Amediyan dîsa gotina xwe got: Ji Ocalan re azadî

img

AMED - Bi sed hezaran Amedî serê sibê berê xwe dan qada Newrozê û daketin qada Newrozê. Amediyên bi rengê xwe daketin qadê dîsa gotin "Ji Ocalan re azadî" û azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan xwestin. Girsê li qadê bi zêdebûna alên HDP'ê û dirûşmeyan bersîv dan êrîşan. 

 
Kurd her sal li qadên Newrozan daxwazên xwe, rexne û sekna xwe nîşan didin. Îsal jî tevî hemû astengî û qedexeyan daketin Qada Newrozê û helwesta xwe ya anîn ziman. Newroz bûye reng, nasname û zimanê Kurdan. Kurdan carek din Agirê Newrozê ku Kawayê Hesinkar ê li dijî zilma Dehaq pê xistibû geş kirin. Agirê li Keleha Dimdim ê geş kiribûn dîsa geş dikin. Agirê ku Mazlum û Semayan li zindanan bi bedena xwe geş kirin, li qadan dîsa geş bû. Newroza ku Kurdan berê li tax û kolanan bi lastîkan pê dixist û bi mudaxaleyên hişk re rû bi rû diman, niha li Qadên mezin bi telêbûna deh hezaran pîroz dikin. 
 
Di pêvajoya ku der barê ewlehiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de îdea belav bûn û tecrîd didome, dîsa di pêvajoya ku der barê HDP'ê de daxwaza girtinê heye û wekîlê HDP'ê Omer Faruk Gergerlioglu wekîltiya wî hat xistin û li meclîsê hat binçavkirin de li Amedê Newroz tê pîrozkirin. 
 
Ez berê xwe didim qada Newrozê û hewl didim di deriyê ku Rojnameger tê re derbasî qada Newrozê dibin re biçim qada Newrozê. Bi saetan li benda dorê sekinim. Dema nameya ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di Newroza 2013'an de parve kiribû dîsa hat xwendin, wekî sala 2013'an nebe jî gelek rojnameger li ber derî rawestiya bûn. Ewil bi hinceta lêgerîna bombeyê heye em nexistin hundir. Piştre li çend nokteyên din ji listeyê akreditasyon tên kontrolkirin. Li nasnameyan dinerin. Lêpirsîna kodê HES'ê tê kirin. Li çenteyan lêgerin dikin û ser me kontrol dikin. Ev hemû li nokteyan dubare bûn. Em rojnameger in û lênûsk û pênûs di destê me dene. Lê polîsan destûr nedan ku em pênûsan têxin qada Newrozê. Kesên çixareyê dikişînin, dikarin çixarê bibin qada Newrozê. Lê nikarin hestê xwe têxin qadê. Dibêjin xwedê neke dê li qadê agir pêxin û destûr nadin. 
 
NÛÇEGÎHANÊN AA LI DERVÊ QADÊ NÛÇE DINIVÎSIN
 
Dema em ketin qada Newrozê, nûçegîhanên Ajansa Anadolu li dervê qada Newrozê made danîn û li dervê qadê dest bi nivîsandina nûçeyên Newrozê kirin. Her sal dema qad vala bû wêne dişandin û wekî ku kes nehatiye Newrozê nûçe dinivîsandin. Lê îsal neketin qadê û li dervê qadê nûçe nivisandin. 
 
Hemû rojnameger ji bo têkevin qadê ketin dorê. Dîsa ji bo derkevin ser dikê û li wir wêneyan bikişînin ketin dorê. Ji bo vê yekê gelek astengî derketin. 
 
HEMÛ BI YEK DENGÎ 'BIJÎ SEROK APO' BERZ DIKIN
 
Girse jî wekî me rojnamegeran heta gihişt qada Newrozê di hemû zor û zahmetiyan re derbas bûn û ketin qadê. Em li pişt platformê bûn. Bi deng re em nêzî pêş dibin. Deng her ku diçe zêde dibe. Deng li qadê olan dide. Denge dirûşmeyan her ku diçe berz dibe û bilind dibe. Gel wekî pêlê lehiyê diherike. Wekî pêlan ber bi qada platformê ve diçe. Bi deh hezaran bi yek dingî dirûşma "Bijî Serok Apo" berz dikin.  Heta ku ez ji qadê derketim jî ev herikîna qadê berdewam kir û dengê dirûşmeyan berz bû. Piştî Agirê Newrozê geş bû, hesreta agir kewiya. Li aliyeki dirûşme berz dibin, li aliye din girse li ber stran û klmanan govendê digerînin. Jin ciwan, mezin hemû bi hevre ketine govendê. Li aliyekî li ber def û zurneyan govend, li aliyekî srûd û dirûşme tev li hev dibin.  Ciwanên ku di nokteyên lêgerînê re derbas dibin bêtir dixwazin nêzî dikê bibin. Polis, piştre derketin ser dikê û hişyarî kirin. Le dîsa girsê bi dirûşmeyan bersîv da. Bêtir bi flame û dirûşmeyan bersîv da polîsan. Gelê Amedê ji bo îro gotina xwe bêjin daketin qadê û qat tije kirin. Gelê Kurd bi salan e li qadên Newrozê gotina xwe tînin ziman. Gelê Amedê dîsa li Qada Newrozê gotina xwe got. Gel ji 7 salî heta 70 salî bi alên HDP'ê daketin qadê û gotin "Hedê kê ye partiya me bigirin' 
 
MA / Dîcle Muftuoglu
 
 

Sernavên din

24/03/2021
15:43 Ji bo şertên qarantînayê yên girtîgehê bangî saziyên elqedar kir
15:32 ÎHD’a Amedê: Em li cem Dayikên Şemiyê ne
15:27 ‘Qeyûm şaredarî veguherandiye qadên rantê’
15:02 Şandeya TJA’yê serdana Malbata Şenyaşar kir
14:48 Li gundê Oleka Jor cerdevan daran birin
14:40 Rêya Rûbarokê ji ber lehiyê hat girtin
14:28 KCD, DBP, TJA û HDP: Bi milyonan kes azadiya Ocalan xwestin
14:06 Bi çalakiya rûniştînê bal kişandin ser tecrîd û greva birçîbûnê
14:06 Ji hevşaredarê Gêlê re 15 sal ceza hat xwestin
13:38 Ji Yuksekdag peyama Peymana Stenbolê
13:34 Serdanên piştevaniya ji bo Gergerlîoglû didomin
13:32 Meşa KESK’ê dest pê kir
12:54 Doza rojnamevan Şahîn hat taloqkirin
12:33 Malbata Îzol malbata Şenyaşar ziyaret kir
12:16 Malbat, wasî û parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li serdozgeriyê dan
11:47 Li gorî wezîr sedema tûndiyê alqol e!
11:20 Gergerlîoglu: Ez teslîm nabim
10:26 Ji HDP’ê hevdîtina ‘Heq, edalet û wijdan’
09:52 Kerengên Qerejdaxê li ser dezgehan in
09:00 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 118'emîn de didome
09:00 Nivîskarê 27 sal in girtî ye bi penceşêrê ket
09:00 Şenoglû: Di Newrozê de gel, hêza çareseriyê ya Ocalan nîşan da
09:00 Rewşa girtiyê nexweşiya FMF pêre heye giran dibe
09:00 Kesên karsaz kirin hedef, girêdayî Ocakên AK’ê ne
09:00 ‘Rêya aştiyê di rakirina tecrîdê de derbas dibe’
09:00 Welatî ji pêşerojê bi fikar in
09:00 ‘Jinan li Newrozê qîr kirin ku dest ji jiyanê bernadin’
09:00 ‘Em ê dev ji Peymana Stenbolê bernedin’
09:00 Ji bo biçe ber avahiya HDP’ê polîs 4 caran lê geriyan e
09:00 Ji jinên dikan vekirin pêşniyar: Aboriya xwe pêş bixin
09:00 ROJEVA 24'Ê ADARA 2021'AN
23/03/2021
17:35 RTUK'ê giliyê HDP’ê red kir
17:24 Dadgehê cezayê muebetê li Çîçek Kobanê birî
17:23 ‘Nobeta Edaletê’ bi seredanan berdewam dike
16:27 Baş: Gel HDP ava kiriye, bi îdeanameya Qesrê nayê girtin
16:09 Rojnameger Îbrahîm Karakaş nehat berdan
15:44 Li Fransayê bi ser mal û komeleyên kurdan de hat girtin
15:38 Li Rihayê dema binçavkirina 8 kesan hat dirêjkirin
15:35 NY'ê Tirkiye rexne kir: Biryar me dixe nava fikaran
15:17 Dozger xwest kujerê Gullu Yilmaz heta heta bê cezakirin
15:00 4 kesên beriya Newrozê hatibûn binçavkirin hatin girtin
14:54 Dayikên Aştiyê piştgirî dan Emîne Şenyaşar
14:49 Sancar: Bi milyonan kes gotin hûn nikarin îradeya me bigirin
14:42 TÎHV: Dewletê aşkere kir ku aliyê tundiyê ye
14:31 Ji 9 partiyên siyasî berteka hevpar: Em ê bi hev re têbikoşin
14:31 Xwînerê rojnameyê hat girtin
14:25 Karker ji bo karê bi ewle meşiyan avahiya şaredariyê
14:17 Girtî: Tundiyê sînorê îşkenceyê derbas kir
13:55 Doza Rojbîn Çetîn hat taloqkirin
13:43 Doza Rojbîn Çetîn hat taloqkirin
13:32 Li Edeneyê hat xwestin binçavkirî werin berdan
13:29 Turkdogan: Wê têkoşîna me bidome
13:18 Di dosyaya Qaymeqam Safîturk de 8 kesan beraet kir
12:36 Gergerlîoglû serî li AYM'ê da
12:17 Li Edeneyê 4 kes hatin girtin
12:16 Malbata Şenyaşar: Pêdivî bi hêviyê heye
12:06 Meclîsa Jinan a HDP’ê bi rojeva Peymana Stenbolê civiya
12:01 Hevserokên HDP’a Amedê hatin berdan
12:00 Dayika Ayten Beçet: Bila kesên din neşewitin
12:00 Malbat, wasî û parêzerên Ocalan carek din serî li serdozgeriyê dan
11:59 Li Girtîgeha Sîlîvriyê serdegirtinên qawişan
11:45 Sarisaç: Gel carek din azadiyê ragihand
11:39 Wê HDP ‘Nobeta Edaletê’ li Navenda xwe ya Giştî bidomîne
11:26 Xeletiyên 'dewleta şexsê min' weke fatore li gel vedigerin
10:44 Piştî betalkirina Peymana Stenbolê 5 jin hatin kuştin
10:43 Li Xozatê berteka bendavê: Çandinî û sewalkarî tune dibe
10:33 Uca biryara vekişîna Peymana Stenbolê bir Meclîsa Konyesa Ewropa
10:09 Seydayê Tîrêj ji kaniya dilê xwe mîrateyeke bêhempa ji gelê xwe re hişt
09:31 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 117'emîn de didome
09:10 Fahrettîn Altûn gilî kir, dadgehê bê danişîn ceza birî
09:09 Piştevaniya Ewropayê ya ji bo HDP'ê: Divê raya navneteweyî serî rake
09:09 Di rojeva jinan de berxwedan heye
09:08 46 sal in bê navber pêlavan çêdike
09:00 Muzîkjen: Ji dêvla ku em xwe bikujin, em pergala kapîtalîst bikujin
09:00 ROJEVA 23'YÊ ADARA 2021'Ê
22/03/2021
21:55 117 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
18:51 3 sal û 6 meh ceza li Demîrtaş hat birîn
18:48 Derbarê Sancar de lêpirsîn
17:03 Li Cizîrê 7 kesên hatibûn binçavkirin, hatin berdan
16:54 Babacan: Agbal ji ber hesabê '130 milyar dolarî pirsî ji peyvirê girtin
16:08 Qedexeya walîtiyê govenda Newrozê asteng nekir
15:54 Bertekên li dijî vekişîna Peymana Stenbolê zêde dibin
15:53 HDP ji bo Gergerlîoglû serî li AYM’ê dide
15:52 Li gundên Rihayê pîrozbahiyên Newrozê didomin
15:48 Li Bogazîçiyê boykot: Nikarin bisekinînin
15:38 Turkdogan: Divê daxwaza aştiyê ya ji qadên Newrozê bê dîtin
15:33 Ciwanên xwestin Newrozê pîroz bikin hatin binçavkirin
15:23 Ji Hevserokên Giştî yên HDP’ê spasiya Newrozê: Wê zivistana sar bibe bihar
15:14 Derbare Newroza Amedê dest bi lêpirsînê kirin
14:40 Di Newrozê de milyonan qertê sor nîşanî desthilatê da
14:19 Ji Gergerlîgolû re agahdarnameya ‘teslîm bibe’ şandin
13:32 Dema binçavkirina kesên li Enqerê hat dirêjkirin
13:16 Boykota li Bogazîçiyê dest pê kir
13:15 Ji ‘Dewleta zilam’ re bersiv: Destê me bersinga we ve ye
13:12 Newroza Osmaniyeyê ku serlêdana wê hatibû qebûlkirin qedexe kirin
13:05 Ji bo betalkirina feshkirina Peymana Stenbolê doz vekir
13:01 Di Newrozê de banga Ocalan: Divê daxwaza azadiyê veguheze Amarayê
12:46 Nivîskara Misrî Nawal El Saadawî koça dawî kir
12:22 Malbat, wasî û parêzerên Ocalan serlêdana hevdîtinê kirin
12:14 Ata û Sak li cem hev hatin veşartin