Xelîl: Dijmin hewl didin projeya gelan têk bibin
Ehmed: Di Şoreşa Rojava de, hemû gelên herêmê li qadên têkoşînê ne

img

NAVENDA NÛÇEYAN - Gelê Qamişlo û Hesekê bi tevlebûna deh hezaran bi coşek mezin Newroz pîroz kirin. Endamê Desteya Hevserokatiya PYD'ê Aldar Xelîl li Qamişlo diyar kir ku hêj talûkeyên li ser wan didome û got: Dijmenên gelê Kurd hewl didin projeya gelan têk bibin." Seroka Desteya Rêveber a MSD`ê Îlham Ehmed jî li Hesekê beşdarî Newrozê bû û got: "Di şoreşa Rojava de hemû gelên herêmê li qadên têkoşînê de ne." 

 
Li Qamişlo û Hesekê Newroz bi coşek mezin hat pîrozkirin. Bi deh hezaran kes beşdarî Newrozê bûn. Pîrozbahiya Newrozê li Qamişlo bi dirûşma “Bi ruhê berxwedana Newrozê em ê dagirkeriyê têk bibin” li gundê Hîmo hat li dar xistin. Di pîrozbahiyê de gelek axaftin hatin kirin. Endamê Desteya Hevserokatiya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Aldar Xelîl Newroza 2021`an li şêniyên Efrîn, Serêkaniyê, Girê Spî, Şehba û hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pîroz kir. Xelîl, Newroz li gelê Kurd, Ereb û Suryan pîroz kir û got: “Gelê me mafên xwe bi dest xistin. Niha em li pêşiya êriş û aloziyên mezin in. Belê em Newrozê pîroz dikin, lê birînên me hîna rihet nebûne. Efrînê, Serêkaniyê û Girê Spî hîna di bin dagirkeriya dewleta Tirk de ne. Dijminên gelê Kurd hewl didin biratiya gelan li herêmê derb bikin û projeya wan têk bibin.”
 
Xelîl teqez kir ku Newroza îsal çirûska xwe ji berxwedana gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê girtiye û destnîşan kir ku bingeha biratiya gelan û kombûna pêkhateyan li dor şoreşa xwe, nîşaneya serkeftina wan e. Xelîl, anî ziman ku ji bo rizgarkirina herêmên dagirkirî divê têkoşîn bê bilindkirin û diyar kir ku gel li dijî zilm û zordariya bi hezaran salan serî hilda. Xelîl behsa Komploya Navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan kir û wiha dewam kir: “Dewletên biyanî û herêmê beşdarî komploya li dijî rêber Ocalan bûn. Wan bawer dikir ku dikarin fikr û felsefeya rêber Ocalan tune bikin. Lê di rastiyê de vê dawiyê zanîn ku ew nikarin fikrên Rêbertî di girtîgehê de sînordar bihêlin.”
 
Endamê Desteya Hevserokatiya PYD`ê Aldar Xelîl teqez kir ku têkoşîn heta pêkanîna 3 armancê sereke dê dewam bike; rizgarkirina rêber Abdullah Ocalan ji destê faşîstan, rizgarkirina hemû herêmên dagirkirî ji dewleta Tirk a dagirker û bidestxistina gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û gelê her çar parçeyên Kurdistanê ji mafên xwe re.
 
Xelîl di axaftina xwe de behsa hewldanên pêkanîna yekitiya kurdî kir û got: “Divê em yekitiya kurdî li ser bingehek qewîn ava bikin. Bingeha wê fedekariyên şehîdan e û zemîna wê destkeftiyên gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye. Yekitiyek ji bo rizgarkirina hemû herêmên dagirkirî tê dikoşe.”
 
Aldar Xelîl di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku ew di şoreşa xwe de rastî gelek astengiyan hatin, lê belê karîbûn mafên xwe bi dest bixin. Her wiha teqez kir ku projeya Bakur û Rojhilatê Sûriyê banga cudakariya ji Sûriyê nake wekî ku hin alî idîa dikin û wiha lê zêde kir: “Em hewl didin hemû herêmên Sûriyê yên dagirkirî ji dagirkeran rizgar bikin, ji Cerablusê bigire û heta Bab, Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî.”
 
Di Pîrozbahiya Newrozê de Hevserokê Meclisa Rêveber a Herêma Cizîrê Talet Yûnis û axaftina Ferhad Têlo ya bi navê PYNK`ê axivîn. Tê payîn ku Koma Rûpelda, Koma Şehîd Welat, Koma Şehîd Sakîne, Koma Pala yên girêdayî Tevgera Çand û Hunerê stranan pêşkêş bikin û hunermend Xêro Ebas beşdarî pîrozbahiyê bibe.
 
HESEKÊ 
 
Li Hesekê jî Newroz bi coşek mezin hat pîrozkirin. Bi deh hezaran kes beşdarî pîrozbahiya Newrozê bûn. Ji saetên sibehê ve bi sedan şêniyên bajarê Hesekê berê xwe da cihê pîrozbahiyê da ku Newrozê pîroz bikin. Newroz bi dirûşma “Bi ruhê berxwedana Newrozê em ê dagirkeriyê têk bibin” hat lidarxistin. Piştî ku malbatên şehîdan meşaleya Newrozê pê xist, seroka Desteya Rêveber a Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Îlham Ehmed Newroz li hemû gelên herêmê, li girtiyan û li Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan pîroz kir û got: “Em îro ji bo pêkanîna azadiyê li qada azadiyê kom bûne. Tevî hemû hewldanên hêzên zordest jî, em ji berê ve meşaleya Newrozê pê dixin.”
 
Îlham Ehmed diyar kir ku roj bi roj rêya ber bi azadiyê ve tê berdewamkirin û wiha domand: “Di Şoreşa Rojava de, ne tenê gelê Kurd lê belê hemû gelên herêmê li qadên têkoşînê ne. Birayên me yên hêja yên ji hemû pêkhateyên civaka Sûriyê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê, em Newroza îsal li we pîroz dikin. Em hêvî dikin ku di Newroza sala bê de, çareseriya siyasî û demokrasî pêk bê. Hewldanên me yên domdar ên bi rêya fedakariyên ku me bi hev re li qadên şerê li dijî teror û zordariyê, ji bo vê yekê ne. Em hîna jî di oxira azadiyê de tê dikoşin. Em hêvî dikin ku aramî û îstiqrar pêk bê.”
 
Îlham Ehmed bang li hemû gelên herêmê kir ku ji bo pêşxistina Rêveberiya Xweser yekdest bin û got: “Em ê bi îradeya xwe demokrasiyê pêk bînin. Em îro li hemû bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Şamê, Şehba û Helebê kom bûne.”
 
Îlham Ehmed di dewama axaftina xwe de diyar kir ku ji bo rizgarkirina tevahî herêmên dagirkirî ew ê her tim tê bikoşin û vegera ewle ya şêniyan ji bo malên wan misoger bikin û wiha dewam kir: “Em hebûna dagirkeriya Tirk li ser axa xwe û zilm û zordariya li dijî gelê xwe qebûl nakin. Em rojane sûcên çeteyan li dijî gelê xwe yê aştîxwaz dibînin. Em soz didin gelê xwe ku bi darê zorê hatine koçberkirin û zilmê dibînin, ku em ê têkoşîna xwe bidomînin û wan herêman rizgar bikin."
 
Îlham destnîşan kir ku ew di pêvajoeyeke dîrokî re derbas dibin û wiha lê zêde kir:  “Dagirker hewl didin projeyên me têk bibin û îrade û destkeftiyên me tune bikin. Lê belê em ê rê nedin wan. Em ê ji bo azadiyê û guhertina sîstema zordar tê bikoşin. Em dixwazin çareseriya siyasî pêk bê û herêmên xwe rizgar bikin. Em soz didin we ku em ê nehêlin kes mafên me yên rewa ji dest me bigire.”
 
Ehmed herî dawî got: "Berxwedana jinan yek ji destkeftiyên herî sereke yên şoreşa jinan e, divê jin di hemû qadan de xwe bi pêş bixin.”
 
Pîrozbahiya Newrozê li Hesekê dewam dike.
 
 

Sernavên din

24/03/2021
16:38 Yildiz ê AKP’î ku destê wî di kuştina Şenyaşaran de heye dîsa ket rêveberiya AKP’ê
16:29 Lêkolîna ewilî a vekirina doza girtinê HDP’ê di 31’ê adarê de ye
15:49 Li Edeneyê 6 kes hatin berdan
15:43 Ji bo şertên qarantînayê yên girtîgehê bangî saziyên elqedar kir
15:32 ÎHD’a Amedê: Em li cem Dayikên Şemiyê ne
15:27 ‘Qeyûm şaredarî veguherandiye qadên rantê’
15:02 Şandeya TJA’yê serdana Malbata Şenyaşar kir
14:48 Li gundê Oleka Jor cerdevan daran birin
14:40 Rêya Rûbarokê ji ber lehiyê hat girtin
14:28 KCD, DBP, TJA û HDP: Bi milyonan kes azadiya Ocalan xwestin
14:06 Bi çalakiya rûniştînê bal kişandin ser tecrîd û greva birçîbûnê
14:06 Ji hevşaredarê Gêlê re 15 sal ceza hat xwestin
13:38 Ji Yuksekdag peyama Peymana Stenbolê
13:34 Serdanên piştevaniya ji bo Gergerlîoglû didomin
13:32 Meşa KESK’ê dest pê kir
12:54 Doza rojnamevan Şahîn hat taloqkirin
12:33 Malbata Îzol malbata Şenyaşar ziyaret kir
12:16 Malbat, wasî û parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li serdozgeriyê dan
11:47 Li gorî wezîr sedema tûndiyê alqol e!
11:20 Gergerlîoglu: Ez teslîm nabim
10:26 Ji HDP’ê hevdîtina ‘Heq, edalet û wijdan’
09:52 Kerengên Qerejdaxê li ser dezgehan in
09:00 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 118'emîn de didome
09:00 Nivîskarê 27 sal in girtî ye bi penceşêrê ket
09:00 Şenoglû: Di Newrozê de gel, hêza çareseriyê ya Ocalan nîşan da
09:00 Rewşa girtiyê nexweşiya FMF pêre heye giran dibe
09:00 Kesên karsaz kirin hedef, girêdayî Ocakên AK’ê ne
09:00 ‘Rêya aştiyê di rakirina tecrîdê de derbas dibe’
09:00 Welatî ji pêşerojê bi fikar in
09:00 ‘Jinan li Newrozê qîr kirin ku dest ji jiyanê bernadin’
09:00 ‘Em ê dev ji Peymana Stenbolê bernedin’
09:00 Ji bo biçe ber avahiya HDP’ê polîs 4 caran lê geriyan e
09:00 Ji jinên dikan vekirin pêşniyar: Aboriya xwe pêş bixin
09:00 ROJEVA 24'Ê ADARA 2021'AN
23/03/2021
17:35 RTUK'ê giliyê HDP’ê red kir
17:24 Dadgehê cezayê muebetê li Çîçek Kobanê birî
17:23 ‘Nobeta Edaletê’ bi seredanan berdewam dike
16:27 Baş: Gel HDP ava kiriye, bi îdeanameya Qesrê nayê girtin
16:09 Rojnameger Îbrahîm Karakaş nehat berdan
15:44 Li Fransayê bi ser mal û komeleyên kurdan de hat girtin
15:38 Li Rihayê dema binçavkirina 8 kesan hat dirêjkirin
15:35 NY'ê Tirkiye rexne kir: Biryar me dixe nava fikaran
15:17 Dozger xwest kujerê Gullu Yilmaz heta heta bê cezakirin
15:00 4 kesên beriya Newrozê hatibûn binçavkirin hatin girtin
14:54 Dayikên Aştiyê piştgirî dan Emîne Şenyaşar
14:49 Sancar: Bi milyonan kes gotin hûn nikarin îradeya me bigirin
14:42 TÎHV: Dewletê aşkere kir ku aliyê tundiyê ye
14:31 Ji 9 partiyên siyasî berteka hevpar: Em ê bi hev re têbikoşin
14:31 Xwînerê rojnameyê hat girtin
14:25 Karker ji bo karê bi ewle meşiyan avahiya şaredariyê
14:17 Girtî: Tundiyê sînorê îşkenceyê derbas kir
13:55 Doza Rojbîn Çetîn hat taloqkirin
13:43 Doza Rojbîn Çetîn hat taloqkirin
13:32 Li Edeneyê hat xwestin binçavkirî werin berdan
13:29 Turkdogan: Wê têkoşîna me bidome
13:18 Di dosyaya Qaymeqam Safîturk de 8 kesan beraet kir
12:36 Gergerlîoglû serî li AYM'ê da
12:17 Li Edeneyê 4 kes hatin girtin
12:16 Malbata Şenyaşar: Pêdivî bi hêviyê heye
12:06 Meclîsa Jinan a HDP’ê bi rojeva Peymana Stenbolê civiya
12:01 Hevserokên HDP’a Amedê hatin berdan
12:00 Dayika Ayten Beçet: Bila kesên din neşewitin
12:00 Malbat, wasî û parêzerên Ocalan carek din serî li serdozgeriyê dan
11:59 Li Girtîgeha Sîlîvriyê serdegirtinên qawişan
11:45 Sarisaç: Gel carek din azadiyê ragihand
11:39 Wê HDP ‘Nobeta Edaletê’ li Navenda xwe ya Giştî bidomîne
11:26 Xeletiyên 'dewleta şexsê min' weke fatore li gel vedigerin
10:44 Piştî betalkirina Peymana Stenbolê 5 jin hatin kuştin
10:43 Li Xozatê berteka bendavê: Çandinî û sewalkarî tune dibe
10:33 Uca biryara vekişîna Peymana Stenbolê bir Meclîsa Konyesa Ewropa
10:09 Seydayê Tîrêj ji kaniya dilê xwe mîrateyeke bêhempa ji gelê xwe re hişt
09:31 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 117'emîn de didome
09:10 Fahrettîn Altûn gilî kir, dadgehê bê danişîn ceza birî
09:09 Piştevaniya Ewropayê ya ji bo HDP'ê: Divê raya navneteweyî serî rake
09:09 Di rojeva jinan de berxwedan heye
09:08 46 sal in bê navber pêlavan çêdike
09:00 Muzîkjen: Ji dêvla ku em xwe bikujin, em pergala kapîtalîst bikujin
09:00 ROJEVA 23'YÊ ADARA 2021'Ê
22/03/2021
21:55 117 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
18:51 3 sal û 6 meh ceza li Demîrtaş hat birîn
18:48 Derbarê Sancar de lêpirsîn
17:03 Li Cizîrê 7 kesên hatibûn binçavkirin, hatin berdan
16:54 Babacan: Agbal ji ber hesabê '130 milyar dolarî pirsî ji peyvirê girtin
16:08 Qedexeya walîtiyê govenda Newrozê asteng nekir
15:54 Bertekên li dijî vekişîna Peymana Stenbolê zêde dibin
15:53 HDP ji bo Gergerlîoglû serî li AYM’ê dide
15:52 Li gundên Rihayê pîrozbahiyên Newrozê didomin
15:48 Li Bogazîçiyê boykot: Nikarin bisekinînin
15:38 Turkdogan: Divê daxwaza aştiyê ya ji qadên Newrozê bê dîtin
15:33 Ciwanên xwestin Newrozê pîroz bikin hatin binçavkirin
15:23 Ji Hevserokên Giştî yên HDP’ê spasiya Newrozê: Wê zivistana sar bibe bihar
15:14 Derbare Newroza Amedê dest bi lêpirsînê kirin
14:40 Di Newrozê de milyonan qertê sor nîşanî desthilatê da
14:19 Ji Gergerlîgolû re agahdarnameya ‘teslîm bibe’ şandin
13:32 Dema binçavkirina kesên li Enqerê hat dirêjkirin
13:16 Boykota li Bogazîçiyê dest pê kir
13:15 Ji ‘Dewleta zilam’ re bersiv: Destê me bersinga we ve ye
13:12 Newroza Osmaniyeyê ku serlêdana wê hatibû qebûlkirin qedexe kirin
13:05 Ji bo betalkirina feshkirina Peymana Stenbolê doz vekir
13:01 Di Newrozê de banga Ocalan: Divê daxwaza azadiyê veguheze Amarayê