Kurê Gultekîn: Bavê min tu carî dev ji têkoşînê berneda

img

MÊRSÎN - Girtiyê nexweş Îsa Gultekîn di 23'yê Nîsanê de jiyana xwe ji dest dabû. Kurê wî Azîz Gultekîn, destnîşan kir ku li gel hemû zext û zoriyan jî bavê wî tu carî dev ji têkoşînê bernedaye.

Li Tirkiyeyê bi salan e rewşa girtiyên nexweş di rojevê de ye, lê hê jî ev yek wekî pirgsirêkeke mezin li holê ye. Her sal bi dehan girtiyên nexweş ji ber ku di şert û mercine baş de nayên tedawîkirin û nayên berdan li girtîgehan jiyana xwe ji dest didin. Di 3 mehên ewil ên sala 2021'ê de 13 girtiyên nexweş jiyana xwe ji dest dan. Herî dawî jî Îsa Gultekîn li Girtîgeha Tarsûsê ya Tîpa T a Jimare 3'yan ji ber pençeşêrê jiyana xwe ji dest dabû. 
 
Gultekîn ku li gel hemû hewldanên malbatê û parêzeran jî nehatibû berdin û ji bo wî hatibû gotin "dikare li ser pêyan bê tedawîkirin", di 13'ê Nîsanê de nerihet bûbû û wî rakiribûn Nexweşxaneya Dewletê ya Tarsûsê û bi awayekî kelmeçekirî hatibû tedawîkirin û di 23'yê Nîsanê de jî li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest dabû. 
 
Îsal Gultekîn li Dadgeha Ewlehiyê ya Dewletê (DGM) hatibû darizandin û cezayê muebedê lê hatibû birîn. Gultekînê ku 28 salan di girtîgehê de bû, di sala 1988'an de hatiye binçavkirin û piştî ku 45 rojan bi awayekî dijwar tê îşkencekirin tê berdan. Di sala 1993'yan de li Dîlokê cardin tê binçavkirin. Bi rojan tê îşkencekirin û di bin çavan de jê re dibêjin 'An tu yê bibî sîxur, an jî heya tu sax bî tu yê di girtîgehê de bî." Lê belê Gultekîn sîxurtiyê qebûl nake û tê girtin û cezayê muebedê lê tê birîn. 
 
Kurê wî Azîz Gultekîn (42) behsa têkoşîna bavê xwe û rojên wî yên dawî yên li nexweşxaneyê kir. 
 
DEV JI TÊKOŞÎNÊ BERNEDA 
 
Gultekîn, anî ziman ku bavê wî tu carî neheqî û zilm qebûl nekiriye û got: "Piştî ku bavê min ji gund tê Mêrsînê, li lîmanê dest bi kar dike. Lê dilê wî tim li ser doza kurdî bû. Bavê min di sala 1980'yî de tevgera kurdî nas dike. Piştî vê daxilî nav xebatên siyasî dibe. Piştî hat binçavkirin ji kar hat derxistin, lê dîsa jî dev ji têkoşîna xwe berneda." 
 
Gultekîn, diyar kir ku gava bavê wî hatiye girtin ew 14 salî bûye û got: "Berî bavê min bê girtin polîs tim davêtin ser mala me. Wê çaxê biçûk bûm, tiştekî bi min nedikirin. Lê kekê min derdixistin derve û lê dixistin û gef lê dixwarin. Gef li dêya min jî dixwarin." 
 
TEŞXÎSEKE DERENGMAYΠ
 
Gultekîn, destnîşan kir ku bavê wî dixwest umrê xwe yê mayî li cem malbata xwe derbas bike û got: "Bavê min bi dehan salan di girtîgehê de ma. Lê rojên xwe yên dawî li cem me derbas nekir. Hem ew hem jî em xemgîn bûn. Lê jiyan bi awayekî dewam dikir."
 
Gultekîn, da zanîn ku teşxîsa diyatbetê hatiye dayîn û got: "Bijîşk ji bavê min re gotiye, 'An tu Hebatît B yî, an jî diyabet.' Gava çûm cem wî, ji min re got, 'ez dermanê şekir dixwim, diviyabû şekirê min kêm bûbûna, lê bereksê wê zêde dibe.' Her ku çû rewşa bavê min xirabtir bû. Diçe Nexweşxaneya Dewletê ya Tarsûsê. Bijîşkê li wir jê re dibêje, 'Kî ev teşxîs danîbe, wî bide ber dadgehê. Nexweşîna te, nexweşîneke din e.' Her çû êdî bavê min nikaribû xwarinê jî bixwe û her çû zihîf bû. Paşê cardin wî radikin nexweşxaneyê, vê carê teşxîsa pençeşêrê datînin." 
 
WÎ BER BI MIRINÊ VE ŞANDIN 
 
Gultekîn, bilêv kir ku dêya wî jî ji ber nexweşîna pankreasê jiyana xwe ji dest daye û got: "Ji ber ku ya dêya min teşxîsa wê zû hat danîn, 5 salan jiya. Lê yê bavê min ji ber ku teşxîs dereng hat dayîn, di demeke kurt de jiyana xwe ji dest da. Li nexweşxaneyê teşxîs hat danîn û 45 rojan tedawî bû. Paşê dîsa wî birin girtîgehê. Li girtîgehê bi xwe ve hatibû û baş dibû. Lê me ji bavê min re negotibû nexweşîna te pençeşêr e. Em ketin nava hin hewldanan, lê tiştek bi dest me neket. Ji bo berdana wî gotin, em li benda rapora Saziya Tiba Edlî ne. Lê saziyê bi derengî xist. Bi zanebûnî bavê min ber bi mirinê ve şandin. Heger îhmalkarî nebûna, belkî niha sax bûna û di nav me de bûna." 
 
‘BAVÊ MIN BERNEDAN' 
 
Gultekîn bibîr xist ku di pêvajoya pandemiyê de girtiyên edlî hatine berdan, lê belê yên siyasî nehatine berdan û got: "Me digot belkî bavê min jî berdin, lê bernedan. Me dixwest hema salek bûna jî li cem me bûna. Bavê min ji bo me çirayek bû. Li cem me bû, rêya me ronî dikir. Lê nebû..." 
 
Kur Gultekîn, destnîşan kir ku heger li Tirkiyeyê hiqûq hebûna, dê niha bavê wî sax bûna û got: "Derbarê nexweşînê de gelek rapor û belge hebûn. Lê tişta ji me re gotin ev bû; 'dikare li ser pêyan bê tedawîkirin.' Tişta kirin tu eleqeya wê bi mirovahiyê re tune ye. Tişta kirin, pêkanînên faşîzan in. Bavê min, ji bo wan dijmin bû. Lê di tu dînekî îlahî de jî tiştekî wiha tune ye." 
 
'JI DESTÊ KÊ ÇI TÊ BILA BIKE'
 
Gultekîn, anî ziman ku bavê wî jiyana xwe ji dest daye, lê ji bo girtiyên nexweş ên din jiyana xwe ji dest nedin, ji destê kê çi tê divê bike û got: "Bila her kes ji bo girtiyên nexweş tiştekî bike." 
 
MA / Omer Akin - Mehmet Şah Orûç

Sernavên din

12/05/2021
10:27 Berdana girtiyan bi şertê ‘bikevin qawîşa alîgiran’ asteng dikin
10:26 Derûnnas Oztoprak: Tundiya dîjîtal bi polîtîkayên bêcezatiyê re didome
09:50 DAIŞ’ê êrişî pêşmergeyan kir: Pêşmergeyek jiyana xwe ji dest da
09:46 Dr. Koç: Pêşî ne li pandemiyê pêşî li muxalefetê tê girtin
09:30 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 167'emîn de berdewam dike
09:00 Baroya Wanê Komîsyona Zimanê Kurdî ava kir
09:00 Dadgehê biryar da, lê hê jî nikare biçe ser karê xwe
09:00 Li Bazara Jiyanê zextên 'mêran zêde' bûn
09:00 Ji bo cejnê kirîn lê nefirotin
09:00 33 roj in agahî ji Şîşman tune: Malbat bi fikar e
09:00 Malbatên Somayê: Em nahêlin hêvîya me bişkînin
09:00 Başaran: Jin bi parastina azadiyê re li dijî tecrîdê têdikoşin
09:00 ROJEVA 12'Ê GULANA 2021'AN
07:54 Destûr nedan cenaze bişon
11/05/2021
20:25 Îro 278 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
17:22 Dayika Aştiyê Kaygûsûz û 4 siyasetmedar hatin berdan
17:13 Tedawiya wî neqediya û ew birin girtîgehê
16:58 Li Girtîgeha Jinan vîrûs heye, bijîşk tune ye!
16:56 Ji ber ku lêgerîna tazî qebûl nekiriye gardiyanan lê daye
16:51 Li Deşta Mêrdînê dema çinînê ye: Hişkesaliyê li ceh daye
16:35 DAD û DEDEF: Komkujî berdewam dikin
15:47 NY: DAIŞ’ê li hemberî êzidiyan sûcê qirkirinê kiriye
15:40 Jinan bang kir: Em ê teslîm nebin
15:29 Parêzera girtiyê nexweş Tamboga bang li rayedaran kir
15:15 Li Xozatê bi operasyonê re şewat jî derket
15:07 Gelo Yildiz piştî ‘şopandina û gefê’ hatiye kuştin?
15:05 Banga greva birçîbûnê li Wezareta Dadê hat kirin: Dawî li tecrîdê bînin
14:37 ÎHD û TÎHV: Êrîşên li ser Gazzeyê bi dawî bikin
12:49 Herbo: Li Şengalê derd hebûna êzidiyan e
12:48 Jinên HDP’yî derketin ser sûrên Amedê: Em dev ji Peymana Stenbolê bernadin
11:41 Di rojên qedexe de wêneyê xizanî û dewlemendiyê
11:36 Malbata Şenyaşar: Ji zilmê re bêdeng nemînin
11:18 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
10:59 Cerdevanan tev li operasyona Zapê dikin
10:58 Li Sûrên Topkapiyê jinan çalakî li dar xist
10:36 Gelo Gurbet Uren hat kuştin?
09:31 Êdî zebeşan bi zûlan difiroşin
09:31 Koma 34'emîn çalakiya greva birçîbûnê dewr girt
09:12 Rojnameger Altan: Tirkiye bi pilaneke navneteweyî êrişî Başûr dike
09:08 Temeneke di rêya aştiyê de: Sîmanperî Akyildiz
09:07 Girtiyê bi tenê di odeyekê de dimîne bi Covîd-19'ê ket
09:07 Esnafên halê: Camêro li qesrê kêf kêfa wî ye, lê milet perîşan e
09:06 Jinên wanî: Em xwedî li kurdî derkevin
09:06 Berî ku mal veguherin 'hêlîna tahdeyê' bila tevdîr bên girtin
09:04 Tenê şorbe û nanê tisî dixwin
09:04 Parêzer Çîftçî: Di doza Kobanê de şopa darizandineke adil tune ye
09:04 Bîlançoya êrişên li dijî kurdî: 17 êriş û 5 kuştin
09:00 ROJEVA 11'Ê GULANA 2021'AN
08:32 Eskerekî TSK'ê li Idlibê jiyana xwe ji dest da
10/05/2021
23:44 Guh li bergiriyên koronayê nekirin, bi konwoyê li nav bajêr geriyan
20:42 282 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
16:30 ‘Peykerên’ qeyûm bûn mijara pêkenok û bertekan
16:18 Jina berasteng a zîhnî di qefesê de mirî hat dîtin
15:57 ‘Polîtîkayên îqtidarê rewşa astengdaran girantir dike’
13:41 Cenazeyê dayika Arslan hat veşartin
13:40 ÎHD:Şîşman ê bi birîndarî hat binçavkirin 31 rojin li ku derê ye?
13:11 Piştî veqetandina polisan texrîbata li Koşka Mala Ezîzan derket holê
13:02 Malbata Şenyaşar: Wezareta Dadê tu li ku yî?
12:31 HDP’ê bi boneya Roja Dayikan ji girtiyên jin re qert şand
11:52 Hunermenda dengê berxwedanê: Hozan Mizgîn
11:22 Dayika Aştiyê Akyildiz jiyana xwe ji dest da
11:02 Faîl dîsa nas e: Hevjîna xwe kuşt, zarokê xwe giran birîndar kir
09:21 'Dînê Nisêbînê' mamoste Aslan jiyana xwe ji dest da
09:20 Dayika Mehmet Arslan jiyana xwe ji dest da
09:04 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 165'emîn de dewam dike
09:03 ‘Divê tevahiya civakê xwedî li greva birçîbûnê derkeve’
09:03 Leşkerê berê Yaylali: Armanca operasyonan tevahiya kurdan e
09:03 Qedexeya giştî barê jinan girantir kir: Sê karan bi hev re dike
09:02 Şertê ‘qawîşa serbixweyan’ danîn pêşiya berdana girtiyan
09:02 Pîroglû: Divê astengdar ji bo têkoşînê bikevin tevgerê
09:02 Serokê Giştî yê PÎA’yê Kamaç: Operasyon ne çareserî ne
09:02 DÎSK: Karker ji ber bêtevdîriyan jiyana xwe ji dest didin
09:01 10 sal di ser Peymana Stenbolê re derbas bûn: Vekişîna ji Peymanê xetere ye
09:01 Şêniyên Xaçortê: Bi avêtina bombeyên gazê me ceza dikin
09:00 Ji ber bihabûna êm û kayê sewalkarî diqede
09:00 Qeyûm deynên bacên xwe bi neguhêzbarên şaredariyê dide
09:00 ROJEVA 10'Ê GULANA 2021'AN
09/05/2021
21:19 283 kesên din ji koronayê mirin
20:59 Li Mûşê zaroka 16 salî biguman jiyana xwe ji dest da
17:13 Ciwanê winda bû di bombebaranê de jiyana xwe ji dest da
16:41 Kepçe ketin Newala Qesaba û dest bi kolandinê kirin
16:05 Ji ber kavilên kana kevir newal tije bû
16:04 Karkerek di bendavê de xeniqî
15:19 Eskeran îşkence li penaberan kirin
14:47 Cezayê hucreyê li girtiya ku binpêkirinên mafan vegot birîn
14:05 Li Mêrsînê îdîaya mamosteyekî întîhar kir
13:32 Bûldan, Roja Dayikan li Qada Galatasarayê pîroz kir
13:04 Nameya HDP’ê nedan Gergerlîoglû
12:19 Roja ku edalet pêk bê, dê wê rojê Roja Dayikan pîroz bike
11:29 Rojnameger Elo: DYA, dixwaze paşve vegere cihên ku Suriyeyê berdane
11:25 Sozên xwe negirtin, dosyeya Cemîl Kirbayir bi hinceta demboriyê girtin
10:57 Dayika Ayşe Gokkan: Xelata wê ya herî mezin têkoşîna wê ye
09:05 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 164'emîn de dewam dike
09:04 Behsa tora tiryakê ya li Nisêbînê kir: Hedef malbatên welatparêz in
09:04 Gotina 'li taxa me dawet heye' wekî şîfreya rêxistinê hat hesibandin
09:04 'Ne pîrozkirin, bila hesab bê dayîn'
09:03 Di 15 saliya xwe de bi kesekî 45 salî re hat zewicandin: Pir zor bû
09:03 Pîvaz li nav erd riziyan
09:03 Berteka esnafên Wan a ji bo qedexeya dawî
09:02 Girtî bi kirareke îdarî cara dudoyan tên cezakirin