Yek ji çalakiyên serhildana sivîl greva birçîbûnê

  • rojane
  • 10:21 14 Çile 2021
  • |
img

AMED - Çalakiyên greva birçîbûnê li cîhanê û Tirkiye gelek caran bûn roievên sereke û gihiştin armanca xwe. Niha jî li Tirkiyeyê girtiyên siyasî 49 rojin li dijî tecrîdê di grevê de ne. Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Amedê Abdullah Zeytun, têkildarî greva birçîbûnê ya li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan wiha got: "Ji bo çalakiya greva birçîbûnê bi dawî bibe, divê hemû binpêkirinên mafan bi dawî bibe." 

 
Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan 22 salin li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê di tecrîdê de girtî ye. Ji ber tecrîda li Îmraliyê didome, girtiyên PKK û PAJK'ê di 27'ê Mijdara 2020'an de li dijî tecrîdê bêdem û bi dorvegera 5 rojan dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin. Çalakiya girtiyên siyasî di roja 49'an de bi koma 10'an didome. 
 
DI DÎROKÊ DE ÇALAKIYA GREVA BIRÇÎBÛNÊ 
 
Di dîroka cîhanê de gelek caran çalakiya greva birçîbûnê wekî “bêîteatiya sivîl" pêş ket. Kesên ku neheqî li wan an jî der û dora wan tê kirin, bi armanca vê yekê şermezar bikin dest bi greva birçîbûnê dikin û doza mafê xwe dikin. Di sala 1991'an de di Danezana Malta de Greva Birçîbûnê ji bo kesên di çalakiyê de wekî "Kesên aqilê wan li serê wan, bi vîna xwe biryar dane û ji ber vê yekê di nava demek diyar de xwarinê red dikin." Li gorî danezanê çalakiya greva birçîbûnê û întîhar ji hev cuda ne. Bêtir çalakiyek şermezarkirinê ye û di aliyê tibbî de ne pirsgirêk e. Çalakiyek civakî-politik e. Di çalakiyên greva birçîbûnê de xwarin tê boykotkirin. Çalakiya bêdem û bêdorveger û çalakiya bi dorveger heye. 
 
ARMANC ÇIYE? 
 
Çalakiyên greva birçîbûnê hem li cîhanê û hem jî li Tirkiyeyê bi armanca mafê xwe yê zagonî, hiqûqî û mirovî bi dest bixe dest pê dikin. Bi taybeti kesên azadiya wan ji destê wan tên girtin dest bi vê çalakiyê dikin. Dîsa kesên ku ji xeynî bedena wan tu amûrê têkoşînê û rêyên têkoşînê di destê wan de namîne serî li vê rêbazê didin. Komelay Mafên Mirovan  (ÎHD) jî diyar dike ku armanca çalakiya greva birçîbûnê ne mirin e, lê dibe carna bi mirinê jî bi encam dibe. 
 
LI CÎHANÊ ÇALAKIYEN GREVA BIRÇÎBÛNÊ 
 
Di dîroka cîhanê de yekem car çalakiya greva birçibûnê di serdema Împaratoriya Roma de pêk hat. Ji ber li kesên xirîstiyan zext hatin kirin, li Hindistanê kesên mexdûr bûn serî li vê rêbazê dan. Disa di salên 1930’an de li Hîndîstanê Mahatma Ghandî yê di bin dagirkeriya Împaratoriya  Îngîlîstanê de bû, dest bi çalakiya “ahimsa” a li gorî felsefeya bêîteatê kir. Di dîroka tekoşîna polîtîtik de herî zêde Îrlandayî derdikevin pêş. Di dîrokê de yekem car bi awayekî girseyî di sala 1880'an de pêş ket. Çalakiya herî girseyî di sala 2013'an de li Eyaleta California ya DYA'yê li girtîgehan bi tevlêbûna 30 hezar girtiyan pêk hat. Dîsa herî demdirêj li Hindistanê pêş ket. 
 
Li Tirkiyeyê jî yekem car di 27'ê Gulana 1960'an de piştî darbeya eskerî Nazım Hikmet bi 2 rojan dorveger beriya ku Denîz Gezmiş, Yusuf Aslan û Huseyin Înan bên darvekirin, di 1972’an de dest bi çalakiya grevê kir. Herî zêde piştî darbeya eskerî ya sala 1980'an li Zindana  Amedê bi rojiya mirinê ket rojeva Tirkiyeyê. Girtiyên siyasî yên li dijî xertên xerab û îşkenceyê li Zindana Amedê di sala 1982'an de ketin grevê ji bo daxwazên wan pêk hetani ketin rojiya mirinê. Ji wê demê heta 1996'an dem bi dem li zindana Amedê çalakiyên greva birçîbûnê berdewam kir. Di çalakiyên greva birçîbûnê de 29 kesan jiyana xwe ji dest dan. 
Li Tirkiye çalakiya herî zêde belav bû, di navbera 2000-2007'an de ku bu sedema mirina 68 kesan e. Girtiyên siyasî li dijî tîpa F dest bi çalakiyê kirin û Dîsa çalakiya girtiyên siyasî ya li dijî tecrîdê di 12'ê Îlona 2012'an û 2016'an de jî li Tirkiye belav bû. Girtiyên siyasî li dijî tercîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di 12'ê Îlona 2012'an de dest pê kir û 68 rojan berdewam kir. Di 2016'an de 8 rojan û di 2018’an de jî bi pêşengiya Hevseroka KCD'ê Leyla Guven 200 rojan berdewam kir. Di 2019’an de jî 30 girtî bi heman armancê ketin rojiya mirinê. 
 
Di 2017'an de li Dersîmê Kemal Gun ji bo hestiyê kurê xwe bistîne ket grevê. Dîsa Semih Ozakça û Nuriye Gulmen  ên bi KHK'ê hatin îxrackirin ji bo mafê xwe bistînin ketin grevê. Di sala 2020'an de endamên Grup Yorum Helin Bolek ket rojiya mirinê û piştî 288 rojan jiyana xwe ji dest da. Îbrahim Gokçek jî piştî 323 rojan jiyana xwe ji dest da. Mustafa Kocak û Prz. Ebru Timtik jî ji bo darizandina bi edalet ketin rojiya mirinê û jiyana xwe ji dest dan. 
 
Li gorî rapora Yekîtiya Tabîban a Tirk (TTB) a 5'ê Gulana 2019'an jî di 20 salên dawî de girtî bêtir li dijî tecrîd û izolasyonê ketin grevê. 
 
Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Amedê Abdullah Zeytun, têkildarî greva birçîbûnê ya li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku 49 roj in didome nirxandin kir. Zeytun, anî ziman ku erka dewletê ya sereke û bingehîn ewe ku sedemên ku girtî li dijî wê têkevin grevê pêş nexe ye. Zeytûn wiha got: "Divê rayedar li gorî zagon, hiquq û mafên mirovan mafê wan bidin wan. Bêyî ku li nasname û cezayê wan binere divê her kesî wekî hev bigire. Divê li ser esasê maf nêzî wan bibe. Ji bo hemû mirovan maf û azadî divê li gorî pîvanên gerdûnî bê destgirtin." 
 
Zeytun, bal kişand ser peymanên navneteweyî ku Tirkiye jî îmze kiriye û wiha axivî: "Girtiyên ketine greva birçîbûnê ji bo raman û daxwazên xwe bînin ziman e. Dema mirov li sedema çalakiyê dinere, dibîne ku dixwazin girtiyên li Îmraliyê dimînin bi malbat û parêzeran re mafê hevdîtinê bi dest bixin. Dîsa mafê ragihandin û mafê zagonî bi dest bixin. Mafê wan ê zagonî bê mîsogerkirin. Li gorî dewleta demokrasî û hiqûqê divê hurmetê nîşanî ijyana mirovan bidin. Dîsa divê jiyana mirovan biparêzin. Dadgeha Destûra bingehîn der barê mafê ragihandin û agahîstendinê ya Veysî Aktaş ê li Girtîgeha Îmraliyê dimîne de berfirehî vegotiye. Erka dewletê ya sereke ewe ku hurmetê nîşanî mafên mirovan û serdestiya hiqûqê bide." 
 
MA / Eylem Akdag 
 

Sernavên din

17/01/2021
09:03 ‘Karkeran mehkûmî birçîbûnê dikin'
09:03 Di mulaqatê de pirsa 'Hevalê Barbieyê kî ye?' pirsîne
09:02 Welatiyên teqawidbûyî: AKP'ê gora me kolandiye
09:02 Karkerên depoyê yên Mîgrosê: Em ê heqê xwe bistînin
09:01 14 sal derbas bûn, hîn jî rastiya kuştina Hrant Dînk aşkere nebûye
09:01 Rojnameger Sarya: Êrîşa li dijî Eyn Îsa negîhişt armanca xwe
09:00 Li Wanê otel tên girtin
09:00 ROJEVA 17'Ê ÇILEYA 2020'AN
08:03 Rojnamegerên Kurd Yekîtiya Neteweyî niqaş kirin
16/01/2021
19:59 168 kesên din jî mirin, 7 hezar û 550 kesên din jî pê ketin
16:04 Li Mêrsînê kesek hat binçavkirin
15:21 Yuksekdag peyama piştevaniyê ji ESP'ê re şand
15:06 Navçeya Pilûrê bi berfê xweşik bû
14:34 Hêj 51 ESP'î di bin çavan de ne
14:16 ÎHD: Girtiyê nexweş Kemal Ozçelîk serbest berdin
14:08 Dayikên Şemiyê: Bila kujerên Abdullah Canan werin cezakirin
13:36 Ji bo serdana wekîlê AKP’ê mala şînê bi taybetî vekirin
13:27 Girtiyê nexweş ê 76 salî tevî rapora ATK'ê bernedan
13:16 Bi hinceta şewbê girtiyê nexweş Kocaturk derman nakin
12:18 Yuksekdag: Em ê dev ji Kobanê bernedin
12:17 Xizmên windayan Hrant Dînk bi bîr anîn
11:51 Di 2020'an de hezar û 855 girtî êşkence kirin
11:31 Ji bo 4 bajaran hişyariya aşûtê
10:55 Kadîr Şeker dê ji nû ve bê darizandin
10:14 Onlu: Divê her kes ji bo tecrîdkirina xwe bişkîne li dijî tecrîdê derkevin
09:54 Chomsky: Şoreşa Rojava mucîze ye, divê cîhan bibîne
09:48 Koma 11’emîn çalakiya greva birçîbûnê dewr girt
09:08 32 partî hatin damezrandin, lê hîn jî destûra PÎA'yê nehatiye dayîn
09:08 Tecrîd, pirsgirêka jinê kûrtir dike
09:07 Belgefîlmeke metrajdirêj, ji bo zaravayê kirmanckî
09:07 Dayangaç ê 65 salî bi îdiaya 'endamtiya rêxistinê' girtin
09:06 Ji ber doza derbarê birayê wî de, serlêdana wî hat redkirin
09:06 Îdianame hat amadekirin: Tenê di îhaleyekê de 3.6 milyon TL hatiye çirpandin
09:05 DBP'ê ji bo gel stend, qeyûm jî ji bo rantê firot!
09:04 Li Meletiyê RES û HES xwezayê talan dikin
09:00 ROJEVA 16'Ê ÇILEYA 2020'AN
15/01/2021
20:15 169 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
16:18 Hikûmeta Hollandayê îstîfa kir
16:00 Kedkarên tenduristiyê bertek nîşan da: Em nikarin debara xwe bikin
15:55 Çalakiyên li dijî tecrîdê pêl bi pêl belav dibin
15:44 'Dayika min a 67 salî çi li dewletê kiriye?
15:17 'Xwedî derketina girtîgehan erkek exleqî ye'
15:14 Li dijî zema ji sedî 3’ê bordroyên xwe şewitandin
15:07 Li ser daxwaza Serokkomar cezayê şermezarkirinê dan Keskînê
14:46 Rojnamevanan bertek nîşanî binçavkirin û girtinan da: Em ê her binivîsînin
14:41 ESP'ê banga têkoşîna hevpar li muxalefetê kir
14:21 Derbarê Baroya Enqereyê de destûra lêpirsînê hat dayîn
14:16 Bûldan û Sancar: Dema dora me hat em ê xwe derzî bikin
14:14 Li Êlihê qezaya trafîkê: Kesek mir, 6 kes birîndar bûn
13:49 Alinak giliyê polîsan kir
13:48 Li hemberî Alîkarê Davutoglû êrişa çekdarî pêk hat
13:36 Li Meclîsê daxuyaniya greva birçîbûnê: Tecrîd sûcê îşkenceyê ye
12:56 Odeya Bazirganiyê ya Amedê dê li Hewlerê nûnertiyê veke
12:18 Li dijî tundiya zilam xwe parast
11:12 Beştaş ‘Doza Kobanê’ nirxand: Ne HDP divê AKP were darizandin
11:02 Bavê girtîyê di çalakiya grevê de: Daxwazên girtiyan pêk bînin
10:54 Ji ber barîna berfê rêya 289 wargehan hat girtin
10:27 PÎA ya ku damezrandina wê tê astengkirin li Wezareta Navxweyî dest bi nobetê dike
10:03 Dr. Karakoç: Pêvajoya derzîkirinê aloz e
09:25 Greva birçîbûnê di roja 50'emîn de dewam dike
09:21 Muna El-Xelef: Tirkiye dixwaze Eyn Îsayê dagir bike
09:12 Şaredariya Cizîrê dest ji karê dezenfektekirinê berda!
09:11 Polîsan gef lê xwar: Em ê te bikin derbek
09:10 Ciwanên HDP'î bi kampanyaya xwe behsa xweparastinê dikin
09:07 Nexweşxaneya taybet ji bo rojekê 4 hezar TL xwest
09:07 'Tişta ku nikaribûn bi KHK'yan bikin wê bi qanûnan bikin'
09:07 Hunera wî serê tilîkên wî ne
09:07 Name Ozturk: Jin ji ber ku namirin tên cezakirin
09:07 'Ên dibin sedema krîza avhewayê ne şexs, pergal e'
09:00 ROJEVA 15'Ê ÇILEYA 2020'AN
14/01/2021
20:40 170 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
17:23 Di dosyaya KCD’ê ya Meletiyê de kesên girtî neman
16:48 Li Gêlê mirina biguman a jinekê
16:37 Bersiva TDK’ê ya ji bo PZK’ê: Ferhenga kurdî-tirkî heye
16:32 Ji Walîtiya Êlihê qedexeya ‘grevên birçîbûnê’
16:20 Di dosyaya KCD’ê ya Meletiyê de kesên girtî neman
16:12 Li Dersimê berteka li dijî binçavkirinên ESP’ê
16:11 Danişîna Dozgîn Temo hat dîtin
15:43 Jinan navê Wezareta Xizmetên Civakî Xebat û Malbatê guhertin
15:29 Li Wanê di salekê de 2 hezar û 410 binpêkirinên mafan
15:03 Kedkarên tenduristiyê bertek nîşanî zema ji sedî 3’ê dan
14:56 Ji bo muxtarê pirsgirêkên taxê vegotin lêpirsîn hat destpêkirin
14:49 Danişîna doza Rojnameger Demîr dîsa taloq kirin
14:41 6 sal in ji bo kurê xwe li edaletê digere
14:26 Girtiyê 83 salî Ozkan dîsa bernedan
13:57 Kujerê Yurtkolesî întihar kir!
13:56 Li Îranê di 10 rojan de 32 ciwanên kurd hatin girtin
13:54 Dadger ji Hevşaredar pirsî: Tu tev li civina danasîna namzetan bû ya na?
13:54 Li Mêrsînê jinek hat binçavkirin
13:29 Walî derziya koronayê li xwe nexist
13:26 6 sal û 3 meh ceza li Serokê berê yê Baroya Amedê Aktar hat birîn
13:19 Polisan deriyê ESP’ê û ETHA’yê şikandin û dest danîn ser kompîturan
13:15 Li Sûriyeyê di demeke nêz de aştî û aramî tuneye
13:14 Koordînasyona Şopandina Greva birçîbûnê: Tecrîda li Îmraliyê bi dawî bikin
12:32 Polîsan li 8 kesên sersal pîroz kirin ceza birî
12:28 Danişîna Hevşaredara Farqînê Toprak hat taloqkirin
11:45 Li Peyasê cewrikek şewitî hat dîtin
11:22 Bi qanûna înfazê ya nû li girtiyan “poşmantî” tê ferzkirin
11:10 Hezar û 200 malbatên ku avahiyên wan hilweşiyan derveyî planê hiştin
11:09 'Em ê mafê xwe yê xweparastinê biparêzin'