Prof. Fîncanci: Birînên darbeya 12'ê Îlonê kûrtir dibin

img

STENBOL - Seroka Giştî ya TÎHV'ê Prof. Dr. Şebnem Korûr Fîncanci, destnîşan kir ku hîn birînên darbeya 1980'yî necebirîne, lê belê nêvenga aloziyî ya niha bûye cihê birînên hîn kûrtir. Fîncanci got bi vî awayî civakeke ku kirin û gotinên otorîteyê lêpirsîn nake tê avakirin. 

Seroka Giştî ya Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) Prof. Dr. Şebnem Korûr Fîncanci polîtîkayên tên sepandin, Rewşa Awarte û şert û mercên şer ên her diçe kûrtir dibin nirxand. Fîncanci diyar kir ku Tirkiye bi salan bi Rewşa Awarte, rejîmên rêveberiya awarte û darbeyan hatiye terbiyekirin, lê belê şert û mercên niha ji yên berê girantir in. Fîncanci bi lêv kir ku li welat atmosfereke "tirsê" tê afirandin û bi awayekî zaf zêde derfetên jiyan û xebatê yên mirovan tên binpêkirin û desteserkirina destkeftiyên di warê mafên mirovan de zêde ye. 
 
'ATMOSFERA TIRSÊ ŞER KÛRTIR KIR' 
 
Fîncanci diyar kir ku hema bêje hemû derdorên civakê bi binpêkirinên mafan re rû bi rû mane û mirov di warê belgekirina van binpêkirinên mafan û parvekirina bi raya civakî re bi zehmetiyan re rû bi rû dimînin. Fîncanci got sedema vê ya sereke jî fikra bila tiştên hîn xerabtir neyên serê wan e. Fîncanci wiha domand: "Bêdengiyek xwe li civakê rapêça ye. Bi taybetî jî piştî şerê li dijî Efrînê dest pê kir ev atmosfera tirsê kûrtir bû û ber bi pêvajoyeke hîn tarîtir ve diçe. Hemû parêzvanên mafên mirovan, sazî û dezgehên ku şer rexne dikin û aştiyê diparêzin bi êrîşên gelekî cidî re rû bi rû ne." 
 
Fîncanci wek sedema vê nêvengê jî balê kişand ser darazê.
 
Fîncanci ku got "Tarîtiya 12 îlonê jî di nav de, di demên berê de kêm be jî darzeke ku mirov bêhna xwe bistîne hebû, lê belê niha ev mekanîzmaya daraza serbixwe bi temamî ji holê hatiye rakirin" diyar kir ku dema Serokomar Erdogan mirovan, saziyan wek "terorîst" lanse dike, daraz demildest dikeve dewrê û lêpirsînan dest pê dike, dest bi binçavkirin û girtinan dike. Fîncanci diyar kir ku her wiha îktîdar di civakê de berberîbûnê jî zêde dike û bi taybetî jî li ser medyaya civakî kampanyayên berberîbûn û reşkirinê zêde belav dike. 
 
Fîncanci got di warê xwegihandina agahiyên rast jî zehmet bûye û ev tişt gotin: "Çapemeniya berbelav bi tu awayî rastiyan bi raya giştî re parve nake. Mafê me yê heqîqetê ji holê hatiye rakirin. Mirov ji ber van şert û mercên giran agir bi bedena xwe dixin, lê çapemeniya berbelav li hemberî vê xwe li nedîtiyê datîne." 
 
‘PEYWIR DIKEVE SER MILÊ ME HEMÛYAN' 
 
Fîncanci destnîşan kir ku  hîn birînên darbeya 1980'yî necebirîne, lê belê nêvenga aloziyî ya niha bûye cihê birînên hîn kûrtir. Fîncanci wiha domand: "Hîn vê birînê xwe nepêçaye, lê îro zehmet e ku mirov nêviyê birînên niha jî bipêçe. Ji bo birîn demildest bên pêçandin peywir dikeve ser milê me hemûyan. Çimkî ev tirs û xwekişandina qalik şikil dide hemû civakê. Civakeke ku kirin û gotinên otorîteyê lêpirsîn nake tê avakirin. Her wiha sazî jî zaf zirar dîtine. Selihandina daraz, perwredehî, tenduristiyê wê pir zehmet be. Vîna me ya jiyana bi hev re hejiyaye. Selihandina vê pêkan e, tam nebawer im. Yanî demeke zor li benda me ye. Lê divê ev zehmetî me netepisînin. Çimkî em jî mînakên welatên cîhanê jî dizanin ku pêvajoyên erênî xwe dane der. A girîng e ew e ku mirov nêvenga jiyaneke mirovane peyda bike." 
 
Fîncanci balê kişand ser binçavkirina rêveberên Yekîtiya Bijîşkên Tirk (TTB)  û destnîşan kir ku ev operasyon bi temamî ji bo tirsandin û tepisandinê ye. Fîncanci diyar kir ku peyama 'Binihêrin em kê binçav dikin, kelemçe dikin û dibin' tê dayîn. Fîncaci got ku ev rewş rewşeke deraqilane ye. Fîncaci der barê ceribînên xwe yên dema 12'ê Îlonê û yên niha de wiha got: "Wê demê jî em bi zextan re rû bi rû diman, lê kes ji me jî nehat kelemçekirin." 
 
'BIJÎŞK JIYANÊ DIPARÊZIN' 
 
Fîncanci destnîşan kir ku di gelek serdeman de, TTB ji bo şerên li cîhanê dengê xwe bilind kiriye û li hemberî wan rawestiyaye. Fîncanci wiha domand: "Çimkî em bi jiyana mirovan re eleqedar dibin. Em ji bo jiyana mirovan hewl didin. Di xwezaya bijîşktiyê de parastina jiyanê heye." Fîncanci destnîşan ev tevgerîn dibêje bila tu kes li hemberî şer dernekeve û bi her awayî tevgerîneke ku tirsandinê ye. 
 
MA / Bilal Seçkin
 

Sernavên din

03/02/2018
09:04 Êdî konan jî bi kirê didin karkeran
09:04 Girtîgehê kurdî li xizmên girtiyan qedexe kir
09:03 TOKAMER dijberî taciz û tundiyê hişyar dike
09:00 ROJEVA 3'YÊ SIBATA 2018'AN
02/02/2018
20:34 Li Îzmîrê rojnamevanek hat binçavkirin
19:34 Serlêdana malbata Ocalan a ji bo hevdîtinê careke din jî hat redkirin
19:25 Seroka ESP'ê ya Stenbolê Pinar Turk hat girtin
18:11 Malbata Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê da
16:56 3 rêveberên TTB’ê hatin berdan
15:46 Asya Ebdullah: Dewleta Tirk dixwaze gelê kurd qir bike
15:38 'Daraz bûye darê li ser serê aştî xwazan'
15:28 Rojnameger Erdogan Alayumat nehat berdan
15:21 Hêjmara kuştiyên sivîl ên li Efrînê gîhişt 127'an
15:09 Baroya Amedê: Dozger bêdil nêzî dosyeya Elçî dibe
15:08 91 fezleke ji bo HDP'ê bi giştî 113 fezleke şandin meclîsê
14:59 Girtiyê xwe şewitind derman nekirin û şandin girtigehê
14:48 Parêzer Balsak: Ji ber ku Guven aştî parast hat girtin
14:47 3 rêveberên TTB’ê sewqî dozgeriyê kirin
14:37 Bi hinceta 'Sirra Dewletê ye' agahî ji doza JÎTEM a Enqereyê derxistin
14:37 ‘Divê dest ji dijminantiyê bê berdan’
13:57 Axaftinên bi malbatê re kirin ‘axaftinên rêxistinî’
13:31 Doza xebatkarên Azadiya Welat hat dîtin
13:30 Konferansa Jinan a HDP'ê: Em dê bi berxwedanê faşîzmê têk bibin
13:23 Dadgeh heye, lê dadger tune
13:23 Jinên girtî ji kongreyê re peyam şandin
13:09 Beriya hatina Erdogan siyasetmedar binçav kirin
12:46 Dema girtî sewq kirin darp kirin
12:40 29 jinên ku tev li çalakiyan bûn hatin girtin
12:36 510 xwedî li TTB'ê derketin û gotin em şer naxwazin
12:04 Meşa ciwanan a ber bi Efrînê ve di roja 4'an de didome
11:42 Li Enqereyê operasyona medya civakî
11:12 Wêne nîşan didin ku gundê Çelemê çawa hatiye rûxandin
11:00 Wezîrê Parastinê yê Efrînê: TSK roketan davêjin Kîlîsê
10:44 Enqere ji Efrînê vala vegere dê çi bibe?
10:43 Rojnameger Evran: Şerê navxweyî yê li Sûriyeyê veguziye Tirkiyeyê
10:42 Medya bi fermanda desthilatdariyê şer sor dike
10:00 Emniyet û cendirme: 'bi rêxistinê re têkiliya wî tune' dadgehê 9 sal ceza da
09:35 Aydin: Heke em bi rêxistin bin qedexe bêwate ye
09:34 Jina rastî êrîşên zayendî ya polîs hat: Ez her kêlî têm şopandin
09:32 Bi xweliya komira debarê dikin
09:31 'Wê demê bedena wî niha jî cenazeyê wî îşkence dikin’
09:30 Tim navnîşana hilberîna hevpar in
09:28 HDP'a Êlihê: Wê kongreya me ji bo rawestandina dagiriya li Efrînê bibe destpêk
09:27 Hevserokê DTO'yê: Cihê ku TTB lê ye, cihê serbilindiyê ye
09:27 ‘Her şer êşa me nû dike'
09:25 Pitika polîsan ew avêt erdê hêj rehet nebûye
09:00 ROJEVA 2'YÊ SIBATA 2018'AN
01/02/2018
19:27 Li Colemêrgê 3 leşker hatin kuştin 7 leşker jî birîndar bûn
19:06 Wezareta Derve ya Sûriyeyê: Êrişa Tirkiyeyê ya li ser Sûriyeyê binpêkirin e
17:55 Navenda Çavdêriyên Mafên Mirovan: Tirkiyeyê li Efrînê 5 komkujî pêk anî
17:38 Xebatkarê rojnameyê Tunçdemîr serbest berdan
17:27 Li Efrînê cenazeyê 18 kesan bi girseyî hat veşartin
17:27 Malbatên Roboskê: Mekanîzmaya edalet naxebite
17:21 Li Şengalê berteka Efrînê: Dê Erdogan jî têk biçe
16:25 Gelê Zirganê li dijî êrîşa li ser Efrînê meşiyan
15:53 Navê seroka CHP'î li ser bombeyan nivîsin û davêjin Efrînê
15:32 Rayedarên Nexweşxaneya Evrînê: Di 13 rojan de 104 sivîl hatin kuştin
14:55 Di konferansa HDP'ê de dê xeta têkoşînê diyar bikin
14:54 KCD bertek nîşanî girtina Leyla Guven da
14:50 Doza Bîlîcî taloqî tîrmehê bû
14:49 Li bendê ye rêveberên TTB'ê sibê derxin dozgeriyê
14:18 Xirîstiyanên li Efrînê: Me bombebaran dikin, bila cîhan dengê me bihîze
14:14 Li Xarpêtê 7 kes binçav kirin
14:08 Di Nobeta Edaletê de danezana TTB'ê ya li dijî şer xwendin
13:20 Dê girtî ji NY û KE'yê re nameyan bişînin
13:12 Di êrîşa li dijî barageha leşkerî ya Çelê de leşkerek mir 5 leşker birîndar bûn
13:04 Saziyan piştgirî da TTB'ê: Em îmze davêjin danezanê
12:54 Li dijî ESP û Partiya Şoreşger operasyona 'Efrînê': 7 kes binçav kirin
12:39 Fermandarê CENTCOM'ê Votel: Divê cîhan minetdarê QSD’ê be
12:20 Dr. Abbasoglu: Biryara destekkirina şer a bijîşkan tune ye
12:11 Doç. Dr. Coşkun: Rûsyayê erê kir, DYA ji operasyonê kêfxweş bû
11:56 AFP, perestgeha dîroki ya Eyn Dara nivîsand
11:24 Duh berdan îro dîsa girtin
10:52 'Kurê min ê ez bidim we tune ye paşa'
10:46 Gelê Pirsûsê: Ev şerê li dijî kurdan e
10:31 Nûnerên partî û saziyan: Em şahidê rojnamegeriya Alayumat in wî berdin
09:59 Zîlan: DAIŞ’ê jî mîna Diyanetê digot ‘ez cîhadê dikim’
09:58 'Êrîşa li dijî Efrînê zilm e, divê bi sekna Huseyîn li dijî êrîşan rawestin'
09:43 JINNEWS û Ozgurlukçu Demokrasî dîsa hatin astang kirin
09:33 Cenazeyên ji Xerzanê birin hêj nedane malbatan
09:33 Gundiyên ser sînor: Ax û malên me desteser û talan dikin
09:32 ‘Tevî hemû hêzê jî, dijbereriya şer wekî gefekê dibînin’
09:31 Sariyildiz: Efrîn dê Erdogan ji desthilatdariyê bixîne
09:30 Husên: Armanc rawestandina projeya Bakurê Sûriyeyê ye
09:30 Mêrdîn bi hemû reng û dengê xwe ji bo kongreyê amade ye
09:29 Şanoya Bajêr a Amedê bernameya xwe ya Sibatê daxuyand
09:28 Li Edeneyê seferberiya kongreyê: Em ê ji bo aştiyê li Enqereyê bin
09:27 Malbat bertek nîşanî yektîpiyê dan: Wê nikaribin serî bidin tewandin
09:27 Prof. Fîncanci: Birînên darbeya 12'ê Îlonê kûrtir dibin
09:01 ROJEVA 1'Ê SIBATA 2018'AN
31/01/2018
22:26 Guven: Li pişt axaftinên xwe me, ne mecbûr im polîtîkayên AKP’ê bipejirînim
21:16 Xebatkarê Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasiyê hat girtin
20:03 Serokê Rêxistina Efûyê yê Tirkiyeyê Taner Kiliç hat berdan
19:07 Hevseroka KCD'ê Leyla Guven hat girtin
18:50 Hevserokê HDP'ê yê Agiriyê hat girtin
17:41 Li sînorê Bazîdê leşkerek hat kuştin
17:07 Wezîra Karên Derve yê Rûs: Li Efrînê tevî sivîlan bi sedan kes hatin kuştin
16:33 Tuncel: Ez li pişt gotinê xwe me
16:06 Jinên DBP’î dê dest bi seferberiya rêxistinbûyînê bikin
16:00 Lijneya Rûmetê ya Bilind: TTB li pişt soza xwe ye