Bi ruhê 8'ê Adarê ber bi Newrozê ve

  • jin
  • 09:07 16 Adar 2021
  • |
img

RIHA - Endama Partiya Meclîsê ya HDP'ê Zelal Yerlîkaya, diyar kir ku bi ruhê 8'ê Adarê amadekariya Newrozê dikin û got: "Li dijî hemû êrîşan, em ê cardin bi coş û berxwedana 8'ê Adarê qadan tije bikin." 

Li Rihayê jinên ku guh nedan qedexe û astengiyan û 8'ê Adarê pîroz kirin, niha jî bi dirûşmeya "Em bi agirê Newrozê li ber xwe bidin, azad bibin" amadekariya Newroza 2021'ê dikin. Endama Meclîsa Partiyê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Zelal Yerlîkaya, destnîşan kir ku li bajêr ê ku pêşengiya xebatên Newrozê dikin jin in û jinên kurd bi berxwedana xwe rê li ber azadiyê vekirine. 
 
Yerlîkaya, bilêv kir ku ji ber pandemiyê saleke zehmet derbas kirine û di dema ku her kes di malê de bûye tahdeya li jinê tê kirin zêdetir bûye. Yerlîkaya, anî ziman ku ew û jinan bi piştevaniyî tevgeriyane û hewl dane dengê jinan ragihînin û got: "Bi hinceta pandemiyê çalakiyên me hatin astengkirin. Gelek siyasetmedarên jin û jinên ji bo mafên jinan têdikoşin bi awayekî bêhiqûqî hatin binçavkirin. Dayikên aştiyê hatin girtin. Niha dayikên me yên di ser 70 salî re di girtîgehan de ne. Me di saleke wisa zehmet de 8'ê Adarê li kuçeyan pîroz kir. Me coş, berxwedan û têkoşîna jinê rê îqtidarê da. Berxwedana me qedexe û polîtîkayên tecrîdkirinê yên îqtidarê şikandin. Jin daketin kuçeyan û dengê xwe bilind kirin." 
 
BI RUHÊ 8'Ê ADARÊ 
 
Yerlîkaya bilêv kir ku ji ber nasnameya xwe jinbûnê û nasnameya xwe ya kurdbûnê tune hatine hesibandin û got: "Em bi êrîşine pir dijwar re rû bi rû dimînin. Tê xwestin bajarên me ji jinan xalî bikin. Li şaredariyên me pergala hevserokatiyê tê betalkirin. Lê li dijî vê jî berxwedana hebûniyê heye. Berxwedana jinê heye ya pêşengiya gelan dike. Jinan bi têkoşîna xwe nîşan da ku dê dev ji destkeftiyên xwe bernedin. Niha jî em bi heman ruhî amadekariya Newrozê dikin." 
 
Yerlîkaya, destnîşan kir ku dê îsal jî jin pêşengiya Newrozê bikin û got: "Em ê di Newroza îsal de ji bo yekîtiya neteweyî ya gelê kurd rola xwe bilîzin. Li dijî kurdan polîtîkayeke tunekirinê heye. Li dijî van polîtîkayan jî berxwedaneke xurt heye. Me nîşan da ku em ê tu carî dev ji nasnameya xwe bernedin. Ê di Newrozê de ji peyamên berbiçav yek jê jî yekîtiya nteweyî be. Ev ji bo me ê ji nû ve bibe vejîn, berxwedan û têkoşîn. Belê, em di pêvajoyeke pir zehmet re derbas bûn, lê dîsa jî em li qadan e. Em ê bi coşa berxwedana Kawayê Hesinkar cardin qadan tije bikin." 
 
Yerlîkaya bang li her kesî kir ku dakevin qadên Newrozê û got: "Li dijî hemû êrîşan, em ê cardin bi coş û berxwedana 8'ê Adarê qadan tije bikin." 

Sernavên din

18/03/2021
16:30 ÎHD: Di 2020'an de tundî li 1075 jinan hat kirin
16:07 Hevserokên HDP'ê: Hewldana girtina partiya me encama tecrîdê ye
15:58 Baskin Oran serdana ‘Nobeta Edaletê’ kir
15:29 Odeya Bijîşkên Amedê rapora Kovîd-19’ê ya çile û sibatê eşkere kir
15:26 Parêzer: Em îro li Gebzeyê hatin kuştin
14:51 Îdeanameya girtina HDP'ê ji qeydên UYAP'ê pêk tên
14:40 Li Botanê xebatên Newrozê didomin
14:36 Bertekên li dijî doza girtina HDP’ê: Em ê li qadên Newrozê bersiva wan bidin
13:57 Wekîlê AKP’ê yê berê: Girtina partiya kurdan ne çareserî ye
13:40 Rêxistina HDP'ê ya Şirnexê: HDP ramanê mîlyonan e
13:40 Ji bo Îzmîr, Bûrsa, Kocaelî û Çanakkaleyê destûra Newrozê hat dayîn
13:20 Li Şirnexê starta Newrozê li ser banê avahiya HDP’ê hat dayîn
13:04 Derbarê 687 HDP’iyan de qedexeya siyasî bo 5 salan hat xwestin
13:03 Ji bo Newrozê li Qada Gundogdu pîroz bikin destûr derket
12:42 Malbat û parêzerên Ocalan xwestin biçin Îmraliyê
12:41 Ji HDP’ê bi bîr xistina Kavakçi
12:26 Ji bo Newroza Tekîrdagê banga tevlibûnê
12:22 Şenoglu: Li dijî tecrîdê dakevin qadan
12:04 Kiliçdaroglû: Divê em dest ji girtina partiyan berdin
12:03 Rojnameger Arîf Aslan beraet kirin
12:03 Omer Ocalan: Divê li tavilê malbat û parêzer biçin Ocalan bibînin
12:02 ‘Nobeta Edaletê’ ya HDP’ê di roja duyemîn de ye
11:52 Ji AYM’ê derbarê 9 HDP’iyan de biryara ‘binpêkirina maf’
11:41 Kelek noqî avê bû: 2 ciwan winda bûn
11:36 ‘Bi ruhê berxwedanê ber bi Newrozê ve’
11:35 Malbata Şenyaşar: Dixwazin bi destê darazê qetliama duyem pêk bînin
11:35 Polisan Hevserokê HDP’ê ya Aydinê Ozîş binçav kirin
11:19 Şener: Ne yên girtin ên didin girtin wê bikevin zorê
10:51 Hilbijêrên Kocaeliyê: Vîna 90 hezar mirovan hat desteserkirin
10:45 Serokên giştî yên partiyên hatibûn girtin: Wê ev hewldan jî bi ser nekeve
10:21 Gergerlîoglû: Heta AYM biryara xwe aşkera bike di nobetê de me
10:10 Gelê Botanê ji Newrozê re amade ye
09:44 Di ser kuştina Kûrkût de 4 sal derbas bûn: Vê dozê hêj dest pê nekiriye
09:43 Ji Amerîkayê berteka HDP’ê û Gergerlîoglû
09:30 Li ser navê restorasyonê dest danîn ser malên Sûrê
09:05 Daxwaza ji bo edaletê veguheriye zemîneke têkoşîna civakî
09:05 Wanî dê ji bo azadiya Ocalan û yekîtiyê dakevin qadan
09:02 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 112'emîn de didome
09:02 ‘20 sal in bacê didim dewletê, lê dewletê 20 mehan xwedîtî li min nekir'
09:02 Civaknas Turkoglû: Newroz qadeke berxwedana polîtîk e
09:02 Bang li karkeran kirin: Li dijî zilma Kod-29'ê dakevin qadên Newrozê
09:02 Ne tê berdan ne jî tê tedawîkirin
09:02 Seferên trênê piştî Newrozê bi rojekê dest pê dikin
09:00 ROJEVA 18'Ê ADARA 2021'AN
17/03/2021
21:47 73 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
21:43 Li Peyasê ciwanan Newroz pîroz kir
21:06 Li Hezexê agirê Newrozê gur kirin
19:52 Desteya Rêvebir a Navendî ya HDP'ê dê sibê civîneke awarte li dar bixe
19:01 Serdozgerê Dadgeha Bilind ji bo HDP'ê bê girtin serî li AYM'ê da
17:20 Li Amedê mirina jinekê ya bi guman
17:04 Ji bo tecrîda li ser Ocalan rabe bang li CPT û NY kirin
16:55 Ji bo Newroza Sêrt, Mêrsînê û Antalyayê destûr hat dayîn
16:51 Dîroka Newroza Bazîdê hat guhertin
16:37 Malbata Şenyaşar bi Walîtiyê Rihayê re hevdîtin kir
16:35 Gergerlîoglu: Ez biryarê nas nakim
16:32 Ji bo pîrozbahiyên Newrozê bang hatin kirin
16:01 Li Sînopê zilamekî jinekê giran birîndar kir
15:44 Parlamenterê berê yê AKP’ê ji ber dûrişm berz kir ji Lîjneya Giştî ya Meclisê hat derxistin
15:43 Doza nûçegihanê ETHA’yê hat taloqkirin
15:33 Beştaş: Biryara Gergerlîoglû siyasî ye
15:21 Bîden: Pûtîn kujer e
15:19 Parlamenteriya Gergerlîoglû hat betalkirin
15:13 Li dijî zeyendperestiyê kampanya: Hay ji gotinên xwe hebe
15:10 Li Qoserê wê Newroz di 21’ê Adarê de bê pîrozkirin
15:03 5 ESP’î di danişîna ewil de hatin berdan
14:45 Cezayê pereyan li rojnamevan Demîrhan hat birîn
14:39 Wan xwe ji bo Newroza bi heybet amade dike
14:37 Olûç: Bêwijdanî li Malbata Şenyaşar tê kirin
14:15 Kelemçeyên elektronîk tên şikandin
13:53 Tecrîd bi çalakiya rûniştinê hat şermezarkirin
13:49 Ji Aydinê peyama Newrozê: Di her şertî de em ê pîroz bikin
13:18 Qoser û Nisêbîn ji Newrozê re amade ne
12:44 Dadgehê 8 sal ceza li Hevşaredarê Kopê birî
12:34 Di êrişa Amerîkayê de 6 jê jin 8 kesan jiyana xwe ji dest da
12:19 Ji siyasetvanan bang: Pêwîste tavilê bi Ocalan re hevdîtin were kirin
11:55 Efrîn kirin warê DAIŞ'ê
11:41 Mehmet Ocalan: Nexwe tiştek tune ye bila hevdîtin pêk were
11:40 ‘Em bibin perçeyek ji agir û biherikin qadên Newrozê’
10:48 Hasan Tûnçlar ê keça xwe îstismar kir hat girtin
10:38 KESK dê ji Stenbolê bimeşe Enqereyê
09:49 Di rojnameyan de Newroz: Çapemeniya kurd li gel, medya tirk jî li dewletê nihêrî
09:42 Bi salan e kiras û fîstanên Newrozê didirû
09:13 Romaneke dîrokî ku xwe dispêre bûyereke rast: Ezemşêr
09:07 Newroza Amedê ji salên 1990'î heta niha bû dîrok
09:07 Koma 23'yemîn çalakiya greva birçîbûnê dewr girt
09:07 Dayika Zulkuf Gezen: Divê tavilê hevdîtin bi Serokê me re were kirin
09:07 Ji ber tahdeya di dema Newroza 2008'an de serî li DMME'yê da
09:07 ‘Em li Qada Gundogdûyê bi hev re govendê bigerînin'
09:07 Nivîskar Yilmaz: Newroz cejna gelan e
09:07 Bangawaziya ji bo Ocalan: Tavilê divê hevdîtin bên kirin
09:07 Kesên kampanyaya ziman îmze kirin: Berpirsiyarî ya me hemûya ye
09:07 Beriya Newrozê eleqeya ji bo kincên herêmî zêde bûye
09:07 Rojnamevan Balikçi: Newroza Cizîrê ji bîra min naçe
09:00 ROJEVA 17'Ê ADARA 2021'AN
08:43 Cenazeyê Demîr piştî 6 mehan hat veşartin
16/03/2021
23:01 Li Qoserê agirê Newrozê
21:12 Bi govend û tilîliyan Newrozê pîroz kirin
20:31 71 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
20:26 Daxuyaniya Serdozgeriya Bûrsayê ya derbarê Ocalan de
16:49 Ji 27’ê nîsana 2020’an ve ji Îmraliyê agahî nîne