Dostên Yildirim: Ji bo ziman û wêjeya kurdî xebat kir

img

AMED –  Dostên Prof. Dr. Kadrî Yildirim ku ji ber wefata wî xemginiya xwe anîn ziman, têkildarî xebatên wî yên ji bo kurdî ev tişt gotin: “Ji bo ziman û wêjeya kurdî xizmet kir û li pey xwe berheman hişt. Hemû nêrîna wî li ser wêje û çanda kurdî bû.”

 
Prof. Dr. Kadrî Yildirim, di 26’ê adarê de li nexweşxaneya ku lê tedawî didît jiyana xwe ji dest da û hezkiriyên xwe kir nav xemginiyeke mezin. Yildirim ku bi nasnameya xwe ya akademik, kurdî û siyasetmedar dihat nasîn, di 5’ê sibata 1959’an de li navçeya Licê ya Amedê ji dayik bû. Yildirim, dibistanên xwe yên seretayî û navîn li Amedê temam kiriye, perwerdeya xwe ya lisansa pêşîn li Dibistana Bilind a Perwerdeyê ya Sêrtê girtiye û di sala 1986’an de jî li Faqulteya Îlahiyatê ya Zanîngeha Haranê di Beşa Zanista Sereke ya Wêje û Zimanê Erebî de lisansa bilind kiriye. 
 
PÊVAJOYA PERWERDEYA YILDIRIM
 
Di sala 1998’an de Yildirim, li heman zanîngeh û beşê doktoraya xwe kir û 13 salan Beşa Zanista Sereke mamostetî kir. Yildirim, piştre li Faqulteya Îlahiyatê ya Zanîngeha Dîcleyê bû Endamê Hîndekariyê, li Zanîngeha Artûklûyê bû Alîkarê Rektorê, li heman zanîngehê Midurtiya Enstîtiya Zimanên Dijîn kir, Koordînatoriya Beşa Zanîsta Sereke ya Çand û Zimanê Kurdî ya girêdayî enstîtiyê kir, li heman zanîngehê dekantiya damezrîner a Faqulteya Zanîstên Îlahiyatê jî kir. 
 
XEBATÊN BI ZIMANAN
 
Di sala 2004’an de Yildirim, li Faqulteya Îlahiyatê ya Zanîngeha Dîcleyê bû doçentê alîkar, di sala 2010’an de jî weke profesör li zanîngehê xebatên xwe meşandin. 14 pirtûkên Yildirim ên li ser ziman, wêje û erdnîgarî yên bi kurdî, erebî, farisî hene. Ji ber van xebatên xwe yên zanistiyê Yildirim dihat nasîn û weke kesayetek girîng a kurd rêz digirt.
 
DOSTÊN WÎ VEGOTIN
 
Li gel xebatên xwe yên akademîk di demên dawîn de Yildirim bi nasnameya xwe ya siyasetmedariyê jî derket pêş. Di Hilbijartinên 7’ê Hezîrana 2015’an de li Sêrtê di Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) de weke parlamenter hat hilbijartin. Di hilbijartinên ku di 1’ê mijdara heman salê de hatin dubarekirin de dîsa li heman bajarî hat hilbijartin.  Dostên Yildirim, Serokê Şaxa Weqfa Îsmaîl Beşîkçî ya Amedê Saîd Veroj û Parlamenterê HDP’ê yê Êlihê Nejdet Îpekyuz ji ajansa me re axivî û Yildirim vegotin. 
 
‘HEMÛ NÊRÎNA WÎ ZIMAN Û ÇANDA KURDÎ BÛ’ 
 
Dîroknas û Nivîskar Saîd Veroj, diyar kir ku Yildirim demeke dirêj li ser ziman û wêjeya kurdî xebatan kiriye û di sala 2002’an de wî nas kiriye û wiha got: “Piştî nasîna me dostaniya me çêbû. Gelek caran em bi hev re xebitîn. Li Beşa Wêjeya Kurdî ya Zanîngeha Artûklûyê xebatên girîng kirin. Ji bo ziman û wêjeya kurdî xizmetên mezin kirin. Di gelek qadan de berhem li dû xwe hişt. Hemû nêrîna wî li ser wêje û çanda kurdî bû. Me mirovek hêja winda kir. Hêvî dikim ku nifşeya me nû wî bişoîne û mînak bigire. Di 20’ê adarê de em axivîn qala projeya xwe ya nû kir. 3 cîldên projeyê temam kiribû. Lê digot ku xebatên wî yên ji bo cîldên din didomin. Xebata wî li ser olên li Kurdistanê bûn. Hêvî dikim ku em tiştên li xwe hiştiye kom bikin û tiştên nû biafirînin. Yildirim piştî parlamenteriya xwe jî xebatên xwe yên ji bo ziman û wêjeya kurdî domand.”
 
‘ODEYA WÎ BI PIRTÛKAN TÊJE BÛ’
 
Parlamenterê HDP’ê Nejdet Îpekyuz jî, da zanîn ku xebatên Yildirim ên li ser ziman li meclisê hî berdewam kirine û wiha got: “Odeya wî ya li meclisê bi pirtûkan têje bû. Tê gotin ku di wê odê de rojê 2 pirtûk dixwend. Timik hewl dida agahiyên ku hîn kirine ragihîne. Di têkiliyên xwe yên bi mirov re timik qala yekitî, hevgirtin, piştevaniyê dikir û ji bo civakê li ser girîngiya ziman û dîrokê radiwestiya. Ji bo me tevan windahiyeke mezin bû.”
 
 

Sernavên din

01/04/2021
12:29 ‘Mala me bi zanebûn hat gulebarankirin’
12:19 Di bin navê “parêzeran” de girtiyan bi mirovên îstixbaratê re didin hevdîtin
12:13 Operasyonê Holê di roja 5'an de ye
11:48 Polîsan êriş kir: Ferît Şenyaşar rakirin nexweşxaneyê
11:14 Çam ê li Bagokê jiyana xwe ji dest da bû, hat definkirin
11:00 Keskîn: Em hemû dîl girtî ne
10:59 Dibe ku çavê girtiyê nexweş kor bibe
10:55 Salih Muslim: Ocalan Kurd ji devê gur derxist
10:31 Qeyûmê Peyasê ji bo şêwirmendiyê 350 hezar TL razand
10:14 Rojnameger Turfent di çalakiya greva birçîbûnê de ye
09:43 Li Silopî teqîna mayînê: Şivanek jiyana xwe ji dest da
09:00 Doza Altinmakasê: Lêpirsînek baş nehatiye kirin
09:00 'Cezayên pereyî yên tên birîn tahdeyeke aborî ye'
09:00 Ne ji bo yên tahdeyê dikin, ji bo yên tahde li wan tê kirin tê bikaranîn
09:00 Tiştên çêdikin nîşanî ciwanan jî didin
09:00 'Çi bê serê jinan, berpirsiyarê wê serokkomar e"
09:00 Rojnamevan: Di şexsê hevpîşeyên me de rojnamevanî tê darizandin
09:00 ‘4'ê Nîsanê rojbûna gelê kurd e'
09:00 Koma 26'emîn çalakiya greva birçîbûnê dewr girt
09:00 ROJEVA 1'Ê NÎSANA 2021'AN
02:13 Kesên nasnameya wan ne diyar li Licê malekê gulebaran kirin
31/03/2021
21:40 39 hezar û 302 kesên din jî bi Covîd-19'ê ketin
20:01 Cenazeyê Taş piştî 9 mehan hat veşartin
16:52 Aktîvîsta TJA'yê Başak hat girtin
16:47 Piştevaniya nobeta ‘Edaletê’ di roja 23’yemîn de didome
16:21 Olûç: Divê AYM neyê leyîstikên îqtidarê
15:52 Çalakiya nobetê ya akademîsyenên Bogazîçiyê didome
15:47 AYM’ê îdianameya HDP’ê îade kir
15:46 Polîsan êrişî karkerên Mîgrosê kirin: 16 binçav kirin
15:13 Qeyûm darên 30 salî ji kok ve birî
15:03 Li Çinarê dibistanek kirin karantînayê
15:00 Li Wanê civîna ‘HDP wê rêya xwe dewam bike’
15:00 Guzel mala qaçax a li Sûrê bir rojeva meclisê
14:40 Feraseteke nû: Ji xeynî danişîna ewil û ya dawî parastina kurdî nikare bê kirin
14:24 Li Dersimê parêzer Çellîk hat binçavkirin
14:18 Qedexeya çalakiyan a li Colemêrgê dîsa dirêj bû
14:18 Bi çalakiya rûniştinê bal kişandin ser tecrîdê
14:04 'Ji 342 dosyayên nifaqê 334 ji wan di bin sînorên birçîbûnê de ne’
13:56 Gergerlîoglu: Em mafdarin, em ê li ber xwe bidin, em ê qezenc bikin
13:21 Sancar: Hêrsa têkçûna xwe bi doza girtina partiya me nîşan didin
13:19 Dadgehê 7 sal û 6 meh ceza da aktivîsta TJA’yê Şîmşekê
12:51 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:16 Têkildarî Macron ê naxwaze DAIŞ'î li welatê wî bên darizandin, serî li UCM'ê dan
12:15 Malbata Şenyaşar: Em ê xwe bispêrin edaleta Xwedê û li ber xwe bidin
11:27 Piştî erêkirina cezayê xwe tê xwestin radestî Tirkiyeyê bê kirin
11:06 Amediyan bersiv dan banga ‘hûrkirina dowîzan’: Em nikarin nan bibin malê!
11:06 Di operasyona Holê de DAIŞ’iyek paye bilind hat girtin
10:58 Parêzerên rojnamevanan: Sûc nîne, rojnamegerî tê darizandin
10:45 Hilberînerê mişmişan: Çima ewqas neyartî li cotkaran tê kirin?
10:38 Mafê axaftina telefonê ya Çîçek Kobanê hat astengkirin
10:27 AYM'ê serlêdana Gergerlîoglû red kir
09:50 Malbat dixwaze hemû berpirsiyar bên darizandin
09:09 Kurd carek din di amadekariya ber bi 'Rêwitiya Rojê' de ne
09:09 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 125'emîn de didome
09:02 Derz li dîwarên bendavê ketin: 4 hezar mirov bi talûkeyeke mezin re rû bi rû ne
09:02 Dê 115 şaxên Sendîkaya Tum Emeklîlerê dakevin qadan
09:02 Wê Meclîsa Jinan a HDP'ê ji bo Peymana Stenbolê bimeşe
09:02 Li Xozatê 2 malbat di lojmana dibistanê de dimînin
09:02 Mûnzûr qirêjî dibe
09:02 Bîlen û Ûgûr: Divê em ne di girtîgehê de, li qadê bin
09:02 Li heman gundî 5'emîn kana keviran!
09:01 Li Sûriyeyê pêngavên berî Biden: Rûsya Idlibê dixwaze
09:01 Pêşmergeyê berê Olmez: Şengalê bêparastin nehêlin
09:00 ROJEVA 31'Ê ADARA 2021'AN
30/03/2021
21:27 155 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
16:56 Polîsan sîxûrtî li ciwanê HDP’yî ferz kirin
16:55 Ji HDP'ê ji bo Almanyayê: Em gotinên ku krîmînalîze dike red dikin
16:32 Bûldan: Divê CPT li dijî tecrîdê helwesta xwe nîşan bide
16:23 Parêzerên Malbata Şenyaşar: Ji ber veşartina dosyeyê em bi fikar in
16:11 Mahîr Çayan li ser gora xwe hat bibîranîn
16:06 Di operasyona Kampa Holê de 53 DAIŞ’î hatin girtin
15:44 'Di pêvajoya KHK’an de timik li cem me bû’
15:39 Doza aktîvîsta TJA’yê Bîlgîn hat taloqkirin
15:28 Di kongreya TUAY-DER’ê de rojev tecrîd bû
15:00 Fatma Altinmakas bi ‘biryara malbatê’ hatiye qetilkirin
14:23 TUHAYDER’a Wanê kongreya xwe li dar xist
14:22 Cîgirê Serokê PÎA’yê Kaya hat beraetkirin
14:10 Cezayê heta hetayê li kujerê Gullu Yilmaz hat birîn
14:05 Li zilamê ku zarok îstismar kiribû 11 sal ceza hat birîn
13:56 Biryara girtina eywanên sînemayê hat dirêjkirin
13:41 Emîne û Ferît Şenyaşar serbest hatin berdan
13:34 Ji AKP’ê re serbest e ji jinan re qedexe ye!
13:26 PM’a HDP’ê: Roja têkoşîna hevpar e
13:03 Li Mêrsînê û Antalyayê herî kêm 11 kes hatin binçavkirin
12:29 Wê 423 kesan bigirin kar lê 41 hezar kesan serî li kar da!
12:24 Parezêran ji bo biçin Îmraliyê careke din serî li dozgeriyê dan
12:18 Ji bo rojbûna Ocalan kurtefîlmek hat amadekirin
11:37 Danişîna Hevşaredara Farqînê Toprak hat taloqkirin
11:01 Emîne Şenyaşar û lawê xwe Ferît hatin binçavkirin
10:55 Li Şirnex û Sêrtê operasyona eskerî hat destpêkirin
10:33 Rêxistinên rojnamegeran bang kirin: Em nîşan bidin ku ne bi tenê ne
09:52 Gergerlîoglû: Di kevneşopiya me de teslîmbûn tune ye
09:35 Alîkarê Serokê Banqeya Navendî ji peywirê hat girtin
09:17 Kesên li Ceyhanê hatibûn binbçavkirin hatin berdan
09:17 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 124'emîn de didome
09:16 Malbata girtiyê nexweş ê 76 salî: Bila bi darbestê ji girtîgehê dernekeve
09:15 'Îqtidar bi çavê dijminan li girtiyên siyasî dinêre'
09:14 'Îstixbarat' dev ji malbata Sunbul bernade!
09:10 Amedî: Partiya me li ku be, em li wir in, nikarin pêşiya me bigirin
09:08 Biraziyê Midûrê Weqfan li Sûrê bi kevirên diziyê avahiyek 'qaçax' çêkiriye