Prof. Hamzaoglu beriya bê binçavkirin axivî: Ev mudaxele motîvasyona me zêde dikin

img

STENBOL – Hevberdevkê HDP’ê Prof. Onur Hamzaoglu beriya bê binçavkirin operasyonên li dijî HDP’ê û HDK’ê nirxand û got: “Ev mudaxele motivasyona me zêde dike.” Hevberdevka HDK’ê Gulîstan Kiliç Koçyigît a der barê wê de biryara binçavkirinê derket jî got: “Ev operasyonên tên kirin dê xebatên HDK’ê paş de nede.” 

Beriya Kongreya Mezin a 3’yemîn a Asayî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li Stenbol û Îzmîrê bi ser gelek malên endam û rêveberên HDP’ê û HDK’ê de hat girtin. Di çarçoveya vê operasyonê de li Stenbolê 31 kes û li Îzmîrê jî 42 kes hatin binçavkirin. Di der barê bi dehan kes de jî biryara binçavkirinê heye. Hevberdevkên Kongreya Demokratîk a Gelen (HDK) Prof. Dr. Onur Hamzaoglu û Gulîstan Kiliç Koçyigît pêla binçavkirinên li dijî HDP û HDK’ê nirxandin. 
 
HAMZAOGLU: EV OPERASYON MOTÎVASYONA ME XÛRT DIKIN 
 
Hevberdevk Hamzaoglu beriya îro bê binçavkirin der barê operasyonan de ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re nirxand. Hamzaoglu destnîşan kir ku li gel hemû tengkirin, zext û tundiya li ser HDP’ê jî di asta partiya pêşeng a Tirkiyeyê de ye û got: “Operasyonên li dijî HDP û HDK’ê yên beriya 11’ê sibatê pêk tên ne tesadufî ne. Ne mimkûn e naverokê vala bikin. Dixwazin ku kongre bi hejmarek qels bê lidarixistin. Berpirsyariya me ya HDK’ê heye ku em destekê bidin HDP’ê. Bêyî ku xebatên me bên astengkirin, em ê li ser piya bin. Ev mudaxeleyên li dijî partiyên me tenê motîvasyonê dide me. Em ê bi vê motîvasyonê biçin kongreyê.” 
 
‘DIXWAZIN GEL JI PARTIYÊ BITIRSE’ 
 
Polîsan îro bi ser mala Hevberdevka HDK’ê Gulîstan Kiliç Koçyigît a li Menemena Îzmîrê de girt û der barê wê de biryara binçavkirinê ku derxist jî ji Ajansa Mezopotamyayê re axivî. Koçyigît diyar kir ku ji ber xebat3en HDP’ê û HDK’ê bêtir hedef tê girtin û wiha got: “Dixwazin tenê civakek yek dengî biafirînin. Armanca hikumetê ew e ku HDP’ê krîmînalîze bike û ji hev de bixîne. Em dîroka Tirkiyeyê wek dîroka girtina partiyan binav dikin. Bêyî ku partiyê bigirin, xebatkar, parlamenter û rêveberan diavêjin zîndanan. Nêzîkatiyek ku bila êdî HDP nikaribe bixebite xistine hişê xwe. Her wiha em li Meclîsê jî dibînin ku wekîliya parlamenterên HDP’ê dixînin. Dixwazin HDP’ê ji Meclîsê tasfiye bikin. HDP’ê tînin asta partiya ku nikaribe bixebite. Bi van binçavkirin, girtin û zextan dixwazin gel û civakê ji HDP’ê dûr bixin û çavê gel bitirsînin.” 
 
‘EM KEFÎLÊ HEVALÊN XWE NE’ 
 
Koçyigît da zanîn ku li  gel hemû polîtîkayên tunekirinê jî gel xwedî li partiya xwe derdikeve û got: “Ji heybetiya 11’ê sibatê ditirsin. Naxwazin ku gel xwedî li kongreya 11’ê sibatê derbikeve. Hemû hevalên me ji bo temînkirina aştî, azadî, demokrasî û aramiyê dixebitin. Em kefîlê hevalên xwe ne. Ev operasyonên têgihiştinê dê nikaribin xebatên HDK bi paş de bixin.” 
 
MA / Necla Demîr - Bîlal Seçkîn

Sernavên din

10/02/2018
09:00 ROJEVA 10'Ê SIBATA 2018'AN
09/02/2018
22:04 Nivîskar Mîrza Ronî hat girtin
18:10 Nûçegihanê me Kanbal hat berdan
17:59 Serlêdana malbata Ocalan careke din jî hat redkirin
16:16 Kemalbay: Em ê bi hêvî, wêrekî û biryarî biçin kongreya xwe
15:39 Qeydên kamerayê yên doza Ozgur Gundemê xwestin
15:11 Beştaş: Kongreya me dê ji polîtikayên faşîzan re bibe bersiv
15:10 ‘Kujerên Elçî teslîmê darazê bikin’
14:54 ‘Em ê bi 10 hezaran beşdarî kongreyê bibin’
14:39 'Li şûna bersûc mexdûr hat darizandin û bersûc beraet kirin'
14:38 KODA'yê binçavkirina Hamzaoglu şermezar kir
14:19 KCD: Ev qirkirina siyasî faşîzm bi xwe ye
14:11 Baroya Amedê: Binpêkirinên mafan zêde ne
13:57 HDK bertek nîşanî binçavkirinan da: Em ê bi wêrekî li kongreyê bin
13:12 Malbata Ocalan cara 63’yemîn serî li dozgeriyê da
13:11 Destê Nûçegihan Kanbal li pişt wî kelepçe kirin
12:40 Onder: Êdî fêm kirine ku emê çong neşkînin
12:36 Biryara binçavkirina Hevseroka Giştî ya HDP’ê Kemalbay derxistin
12:33 Hediye Yusuf: Piştî OSO dixwazin bi cerdevanan kurd hevdû qetil bikin
12:21 Li Gebzeyê serdegirtina malan: 20 HDP’yî binçav kirin
12:02 Rojnameger Ozkan: Îktidarê ol xistiye xizmeta xwe
11:39 ÎHD bertek nîşanî operasyonan da: Mafê birêvebirina siyasetê tune dikin
11:02 Giliyê qeyûmên dibin deynan de man li wezaretê kirin
10:37 4 partiyên Swîsreyê ji bo Efrînê bang li hikûmetê kirin
10:26 Prof. Hamzaoglu beriya bê binçavkirin axivî: Ev mudaxele motîvasyona me zêde dikin
10:26 Duh Hevserokê DBP'ê Arslan hat girtin îro ji bo binçavkirinê bi ser mala wî de girtin
10:00 ‘Ez dê ji bo Dîren li ber avahiyên AKP'ê rojiya mirinê bidomînim'
09:56 HDP ji kongreya pêngavê re amade ye
09:47 Îsal pîvok zû vebûn
09:35 Nivîskar Îba: Êrîşên li dijî Efrînê dê bandorê siberoja AKP’ê bike
09:35 Bang li Fakibaba kirin: Sozên xwe pêk bîne
09:34 Zarok ji bo 20 TL’yî rojê 12 saetan dixebitin…
09:33 ‘Pêwiste jin ne li ber destê mêran, bi hunera xwe bijîn'
09:23 Helbestvan Dîjle: Divê wêje û berxwedan bigihên hevdu, da bi awayekî azad bê îcrakirin
09:21 Parlementerên Şirnexê yên HDP'ê: Birîna roboskiyan kûrtir kirin
09:21 6 sal e restorasyona wê neqediyaye
09:01 Beriya Kongreya HDP'ê li dijî HDK'ê operasyon
09:00 ROJEVA 9'Ê SIBATA 2018'AN
06:53 BTK'ê malpera MA cara 4'emîn, demokrasî 56'emîn asteng kir
08/02/2018
19:32 Hevserokê Giştî yê DBP'ê Arslan hat girtin
18:49 Wê nûçegihanê me Kanbal sibê sewqî edliyeyê bê kirin
17:12 Bi daxwaza girtinê Arslan şandin dadgeriyê
17:01 Nûçegîhanê me Ahmet Kanbal binçav kirin
16:45 Serlêdana Akat Ata, Uysal û Yureklî hat redkirin
16:34 Rêxistinên HDP û DBP’ê yên Dîlokê: Em ê bêdeng nebin
16:22 Prof. Akdenîz: Dixwazin hemû dengên muxalîf qût bikin
16:11 Polîsê îstîsmarkar beraet kir
15:48 Li Girtîgeha Odemîşê kaxizên nameyan desteser kirin
15:43 Yildirim: Desthilatdarî dê di 11’ê Sibatê de bixape
15:33 Xwestin kesên di bin çavan de serbest bên berdan
15:07 Di salekê de li Egeyê 1462 kes hatin binçavkirin û 278 kes hatin girtin
14:55 'Sirûda Şoreşê ya Gelan' dê di kongreya HDP'ê de bê gotin
14:45 Jinên Efrînê bang li jinên cîhanê kirin: Rabin ser piyan
14:32 Gaziya Pirsûsê vegot, bersûcê doza Pirsûsê xwe ker kir
14:15 Kujerê 4 kesan dîsa nehat girtin
14:14 Akademisyenên Aştiyê derketin pêşberî dadger
13:53 Li Êlihê xebatên amadekariya kongreya HDP’ê temam bûn
13:47 Bersûcê îstîsmarê bi parastina ‘terorîst’ beraet kir
13:32 Namzetên Hevserokên HDP’ê diyar bûn
13:23 Meleyê di kursa Quranê de îstismarî kir, 25 sal ceza li birîn
12:42 Ji derveyî welat dê eleqeyek mezin nîşanî kongreya HDP’ê bidin
12:41 Çapemeniya hemû gotinên Erdogan dike manşet ziyareta Vatikan nedît
12:20 Polîsan li Rihayê bi ser malan de girtin
12:18 Doza Pirsûsê dest pê kir: Edalet bi Pirsûsê re tê
12:00 Ayla Akat Ata, Uysal û Yureklî ji bo hevîtinê serlêdan kirin
11:58 Jinên bi rengên xwe beşdarî kongreyê bibin: Dê nekaribin HDP’ê têk bibin
11:26 Polîs ji sibê heta êvarê li Wanê kontrola GBT dikin
11:14 Kamera li qawîşên Girtîgeha Tîpa T a Wanê bi cih kirin
11:04 Hevserokê Giştî yê DBP’ê Arslan dê derbixin edliyê
11:03 Meş bû pira navbera milê rojhilat û rojavayê Firatê
11:02 Ji Fîlîstînê heta Îrlandayê şoreşger tev li kongreya HDP'ê dibin
10:56 Beton zêde dibe qadên çandiniyê kêm dibin
10:51 Girtiyê nexweşîna dil nayê dermankirin
10:06 Welatiyên li ser sînor bi mirinê re rû bi rû ne
09:53 BTK'ê malpera MA cara 3'yemîn, Demokrasî 55'emîn asteng kir
09:20 Dixwazin cerdevanan bi bertîlê beşdarî operasyona Efrînê bikin
09:20 Şanoger Kuşku: Her serdem hunermendê xwe diafirîne
09:19 Paylan bi Macron re hevdîtin kir: Nebin şîrîkê vî sûcî
09:18 'Divê hunermend, nivîskar û helbestkar bêdeng nemînin'
09:16 Şirnexiyan bertek nîşanî betalkirina wekîltiya Encu dan
09:15 Nivîskar Agin: Êrîşa li Efrînê komploya duyemîn e
09:14 Devecîoglû: Ne aştî, sorkirina şer sûc e
09:14 'Divê em bi ruhekî berxwedêr li dijî yek tîpiyê derkevin'
09:13 Kampusa zanîngehê ya bi hezaran dar lê hene dewrî TOKÎ'yê kirin
09:12 Gelo di saetên ceyranê de cîhazê guhdardkirinê heye?
09:11 Jinên şirnexî dê bi cil û bergên gelêrî tev li kongreya HDP'ê bibin
09:00 ROJEVA 8'Ê SIBATA 2018'AN
07/02/2018
18:00 Şahid: Rêberê rêberê ajokar tune bû
17:59 DBP'ê biryara ji nûve bi rêxistinkirinê da
16:50 TJA xwest dayika aştiyê Yalçin bê berdan
16:30 Nurhayat Altun SEGBÎS red kir
16:00 Ji bo 31 kesan biryara sînorkirinê derxistin
15:57 'Ên aştî û demokrasiyê dixwazin dê qezenc bikin'
15:26 KCD'ê berxwedana xwerêveberiyên cewherî bi bîr anî
15:11 ÎHD: Nehêlin qanûna sansurê derbas be
15:00 Cerdevanê derket operasyonê bi ‘qezayê’ mir
14:59 TTB: Em ê her dem alîgirê aştiyê bin
14:41 42 kes binçav kirin û der barê 55 kesan de biryara binçavan da
14:35 Dadgehê dosya Demîrtaş neşand danişînê
14:32 Tabelaya Parka Halîl Îbrahîm Oruç daxistin