Wê giliyê îdareya Girtîgeha Xarpêtê bikin

  • rojane
  • 13:29 23 Sibat 2018
  • |
img

AMED - Parêzerên ku parêzvanên mafên mirovan dikin û serdana Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Jimare 2 a Xarpêtê kirin, diyar kirin ku hemû girtî hatine îşkencekirin û gef li wan tên xwarin. Parêzer dê giliyê rayedarên girtîgehê yên îşkence li girtiyan kirine û li hemberî îşkenceyê xwe li nedîtinê danîne bikin. 

Di demên dawî de Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Jimare 2 a Xarpêtê bi îşkencekirin û çewisandinên li ser girtiyan di rojevê de ye. Li ser vê Parêzerên girêdayî Komîsyona Şopandina Girtîgehê ya Baroya Amedê û Komîsyona Girtîgehê ya Şaxa Komeleya Mafên Mirovan a Amedê serdana girtîgehê kiribûn. Parêzeran têkildarî serdana xwe û lêkolînên xwe yên li girtîgehê civîneke çapemeniyê çê kirin. Di civînê de kirinên li girtîgehê bi raya giştî re parve kirin. Civîn li avahiya Alîkariya Edlî ya Baroya Amedê pêk hat û li ser navê heyetê Berdevkê Komîsyona Şopandina Girtîgehê ya Baroya Amedê Parêzer Onder Alçîçek daxuyanî da. Alçîçek, destnîşan kir ku di hevdîtina xwe ya bi girtiyan re wan dîtiye ku binpêkirnên mafan didomin. Alçîçek diyar kir ku têkildarî giştînameya navborî, hatiye gotin ku wê jimarî li ser piyan bê kirin û girtiyên ku vê yekê nekin wê der barê wan de girtek bê nivîsandin û lêpirsîna dîsîplînê bê vekirin. 
 
Alçîçek çavdêriyên heyetê yên li girtîgehê bi vî awayî rêz kirin: 
 
“* Di 15'ê Sibata 2018'an de, gardiyanên ji bo jimariyê danê êvarî çûne odeyên girtiyan, ji girtiyan re gotine li gor giştînameya ku Wezareta Dadê şandiye divê êdî hûn li ser piyan jimariyê bidin û kesên vê yekê qebûl nekin wê der barê wan de girtek bê nivîsandin û lêpirsîna dîsîplînî bê destpêkirin. 
 
* Di 16'ê Sibata 2018'an de, gardiyanên ji bo jimariyê ketine odeyên girtiyan, ji girtiyan xwestine li ser piyan û di rêzekê de jimariyê bidin. Lê dema girtiyan ev yek qebûl nekiriye, pêşî der barê wan de girtek hatine nivîsandin û paşê hatine îşkencekirin. Bi taybetî jî di 18'ê Sibata 2018'an de roja Yekşemê bi awayekî zêde hatine îşkencekirin û derbkirin. Di vê îşkence û derbkirinê de girtiyên birîndar bûne hene. Hat gotin ku komeke taybet ku ji gardiyanan pêk tê ketine odeyan û heqaret li girtiyan kirine, bi awayekî dijwar ew derb kirine û gefa kuştinê li wan xwarine. Di vê avêtina ser odeyan de amûrên wan hatine belawelakirin û şikandin û girtiyan got tu ewlehiya wan tune ye. Hat gotin ku kesên di nav vê koma navborî de cih digirin heta niha li nav girtîgehê qet nehatine dîtin. Derbkirin û îşkence heta 20'ê Sibata 2018'an dewam kiriye û di vê demê ji bo rapora tenduristiyê girtî neşandine revîrê. 
 
* Di hevdîtinê de heyeta me jî bi çavê xwe şopên derbkirinê dîtin. Di hevdîtinê de, li derdora çavê rastê yê hikumxwar E.D. reş bûye û ekîmozên zer hatine dîtin; serê tiliyên destê çepê yê hikumxwar E.T. mor bûne; çoka çepê ya girtî M.B. mor bûye û werimiye; paş serê hikumxwar B.K. werimiye û şopa derban li ser çîmên wî hatine dîtin. 
 
* Jimariya di nîzama leşkerî de li girtiyan hatiye ferzkirin û kesên li dijî vê yekê derketine birina hewadariyê û ew îşkence kirine, heqaret li wan kirine û heta gefa kuştinê li wan xwarine. Li ser canê girtiyên ku hevdîtin bi wan re hat çêkirin leqayî şopên derbkirinê hatiye û hatiye tespîtkirin ku bi awayekî sîstematîk hatine derbkirin û îşkencekirin û sewqî enxweşxaneyan jî nehatine kirin û bi vî awayî mafên wan ê tenduristiyê hatine binpêkirin." 
 
Alçîçek, destnîşan kir ku li hemberî van kirinên kêfî îdareya girtîgehê xwe li nedîtinê daniye û ev yek sûc e. Alçîçek got: "Ger ev kirin bidomin wê di pêşerojê de rê li ber bûyerên neyînî vebike û endîşeya me ew e ku wê jiyana girtiyan têkeve talûkeyê." 
 
Alçîçek, destnîşan kir ku piştî daxuyaniyê ew ê giliyê rêveberiya girtîgehê bikin. 

Sernavên din

26/02/2018
11:26 Gardiyenan girtiyên sewqî Akhîsarê kirin derp kirin
10:57 Kurd: Piştî biryara NY’yê Tirkiye êrîşên xwe zêde kir
10:56 Bîngol ê cenazeyê keça xwe girt: Divê malbat israr bikin
10:55 ‘Têkoşîna min bi daxwaza aştiyê ya li dijî şer dest pê kir’
10:44 ‘Li girtîgehan hewldanên girtiya bixin sîxur zêde dibe'
10:29 Ji ber şer saziyên fermî nikarin heqê kirêyên xwe bidin, proje tên betalkirin
10:17 Prof. Dr. Yegen: Tirkiye naxwaze kurd bibin xwedî statû
10:16 'Ma bombeyên we yên bi aqil ên li sivîlan nakevin hene?’
09:53 Qeyûm nake, jinên li Sûrê bi xwe dikin
09:37 Baymîş ê di girtîgehê de nehat dermankirin, bi mirinê re rû bi rû ye
09:37 12 roj in li dijî tecrîdê di rojiya mirinê de ye
09:36 Beştaş: Dê rê li pêş hîleyên hilbijartinê re vekin'
09:34 Civaknas Bariş: Ev wêne îstismara zarokan jî derbas dike
09:33 Li vir wekhevî û yekitiya jinan heye
09:31 'Ji Brezîlyayê bi keştiyên zilmê û nexweşiyê tînin Tirkiyeyê'
09:31 Akgun: Erdogan di 3'ê mijaran de polîtîkaya alman dîl girtiye
09:30 'Zagonên li dijî mafê mirovan îstîsmarê asteng nakin'
09:29 Stenbol ji 8'ê Adarê re amade ye: Em ji bo azadiyê li berxwe didin
09:28 Dayikên Şemiyê: Yên îlegal kesên xizmên me winda kirinî ne
09:27 Ocalan: Xwebûna jinê tişta herî bi qedîm e
09:26 Pere nebe pirtûkan jî nadin
09:00 ROJEVA 26'Ê SIBATA 2018'AN
25/02/2018
18:35 PYD'ê bang li Çekyayê kir: Demil dest Salih Muslim serbest berdin
18:02 Li ser tecrîd û yek tîpê axivîn
16:34 Bîrlîk: Êrîş li ser keda sedsalan a gelane
16:21 Hamzaoglu: Em ê bi hevre tariyê ronî bikin
14:24 Pirtûka Adnan Oktar li ber deriyên kurdan danîn
13:56 Cenazeyeke din ê ji Gorîstana Xerzanê derxistin, teslîmê malbarê kirin
13:15 Malbat û xizmên Komkujiya Garê hatin gel hev
12:57 YPG‘ê bersîv da biryara agirbestê
12:26 Salih Muslim, li Çekya hat binçavkirin
12:04 Li Kerkukê êrîşa xwekujî
11:40 Nûnerê Daîmî yê NY ê Sûriyeyê Caferî: Divê Efrîn jî bikeve çarçoveyê agirbestê
11:39 Nivîskar Bayramoglu, di îtîaqa dij-kurd de rola medya taybet e
10:45 ‘Bi şev û roj îşkence’
10:44 Berrîn Sonmez: Jinên li dijî 28'ê Sibatê li ber xwe dan divê îro jî li ber xwe bidin
10:10 Koka nefreta li dijî bedena jinê heya nêçîra pîrebokan diçe
09:34 Ji akademiya HDP’ê ya tuneyî 210 sal ceza dixwazin
09:33 Jinên Şirnexê : An azadî an azadî
09:32 RTUK'ê ji ber strana kurdî ceza barand
09:32 Galîp: Gelê îngîlîzî alîgirê kurdan, hikumet alîgirê Tirkiyeyê ye
09:31 'Bi zextan gel dikin alîgirê şer'
09:30 Nûçeyên der barê Efrînê de ewlehiya saziyê dixe xeterê!
09:30 Gergerlîoglu: em tawîzan nedin
09:29 Akademîsyen: Em ne mexdûr in, xwe di nava têkoşînê de hîs dikin
09:28 Jinên JES rawestandin: Fikrê me negirin dê bizmar jî lê nedin
09:27 Parêzer Bek: Hejmara li ser piyan dibe ku bibe amûra tundiyê
09:26 Bi merçeka Jineolojî Efrin (5)
‘Parastina Efrînê parastina şoreşa jinê ye'
09:00 ROJEVA 25'Ê SIBATA 2018'AN
24/02/2018
19:59 'Kavak bi tena serê xwe avê nikare vexwe'
16:41 Kerestecîoglu: Desthilatdarî welat bi tundî û êrîşan bi rêve dibe
16:19 Rewşa girtî Devrîm Ayik xerabtir dibe û rakirin nexweşxaneyê
16:18 Bal kişandin ser rewşa girtiya nexweş Nûrcan Bakir
16:17 Jin dê bi laçikên xwe yên spî li qadan bin
15:50 Buldan bi Dayikên Şemiyê re dest bi karê nû kir: Ez di destpêka çîroka xwe de me
15:49 Ji bo taziye pêk neyên deriyê mizgeftê qefle kirin
15:39 Elewiyên ereb 21’ê Sibatê pîroz kirin
15:39 Dê di 1'ê Adarê de haya Girtîgeha Sîlîvrê bimeşin
15:22 Li Efrînê bi deh hezaran kes dibêjin 'Em li vir in'
15:17 ‘Şûrê OHAL’ê li dijî jin û mûxalifan bikar tînin’
15:10 Gelê Başûr ji bo Efrînê meşiya
14:51 Aqûbeta Orhanê 15 salîbû hat windakirin pirsîn
14:39 Hat îdiakirin ku zava beriya dawetê întîxar kir
14:27 Malbat bi fikar in ku wî radestî OSO bikin
14:22 Di bombebaranê de 4 sivîl birîndar bûn
14:21 Prof. Yegen: Polîtîkaya Tirkiyeyê ya Sûriyeyê têk çû û diçe
13:44 Dîmenê qetilkirina cotkar ji Serokwezîr Yildirim pirsî
13:06 Deriyên şikeftên xwe ji kerwan re vekir: Li kê xistine bila werin bibînin
12:58 Serokê PAK'ê Ozçelik: Hemû destkeftiyên kurdan dikin hedef
12:41 Ji bo li Efrînê şer bikin cerdevanan perwerde dikin
12:36 Gelên gihîştin Efrînê: Em yek in û li Efrînê ne
12:28 Komên OSO'yê yên nikaribûn xwe ragirin ketin nav hev
12:27 Di bombebaranê gundê Qentera Efrînê de zarokek 5 salî mir
11:56 Buldan: Tenê Ocalan dikare Tirkiye ji vê talûkeyê rizgar bike
11:40 Ocaxa tenduristiyê rûxandin, li şûna wê qereqolê çê dikin
11:33 Ji ber 'leşker kêmin' Boz ê girtî nayê derman kirin
11:32 Li Girtîgeha Kalkandereyê rewş xetere: 40 girtî birîndar bûne
11:05 Pirtûkên Ahmet Altan û Nurcan Baysal ‘bifikar’ hatin dîtin
10:37 Sîsê Bingol a 78 salî her ku diçe rewşa wê girantir dibe
10:34 Li Hatayê şer û xebata rê esnafan anî ber topavêtinê
10:11 Dibin çavan de ‘sîxurtî’ li ser ferz kirin
10:11 Ne tenê koroyê, jiyanek hevpar ava dikin
10:00 Bi merceka Jineolojî Efrîn (4)
Heqîqeta li girê Eyn Dara, Şikefta Du Derî û Cinderêse veşartî
09:30 Koma şanoyê: Em zimanê xwe bi hunerê jindar dikin
09:29 Malbat dixwazin vegerin Sûrê!
09:28 Prof. Neşe Ozgen: Welat rûxandina xwe dibîne
09:27 Dozger xwest dadger 'qedexe' danî ser girtî
09:27 Dayika xwe ji şideta bav parast, lê pêşî li kuştina wê negirt
09:26 Girtiyan pirsgirêk ragihandin 5 sal ceza li wan birîn
09:25 'Şer aboriya welat têk dibe'
09:00 ROJEVA 24'E SIBATA 2018'AN
23/02/2018
20:58 Ji TCK'ê ceza dan rojnamegeran
17:46 Serlêdanên malbat û parêzeran ên ji bo hevdîtina bi Ocalan re hatin redkirin
16:21 Di îdianameya jê re hat şandin 'propaganda', lê di ya dadgehê de 'endamtî' derbas dibe
15:39 Qamişlo ji bo Efrînê meşiya
15:30 Baroya Amedê: Hewl didin doza Elçî ji rojavê derbixin
15:17 Bersûcê zaroka 4.5 salî îstismar kir dê di 16'ê Adarê de bê darizandin
14:12 Birîndarên ji êrîşê rizgar bûn axivîn: Dixwazin êrîşan rewa bikin
14:08 Îstîsmarkirina zarokan şermezar kirin
13:29 Wê giliyê îdareya Girtîgeha Xarpêtê bikin