Banga greva birçîbûnê li Wezareta Dadê hat kirin: Dawî li tecrîdê bînin

  • rojane
  • 15:05 11 Gulan 2021
  • |
img
STENBOL - Şandeya Şopandina Greva Birçîbûnê rapora têkildarî girtîgehên li Herêma Marmarayê eşkere kir û ji bo bidawîkirina binpêkirinên mafan bang li Wezareta Dadê û raya giştî kir. 
 
Girtî bi daxwazên rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û bidawîkirina binpêkirinên mafan ên li girtîgehan 166 roj in di greva birçîbûnê de ne. Şandeya Şopandina Greva Birçîbûnê ya ji Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) a Şaxa Stenbolê, Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şaxa Stenbolê, Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD) a Şaxa Stenbolê, Weqfa Mafê Mirovan a Tirkiyê (TÎHV), Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re yaa Marmarayê (MA-TUHAYDER) û Sendîkaya Kedkarên Xizmeta Tenduristiyê û Civakî (SES) a Şaxên Stenbolê pêk tê raporek têkildarî girtîgehên li Herêma Marmarayê amade kiribûn bi raya giştî re parve kirin. Rapor ji serdana parêzeran a di navbera 4-10’ê gulanê de çûne girtîgehan pêk tê. Ji bo eşkerekirina raporê li avahiya Şaxa OHD’ê ya li Navçeya Beyoglûya Stenbolê civîn hat lidarxistin. 
 
Li cihê civînê pankarta “Tecrîd sûcê mirovahiyê ye” hat daliqandin. Seroka Şaxa ÇHD’ê ya Stenbolê Çîgdem Akbûlût xwend. 
 
LI 12 GIRTÎGEHAN HEVDÎTIN 
 
Di raporê de hat gotin 26 parêzeran li 12 girtîgehên li Herêma Marmarayê serdana 50 girtiyan kirine û derbarê grevên birçîbûnê û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan guhdariya girtiyan kirine. Di raporê de hat destnîşankirin kul i 12 girtîgehan 612 girtî ketine greva birçîbûnê ya bêdem û bidorveger û her koma ji 2-3 kesan pêk hatiye ji 5 rojan carek ketine greve. 
 
BINPÊKIRINÊN MAFAN 
 
Di raporê de hat gotin girtiyên ketine greve derbarê wan de lêpirsîna dîsîplînê hatiyedestpêkirin, cezayê dîsîplînê li wan hatiye birîn û her çiqas îtîraz kiribin jî dadgeha girtîgehê îtîrazan red kiriye. Di raporê de hat diyarkirin ku li hin girtîgehan vîtamîna B1 nadin girtiyan û xwarina diyetê nadin wan girtiyên ku pêdiviya wan pê heye. Di raporê de hat diyarkirin ku girtiyan nameyên ji Komîsyona Mafê Mirovan a Meclîsê, HDP, CHP, ÎHD, CÎSST û CPT’iyê re şandine ji aliyê îdareya girtîgehê ve hatine desteserkirin. 
 
DAXWAZA WAN EW E TECRÎD WERE RAKIRIN 
 
Di raporê de hat destnîşankirin ku daxwazên girtiyan pir eşkere ne û dixwazin di çarçoveya mafê bingehîn û azadiyan de tecrîda li ser Abdullah Ocalan were rakirin, hevdîtin pêk werin û li girtîgehan binpêkirinên mafan bi dawî bibin. 
 
BANG LI CPT Û WEZARETA DADÊ HAT KIRIN 
 
Di raporê de hat gotin ku pêwîste Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê (CPT) ya Konseya Ewropayê di serî de biçe Girtîgeha Îmraliyê û tevahiya girtîgehan û pirsgirêkan di cih de tespît bike û di pergala girtîgehan hemû de revîzeyan bike. Di raporê de ji bo hin bêtir rewşa greva birçîbûnê ber bi xetereyê û rewşek giran pêk neyê bang li Wezareta Dadê û raya giştî hat kirin û hat xwestin ku Wezareta Dadê demildest bikeve nava tevgerê û çareseriyê pêk bîne. 
 
PIRSGIRÊKÊN GIRAN ÊN TENDURISTIYÊ HENE 
 
Endamê OHD’ê Baran Çelîk jî destnîşan kir ku girtî bi pirsgirêkên giran ên tenduristiyê re rûbirû mane û daxwaza wan tenê ew e ku hiqûq were sepandin û dawî li tecrîdê were anîn. 
 
‘BILA DEWLET BERPIRSIYARIYA XWE BÎNE CIHD’ 
 
Levent Pîşkîn jî li ser navê TÎHV’ê axivî û anî ziman ku pêwîste dewlet ji bo girtiyan berpirsiyariya xwe pêk bîne. 
 
‘TECRÎD SÛCÊM MIROVAHIYÊ YE’ 
 
Endamê ÎHD’ê Mehmet Acettîn jî destnîşan kir ku tecrîd sûcê mirovahiyê ye û divê dawî li tecrîdê were anîn û daxwazên girtiyan bi cih were anîn. 
 

Sernavên din

15/05/2021
14:28 Ji bo girtiyê ku daketiye 38 kîloyan banga “paşdexistina îfazê” kirin
14:14 Dayikên Şemiyê aqûbeta Aksoy û Cîngoz pirsîn
14:02 Ji Tanrıkûlû rapora meha nîsanê: 275 binpêkirinên mafan pêk hatine
13:50 Girtiyên jin dernaxin revîrê
13:32 Encama pêşbirga helbestan a Arjen Arî diyar bû
13:12 Peymana Şengalê digihîje Rêya Arêmûşê
13:11 Kujerên Atalay ronî nekirin û dosya girtin
12:21 Ustundag: Divê em nerazibûnên civakê bi rêxistin bikin'
11:33 Malbata Şenyaşar: We cejn û malbata me ji me girt
10:52 7 komeleyên zimanê kurdî 15’ê Gulanê li gelê kurd pîroz kirin
10:03 HDP: Bila zimanê kurdî bibe zimanê fermî
09:44 Davûtoglû ji Erdogan re qaqibo kir
09:37 'Di jiyana rojane de bi taybet bi kurdî bi axivin'
09:36 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 170'yemîn de berdewam dike
09:19 Parêzerê Ocalan: Sedema hemû pirsgirêkên li Tirkiyeyê tecrîd e
09:15 Em nebin kujerê zimanê kurdî
09:14 Da dû xeyalên xwe: Bi basketbolê ji heq astengiyan derket
09:14 '30 salan di girtîgehê de mam, cameke berçavkê jî nedan min'
09:10 Rekolteya mişmişan kêm dibe: Tu polîtîkayeke çandiniyê tune
09:06 ‘Rojnamevanên kurd divê ji bo zimanê xwe bibin pêşeng'
09:05 Dede: Polîtikaya tecrîda Îmraliyê li hemû Tirkiyeyê belav bû
09:00 ROJEVA 15'Ê GULANA 2021
14/05/2021
20:07 Îro 242 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
15:59 3 kesên êrişî malbata Kurd kiribûn hatin binçavkirin
15:30 PZK: Divê zimanê kurdî bibe xwedî statu
15:19 Ji bo GGM a Îzmîrê banga lezgîn: Îşkenceyê bi penaberan dikin
14:58 Jina hat îdiakirin ku hewl da xwe bikuje jiyana xwe ji dest da
13:39 Peyama 89 zarokan: Em ji zimanê xwe pir hez dikin
13:31 Êrişî Navenda Giştî ya HDP’ê kirin
13:10 Hevserokê MED-DER’ê yê girtî: Parastina ziman peywîra me hemûyan e
12:35 Bi malbatî amadekariya Cejna Zimanê Kurdî dikin
12:21 'Ewil xwestin çand, ziman û dîroka Kurdan tune bikin'
12:15 Li Mêrsînê nijadperestan êrişî malbateke kurd kirin: 2 birîndar
11:38 Îşkenceya polîs û nobedaran
11:07 Malbata Şenyaşar: Em ê dev doza xwe bernedin
10:43 Cotkarên Rihayê dê îsal 2 mîlyon dolum çandinî neçinin
10:29 Bi gotina ‘em dewlet in’ gefa kuştin û tecawizê xwar
10:22 Testa girtiyên ku nîşaneya koronayê bi wan re heye nayê girtin
10:21 Rêveberên PENa Kurd: Divê 15’ê Gulanê bibe roja vegera li ziman
09:05 Pirtûka ‘Teoriya Hînkirina Kurdî-Kurmancî’ derket
09:05 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 169'emîn de berdewam dike
09:05 Li endamên Weqfa Fûrkanê 3 milyon TL ceza birîn
09:04 'Divê hejmara aşiyê û testan bên zêdekirin'
09:04 Welatiyên di ser 65 salan re: Îqtidarê temenê me yê mayî rizand
09:04 Ûgûrlû: Îkîzdere û Zap wek hev in, dixwazin civakê bênefes bihêlin
09:03 Quşxane bi deynan dikele
09:03 Li Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê tecrîda li ser tecrîdê
09:03 ‘Her ku tecrîd bidome dê krîz kûrtir bibe'
09:02 Dermanger: Pandemiyê barê me pir giran kir
09:02 Farqînî: Hemû ziman wekî şîrê dayikê helal in
09:01 Dayik: Kurdî koka me ye
09:01 Rojnameya Xwebûn dest bi weşana bidîmen dike
09:00 ROJEVA 14'Ê GULANA 2021'Ê
13/05/2021
20:07 238 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
17:13 OHD’ê li goristanê lêkolîn kir: Nêzî sed tûpên xwînê dîtin
17:03 Sedet Peker vê carê behsa Soylû kir
16:48 Komeleya Soma 301 karkerên madenê bi bîr anîn
14:59 Êrişî dêra li gundê Dîrîl ê agahî jê nayê girtin kirin
14:08 ‘Ew cejnên xweş li gundê me man’
14:02 Di qezaya trafîkê de 2 kesan jiyana xwe ji dest dan
13:18 ÎSÎG: Di Nîsanê de 249 karkeran jiyana xwe ji dest dan
12:51 Covît-19 li Girtîgehan belav dibe: 18 girtiyên din bi corona ketin
12:25 Dadgehê Taylan Kûlaçoglû girt
12:24 Li goristana bêkesan, tûpên xwînê yên veşartî derketin holê
12:24 Doç. Dr. Ozturkmen: Baran ji 840 mîlîman daket 235 mîlîman
11:58 Polîsan li Farqînê 6 kes binçav kirin
11:58 Ji bo şewata daristanê parastina 'ne rast'
11:04 Cenazeyên li Bagokê di rewşêkê nayên naskirin de ne
11:03 F.B., ewil li Midûriyeta Polîsan a Rihayê îşkence kirin û paşê girtin
11:02 Ji Hawarê heta Cejna Zimanê Kurdî: Zimanê me hebûna me ye
10:26 Ji malbata Şenyaşar peyama Cejna Remezanê
10:12 Bûldan û Sancar peyma cejnê dan
09:58 Akar piştî windahiyên eskeran hat Şirnexê
09:57 Zanyarê Siyasî Çelkî: Tirkiye li Garê şikest û li Zap, Avaşîn û Metîna jî dişikê
09:22 Pergala Deriyê Sînor a Xabûrê têk çû
09:09 Neviyên xwe bi çîrok û mamikên Kurdî mezin dike
09:08 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 168'emîn de berdewam dike
09:07 Li Tirkiyeyê sala wan a 10'an: Êrîşên nefretê, cihêkarî, taciz, tahde...
09:06 Başarir: Mirov nikare Bahçelî û demokrasiyê deyne cem hev
09:05 Berteka jinan a ji bo operasyonan: Bila şer biqede
09:04 Her ku rêxistinbûyîn kêm dibe jin bêtir bi tenê dimînin
09:03 ‘Berpirsiyarê krîzê rêveberên welêt in'
09:02 Hevseroka KNK'ê Murad: Armanca operasyonê statuya Başûrê Kurdistanê ye
09:01 Siwêd: Tirkiye Çemê Firatê wekî amûra şerê taybet bi kar tîne
09:00 ROJEVA 13'Ê GULANA 2021'Ê
12/05/2021
21:07 232 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dan
19:31 Li Cizîrê tahdeya polîsan
16:11 Qatilê Pinar Kaynak hat binçavkirin
15:45 Li Kocaeliyê jinek giran birîndar bû
15:44 4 girtî li Girtîgeha Çankiriyê bi vîrûsa coronayê ketin
15:20 Sancar beşdarî civîna Ewropa bû: Pêwîstî bi helwestek hevpar heye
14:56 Ji Bûldan û Sancar daxuyaniya Fîlîstînê: Rêya çareseriyê muzakereye
13:39 Ji 78 baroyan daxuyaniya Peymana Stenbolê: Em dev jê bernadin
13:38 Derbarê Yildiz ê di bombebaranê hat kuştin de kê çi got
12:50 Ji ber tacîzê vegot ji kar hat derxistin
12:49 Malbata Ocalan ji bo cejnê serlêdana hevdîtinê kir
12:41 Malbata Şenyaşar: Her tişt li holê ye lê hiqûq û edalet nîne
12:14 Mehmet Ocalan: Em dixwazin di cejnê de hevdîtina rûbirû bikin
11:57 Kekê Kirbayir: Zîhniyeta 12’ê Îlonê berdewam dike
11:06 Taşçier: Em dikarin operasyonan bi hev re bidin sekinandin