Gelo kî hawara Emîne Şenyaşar dibihîze?

img

AMED - Emîne Şenyaşar a hevjîn û 2 kurê wê bi destê AKP'îyan hat kuştin 2 sal û 9 mehin li edaletê digere. Dayika ku serî li hemû partiyên siyasî, rêxistinên civakî û mafên mirovan da û edalet xwest îro bi tenê li pêş Edliya Rihayê nobetê digere. Emîne Şenyaşar ku li gel Kurê xwe Ferît Şenyaşar Edaletê dixwaze gelo kes hawar, feryad û banga wê ya edaletê dibihîze?

Parlanenterê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz û xizmên xwe beriya hilbijartina 24'ê Hezîrana 2018'an, di 14'ê Hezîranê de li Navçeya Pirsûsê ya Rihayê bi ser dikana malbata Şenyaşar de girtibûn. AKP'îyan di êrîşê de bav Hacî Esvet Şenyaşar û kurên wî Celal û Adîl Şenyaşar, birîndar kirin. Dema bav û 2 kur rakirin nexweşxaneya Pirsûsê, AKP'îyan li ber çavên polîs û rayedarên dewletê erîş berdewam kirin. Li nexweşxaneyê bav û kur bi awayekî xedar kuştibûn. Bira Fadil Şenyaşar ê birîndar kiribûn jî bi saxî filitî. Di bûyerê de Mehmet Şah Yildiz jî jiyana xwe ji dest dabû. Piştî bûyerê Fadil Şenyaşar girtin û şandin Girtîgeha Xarpêtê û niha di yek hucreyê de tê girtin Di ser bûyerê de 2 sal û 9 meh derbas bû. Hêj Fadil Şenyaşar girtî tê darizandin. Lê kujer serbest digerin. 
 
BI ISRAR EDALETÊ DIXWAZE
 
Emîne Şenyaşar a ku AKP'iyan hevjîn û 2 lawên wê kuştin, 8 roj in li gel kurê xwe Ferîd Şenyaşar li pêş Qesra Edaletê, edaletê dixwazin. Malbata Şenyaşar ji bo darizandinek bi edalet serî li Serdozgerê Komarê yê Rihayê dabûn. Lê dozeriyê ev daxwaz red kir. Li ser vê yekê malbat 8 rojan nobeta edaletê digirin. Malbat bang li Serokkomar, Wezaretê Dadê, Komîsyona Mafên Mirovan a Meclîsê û Serdozgeriya Komarê ya Rihayê dikin ku daxwaza wan a edaletê li ber çavan bê girtin. 
 
Malbata Şenyaşar diyar dikin ku li pêş çavê wan û Waliyê Rihayê bav û bira hatin kuştin. Li gel şahidan dîsa kujer serbest digerin û nayên darizandin. Serbestiya kujeran malbatê dixe nava fikaran. Malbata Şenyaşar ne tenê ji rayedarên hikûmet û dewletê, her wiha ji nûnerên mafên mirovan, hiqûqnas û partiyên siyasî jî dixwazin ku hestiyar tev bigerin û bêdeng nemînin. Bi taybetî dixwazin nûnerên rêxistinên civakî û sivîl li dozê xwedî derkevin. 
 
JI BO EDALETÊ 2 CARAN BINÇAV KIRIN
 
Malbata Şenyaşaran di 12’ê îlona 2019’an de bi heman daxwazê li pêş Edliyeya Rihayê çalakiya rûniştinê dabû destpêkirin û piştî ku dozger re hevdîtin kirin di heman rojê de çalakiya xwe bi dawî kiribûn. Di 16’ê kanûna 2020’an de jî Emîne Şenyaşar û lawê xwe Ferît Şenyaşar, bi daxwaza hevdîtinê çûbûn avahiya AKP’ê ya Rihayê lê li pêş avahiyê hatibûn binçavkirin. Piştî ku rojekê di binçavan de man Şenyaşar û lawê xwe bi şertê kontrola edlî hatibûn berdan. Lêpirsîna derbarê malbatê de hatibû destpêkirin pişt re bi biryara neşopandinê bi encam bûbû. Rayedar li şûna dîmenên kêliya kuştinê kom bikin û delîlên sûc kom bikin, Şenyaşar binçav dikin. Malbat dixwaze heqiqet ronî bebe û zilm bi dawî bibe. 
 
LI ENQERE'YÊ JI PARTÎ Û RÊXISTINÊN CIVAKÎ EDALET XWESTIN
 
Malbata Şenyaşar di Îlona 2020'an de li Enqereyê 2 rojan ziyaretên saziyan kirin, bi partiyên li meclîsê û bi ÎHD, ÇHD û CÎMER'ê re hevdîtin kirin. Malbatê xwest guh bidin daxwaza wan û edalet pêk bê. Lê her çend xwest bi Serokomar Erdogan re hevdîtin bikin destûr nedan hevdîtin bikin. 
 
FADIL AKP'ÎYAN BAV Û BIRAYÊ WÎ KUŞTIN 33 MEH IN GIRTÎ YE
 
Fadil Şenyaşar ê AKP'îyan bav û 2 birayê wî kuştin 33 meh in li Girtîgeha Sergirtî ya Xarpetê di hucreya yek kesî de tê girtin. Di 12'ê Adarê de 6'emîn danişîna  dozê li Dadgeha Cezayê Giran a 6'an a Meletiyê pêk hat. Ligel şahid Mûrat Kaya 3 roj piştî bûyerê îfade dabû jî dadgehê 2 sal û nîv şûnde gazî wî kir û îfadeya wî girt. 2 sal û 9 meh borîn, lê hêj dozgeriyê delîl kom nekirine û dîsa danişîn daloqî nîsanê kirin. 
 
ÇIMA TENÊ TÊ HIŞTIN? 
 
Emîne Şenyaşar û kurê xwe ji bo edalet pêk bê 33 men in li Edaletê digerin. Herî dawî li pêş Edliyeya Rihayê çalakiya xwe di roja 8'an de berdewam dike. Lê balkêş e, di vê pêvajoya ku kampanya "Di destpêkê de edalet" hatiye destpêkirin, tenêtiya Emîne Şenyaşar a ku hevjîn û 2 kurê wê hatin kuştin û li edaletê digere balê dikişîne ser xwe. Di wêne û dîmenan de tê dîtin ku Emîne Şenyaşar û Kurê xwe tenê li edaletê digerin û tu kes bi gazî û hawara wan naçe. Ev yek pirsa "Gelo tu kes gazî û hawara malbata Şenyaşar dibihîze? tîne aqilan. Di vê pêvajoya ku Xebatên Tifaqa Kurdistanî civînan li dar dixe de gelo çiqas hawara Emîne Şenyaşar tê bihîstin. Gelo kuştina endamên malbata Şenyaşar nakeve nava mijara yekîtiyê? Wê kengî deng û hawara wan bê bihîstin?
 
 
 
 

Sernavên din

18/03/2021
16:30 ÎHD: Di 2020'an de tundî li 1075 jinan hat kirin
16:07 Hevserokên HDP'ê: Hewldana girtina partiya me encama tecrîdê ye
15:58 Baskin Oran serdana ‘Nobeta Edaletê’ kir
15:29 Odeya Bijîşkên Amedê rapora Kovîd-19’ê ya çile û sibatê eşkere kir
15:26 Parêzer: Em îro li Gebzeyê hatin kuştin
14:51 Îdeanameya girtina HDP'ê ji qeydên UYAP'ê pêk tên
14:40 Li Botanê xebatên Newrozê didomin
14:36 Bertekên li dijî doza girtina HDP’ê: Em ê li qadên Newrozê bersiva wan bidin
13:57 Wekîlê AKP’ê yê berê: Girtina partiya kurdan ne çareserî ye
13:40 Rêxistina HDP'ê ya Şirnexê: HDP ramanê mîlyonan e
13:40 Ji bo Îzmîr, Bûrsa, Kocaelî û Çanakkaleyê destûra Newrozê hat dayîn
13:20 Li Şirnexê starta Newrozê li ser banê avahiya HDP’ê hat dayîn
13:04 Derbarê 687 HDP’iyan de qedexeya siyasî bo 5 salan hat xwestin
13:03 Ji bo Newrozê li Qada Gundogdu pîroz bikin destûr derket
12:42 Malbat û parêzerên Ocalan xwestin biçin Îmraliyê
12:41 Ji HDP’ê bi bîr xistina Kavakçi
12:26 Ji bo Newroza Tekîrdagê banga tevlibûnê
12:22 Şenoglu: Li dijî tecrîdê dakevin qadan
12:04 Kiliçdaroglû: Divê em dest ji girtina partiyan berdin
12:03 Rojnameger Arîf Aslan beraet kirin
12:03 Omer Ocalan: Divê li tavilê malbat û parêzer biçin Ocalan bibînin
12:02 ‘Nobeta Edaletê’ ya HDP’ê di roja duyemîn de ye
11:52 Ji AYM’ê derbarê 9 HDP’iyan de biryara ‘binpêkirina maf’
11:41 Kelek noqî avê bû: 2 ciwan winda bûn
11:36 ‘Bi ruhê berxwedanê ber bi Newrozê ve’
11:35 Malbata Şenyaşar: Dixwazin bi destê darazê qetliama duyem pêk bînin
11:35 Polisan Hevserokê HDP’ê ya Aydinê Ozîş binçav kirin
11:19 Şener: Ne yên girtin ên didin girtin wê bikevin zorê
10:51 Hilbijêrên Kocaeliyê: Vîna 90 hezar mirovan hat desteserkirin
10:45 Serokên giştî yên partiyên hatibûn girtin: Wê ev hewldan jî bi ser nekeve
10:21 Gergerlîoglû: Heta AYM biryara xwe aşkera bike di nobetê de me
10:10 Gelê Botanê ji Newrozê re amade ye
09:44 Di ser kuştina Kûrkût de 4 sal derbas bûn: Vê dozê hêj dest pê nekiriye
09:43 Ji Amerîkayê berteka HDP’ê û Gergerlîoglû
09:30 Li ser navê restorasyonê dest danîn ser malên Sûrê
09:05 Daxwaza ji bo edaletê veguheriye zemîneke têkoşîna civakî
09:05 Wanî dê ji bo azadiya Ocalan û yekîtiyê dakevin qadan
09:02 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 112'emîn de didome
09:02 ‘20 sal in bacê didim dewletê, lê dewletê 20 mehan xwedîtî li min nekir'
09:02 Civaknas Turkoglû: Newroz qadeke berxwedana polîtîk e
09:02 Bang li karkeran kirin: Li dijî zilma Kod-29'ê dakevin qadên Newrozê
09:02 Ne tê berdan ne jî tê tedawîkirin
09:02 Seferên trênê piştî Newrozê bi rojekê dest pê dikin
09:00 ROJEVA 18'Ê ADARA 2021'AN
17/03/2021
21:47 73 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
21:43 Li Peyasê ciwanan Newroz pîroz kir
21:06 Li Hezexê agirê Newrozê gur kirin
19:52 Desteya Rêvebir a Navendî ya HDP'ê dê sibê civîneke awarte li dar bixe
19:01 Serdozgerê Dadgeha Bilind ji bo HDP'ê bê girtin serî li AYM'ê da
17:20 Li Amedê mirina jinekê ya bi guman
17:04 Ji bo tecrîda li ser Ocalan rabe bang li CPT û NY kirin
16:55 Ji bo Newroza Sêrt, Mêrsînê û Antalyayê destûr hat dayîn
16:51 Dîroka Newroza Bazîdê hat guhertin
16:37 Malbata Şenyaşar bi Walîtiyê Rihayê re hevdîtin kir
16:35 Gergerlîoglu: Ez biryarê nas nakim
16:32 Ji bo pîrozbahiyên Newrozê bang hatin kirin
16:01 Li Sînopê zilamekî jinekê giran birîndar kir
15:44 Parlamenterê berê yê AKP’ê ji ber dûrişm berz kir ji Lîjneya Giştî ya Meclisê hat derxistin
15:43 Doza nûçegihanê ETHA’yê hat taloqkirin
15:33 Beştaş: Biryara Gergerlîoglû siyasî ye
15:21 Bîden: Pûtîn kujer e
15:19 Parlamenteriya Gergerlîoglû hat betalkirin
15:13 Li dijî zeyendperestiyê kampanya: Hay ji gotinên xwe hebe
15:10 Li Qoserê wê Newroz di 21’ê Adarê de bê pîrozkirin
15:03 5 ESP’î di danişîna ewil de hatin berdan
14:45 Cezayê pereyan li rojnamevan Demîrhan hat birîn
14:39 Wan xwe ji bo Newroza bi heybet amade dike
14:37 Olûç: Bêwijdanî li Malbata Şenyaşar tê kirin
14:15 Kelemçeyên elektronîk tên şikandin
13:53 Tecrîd bi çalakiya rûniştinê hat şermezarkirin
13:49 Ji Aydinê peyama Newrozê: Di her şertî de em ê pîroz bikin
13:18 Qoser û Nisêbîn ji Newrozê re amade ne
12:44 Dadgehê 8 sal ceza li Hevşaredarê Kopê birî
12:34 Di êrişa Amerîkayê de 6 jê jin 8 kesan jiyana xwe ji dest da
12:19 Ji siyasetvanan bang: Pêwîste tavilê bi Ocalan re hevdîtin were kirin
11:55 Efrîn kirin warê DAIŞ'ê
11:41 Mehmet Ocalan: Nexwe tiştek tune ye bila hevdîtin pêk were
11:40 ‘Em bibin perçeyek ji agir û biherikin qadên Newrozê’
10:48 Hasan Tûnçlar ê keça xwe îstismar kir hat girtin
10:38 KESK dê ji Stenbolê bimeşe Enqereyê
09:49 Di rojnameyan de Newroz: Çapemeniya kurd li gel, medya tirk jî li dewletê nihêrî
09:42 Bi salan e kiras û fîstanên Newrozê didirû
09:13 Romaneke dîrokî ku xwe dispêre bûyereke rast: Ezemşêr
09:07 Newroza Amedê ji salên 1990'î heta niha bû dîrok
09:07 Koma 23'yemîn çalakiya greva birçîbûnê dewr girt
09:07 Dayika Zulkuf Gezen: Divê tavilê hevdîtin bi Serokê me re were kirin
09:07 Ji ber tahdeya di dema Newroza 2008'an de serî li DMME'yê da
09:07 ‘Em li Qada Gundogdûyê bi hev re govendê bigerînin'
09:07 Nivîskar Yilmaz: Newroz cejna gelan e
09:07 Bangawaziya ji bo Ocalan: Tavilê divê hevdîtin bên kirin
09:07 Kesên kampanyaya ziman îmze kirin: Berpirsiyarî ya me hemûya ye
09:07 Beriya Newrozê eleqeya ji bo kincên herêmî zêde bûye
09:07 Rojnamevan Balikçi: Newroza Cizîrê ji bîra min naçe
09:00 ROJEVA 17'Ê ADARA 2021'AN
08:43 Cenazeyê Demîr piştî 6 mehan hat veşartin
16/03/2021
23:01 Li Qoserê agirê Newrozê
21:12 Bi govend û tilîliyan Newrozê pîroz kirin
20:31 71 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
20:26 Daxuyaniya Serdozgeriya Bûrsayê ya derbarê Ocalan de
16:49 Ji 27’ê nîsana 2020’an ve ji Îmraliyê agahî nîne