Schuller: Rakirina tecrîdê bivê nevê ye

img

ENQERE - Aktivîsta mafên mirovan û feminîst Heîza Schuller, destnîşan kir ku ku ji bo cîhaneke azadiya jinê û demokratîk rakirina tecrîdê bivê nevê ye û ji bo vê jî divê YE ceza li Tirkiyeyê bibire. 

Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, 22 sal in li Îmraliyê bi awayekî giran tê tecrîdkirin. Ji ber vê li seranserê cîhanê mîtîng tên lidarxistin û tecrîd tê şermezarkirin. Parêzvana mafên mirovan û feminîst Heîza Schuller ku li Katalan a Spanyayê dijî, anî ziman ku felsefeya Ocalan, felsefeyeke xwedî roleke pir girîng e. Schuller, destnîşan kir ku ji bo cîhaneke azadiya jinê û demokratîk, divê Yekîtiya Ewropayê (YE) ji bo rakirina tecrîdê ceza li Tirkiyeyê bibire. 
 
Schuller, bilêv kir ku piştî Şoreşa Rojavayê ku di 19'ê Tîrmeha 2012'an de pêk hat, têkoşîna Ocalan nas kiriye û piştî vê dîtina wê ya derbarê bîrdoziya jinê kûrtir bûye. Schuller, diyar kir ku bîrdoziya azadiya jinê ya Ocalan nîşan daye ku ji bo jinan cîhaneke din pêkan e. 
 
OCALAN Û FÊMKIRINA FELSEFEYA WΠ
 
Schuller, diyar kir ku ji bo ku mirov bîrdoziya Ocalan a derbarê jinê de fêm bike, divê mirov hay ji jiyana jinên kurd hebe û temasî jiyana wan bike û got: "Gava hûn xwe bera nava xebatên Ocalan didin, wê çaxê hûn fêm dikin ku bê çima rêberê tevgerê ye. Lê belê ewilî dibe ku ji ber ku rêberê vê tevgerê 'mêr' e, hûn fêm nekin. Ji lew re di vî warî de dilxelînek heye ji bo tevgerên civakî yên rojavayê. Lê belê di vî warî de bîrdoziya Ocalan, bîrdoziyeke pir cuda û girîng e. Ji bo fêmkirina vê jî divê mirov daxilî nav jiyana jinên kurd bibe û sûdê ji jiyana wan û têkoşîna wan bigire." 
 
XEBATÊN LI KATALANÊ 
 
Schuller, diyar kir ku tev li çalakiyên li dijî tecrîdê bûye û got: "Lê belê ji bo kesên li Katalanê zanibin li girtîgehên Tirkiyeyê çi diqewimin, em dixebitin. Ji bo vê, em belavok belav dikin û serdanan dikin. Ji lew re divê mirov hay ji pêkanînên faşîst ên dewleta tirk hebin." 
 
BIVÊ NEVÊ YE 
 
Schuller, destnîşan kir ku ji bo girtî bên berdan û tecrîda li ser Ocalan bê rakirin divê YE û dewletên Ewropayê ceza li Tirkiyeyê bibirin û got: "Tiştên li Tirkiyeyê dieqewimin dîktatorî ye. Pêkanînên wekî yên rejîma Erdogan li gelek deverên cîhanê hene. Demildest divê çareyeke bê peydakirin û pergalên faşîst bên rûxandin û li şûna wan jiyanên demokratîk û azadîxwaz bên avakirin. Ji bo cîhaneke azadiya jinê û demokratîk, rakirina tecrîda li ser Ocalan ne vebijêrkek e, bivê nevê ye." 
 
DIVÊ ÎLHAM JI FIKIRÊN WÎ BÊN GIRTIN
 
Schuller, di dawî axaftina xwe de destnîşan kir ku ji bo xelasiya ji pergalên çewisîner, felsefeya Ocalan rêbereke girîng e û got: "Divê bê fêmkirin ku PKK ne partiyeke terorîst e û milîtanên wê ji bo azadiya gelekî û azadiya jinê şer dikin. Lewma divê dewlet hemû ji bo gel ji pergalên çewisîner xelas bibin pêşniyarên siyasî berpêş bikin û ji bo vê jî îlhamê ji felsefe û fikira Ocalan bigirin. Lewma şikandina tecrîda li ser Ocalan pir girîng e." 
 
MA / Berna Kîşîn
 

Sernavên din

18/03/2021
16:30 ÎHD: Di 2020'an de tundî li 1075 jinan hat kirin
16:07 Hevserokên HDP'ê: Hewldana girtina partiya me encama tecrîdê ye
15:58 Baskin Oran serdana ‘Nobeta Edaletê’ kir
15:29 Odeya Bijîşkên Amedê rapora Kovîd-19’ê ya çile û sibatê eşkere kir
15:26 Parêzer: Em îro li Gebzeyê hatin kuştin
14:51 Îdeanameya girtina HDP'ê ji qeydên UYAP'ê pêk tên
14:40 Li Botanê xebatên Newrozê didomin
14:36 Bertekên li dijî doza girtina HDP’ê: Em ê li qadên Newrozê bersiva wan bidin
13:57 Wekîlê AKP’ê yê berê: Girtina partiya kurdan ne çareserî ye
13:40 Rêxistina HDP'ê ya Şirnexê: HDP ramanê mîlyonan e
13:40 Ji bo Îzmîr, Bûrsa, Kocaelî û Çanakkaleyê destûra Newrozê hat dayîn
13:20 Li Şirnexê starta Newrozê li ser banê avahiya HDP’ê hat dayîn
13:04 Derbarê 687 HDP’iyan de qedexeya siyasî bo 5 salan hat xwestin
13:03 Ji bo Newrozê li Qada Gundogdu pîroz bikin destûr derket
12:42 Malbat û parêzerên Ocalan xwestin biçin Îmraliyê
12:41 Ji HDP’ê bi bîr xistina Kavakçi
12:26 Ji bo Newroza Tekîrdagê banga tevlibûnê
12:22 Şenoglu: Li dijî tecrîdê dakevin qadan
12:04 Kiliçdaroglû: Divê em dest ji girtina partiyan berdin
12:03 Rojnameger Arîf Aslan beraet kirin
12:03 Omer Ocalan: Divê li tavilê malbat û parêzer biçin Ocalan bibînin
12:02 ‘Nobeta Edaletê’ ya HDP’ê di roja duyemîn de ye
11:52 Ji AYM’ê derbarê 9 HDP’iyan de biryara ‘binpêkirina maf’
11:41 Kelek noqî avê bû: 2 ciwan winda bûn
11:36 ‘Bi ruhê berxwedanê ber bi Newrozê ve’
11:35 Malbata Şenyaşar: Dixwazin bi destê darazê qetliama duyem pêk bînin
11:35 Polisan Hevserokê HDP’ê ya Aydinê Ozîş binçav kirin
11:19 Şener: Ne yên girtin ên didin girtin wê bikevin zorê
10:51 Hilbijêrên Kocaeliyê: Vîna 90 hezar mirovan hat desteserkirin
10:45 Serokên giştî yên partiyên hatibûn girtin: Wê ev hewldan jî bi ser nekeve
10:21 Gergerlîoglû: Heta AYM biryara xwe aşkera bike di nobetê de me
10:10 Gelê Botanê ji Newrozê re amade ye
09:44 Di ser kuştina Kûrkût de 4 sal derbas bûn: Vê dozê hêj dest pê nekiriye
09:43 Ji Amerîkayê berteka HDP’ê û Gergerlîoglû
09:30 Li ser navê restorasyonê dest danîn ser malên Sûrê
09:05 Daxwaza ji bo edaletê veguheriye zemîneke têkoşîna civakî
09:05 Wanî dê ji bo azadiya Ocalan û yekîtiyê dakevin qadan
09:02 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 112'emîn de didome
09:02 ‘20 sal in bacê didim dewletê, lê dewletê 20 mehan xwedîtî li min nekir'
09:02 Civaknas Turkoglû: Newroz qadeke berxwedana polîtîk e
09:02 Bang li karkeran kirin: Li dijî zilma Kod-29'ê dakevin qadên Newrozê
09:02 Ne tê berdan ne jî tê tedawîkirin
09:02 Seferên trênê piştî Newrozê bi rojekê dest pê dikin
09:00 ROJEVA 18'Ê ADARA 2021'AN
17/03/2021
21:47 73 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
21:43 Li Peyasê ciwanan Newroz pîroz kir
21:06 Li Hezexê agirê Newrozê gur kirin
19:52 Desteya Rêvebir a Navendî ya HDP'ê dê sibê civîneke awarte li dar bixe
19:01 Serdozgerê Dadgeha Bilind ji bo HDP'ê bê girtin serî li AYM'ê da
17:20 Li Amedê mirina jinekê ya bi guman
17:04 Ji bo tecrîda li ser Ocalan rabe bang li CPT û NY kirin
16:55 Ji bo Newroza Sêrt, Mêrsînê û Antalyayê destûr hat dayîn
16:51 Dîroka Newroza Bazîdê hat guhertin
16:37 Malbata Şenyaşar bi Walîtiyê Rihayê re hevdîtin kir
16:35 Gergerlîoglu: Ez biryarê nas nakim
16:32 Ji bo pîrozbahiyên Newrozê bang hatin kirin
16:01 Li Sînopê zilamekî jinekê giran birîndar kir
15:44 Parlamenterê berê yê AKP’ê ji ber dûrişm berz kir ji Lîjneya Giştî ya Meclisê hat derxistin
15:43 Doza nûçegihanê ETHA’yê hat taloqkirin
15:33 Beştaş: Biryara Gergerlîoglû siyasî ye
15:21 Bîden: Pûtîn kujer e
15:19 Parlamenteriya Gergerlîoglû hat betalkirin
15:13 Li dijî zeyendperestiyê kampanya: Hay ji gotinên xwe hebe
15:10 Li Qoserê wê Newroz di 21’ê Adarê de bê pîrozkirin
15:03 5 ESP’î di danişîna ewil de hatin berdan
14:45 Cezayê pereyan li rojnamevan Demîrhan hat birîn
14:39 Wan xwe ji bo Newroza bi heybet amade dike
14:37 Olûç: Bêwijdanî li Malbata Şenyaşar tê kirin
14:15 Kelemçeyên elektronîk tên şikandin
13:53 Tecrîd bi çalakiya rûniştinê hat şermezarkirin
13:49 Ji Aydinê peyama Newrozê: Di her şertî de em ê pîroz bikin
13:18 Qoser û Nisêbîn ji Newrozê re amade ne
12:44 Dadgehê 8 sal ceza li Hevşaredarê Kopê birî
12:34 Di êrişa Amerîkayê de 6 jê jin 8 kesan jiyana xwe ji dest da
12:19 Ji siyasetvanan bang: Pêwîste tavilê bi Ocalan re hevdîtin were kirin
11:55 Efrîn kirin warê DAIŞ'ê
11:41 Mehmet Ocalan: Nexwe tiştek tune ye bila hevdîtin pêk were
11:40 ‘Em bibin perçeyek ji agir û biherikin qadên Newrozê’
10:48 Hasan Tûnçlar ê keça xwe îstismar kir hat girtin
10:38 KESK dê ji Stenbolê bimeşe Enqereyê
09:49 Di rojnameyan de Newroz: Çapemeniya kurd li gel, medya tirk jî li dewletê nihêrî
09:42 Bi salan e kiras û fîstanên Newrozê didirû
09:13 Romaneke dîrokî ku xwe dispêre bûyereke rast: Ezemşêr
09:07 Newroza Amedê ji salên 1990'î heta niha bû dîrok
09:07 Koma 23'yemîn çalakiya greva birçîbûnê dewr girt
09:07 Dayika Zulkuf Gezen: Divê tavilê hevdîtin bi Serokê me re were kirin
09:07 Ji ber tahdeya di dema Newroza 2008'an de serî li DMME'yê da
09:07 ‘Em li Qada Gundogdûyê bi hev re govendê bigerînin'
09:07 Nivîskar Yilmaz: Newroz cejna gelan e
09:07 Bangawaziya ji bo Ocalan: Tavilê divê hevdîtin bên kirin
09:07 Kesên kampanyaya ziman îmze kirin: Berpirsiyarî ya me hemûya ye
09:07 Beriya Newrozê eleqeya ji bo kincên herêmî zêde bûye
09:07 Rojnamevan Balikçi: Newroza Cizîrê ji bîra min naçe
09:00 ROJEVA 17'Ê ADARA 2021'AN
08:43 Cenazeyê Demîr piştî 6 mehan hat veşartin
16/03/2021
23:01 Li Qoserê agirê Newrozê
21:12 Bi govend û tilîliyan Newrozê pîroz kirin
20:31 71 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
20:26 Daxuyaniya Serdozgeriya Bûrsayê ya derbarê Ocalan de
16:49 Ji 27’ê nîsana 2020’an ve ji Îmraliyê agahî nîne