xwe dike. Bal derbirî ku jixwe OHAL dewam dikir û rewş ne baş e û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Şerê ku bi salan e dewam dike ne bes bû, ev şerê dawî jî lê hat zêdekirin, rewşa aboriyê ji binî ve têk çû. Em nikarin dengê xwe jî derxin. Yên vî welatî bi rêve dibin, bi firotinê û diziyê tiştekî li vî welatî nehiştin. Heta êvarê em nikarin tiştekî bifiroşin. Hilberîn tuneye û her kes birçî ye. Lêçûnên şer zêde bû û ev hemû ji berîka me derdikeve.” 
 
‘AŞTÎ PÊK BÊ, DÊ HER TIŞT BAŞ BIBE’ 
 
Zubeyde Kara çandiniyê dike û tiştên ku hilberîna wan dike, li bazarê difiroşe. Kara destnîşan kir ku piştî teqewît bûye, ji ber pirsgirêkên aboriyê neçar maye li bazarê kar bike. Kara da zanîn ku aştî pêk bê dê her tişt sererast bibe û feqîrî jî ji holê rabe. 
 
‘PEREYÊ ŞER JI BERÎKA GEL DERDIXIN’ 
 
Ji esnafan Îsmaîl Gok anî ziman ku bi êrîşên li dijî Efrînê re, krîza aborî hêj bêtir kûr bûye û ev tişt anî ziman: “Şer diqewime. Hemû baca şer ji berîka gel derdixin. Li Tirkiyeyê her kes deyndar e. Di demên dawî de kes nayê bazarê û vala dimîne. Rêya çareseriyê ew e divê şer bi dawî bibe.” 
 
MA/ Rûken Demîr - Ayşe Surme
 

Sernavên din

26/02/2018
11:26 Gardiyenan girtiyên sewqî Akhîsarê kirin derp kirin
10:57 Kurd: Piştî biryara NY’yê Tirkiye êrîşên xwe zêde kir
10:56 Bîngol ê cenazeyê keça xwe girt: Divê malbat israr bikin
10:55 ‘Têkoşîna min bi daxwaza aştiyê ya li dijî şer dest pê kir’
10:44 ‘Li girtîgehan hewldanên girtiya bixin sîxur zêde dibe'
10:29 Ji ber şer saziyên fermî nikarin heqê kirêyên xwe bidin, proje tên betalkirin
10:17 Prof. Dr. Yegen: Tirkiye naxwaze kurd bibin xwedî statû
10:16 'Ma bombeyên we yên bi aqil ên li sivîlan nakevin hene?’
09:53 Qeyûm nake, jinên li Sûrê bi xwe dikin
09:37 Baymîş ê di girtîgehê de nehat dermankirin, bi mirinê re rû bi rû ye
09:37 12 roj in li dijî tecrîdê di rojiya mirinê de ye
09:36 Beştaş: Dê rê li pêş hîleyên hilbijartinê re vekin'
09:34 Civaknas Bariş: Ev wêne îstismara zarokan jî derbas dike
09:33 Li vir wekhevî û yekitiya jinan heye
09:31 'Ji Brezîlyayê bi keştiyên zilmê û nexweşiyê tînin Tirkiyeyê'
09:31 Akgun: Erdogan di 3'ê mijaran de polîtîkaya alman dîl girtiye
09:30 'Zagonên li dijî mafê mirovan îstîsmarê asteng nakin'
09:29 Stenbol ji 8'ê Adarê re amade ye: Em ji bo azadiyê li berxwe didin
09:28 Dayikên Şemiyê: Yên îlegal kesên xizmên me winda kirinî ne
09:27 Ocalan: Xwebûna jinê tişta herî bi qedîm e
09:26 Pere nebe pirtûkan jî nadin
09:00 ROJEVA 26'Ê SIBATA 2018'AN
25/02/2018
18:35 PYD'ê bang li Çekyayê kir: Demil dest Salih Muslim serbest berdin
18:02 Li ser tecrîd û yek tîpê axivîn
16:34 Bîrlîk: Êrîş li ser keda sedsalan a gelane
16:21 Hamzaoglu: Em ê bi hevre tariyê ronî bikin
14:24 Pirtûka Adnan Oktar li ber deriyên kurdan danîn
13:56 Cenazeyeke din ê ji Gorîstana Xerzanê derxistin, teslîmê malbarê kirin
13:15 Malbat û xizmên Komkujiya Garê hatin gel hev
12:57 YPG‘ê bersîv da biryara agirbestê
12:26 Salih Muslim, li Çekya hat binçavkirin
12:04 Li Kerkukê êrîşa xwekujî
11:40 Nûnerê Daîmî yê NY ê Sûriyeyê Caferî: Divê Efrîn jî bikeve çarçoveyê agirbestê
11:39 Nivîskar Bayramoglu, di îtîaqa dij-kurd de rola medya taybet e
10:45 ‘Bi şev û roj îşkence’
10:44 Berrîn Sonmez: Jinên li dijî 28'ê Sibatê li ber xwe dan divê îro jî li ber xwe bidin
10:10 Koka nefreta li dijî bedena jinê heya nêçîra pîrebokan diçe
09:34 Ji akademiya HDP’ê ya tuneyî 210 sal ceza dixwazin
09:33 Jinên Şirnexê : An azadî an azadî
09:32 RTUK'ê ji ber strana kurdî ceza barand
09:32 Galîp: Gelê îngîlîzî alîgirê kurdan, hikumet alîgirê Tirkiyeyê ye
09:31 'Bi zextan gel dikin alîgirê şer'
09:30 Nûçeyên der barê Efrînê de ewlehiya saziyê dixe xeterê!
09:30 Gergerlîoglu: em tawîzan nedin
09:29 Akademîsyen: Em ne mexdûr in, xwe di nava têkoşînê de hîs dikin
09:28 Jinên JES rawestandin: Fikrê me negirin dê bizmar jî lê nedin
09:27 Parêzer Bek: Hejmara li ser piyan dibe ku bibe amûra tundiyê
09:26 Bi merçeka Jineolojî Efrin (5)
‘Parastina Efrînê parastina şoreşa jinê ye'
09:00 ROJEVA 25'Ê SIBATA 2018'AN
24/02/2018
19:59 'Kavak bi tena serê xwe avê nikare vexwe'
16:41 Kerestecîoglu: Desthilatdarî welat bi tundî û êrîşan bi rêve dibe
16:19 Rewşa girtî Devrîm Ayik xerabtir dibe û rakirin nexweşxaneyê
16:18 Bal kişandin ser rewşa girtiya nexweş Nûrcan Bakir
16:17 Jin dê bi laçikên xwe yên spî li qadan bin
15:50 Buldan bi Dayikên Şemiyê re dest bi karê nû kir: Ez di destpêka çîroka xwe de me
15:49 Ji bo taziye pêk neyên deriyê mizgeftê qefle kirin
15:39 Elewiyên ereb 21’ê Sibatê pîroz kirin
15:39 Dê di 1'ê Adarê de haya Girtîgeha Sîlîvrê bimeşin
15:22 Li Efrînê bi deh hezaran kes dibêjin 'Em li vir in'
15:17 ‘Şûrê OHAL’ê li dijî jin û mûxalifan bikar tînin’
15:10 Gelê Başûr ji bo Efrînê meşiya
14:51 Aqûbeta Orhanê 15 salîbû hat windakirin pirsîn
14:39 Hat îdiakirin ku zava beriya dawetê întîxar kir
14:27 Malbat bi fikar in ku wî radestî OSO bikin
14:22 Di bombebaranê de 4 sivîl birîndar bûn
14:21 Prof. Yegen: Polîtîkaya Tirkiyeyê ya Sûriyeyê têk çû û diçe
13:44 Dîmenê qetilkirina cotkar ji Serokwezîr Yildirim pirsî
13:06 Deriyên şikeftên xwe ji kerwan re vekir: Li kê xistine bila werin bibînin
12:58 Serokê PAK'ê Ozçelik: Hemû destkeftiyên kurdan dikin hedef
12:41 Ji bo li Efrînê şer bikin cerdevanan perwerde dikin
12:36 Gelên gihîştin Efrînê: Em yek in û li Efrînê ne
12:28 Komên OSO'yê yên nikaribûn xwe ragirin ketin nav hev
12:27 Di bombebaranê gundê Qentera Efrînê de zarokek 5 salî mir
11:56 Buldan: Tenê Ocalan dikare Tirkiye ji vê talûkeyê rizgar bike
11:40 Ocaxa tenduristiyê rûxandin, li şûna wê qereqolê çê dikin
11:33 Ji ber 'leşker kêmin' Boz ê girtî nayê derman kirin
11:32 Li Girtîgeha Kalkandereyê rewş xetere: 40 girtî birîndar bûne
11:05 Pirtûkên Ahmet Altan û Nurcan Baysal ‘bifikar’ hatin dîtin
10:37 Sîsê Bingol a 78 salî her ku diçe rewşa wê girantir dibe
10:34 Li Hatayê şer û xebata rê esnafan anî ber topavêtinê
10:11 Dibin çavan de ‘sîxurtî’ li ser ferz kirin
10:11 Ne tenê koroyê, jiyanek hevpar ava dikin
10:00 Bi merceka Jineolojî Efrîn (4)
Heqîqeta li girê Eyn Dara, Şikefta Du Derî û Cinderêse veşartî
09:30 Koma şanoyê: Em zimanê xwe bi hunerê jindar dikin
09:29 Malbat dixwazin vegerin Sûrê!
09:28 Prof. Neşe Ozgen: Welat rûxandina xwe dibîne
09:27 Dozger xwest dadger 'qedexe' danî ser girtî
09:27 Dayika xwe ji şideta bav parast, lê pêşî li kuştina wê negirt
09:26 Girtiyan pirsgirêk ragihandin 5 sal ceza li wan birîn
09:25 'Şer aboriya welat têk dibe'
09:00 ROJEVA 24'E SIBATA 2018'AN
23/02/2018
20:58 Ji TCK'ê ceza dan rojnamegeran
17:46 Serlêdanên malbat û parêzeran ên ji bo hevdîtina bi Ocalan re hatin redkirin
16:21 Di îdianameya jê re hat şandin 'propaganda', lê di ya dadgehê de 'endamtî' derbas dibe
15:39 Qamişlo ji bo Efrînê meşiya
15:30 Baroya Amedê: Hewl didin doza Elçî ji rojavê derbixin
15:17 Bersûcê zaroka 4.5 salî îstismar kir dê di 16'ê Adarê de bê darizandin
14:12 Birîndarên ji êrîşê rizgar bûn axivîn: Dixwazin êrîşan rewa bikin
14:08 Îstîsmarkirina zarokan şermezar kirin
13:29 Wê giliyê îdareya Girtîgeha Xarpêtê bikin