Soro: Komploya 99'an li Efrînê di dewrê de ye

img
STENBOL - Endamê Komîteya Têkiliyên Bi Derve Re yê KNK'ê Selahattin Soro, êrîşa li dijî Efrînê şiband anîna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a Tirkiyeyê û ev tişt got: "Ji bo kurdan di komkukjiyê re debas bikin dest dane destê hev. Çawa ji bo Ocalan tasfiye bikin hişekî hevpar derket holê, ji bo Efrînê jî heman tiştî dikin."
 
Êrîşên Tirkiyeyê yên li dijî Efrînê di roja 17'emîn de dewam dike, berxwedana li dijî êrîşan jî dewam. Aktorên li gel kurdan cih girtin, bi êrîşan re bêdengiya xwe diparêzin.  Endamê Komîteya Têkiliyên Bi Derve Re yê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Selahattin Soro, di roja 17'emîn de berxwedana Efrînê, bêdengiya hêzên navneteweyî ya li dijî êrîşên Tirkiyeyê û Lûtkenya Soçiyê ya ku kurd tev li nebûnx nirxandin kirin.
 
Soro da zanîn ku bi êrîşa li dijî Efrînê re, dewletên li Sûriyeyê şer dixwazin serkeftina gelan bi destê DAIŞ û komên terotîst têk bibin.
 
‘NAXWAZIN KURD BIBIN XWEDÎ GOTIN’
 
Soro destnîşan kir ku piştgiriya ku kurd li aliyê rojhilatê Firatê ji koalîsyonê digirin, ji aliyê rojavayê Firatê nagirin û ev tişt got: "Destpêkê li dijî Efrînê OSO, El-Nusra û komên girêdayê wan êrîşê kurdan kirin. Di vir de kurdan serkeftineke mezin bi dest xistin. Bi serkeftina kurdan re Efrîn bû grava aştiyê ya ji bo gelan. Gelê Efrînê ji cihekî piştgirî negirtin, an jî bi piştgiriyeke bi sînor bi derfetên xwe jiyaneke nû ava kirin û ji her cure miletî hewandinek pêk hat. Yanî şeklekî rêveberiyê derket holê. Ev balkêş e. Kurd bi xeta sêyemîn dema li Rojhilata Navîn bûn xwedî gotin, Tirkiyeyê ev nexwest. Ji bo wê her dem çete şandin pêş û di vir de tu serkeftin bi dest nexist. Ruxmê hemû êrîşan jî kurdan li Reqqa û Dêra Zorê serkeftinên mezin bi dest xistin û vê jî hevkariya Erdogan-MHP'ê daxist qadê. Çeteyên ku wan piştgirî dida, piştî têk çûn ew bixwe derketin qadê."
 
‘DESTPÊKA PÊŞKETINÊN NÛ’
 
Soro got ku piştî Tirkiye raste rast derket qadê û ket nav "hewldanên dagirkeriyê", li Sûriyeyê geşedanên girîng qewimî ne. Sora bi lêv kir ku Tirkiye bi êrîşa li dijî Efrînê re, li dijî hemû kurdan şer daye destpêkirin û wiha axivî: "Di pêvajoya 17 rojan de Tirkiyeyê tişta hesab dikir bi dest nexist, ruxmê hesabên wan negirt jî paşve gav navêje."
 
‘JI TERE ÎDLIB, EFRÎNÊ BIDE’
 
Soro anî ziman ku di dema Helebê de Tirkiyeyê bi Şamê re polîtîkaya "Ha ji tere Heleb, ka herêma tampon", vê carê jî ji Rûsya û rejîmê re "Ji were Idlib ka Efrînê" meşandiye û wiha pê de çû: "Bi pêvajoya Astanayê re Tirkiye bêpaşmêdê (hamisi) komên Îslamî ye. Tirkiyeyê ev qebûl kir û peyayê qadê bû."
 
‘TÊKILIYÊN WAN ÊN PIR KÛR HENE’
 
Soro aşkera kir ku "Tirkiye bi komên terorîst re têkiliyên xwe yên kûr hene" û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Tirkiye di estortiya Heyetu Tahriru'ş-şamê de ji cihekî derbasî cihekî dibe û me dît ku El-Nusra vê yekê pîroz dike. Têkiliya Tirkiyeyê bi komên terorîst re gelekî kûr e." Sora da zanîn ku aktorên li rojavayê Sûriyeyê pozîsyoneke nû girtine û ev nirxandin kir: "Li vir piştî şerê DAIŞ'ê serdemeke nû dest pê kir. Ji bo vê serdema nû kurd kirin qurban. Li vir du hêz hene. DAY û Rûsya. DYA'yê, bi hêzên Efrînê y^ne li Reqqa û Tebqayê li dijî DAIŞ'ê şer dikirin re got ku 'Efrîn ne di nav qada operasyona koalîsyonê de ye' pişta xwe dayê. Rûsyayê qada hewayî kontrol dikin. Hêzên xwe kişand û pêşî li operasyona Tirkiyeyê vekir. Rûsyayê ji kurdan re got ku 'Heke hûn hevalbendên DYA'yê bin dê DYA deng derxe' û xwest destkeftiyên xwe teslîmî rejîmê bike. Yanî raste rast kurd navbera Xelîl û Celîl de hişt."
 
‘SOÇÎ FIYASKO BÛ’
 
Soro bi lêv kir ku ji ber ku kurdan li Rojhilata Navîn di xeta 3'yemîn de israr kir, berdêlekî giran dan, kurdan ji xeta xwe tu tawîz nedane. Soro da zanîn ku hevdîtinên li Soçiyê fiyasko bû û ev tişt anî ziman: "Tişta li Soçiyê hat pilankirin ew bû, dixwestin Rûsya li Sûriyeyê bibe xwedî gotin. Plana wan a destpêkê ew bû kurd jî li Soçiyê bin. Pêşnûmeya ku destpêkê nivîsin tenê kurdan qebûl kir. Rejîmê jî ev qebûl nekir."
 
‘SOÇÎ GELÊN LI SÛRIYEYÊ TEMSÎL NAKE’
 
Soro got ku pêvajoya ku heta Soçiyê dewam kir, Tirkiyeyê ji ber ku di bazaran de gelek tawîz dan Rûsayê, însiyatîf girtina wê jî hêsan bûye û wiha got: "Hevdîtina li Soçiyê bi tevlêbûna komên ku Tirkiye û Rejîmê piştgirî dida wan pêk hat. Bayek bû, hat û çû. Piştî hevdîtinên li Soçiyê, makeqanûna ku bê amadekirin dê gelên li Sûriyeyê temsîl neke."
 
‘DESTPÊKA PARÇEBÛNA SÛRIYEYÊ YE’
 
Soro destnîşan kir ku êrîşa li dijî Efrînê destpêka parçebûna Sûriyeyê ye û bal kişand ser têkiliyên kûr ên Îngiltere û Almanyayê û wiha dewam kir: "Îngîlîzî 300 salin bedevkiya netewe dewletê dikin. Rûsyayê hemû komên terorîst bi Tirkiyeyê re kir hevkar, wekî qada operasyonê jî Efrîn da nîşan û ji bo vê planên mezin kirin."
 
‘TIRK WEKÎ TETIK KÊŞ, KURDAN QEKÎ QURBAN DIBÎNIN’
 
Soro diyar kir ku di vê plana mezin de rola tetik kêşiyê dane tirkan, wekî kurban kurd hilbijartine û ev şîrove kir: "Erdogan dixwaze Lozaneke din li ser kurdan ferz bike. Dizwaze sînorên Mîsak-i Mîllî fireh bike. Navê vê jî wekî herêm ewle pênase dike. Navê dagirkeriyê bûye navê ewlehiyê."
 
‘KOÇGIRÎ, MEREŞ, SÊWAS Û BERDEWAMA WÊ’
 
Soro anî ziman ku projeya serdema Komarê ew bû rojavayê Fratê "Bê kurd bihêlin" û wiha axivî: "Piştî komkujiyên Mereş, Koçgirî, Sêwasê, niha jî êrîşê Efrînê dikin. Ev ne tasadufî ye, Erdogan û Bahçelî dixwazin rola Ataturk û Înonu bileyzin."
 
‘DI ŞERÊ PARVEKIRINÊ DE KURDAN DIKIN QURBAN’
 
Soro êrîşa li dijî Efrînê şiband komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, hêzên di konploya navneteweyî de cih girtin, îro di êrîşa li dijî Efrînê de bûne yek. Soro da zanîn ku her çendî di qada navneteweyî de li dijî êrîşên li ser Efrînê hin deng hebin jî dixwazin eyarê bidinê û ev tişt got: "Çekên ku didin xebatê hemû yên hêzên rojavayî ne. Van çekan li ser kurdan didin xebatê. Hesabek heye. Di yekemîn şerê parvekirinê de ermenî kirin qurban, di duyemîn şerê parvekirinê de jî cihû kirin qurban. Di vî şerê parvekirinê de jî dixwazin kurdan bikin qurban. Ne xwe hêzeke tirkan a vê yekê bike tune."
 
‘DÊ KURD LI BER XWE BIDIN’
 
Soro aşkera kir ku ji bo tişta ku hat serê ermenî û cihûyan neyê serê kurdan, dê kurd li ber xwe bidin û ev axaftin kir: "Di komkujiya li dijî kurdan de dest dan hev. Ji bo tasfiyekirina Ocalan çawa hişekî hevpar derxistin holê, îro jî li dijî Efrînê heman tişt tê kirin. Aktorên di konploya 98-99'an de cih girtin, îro jî li ser karin. Lê kurd ji wê rojê heta niha guhertinek mezin pêk anî. Di her alî ve guhertina wan çêbû û li dijî DAIŞ'ê jî serkeftineke mezin bi dest xistin."
 
‘DÊ BIBE SERKEFTINA KURDÊN CÎHANÊ’
 
Soro destnîşan kir ku serkeftina li Efrînê dê bibe serkeftina kurdên li cîhanê û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Çawa ku ji bo Kobanê pênaseya Stanlîgratê hatibe kirin, dê faşîzma AKP'ê jî li Efrînê bi erdê ve bibe yek. Dê li Efrînê winda bike. Ne tenê serkeftina gelê efrînê, dê bibe serkeftin û berxwedana gelên cîhanê û di dîrokê de cihê xwe bigire. Ji bo wê ne tenê kurd, div^ehemû gel ne di gotinê de, di çalakiyê de xwedî li berxwedana Efrînê derkevin. Dê di rojên pêş de berxwedana Efrînê hêj geş bibe û di dîrokê de cih bigire."
 
 

Sernavên din

07/02/2018
14:07 Malbatên Pirsûsê banga tevlibûna danişînê kirin
14:02 Îxbara ‘derew’ veguherandin lêpirsîna parvekirinên medya civakî
13:47 Dogan: Li ber çavê min sûcê mirovahiyê kirin
13:40 Dadger biryara girtina hîndekarê kursa quranê da
13:20 Li Girtîgeha Şakranê îdiaya ‘hewldana jehrîkirinê’
12:35 Di mitbexên parastina Efrînê de berxwedan dikele
12:27 Encamnameya konferansa HDP’ê: Rexnedayîn hat dayîn û biryarên girîng hat girtin
12:21 'Encu wêneyê Roboskê bû ew ji Meclisê rakirin'
12:05 Bertekên li dijî binçavkirina Arslan: Dixwazin tevliheviyê derxin
12:05 'Ev der Çiyayê Kurmênc e, ev ax û welat ê me ye'
11:47 Kartal: Heke em paşve gav bavêjin rojnamegeriya me bi binê erdê keve
11:19 Ji ber greva birçîbûnê cezayê dîsîplînê dan siyasetmadarên jin
11:13 Dest bi qeydên dersên kurdî kirin
10:55 TSK'ê darên zeytûnan ji kokê ve rakirin
10:52 Ermeniyê herî dawî yê li Efrînê...
10:25 ‘Şer heye mirov ditirse bazirganiyê bike'
10:05 'Nexweşxaneyên Bajêr pirsgirêkan çareser nakin, zêde dikin'
10:03 ‘Cegerxwîn evîndarê welat bû’
09:24 Rêveberiya Girtîgehê: Tu bêhna xwe distînî, ne hewce ye tu bê berdan
09:23 Komeleya Xwezayê: Bi hincetên 'ewlehiyê' em nikarin tespîtên texrîbatê bikin
09:22 Wezîrê berê Halîs: Êrîşa li ser Efrînê dê bandora neyînî li Tirkiyeyê bike
09:22 Altiparmak: Navê vê yekê sansur e
09:21 Esnafên bazarê: Perê gel li şer xerc dikin
09:20 Akademîsyen: Em ê bi wêrekî têbikoşin
09:19 'Wê bi deh hezaran HDP'î ber bi Enqereyê ve biherikin'
09:00 ROJEVA 7'Ê SIBATA 2018'AN
08:36 BTK'ê Ajansa Mezopotamya dîsa asteng kir
07:51 Beriya kongreya HDP'ê li dijî rêveberên HDP û HDK'ê operasyon
06/02/2018
22:21 Ruhanî: Operasyona Tirkiyeyê ya li Efrînê bêhûde ye
22:07 Xebatkara Ozgurlukçu Demokrasiyê Fendîk hat berdan
21:06 100 parlementerên PE'yê ji bo Efrînê bang kirin: Demildest êrîşan rawestînin
20:36 AA nûçeya xwe guherand
19:24 Xebatkara Ozgurlukçu Demokrasiyê Fendîk hat binçavkirin
17:38 Parlementeriya Ferhat Encu hat betalkirin
16:37 Hevserokê Giştî yê DBP’ê Arslan hat binçavkirin
16:25 'Berî kongreya HDP'ê dixwazin tirsê biafirînin, lê dê bi ser nekevin'
16:17 Dozger, xwest meleyê îstîsmarkar bê cezakirin
16:04 Li Enqereyê 5 kes serbest berdan
16:02 HDP’ê navenda TTB’ê ziyaret kir
16:00 UNÎCEF: Di mehekê de 60 zarok li Sûriye hatin kuştin
15:43 Gelek herêmên Colemêrgê hatin qedexekirin
15:26 Koçyîgît: Yên ji bo serkeftinê çûn dê têkçûyî vegerin
15:16 Daxwaza akademîsyenan a 'bila dosya bibin yek' red kirin
15:14 'Emê li dijî şer jiyanê biparêzin’
14:36 Hejmara sivîlên li Efrînê hatin kuştin derket 148’an
14:30 Kemalbay: Erdogan û Bahçelî ji bo desthilatdariya xwe êrîşî Efrînê dikin
14:16 Li Efrînê mîtînga heybet
14:04 Daxwaza girtina kujerê Kemal Kurkut hat redkirin
13:56 13 kesên binçav kirin serbest berdan
13:49 Bi hinceta stranên kurdî tê guhdarkirin deriyê qehwexaneyê mohr kirin
13:42 Malbatên girtiyan serlêdana sûc kirin
13:35 Di çile de 17 rojnameger hatin binçavkirin 7 hatin girtin
13:34 Parêzerên Erdogan xwestin Eren Keskîn ji baroyê bê derxistin
13:31 Erdogan: Obama jî rast neaxivî, Trump jî rast naxive
12:48 600 hunermendên Îranî ji bo Efrîn kampanya dan destpê kirin
12:34 Tirkiye parastina Cizîrê da DMME'ê: Yên hatin kuştin divê sivîlên masum neyên dîtin
11:59 Parêzerên Ocalan cara 728’emîn serlêdan kirin
11:49 ‘Gelo kesên êrîşê Efrînê dikin modela Reqayê pêşniyar dikin?’
11:49 Girtiyan bi saetan kelepçekirî di nezaretxaneyê de radigirin
11:11 Li Îdlibê leşkerekî jiyana xwe ji dest da 5 leşker birindar bûn
11:04 Wezîrê Parastina Efrînê: Ji 7 salî heya 70’î salî li ser piyane
10:55 Dayikên Aştiyê, siyasetmedar û ekolojîst binçav kirin
10:28 Ozturk: Êrîşa li dijî Efrînê bi tecrîdê dest pê kir
10:24 'Xizir hêza alîkariya kesên ketine zorê ye'
09:50 Hevseroka HDP'ê ya Mêrsînê hat binçavkirin
09:46 Li 60 gundên Amedê ‘qedexe” hat îlankirin
09:34 Walîtiya Kilîsê li Cerablûsê girtîgehê çê dike
09:33 Şêniyên Cindirêsê: Hûn çi ji me dixwazin?
09:08 Lîstikek nû ya zarokan: ‘Gûstêrk’ derdikeve ser dikê
09:06 Pekoz: Tirkiye ket pêvajoyeke wisa nema qezenc dike
09:04 Çirak: Talana DAIŞ'ê li Sûriye kir AKP-OSO li Efrînê dike
09:03 Endamê DÎK’ê Baran: Xwedê tenê ji bo aştiyê fermana têkoşînê dide
09:03 Şîr biha bû lê gundî sûd jê wernagirin
09:03 AA'yê got 'di pevçûnê de hat kuştin', lê 17 mehin girtî ye
09:02 'Wê şerê jinên kurd ê li hemberî paşverûtiyê bidome'
09:01 Xwediyên cenazeyan bang li parêzvanên mafê mirovan kirin
09:01 Çapemeniya hewzê li vî aliyê sînor şer sor dike
09:00 Hevşaredarê hezexê Aslan: Serdana esnafan jî sûc hatiye hesibandin
09:00 ROJEVA 6'Ê SIBATA 2018'AN
05/02/2018
18:46 8 rêveberên TTB'ê bi şert hatin berdan
16:39 3 rojin li Îdlibê çi dibe?
15:58 Serokatiya Meclîsê pirsnameya der barê afîşên kurdî de red kir
15:49 Li Amedê destek dan belavoka TTB’ê
15:46 Rojnameger Kartal û rêveberê Malên Gel Goçmuş hatin berdan
15:15 'Em dê bi reng û hêza xwe ji Mêrsînê beşdarî kongreyê bibin'
15:15 Aktîvîsta TJA’yê Ayşe Gokkan li Nisêbînê hat binçavkirin
15:05 ÎSÎG: Di meha Çileyê de 141 karkeran jiyana xwe ji dest da
15:04 8 rêveberên TTB'ê sewqî dadgehê kirin
14:52 Ji siyasetmedarên jin nameyên Efrînê
14:47 Lêpirsîn li pankarta Demîrtaş vekirin
14:30 Xebatkarê Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasi li girtîgehê rastî tundiyê hat
14:18 Hikumeta AKP'ê strana ‘Nêçîra Roviyan’ qedexe kir
14:18 Karwana hawarê ji Minbiçê berê xwe da Efrînê
14:11 Li Erziromê dê yekem car fuara pirtûkan vebe
14:09 Cezayekî wekî xelat ji bo bersûcên DAIŞ'ê xwestin
13:26 Polîsan mudaxileyê endamên KESK’ê kirin
12:48 Dê şahida 'Doza JÎTEM'ê ya Qoserê' bê guhdarkirin
12:30 573 kesên li dijî êrîşa li ser Efrinê derketin hatin binçavkirin
12:23 Wezîrê Parastinê Ebdo: Amadekariya komkujiyan dikin
12:20 Ajansa MA xwe gihand cihê hilweşandina li Cindirêsê