TOKAMER dijberî taciz û tundiyê hişyar dike

  • jin
  • 09:03 3 Sibat 2018
  • |
img

STENBOL - TOKAMER ku ji bo di warê taciza zayendî û şidetê ya li dijî jinan hayjêxwebûnê li jinan peyda bike hat avakirin, gelek xebatên gîrîng kirin. Gerînendeya TOKAMER'ê Zeynep banû Dalaman diyar kir ku ew perwerdehiya di warê taciz û êrîşên zayendî de didin û di vî warî de ji xwendekaran re diyar dikin ka mafên wan çi ne. 

Navenda Sepandin û Lêkolîna Xebatên Wekheviya Zayendiya Civakî û Jinan (TOKAMER) ji bo di warê taciza zayendî û şidetê ya li dijî jinan hayjêxwebûnê li jinan peyda bike, di bin banê Zanîngeha Altinbaşê de hat avakirin. Her çi qas xwedî rabirdûyeke 8 mehî be jî, di vê dema kurt de gelek xebatên girîng kirin. Navend di warê rastiya "nehayjêhebûn û nedîtina tacizê" de gelek proje û xebat amade kirin û di vî warî de bala gelek xwendekaran dikêşe. 
 
Gerînendeya TOKAMER'ê Zeynep Banû Dalaman, behsa avakirina navendê kir. 
 
‘ARMANC ZÊDEKIRINA HESASIYETA DI WARÊ ŞIDETÊ DE YE' 
 
Dalaman, bi lêv kir ku dema wê li zanînegehê dest bi xebatan kir, şertê wê ew bû ku navendeke xebatên zayendiya civakî û jinan ava bike û wiha got: "Bêyî ku em bi pirsgirêkan re rû bi rû bimînin me navenda xwe ava kir. Armanca me ya avakirina vê navendê, berfirehkirina xebatên di warên jinan de û tevî Peymana Astengkirina Her Cure Cudaparêziyên Li Dijî Jinan (CEDAW) û Peymana Stenbolê, zêdekirina hesasiyeta di warê taciz û şideta li hemberî jina bû." Dalaman destnîşan kir ku bi taybetî jî piştî cinayeta Ozgecan Aslan, bîra civakiyî zêde bû û yên berê derdiketin kuçeyan jinên di nav derdora feminîst de bûn. Dalaman destnîşan kir ku ev bîrbirî êdî bi zêdebîna bîra civakiyî re hinekî din hatiye şikandin. Dalaman diyar kir ku ew di qada akademiyê de nîqaşên ku dê geşedanên di qada jinan de rû didin çawa bên çareserkirin dikin. Dalaman bi lêv kir ku navenda ku wan ava kiriye, di encama van danheviyan de derketiye holê.
 
Dalaman ev tişt gotin: "Herî zêde ciwan li zanîngehan e û mixabin li kampusên zanîngehan jî em bi bûyerên taciz û êrişiyî re rû bi rû dimînin. Ji bo rê li ber van bûyeran bê girtin em bi hev dişêwirin. Em li senatoyên zanîngehan belgeyên polîtîkayî îmze dikin. Em hewl didin kampusên ewle ava bikin. A rast îcraata me ya ewil ev bû. Me Tora Parastina Taciza Zayendî (CTS) ava kir. Dema bûyerek taciz û êrîşê çê bibe, hejmareke me ya telefonê heye û xwendekarên me li wê hejmarê digerin û doza destek û alîkariyê dikin." 
 
‘TU JIN TUNE YE KU BI TACIZÊ RE RÛ BI RÛ NEMA BE' 
 
Dalaman, diyar kir ku li Tirkiyeyê ji sedî 93'yên jinan herî kêm carekê bi tacizê re rû bi rû mane û ev tişt gotin: "Dibe ku ev hejmar ji sedî sed be jî. Bi rastî jî tu jin tune ye ku bi tacizê re rû bi rû nema be. Sedema heyirmayîna ji bo vê ew e ku taciz nayê zanîn." Dalaman diyar kir ku taciz tenê ne bi temasa destan e û bi çavan jî jin tên tacizkirin. Dalamn destnîşan kir ku ev yek jî êrîş e û ew hewl didin ku di vî warî de hayjêxwebûnê li jinan peyda bikin. 
 
Dalaman, der barê xebatên ku ew di bin banê zanîngehê dikin de jî ev tişt gotin: "Dema em taciz û êrîşên zayendiyî ji xwendekarên xwe yên keç û kur re vedibêjin, em di warê mafên wan ên di vî warî de çi ne jî perwerdehiyê didin. Di hawizê me yê dersên hilbijartî de dersên me yên di vî warî de jî hene. Daxwaz gelek zêde ye. Dema ders tune bin jî xwendekarên me beşdarî konferansan dibin. Em van rojan perwerdehiya Wendoyê bidin." Dalaman diyar kir ku bi vê perwerdehiyê armanc ew e ku li hemberî êrîşeke fizîkî divê mekanîzmayeke parastinê ya çawa xwe bide der. Dalaman wiha domand: "Heta ji destê me tê em xwendekarên xwe serwext dikin. Wek tê zanîn 8 Adarê nêz dibe. Me li Beşa Grafîk û Sêwirandinê ya fakulteya me, me têkildarî 8 Adarê di bin navê 'Newekheviyê' de pêşbirka wêne û resman da destpêkirin. Em ê di xebata xwe balê bikêşin ser jinê. Em ê semînerên di hunerê de newekhevya zaynediya civakiyî li dar bixin." Dalaman diyar kir ku ji bo navenda wan, xwendekara bi awayekî erênî bertekan nîşan didin. 
 
‘EM DIXWAZIN JINAN SERWEXT BIKIN' 
 
Dalaman, destnîşan kir ku diviya ji dêvla Wezareta Polîtîkayên Malbat û Civakê ya di 2012'an de hat avakirin, Wezareta Jinan bihatana avakirin. Dalaman polîtîkayên hikûmetê yên di warên polîtîkayên jinan de rexne kir û bertek nîşanî wan da. Dalaman bi lêv kir ku armanca navenda ku wan ava kiriye ew e ku di her warî de jinê serwext bikin. Dalaman balê kişand ser girîniya CEDAW û Peymana Stenbolê jî û wiha bang li hemû jinan kir: "Dema jin bi şidetê re rû bi rû man, mafên wan hene. Demildest dikarin destekê bixwazin û biçin malên stragehiyî. Bila heta dawiyê vî mafî bi kar bînin. Dema bi şidet û tacizê re rû bi rû man bila biçin cem polîsan. Ger polîs nezan be, bila Peymana Stenbolê bi bîra wan bixin. Heke di sepandinê de pirsgirêk hebe bila jin bi bîr bixin û dev ji mafên xwe bernedin." 
 
MA / Necla Demir 
 

Sernavên din

05/02/2018
14:18 Karwana hawarê ji Minbiçê berê xwe da Efrînê
14:11 Li Erziromê dê yekem car fuara pirtûkan vebe
14:09 Cezayekî wekî xelat ji bo bersûcên DAIŞ'ê xwestin
13:26 Polîsan mudaxileyê endamên KESK’ê kirin
12:48 Dê şahida 'Doza JÎTEM'ê ya Qoserê' bê guhdarkirin
12:30 573 kesên li dijî êrîşa li ser Efrinê derketin hatin binçavkirin
12:23 Wezîrê Parastinê Ebdo: Amadekariya komkujiyan dikin
12:20 Ajansa MA xwe gihand cihê hilweşandina li Cindirêsê
12:01 Girseya ji Kobanê derket rê gihişt Minbiçê
11:08 Îdiaya mele birin qada operasyonê fetwayan didin endamên OSO'yê
10:57 Tirkiye 7 sal şûnde parastin da DMME: 5 sal girtina siyasetmedarên kurd maqûl e
10:53 Polîsê 4 sivîl kuştin: Min sûcek rûreşiyê nekiriye
10:45 ‘Em ê têkoşîna rêxistinbûyana jinê esas bigirin’
10:22 Soro: Komploya 99'an li Efrînê di dewrê de ye
10:05 Pirtûkek ji ‘hundir’: Xeyalbêj
09:55 Sekreterê TÎHV'ê Bakkalci: Binçavkirina rêveberên TTB'ê di dîrokê de yekemîn e
09:54 Dansa 'Hêk' çi vedibêje
09:54 BTK'ê malpera Platforma 1 Haber Var asteng kir
09:36 ‘Êrîşa li dijî Efrinê êrîşa li dijî pergala nû ye'
09:35 'Komkujiya Kerboranê' bi belgefîlma 'BÎR'ê bibîr xist
09:34 'Tazîkirina cenazeyê jinê îşkence ye'
09:34 Kerestecîoglu: Bêyî Efrinê paşeroj nayê sazkirin
09:33 Qeyûmê ji peywirê girtin, lêpirsîna 'nelêrêtiyê' lê vekirin
09:32 Plaja yek ji nerxên cîhanê di nava zibil de maye
09:32 ‘Îktîdarê hiqûq kiriye darê zorê û xistiye destê xwe'
09:24 Şahîn: Gotina 'sivîl zerarê nabînin' li dijî aqilan e
09:23 Ekolojîst Çirak: Ji ber qrêjiya hewa her sal 32 hezar û 500 mirov dimirin
09:22 OHAL'ê esnafê Eshab-i Kehf xist nava krîza aborî
09:00 ROJEVA 05'E SIBATA 2018'AN
04/02/2018
21:01 Meşa Şengalê gihişt Kobanê
20:40 Li Efrînê 2 leşker mirin 5 leşker birîndar bûn
20:24 2'yemîn konferansa Asayî ya HDP'ê bi dawî bû
17:37 Arslan: Êrîşa li dijî Efrînê li dijî xeta neteweya demokratîk e
16:25 Îlhan ê Rojbîn Baran kuşt hat binçavkirin
15:47 KCD: Girtiyên nexweş terkî mirinê kirin
15:20 98 akadenîsyenan ji bo Efrînê bang li Papa kirin
14:57 Balafirên TSK'ê li Efrînê zarokek birîndar kir
14:54 TTB: Fikrên me serbest berdin
14:31 Platforma Jinan a Amed Dîcleyê ava bû
14:23 HDP û HDK’ê: Em li dijî dagirkeriyê bi gelên Efrînê re ne
14:13 Kalê 77 salî di êrîşa balafiran de jiyana xwe ji dest da
13:45 Gelo SÎHA balafira Rûs xist?
12:40 Girtiyê nexweş Celal Şeker li Mûşê hat definkirin
11:55 Wezîrê Karê Derve yê Iraqê êrîşên li dijî Efrînê şermezar kir
11:53 Gelên Efrînê li ser piyan e
11:30 Konferansa HDP'ê di roja duyemîn de dewam dike
11:17 Êzidî ber bi Efrinê ve dimeşin: Ji bo me cihek cuda ye
11:05 Di meha yekemîn a 2018'an de 28 jin qetil kirin
10:44 Uysal: Wezaret xwe dixe şûna dozgeriyê
09:45 Şûreya Dewletê biryara "qada bi xeter" a li Cizîrê erê kir
09:22 Biryar dan sûkê birûxînin, esnaf dibên em mexdûr dibin
09:22 'Bi êrîşa li dijî Efrînê re, rastiya nûçeyên Alayumat jî kifş bû'
09:21 Bêyî îmzeya wî ya şil li ser navê wî kredî hat kişandin
09:20 Sifreyên xwe ji bo Efrînê radixin
09:20 Lîstika Palyaçoyê Wenda nebaşiya şer ji zarokan re vedibêje
09:19 Li dijî çêkirina JES'ê nobetê digirin
09:18 Dîrokzan Bozarslan: Kurd her rojeke Efrînê wek serkeftinê dibînin
09:00 ROJEVA 4'Ê SIBATA 2018'AN
03/02/2018
21:48 Li Îdlibê balafireke şer a Rûsyayê hat xistin
20:34 TSK: Di êrîşa li hemberî tangê de 5 leşker mirin
17:22 Konferansa Jinan a HDP'ê: Emê têkoşîna li dijî faşîzmê mezin bikin
17:21 KESK: AKP'ê hebûna xwe ji şer ve girêdaye
17:03 Parêzerên OHP'î civîna lijneya pêk anîn
16:43 Di êrişa li dijî qereqola Kîlîsê de leşkerek mir 5 jî birîndar bûn
16:40 Girtiya nexweş a roviyên wê li derve avêtin hucreyê
16:32 Gelê Hewlêrê ji bo Efrînê daketin qadan
16:25 Xebatkarên Rojnameya Îz binçavkirin şermezar kirin
16:25 'Heke em li gel hev bin hêza Xizir li ba me ye'
16:05 Kurd li Rûsyayê ji bo Efrînê meşiyan
15:55 Odeya Bijîşkan a Mêrsînê: Hevalên me berdin
15:50 Li Êlihê ji bo hatina Erdogan polîs û şaredarî seferber bûn
15:49 Li Nisêbînê kesek hat binçavkirin
15:48 Ji dayika Şemiyê ji bo keça xwe: Ayşenûra min ji xwînê têr nebûn
15:41 Erdogan li Bedlîsê heqaret li Goristina Xerzanê kir
15:36 Aqûbeta windayan pirsîn: Em zalimên îro ji bîr nakin
15:27 Endezyar: Dest ji Projeya Stenbolê ya Qanalê berdin
15:08 Serê sibê tên, piştî derî tê kilîtkirin diçin
14:43 Ruxmê raporê jî Celal Şeker bernedan û jiyana xwe ji dest da
14:43 KESK: Ji bilî têkoşîna li dijî AKP’ê alternat tune
14:27 Îtîraza li dijî biryara girtina parlamenterê HDP’ê Yildirim red kirin
14:23 Hêvî kirin ku zilma li ser gelê Efrînê bi dawî bibe
14:10 ' Tolhildana ji bedenên mirî, ji bilî aciziyê ne tiştekî din e’
13:52 Umut 49 rojin hêj nehatiye ser hişê xwe
13:26 Kiliçdaroglu: Mafê gel ê berxwedanê heye
13:25 ÎHD’a Enqereyê: Em li pişt belavoka TTB’ê ne
12:34 Girtiyê Girtîgeha Xerpêtê Metîn Erdem birin ku?
12:31 Kemalbay: Hêviya AKP’iyan jî HDP ye
12:08 JIN NEWS 7’emîn, Ozgurlukçu Demokrasî 52'emîn car asteng kirin
11:54 2'yemîn Konferansa Asayî ya HDP'ê civiya
11:47 Li Bursayê teqîn: Polîsek birîndar bû
11:39 Malbata Hanas ji Alîpaşa bi darê zorê hatin derxistin
11:38 ‘Divê li gorî biryara parlamentoyê bi lez kongreya neteweyî pêk bê'
11:14 Hatîmogullari: Em bi hev re ji rejîma yek zilamî re bêjin na
10:59 Efrînî: Kesî em bi zorê negirtiye, em li ser axa xwe ne
10:46 Edîtora JINNEWS ku 7 caran hat astengkirin: Şîara me nivîsandina heqîqetê ye
10:34 'Hewl didin rojnamegertiyek yek tîpî ava bikin'
10:16 Asya Ebdullah: Roj roja xwedî derketina Efrînê ye
09:06 Li Efrînê kî di nava çi hesab û kîtaban de ye?
09:05 Malbata girtiyê nexweş Keleş: Bila Selamî bê berdan
09:05 Skandaleke huqûqî: Piştî çend mehan şûn de biryara dozgeriyê nas nekir