Di doza Komkujiya Pirsûsê de daxwazên parêzeran hatin redkirin

  • rojane
  • 15:37 29 Îlon 2021
  • |
img
RIHA - Di danişîna 20’emîn a doza Komkujiya Pirsûsê de dozger mutalaya xwe ya berê dubare kir. Şandeya dadgehê jî daxwazên parêzeran hemû red kir. 
 
Li ber Navenda Çanda Amara ya li Pirsûsa Rihayê di 20’ê Tîrmeha 2015’an de DAIŞ’ê bombe di çalakiya Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF) ku dixwest biçin Kobanê de teqand û 33 ciwan hatibûn qetilkirin. Doza ku derbarê Komkujiyê de hatiye vekirin berdewam dike. Danişîna 20’emîn a doza komkujiyê li 5’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Rihayê kul i Kampûsa Girtîgeha Hîlwanê ye hat lidarxistin. 
 
Malbatên qurbaniyan, kesên di komkujiyê de birîndar bûbûn, parêzer, Parlamentera HDP’ê ya Rihayê Ayşe Surucu, Hevserokê Giştî yê OHD’ê Bunyamîn Şeker, Serokê Baroya Rihayê Mehmet Welat Îzol, Hevserokê Giştî yê ESP’ê Şahîn Tumuklu û endamên SGDF’ê beşdarî danişînê bûn. Gelek polîs û leşker jî li eywana danişînê hatin bicihkirin. 
 
Bersûcê dozê Yakûp Şahîn ku ji dosyeyê ew bi tenê girtî ye ji Girtîgeha Rihayê ya Tîpa T bi SEGBÎS’ê beşdarî danişînê bû. Dozger di danişîna 19’emîn de ya di 27’ê gulanê de mutalaya xwe pêşkêşî şandeya dadgehê kiribû. Di mutalayê de ji bo bersûc Yakûp Şahîn 34 caran cezayê muebeta girankirî hatibû xwestin. Her wiha derbarê bersûcên bi navê Îlhamî Balî û Denîz Buyukçelebî yên firar de jî daxwaza cihêkirina dosyeya wan hatibû kirin. 
 
PARÊZERAN DAXWAZÊN XWE GOTIN 
 
Danişînê bi tespîta nasnameyan dest pê kir. Daxwazên parêzeran ku danişîke berê li dosyeyê hatibûn zêdekirin hatin xwendin. 
 
Parêzeran daxwa kir ku dosye bêkêmasî were darizandin û endamên DAIŞ’ê ku têkiliya wan bi teqînan re heye werin guhdarkirin. Parêzeran xwest dîmenên bêkêmasî yên li Pirsûsê hemû li dosyeyê werin barkirin. 
 
‘BILA DAVÛTOGLU WERE GUHDARKIRIN’ 
 
Serokê Baroya Rihayê Mehmet Welat Îzol jî destnîşan kir ku dozger dixwaze bilezûbez biryara dosyeyê bide û wisa dixwaze ser dosyeyê bigire. Îzol anî ziman ku serokwezîrê wê demê Ahmet Davûtoglu hin beyanan vegotiye û xwest Ahmet Davûtoglu wek şahid were guhdarkirin. 
 
‘WÊ GUNEHÊ WAN DI STÛYÊ ME DE BIMÎNE’
 
Serokê Baroya Rihayê yê berê Abdullah Oncel jî destnîşan kir ku heke hemû kesên têkiliya wan bi komkujiyê re heye neyên guhdarkirin dê gunehê 33 însanan di stûyê wan de bimîne û xwest daxwazên parêzeran werin qebûlkirin. 
 
DADGEHÊ DAXWAZÊN PARÊZERAN RED KIR 
 
Piştî parastina parêzeran, şandeya dadgehê ji bo muzakereya daxwazên parêzeran 15 deqîqe navber da danişînê. Bi dû navberê re şandeya dadgehê têkildarî daxwazên parêzeran axivî û daxwazên parêzeran hemû red kir. 
 
Dozger jî mutalaya xwe ya di danişîna 19’emîn de dubare kir. Pişt re xizmên qurbaniyan û kesên di komkujiyê de birîndar bûbûn li dijî mutalaya dozger parastinê kirin. 
 
Pişt re şandeya dadgehê dîsa navber da danişînê. 
 

Sernavên din

03/10/2021
09:03 Esnafên halê ji ber krîza aborî nikarin çerxa xwe bigerînin
09:03 Girtiyê nexweş Akbaba yê 29 sal in girtiye nayê dermankirin
09:03 Gelo Erdogan cardin berê dûmena xwe dide Biden?
09:00 ROJEVA 3'YÊ COTMEHA 2021'AN
02/10/2021
21:16 Li Hezexê kesek hat binçavkirin
19:55 203 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
19:52 Li Hezexê şahiya jinan: Ne Ezgî Molla, bila Mûsa Orhan bê cezakirin
16:48 Li Antalyayê jinên HDP'î hatin gelhev
16:20 Bavê Şahîn bertek nîşanî daxuyaniya Walîtiya Êlihê da
16:17 Gergerlîoglû kameraya di girtîgeha jinan de vegot
15:54 Prz. Yureklî: Bi qanûnên li dijî Ocalan bingeha qanûna înfazê ava kirin
15:37 Li Cindirêsê jinek hat revandin
15:13 Ji bo Mehmet Ozkan daxwaza berdanê kirin
15:07 ‘Girtiyê nexweş Kirtay serbest berdin'
14:54 Girtiyê 4 salin di hucreyê de tê girtin, 13 rojin di greva birçîbûnê de ye
14:53 Xizmên windayan: Faîlên Ceylan Onkol bibînin
14:21 Banga taloqkirina înfaza girtiyê nexweş Ramazan Dûrmaz
13:58 Prof. Bîçer: ATK’î bi perspektîfa parastina dewletê tevdigerin
13:47 2 bira 28 sal in winda ne
13:15 Li Licê operasyona eskerî dest pê kir
12:47 Li Tekîrdagê jinek hat qetilkirin
12:32 Gelê Şengalê li dijî tevgera eskerî ya PDK û Iraqê daket qadan
12:04 Malbata Şenyaşar: Divê em jiyanek dadmend pêşkêşî nifşên nû bikin
11:26 MKGP’ê piştgirî da rojnameger Yildiz
11:17 Ji bîra Ayhan Erkmen çîrokên mirov û mekanan: Çîrokên Serhedê
11:16 Gewriye: Ji bo çareseriya siyasî ya Sûriyeyê me piştgirî xwest
10:13 Înfaza girtiyê nexweş ku 'poşmaniyê' qebûl nekir hat şewitandin
10:09 Ji bo axaftina berî 7 salan, doz vekirin
09:51 Walî û midurên polisan ên nû hatin tayînkirin
09:36 Malbata Varol 20 roj in di tariyê de ye
09:10 Hilbijêrên Partiya ÎYÎ û AKP'ê li dijî hevserokatiyê ne
09:09 Komkujiya Vartînîsê: Ji bo doza mafên wan bikim jiyam
09:09 Li Mêrdînê di 7 îhaleyên din de jî nelirêtî: Ne mimkun e ku bêyî qeyûm hatibe kirin
09:08 Hevberdevkê EGEÇEP'ê: Deklerasyona HDP'ê ji bo têkoşîna ekolojiyê watedar e
09:05 Roja ku mirovahî bi erdê re hat kaşkirin: Hacî Lokman Bîrlîk
09:04 Ji bo ku şivan agahiya çekê kîmyewî nedin, gef li wan hatiye xwarin
09:00 ROJEVA 2'YÊ COTMEHA 2021'AN
01/10/2021
21:15 Qeyûm ji bo gora xebatkarê jiyana xwe ji dest da kemçe neda malbatê
20:59 210 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
20:56 Rêveberiya Xweser a Şengalê: Em hêzên çekdarî yên PDK'ê qebûl nakin
18:24 Di Doza KCK'ê ya Geverê de ceza li ser ceza hat birîn
17:02 Êrişî girtiyên jin kirin: Ji ser hişê xwe çû, tiliya wê hat dirûn
16:43 Meclîs bi înkarkirina pirsgirêka kurd vebû
16:03 Ezgî Mola ji ber ku xwest Mûsa Orhan bê girtin ceza lê hat birîn
15:48 Rapora nexweşxaneyê daxuyaniya Walîtiya Êlihê diderewîne
15:28 Bi kuçikan ser malan de girtin, derî şikandin, li welatiyan dan
15:19 Li Amedê dê panela li ser girtîgehan were lidarxistin
15:19 5 kesên ku bav û keça wî kuştibûn beraet kirin
15:18 Doza suîkastê ya siyasetmedarên Kurd hat dîtin
15:17 ‘Kesê ku vîna me nas neke em jî wî nas nakin’
15:04 36 sal ceza li tecawîzkar hat birîn
14:17 DÎSK'ê bernameya xwe ya têkoşîn û birêxistinbûnê aşkera kir
14:08 DÎB: Deklarasyona HDP’ê siyaset rehet kir
14:00 Peymana Avhewayê ya Parîsê ji meclisê re hat şandin
13:52 Ji malbata Gurdegîr 2 kes hatin berdan
13:05 Sefîrê Delegasyona Tirkiyeyê yê YE’yê serdana HDP’ê kir
12:55 Malbat ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgerî û girtîgehê dan
12:07 Malbata Şenyaşar bangî Meclîsê kir: Bêedelatiyê rakin
11:15 Di encama hewldanên Rêveberiya Xweser de NY ket tevgerê
11:10 Clare Baker: Divê têkoşîna ji bo azadiya fîzîkî ya Ocalan bê xurtkirin
10:53 Cîhad Hesen ê ji aliyê PDK’ê ve hatibû desteserkirin: Îşkence li me dikirin
10:14 Amerîkayê li Idlibê rêveberekî El Kaîdeyê kuşt
09:05 Tumuklu: Divê em têkoşîna malbata Şenyaşar û Malbatên Pirsûsê bikin yek
09:04 29 salan ji bo Kûrt ê bi îşkenceyê hat kuştin dan dû edaletê: Encam bêcezatî!
09:04 30 sal in girtiye, cezayê wî qediyaye, nayê berdan!
09:04 'Keç û kurê manewî' yên qeyûmên Mêrdînê hatin terfîkirin
09:00 Yûsûfoglû: Divê CPT ji ber binpêkirinên mafan biçe Îmraliyê
09:00 Rêwîtiyeke talûke: Bi kelekê li pengava bendavê dixin û diçin dibistanê
09:00 Li Iraqa ku heta ber qirikê di nav pirsgirêkan de digeveze hilbijartin!
09:00 ROJEVA 1'Ê COTMEHA 2021'AN
30/09/2021
19:15 Cenazeyê Can bi awayekî girseyî hat definkirin
16:55 MSD'ê bi Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê re Sûriyeyê axivî
16:04 Danişîna doza Ozgur Gundemê hat taloqkirin
15:46 Odeya Avahîsazan: Texrîbatên li Sûrê bi dawî bikin
15:43 Li Botanê HDP'ê lez da xebatên xwe: Em HDP'yî ne û li her derê ne
15:32 Derbarê ciwanê li Êlihê bi çekê birîndar bûbû de lêpirsîn hat destpêkirin
15:15 Doza qetilkirina Fatma Altinmakas hat taloqkirin
14:38 Başaran: Îqtidar û daraz, bersûcan û kujeran diparêz e
14:29 Fîncanci: Heta ku gotin azad bibe wê têkoşîn bidome
14:13 ESP’ê serdana malbata Şenyaşar kir
12:27 Meclis vedibe: Pêşniyarên binîqaş di rojevê de ne
12:22 Li Nisêbînê kesek hat binçavkirin
12:01 Parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
11:47 HDP: Wê qeyûm biçin û em ê bimînin
11:41 Rojnamevanê Murat Kuseyrî koça dawî kir
11:40 Piştgiriya ji bo çalakiya greva birçîbûnê ya rojnamegerên ku PDK'ê wan girtiye
11:29 Serokê Giştî yê PÎA’yê: Deklarasyon girîng e divê gav were avêtin
11:06 Bavê Sûat Şahîn: Piştî birîndarkirinê bi awayekî kelemçekirî lê dane
10:41 Li Kerkûkê di 6 mehan de 50 jinan xwe kuştiye
10:35 Cenazeyên Oklu û Yildiz li Wanê hatin veşartin
09:54 Li Hatayê dayik û du zarokên xwe mirî hatin dîtin
09:48 Ji welatiyan şîroveya aboriyê: Me berê bi qaseyan dikirî niha em nikarin bi kîloyan bikirin
09:06 Dîlgirtineke 37 salan, bêrîkirina 28 salan
09:06 Di wesayîta şîrketa ku unîformayan ji TSK'ê re peyde dike tiryak hat zevtkirin
09:06 5 sal in du guleyên di milê wî de nehatine derxistin
09:06 Fatûreya ceyrana girtîgehê li girtiyan tê barkirin
09:06 Li Farqînê jinan dest bi amadekariya zivistanê kirin
09:06 KASED ji bo jin û zarokan dest bi kargehan dike
09:06 Welatiyê ku 21 sal in bê nasname ye, nikare tedawî bibe
09:00 ROJEVA 30'YÊ ÎLONA 2021'AN