Rojnamegerek bêtirs û şopdarê heqîqetê: Cengîz Altun

  • rojane
  • 13:16 23 Sibat 2018
  • |
img

ÊLIH – Di ser kuştina nûçegihanê rojnameya Yenî Ulke Cengîz Altun de 26 sal derbas bûn. Dayika Altun Turkan Altun a tiştên li pey kurê wê mane hemû veşartiye, behsa rojnamegeriya kurê xwe kir. Dayik Altun got: “Cengîz bi boneya têkiliya Hîzbûllah û dewletê derdixist holê, hat înfazkirin.” 

Rojnameya Yenî Ulke weşana xwe heftane dikir. Nûçegihanê rojnameya Yenî Ulke yê Êlihê Cengîz Altun di 24’ê sibata 1992’an de dema ji malê diçû buroya rojnameyê, rastî êrîşa çekdarî hat. Dema Cengîz Altun hat înfazkirin hêj 24 salî bû. Altun li gel karê xwe yê rojnamegeriyê li Dibistina Bilind a Êlihê beşa motorê dixwend. Sedemê înfazkirina Altun ew bû rastiya têkiliyê kontra gerîla, hîzbullah, cerdevan û dewletê derdixist holê. Ew rojnamegerek ji malbatek polîtîk mezin dihat û wiha mezin bûbû. Altun ji bo rastiyê ragihînê û bigîhîne gel kolan bi kolanên Êlihê û herêmê digeriya. Altun guh nedida tehdîtên li ser xwe û bê tirs dixebitî. Di wan salan de dewletê bi destên Hîzbûllah, kontra gerîla û îtîrafkaran înfaz, îşkence û revandinê organîze dikir. Salên tarî bûn ku kolanên bajarê heremê xwîn diherikîn. Têkildarî înfaza Cengîz Altun di sala 1993’an de navê Îsmaîl Emsen derbas bû. Di kontrolek rê de Îsmaîl Emsen bi debanceyek bêrûhsat hat girtin. Hat diyarkirin ku Altun bi vê debanceyê hatiye kuştinn. Li gel vê yekê jî Emsen ji ber çeka bêrûhsat li ser xwe digerand hat girtin. Piştî demek kurt ji girtîgehê derket û ji wê rojê ve şûn ve rastî şopa wî kesî nehat. 
 
Serokê Lîjneya Teftîşê ya Serokwezîriyê Kutlu Savaş li xwe mikûr hat û gotibû ku di raporên Susurlukê de navê Cengîz Altun jî derbas dibe. Li gel li xwe mikûr hatinê jî ev 26 sal e bi ser înfazkirina Cengîz Altun re derbas bû hêj kûjer nehatine darizandin û tu encamek ji dozê derneket. 
 
‘WÎ RASTIYÊ DINIVÎSAND…’ 
 
Dayika Cengîz Altun, Turkan Altun 26 sal e qetilkirina kurê xwe ji bîr nekiriye û hemû kelûpelên lawê xwe di sindoqa xwe de vedişêre. Dayikê Turkanê kurê xwe bi hesretek mezin bibîr tîne. Li gel ew qas sal di ser înfazê re derbas bû jî serpêhatî û hûrgiliyên karê kurê xwe ji bîr nekiriye. Dayik Altun wiha behsa kurê xwe kir: “Ji ber ku kurê min rastiyê dinivîsand, ji aliyê çeteyên dewletê ve hat kuştin. Çunkî wî têkiliya Hîzbûllah û dewletê derdixist holê.” 
 
'HETA ÇIYAYÊ CUDÎ DIÇÛ’ 
 
Altun anî ziman ku 26 sal in xweşikî û bedewiya kurê wê ji ber çavê neçûne û got: “Simbêl û rûyê wî li dev ken wek duh tê bîra min û qet ji bîra min naçe. Çawa ku xweşikiya ji hişê min naçe û kuştina wî jî ji bîra min naçe. Hêj birîn û êşa min taze ye.” 
 
Altun diyar kir ku kurê wê ji rojnamegeriyê gelek hez dikir û wiha domand: “Bi eleqeyek û berpirsyariyek mezin karê xwe dikir. Rojek êvarê dema ji nûçeyekê dihat behs kir. Nayê bîra min çûbû kîjan gundî. Çûbû gundek Çiyayê Cudî. Leşker û cerdevanan rê girtibû û destûr nedabûnê biçe gund. Cengîz jî bi enyad gotibû ez ê biçim gund û li gundiya guhdar bikira û bikirina nûçe. Sîlehan jî xistibûn serê wî. Wî jî ji leşkeran gotibû ‘Çeka min tune ye. Binêrin ev karta min a çapemeniyê ye. Ez rojnameger im. Sîlehê xwe deynin ku ez biçim.’ Pişt re wî berdane. Kiribû enyad û çûye gund. Gundiyan wî hembêz kiribû û hildane nav xwe. Dema ji min re behsa vê kêliyê kir, gotibû ‘Dayê wisa ji min hezkirin, hindik mabû ez biketima.’ Dema ji min re behsa vê bîranîn û bîranînên xwe yên din dikir, her tim dikeniya. Dema dikeniya ez pê dilşah dibûm û serbilind dibûm. Evîndarê rojnamegeriyê bû. Kêliyek vala nedisekinî.” 
 
'SIBÊ NÛÇEYA ME MANŞET E’ 
 
Altun da zanîn ku gelek caran por û riyê kurê wê li nav hev diket û wiha li axaftina xwe zêde kir: “Li xwe nedinêrî. Dema wî tunebû ku li xwe binêre. Kincê wî birêkûpêk bûn. Çima wê li xwe binêriya. Mirovên dê li wan binêriya û bidîta hebûn. Dixwazin bi dîtina mirovan êş û kulê wan binivîsîne. Dema wî rojnamegeriyê dikir dixwest xwîna diherike rawest e. Îro jî hemû rojnamegerên rastiyê dinivîsînin aştiyê dixwazin. Ji bo aştiyê dinivîsînin. Hûn jî dev ji nivîsandina rastiyan bernedin. Îro her rojnamegerek kurd ku rastiyê dinivîsîne û rastî neheqiyê tê ew jî zarokên min in. Ji ber ku kurê min rastiyan dinivîsand, ji aliyê çeteyên dewletê ve hat kuştin.” 
 
Altun behsa kenek dawî yê kurê xwe kir û got: “Kenê wî dawî tê bîra min. Beriya şeva bê kuştin, hat malê birayê xwe biçûk hilavêt jor. Wî maç dikir û bêhn dikir. Jê re got ‘Sibê nûçeya me manşet e manşet.’ Wisa hezkirina xwe dianî ziman. Roja din nûçeya wî bû manşet. Lê serê siba wê şevê Cengizê min kuştin.” 
 
HEMÛ KELÛPELÊN LAWÊ VEŞARTIYE 
 
Dayik Altun di tevahiya hevpeyvînê de wêneyên Cengiz Altun ji destê xwe berneda û got ku li gel ewqas dem derbas bûye jî radyo, qutiya çixarê, heste, pênûs, kartê çapemeniyê, lênûska nîşeyan, saet û bi taybetî rûpelên nûçeyên kurê xwe yên rojnameyê vedişêre û jê re bûne sebir. 
 
‘YÊN KU RASTIYAN BINIVÎSÎNE NAYÊ JIBÎRKIRIN’ 
 
Altun destnîşan kir ku kurê wê rojnamegeriyek objektîf dikir û wiha dewam kir: “Ji bo rastiya binivîsîne kêliyek jî paş de gav neavêt. Bila êdî xwîn bê rawestandin. Bila hemû rojanmegerên Kurdistanî rastiyê binivîsînin û neheqiya li ser kurdan vebêjin da ku ev şer bê rawestandin. Bila êdî zarok neyên kuştin û dayik negirîn. Îro dema ez diçim Stenbolê jî kurê min ji aliyê hemû rojnamegeran ve tê nasîn. Hevalên wî rêya wî bernedan. Jixwe ji ber ku rêya wî dewam kirin, gelek hevalên wî din hatin kuştin. Îro navê kurê min li her deverê tê bibîranîn. Rojnamegerên kurd Cengîz ji bîr nekirin. Çunkî, kî rastiyan binivîsîne qet nayê jibîrkirin. Kurê min mîrateyek ku êm ê pê ser bilind bibin li pey xwe ji me re hişt.” 
 
‘BILA WE BIGIRIN, LÊ EW DIBE XELAT’ 
 
Altun herî dawî jî da zanîn ku niha jî ji ber rojnameger rastiyan dinivîsînin tên girtin û gotinên xwe wiha bi dawî kir: “Rojnameger îro nayên kuştin. Lê ji bo rastiyan dinivîsînin tên girtin û der barê wan de doz vedikin. Tişt nabe bila bigirin û doz vekin. Ev jî dê ji bo rojnamegeran bibe xelat. Bila wan xelatên xwe bi serbilindî hildin. Li min binêrin, ji ber ku kurê min nûçeyên rast nivîsand, ez bi serbilindî digerim.” 
 
MA / Metîn Yoksu
 

Sernavên din

26/02/2018
11:26 Gardiyenan girtiyên sewqî Akhîsarê kirin derp kirin
10:57 Kurd: Piştî biryara NY’yê Tirkiye êrîşên xwe zêde kir
10:56 Bîngol ê cenazeyê keça xwe girt: Divê malbat israr bikin
10:55 ‘Têkoşîna min bi daxwaza aştiyê ya li dijî şer dest pê kir’
10:44 ‘Li girtîgehan hewldanên girtiya bixin sîxur zêde dibe'
10:29 Ji ber şer saziyên fermî nikarin heqê kirêyên xwe bidin, proje tên betalkirin
10:17 Prof. Dr. Yegen: Tirkiye naxwaze kurd bibin xwedî statû
10:16 'Ma bombeyên we yên bi aqil ên li sivîlan nakevin hene?’
09:53 Qeyûm nake, jinên li Sûrê bi xwe dikin
09:37 Baymîş ê di girtîgehê de nehat dermankirin, bi mirinê re rû bi rû ye
09:37 12 roj in li dijî tecrîdê di rojiya mirinê de ye
09:36 Beştaş: Dê rê li pêş hîleyên hilbijartinê re vekin'
09:34 Civaknas Bariş: Ev wêne îstismara zarokan jî derbas dike
09:33 Li vir wekhevî û yekitiya jinan heye
09:31 'Ji Brezîlyayê bi keştiyên zilmê û nexweşiyê tînin Tirkiyeyê'
09:31 Akgun: Erdogan di 3'ê mijaran de polîtîkaya alman dîl girtiye
09:30 'Zagonên li dijî mafê mirovan îstîsmarê asteng nakin'
09:29 Stenbol ji 8'ê Adarê re amade ye: Em ji bo azadiyê li berxwe didin
09:28 Dayikên Şemiyê: Yên îlegal kesên xizmên me winda kirinî ne
09:27 Ocalan: Xwebûna jinê tişta herî bi qedîm e
09:26 Pere nebe pirtûkan jî nadin
09:00 ROJEVA 26'Ê SIBATA 2018'AN
25/02/2018
18:35 PYD'ê bang li Çekyayê kir: Demil dest Salih Muslim serbest berdin
18:02 Li ser tecrîd û yek tîpê axivîn
16:34 Bîrlîk: Êrîş li ser keda sedsalan a gelane
16:21 Hamzaoglu: Em ê bi hevre tariyê ronî bikin
14:24 Pirtûka Adnan Oktar li ber deriyên kurdan danîn
13:56 Cenazeyeke din ê ji Gorîstana Xerzanê derxistin, teslîmê malbarê kirin
13:15 Malbat û xizmên Komkujiya Garê hatin gel hev
12:57 YPG‘ê bersîv da biryara agirbestê
12:26 Salih Muslim, li Çekya hat binçavkirin
12:04 Li Kerkukê êrîşa xwekujî
11:40 Nûnerê Daîmî yê NY ê Sûriyeyê Caferî: Divê Efrîn jî bikeve çarçoveyê agirbestê
11:39 Nivîskar Bayramoglu, di îtîaqa dij-kurd de rola medya taybet e
10:45 ‘Bi şev û roj îşkence’
10:44 Berrîn Sonmez: Jinên li dijî 28'ê Sibatê li ber xwe dan divê îro jî li ber xwe bidin
10:10 Koka nefreta li dijî bedena jinê heya nêçîra pîrebokan diçe
09:34 Ji akademiya HDP’ê ya tuneyî 210 sal ceza dixwazin
09:33 Jinên Şirnexê : An azadî an azadî
09:32 RTUK'ê ji ber strana kurdî ceza barand
09:32 Galîp: Gelê îngîlîzî alîgirê kurdan, hikumet alîgirê Tirkiyeyê ye
09:31 'Bi zextan gel dikin alîgirê şer'
09:30 Nûçeyên der barê Efrînê de ewlehiya saziyê dixe xeterê!
09:30 Gergerlîoglu: em tawîzan nedin
09:29 Akademîsyen: Em ne mexdûr in, xwe di nava têkoşînê de hîs dikin
09:28 Jinên JES rawestandin: Fikrê me negirin dê bizmar jî lê nedin
09:27 Parêzer Bek: Hejmara li ser piyan dibe ku bibe amûra tundiyê
09:26 Bi merçeka Jineolojî Efrin (5)
‘Parastina Efrînê parastina şoreşa jinê ye'
09:00 ROJEVA 25'Ê SIBATA 2018'AN
24/02/2018
19:59 'Kavak bi tena serê xwe avê nikare vexwe'
16:41 Kerestecîoglu: Desthilatdarî welat bi tundî û êrîşan bi rêve dibe
16:19 Rewşa girtî Devrîm Ayik xerabtir dibe û rakirin nexweşxaneyê
16:18 Bal kişandin ser rewşa girtiya nexweş Nûrcan Bakir
16:17 Jin dê bi laçikên xwe yên spî li qadan bin
15:50 Buldan bi Dayikên Şemiyê re dest bi karê nû kir: Ez di destpêka çîroka xwe de me
15:49 Ji bo taziye pêk neyên deriyê mizgeftê qefle kirin
15:39 Elewiyên ereb 21’ê Sibatê pîroz kirin
15:39 Dê di 1'ê Adarê de haya Girtîgeha Sîlîvrê bimeşin
15:22 Li Efrînê bi deh hezaran kes dibêjin 'Em li vir in'
15:17 ‘Şûrê OHAL’ê li dijî jin û mûxalifan bikar tînin’
15:10 Gelê Başûr ji bo Efrînê meşiya
14:51 Aqûbeta Orhanê 15 salîbû hat windakirin pirsîn
14:39 Hat îdiakirin ku zava beriya dawetê întîxar kir
14:27 Malbat bi fikar in ku wî radestî OSO bikin
14:22 Di bombebaranê de 4 sivîl birîndar bûn
14:21 Prof. Yegen: Polîtîkaya Tirkiyeyê ya Sûriyeyê têk çû û diçe
13:44 Dîmenê qetilkirina cotkar ji Serokwezîr Yildirim pirsî
13:06 Deriyên şikeftên xwe ji kerwan re vekir: Li kê xistine bila werin bibînin
12:58 Serokê PAK'ê Ozçelik: Hemû destkeftiyên kurdan dikin hedef
12:41 Ji bo li Efrînê şer bikin cerdevanan perwerde dikin
12:36 Gelên gihîştin Efrînê: Em yek in û li Efrînê ne
12:28 Komên OSO'yê yên nikaribûn xwe ragirin ketin nav hev
12:27 Di bombebaranê gundê Qentera Efrînê de zarokek 5 salî mir
11:56 Buldan: Tenê Ocalan dikare Tirkiye ji vê talûkeyê rizgar bike
11:40 Ocaxa tenduristiyê rûxandin, li şûna wê qereqolê çê dikin
11:33 Ji ber 'leşker kêmin' Boz ê girtî nayê derman kirin
11:32 Li Girtîgeha Kalkandereyê rewş xetere: 40 girtî birîndar bûne
11:05 Pirtûkên Ahmet Altan û Nurcan Baysal ‘bifikar’ hatin dîtin
10:37 Sîsê Bingol a 78 salî her ku diçe rewşa wê girantir dibe
10:34 Li Hatayê şer û xebata rê esnafan anî ber topavêtinê
10:11 Dibin çavan de ‘sîxurtî’ li ser ferz kirin
10:11 Ne tenê koroyê, jiyanek hevpar ava dikin
10:00 Bi merceka Jineolojî Efrîn (4)
Heqîqeta li girê Eyn Dara, Şikefta Du Derî û Cinderêse veşartî
09:30 Koma şanoyê: Em zimanê xwe bi hunerê jindar dikin
09:29 Malbat dixwazin vegerin Sûrê!
09:28 Prof. Neşe Ozgen: Welat rûxandina xwe dibîne
09:27 Dozger xwest dadger 'qedexe' danî ser girtî
09:27 Dayika xwe ji şideta bav parast, lê pêşî li kuştina wê negirt
09:26 Girtiyan pirsgirêk ragihandin 5 sal ceza li wan birîn
09:25 'Şer aboriya welat têk dibe'
09:00 ROJEVA 24'E SIBATA 2018'AN
23/02/2018
20:58 Ji TCK'ê ceza dan rojnamegeran
17:46 Serlêdanên malbat û parêzeran ên ji bo hevdîtina bi Ocalan re hatin redkirin
16:21 Di îdianameya jê re hat şandin 'propaganda', lê di ya dadgehê de 'endamtî' derbas dibe
15:39 Qamişlo ji bo Efrînê meşiya
15:30 Baroya Amedê: Hewl didin doza Elçî ji rojavê derbixin
15:17 Bersûcê zaroka 4.5 salî îstismar kir dê di 16'ê Adarê de bê darizandin
14:12 Birîndarên ji êrîşê rizgar bûn axivîn: Dixwazin êrîşan rewa bikin
14:08 Îstîsmarkirina zarokan şermezar kirin
13:29 Wê giliyê îdareya Girtîgeha Xarpêtê bikin