Karkerên Cargîllê ku hezar roj jin li ber xwe didin: Maf nayê dayîn tê stendin

img
ENQERE - Karkerên Cargîllê ku hezar roj in bi daxwaza vegera kar li ber xwe didin, duh bi hinceta sobe danîne li pêş Şaxa Sendîkaya Tek Gida İş’ê hatibûn binçavkirin û pişt re serbest hatin berdan. Yek ji van Karkeran Faîk Kûtlû diyar kir ku ne li bendê ne ku kes bêje "mafê we eve bigirin" û got: “Maf nayê dayîn, maf tê stendin.”
 
Karkerên Cargîllê yên endamên Sendîkaya Karkerên Alîkar û Xurekê ya Tirkiyeyê (Tek Gida-Îş), yên ji ber xebatên xwe yên sendîkayî ji kar hatin derxistin hezar roj in çalakiyan li dar dixin. Karkeran duh xwest li pêş Wezareta Daristan û Çandiniyê çalakî li dar bixin lê ji aliyê polîsan ve hatin astengkirin. Karkerên ku piştî li pêş şaxa sendîkayê ya Enqereyê biryara berxwedanê dan, polîsan bi hêceta ji ber karkeran ji bo xwe germ bikin sobe danîne ew binçav kiribûn. Karkerên ku derbarê wan de bi sûcdariya “Muhalefeta li dijî qanûna xwepêşandan û civînê ya hejmara 2911” hatin binçavkirin û di saetên şevê de hatin berdan.
 
Karker Mûharrem Ozcan û Faîk Kûtlû yên hatin berdan û Berpirsyarê Rêxistinkirina Tek Gida-Îş’ê Sûat Karlikaya behsa têkoşîna xwe kirin. Sûat Karlikaya, diyar kir ku bi hinceta pandemiyê daxuyaniya wan a li pêş wezaretê hat astengkirin û da zanîn ku lê li gel pandemiyê jî karker li kargehan, li înşaetan dixebitin û ji kar derxistin jî didome.
 
Karlikaya, destnîşan kir ku dema mafê karkeran diparêzin ji wan re dibêjin “pandemî heye” û wiha got: “Bi hinceta pandemiyê me asteng dikin. Lê em paşve gavê navêjin. Hezar û yek roj in em li ber xwe didin û karê xwe dixwazin. Me duh xwest li pêş wezaretê daxuyaniyê bidin lê polîsan nehişt em ji sendîkayê derkevin û xwestin em li pêş avahiya sendîkayê daxuyaniyê bidin. Sendîka jixwe bi me re ye, em dixwazin li pêş wezaretê daxuyaniyê bidin. Me biryardariya xwe ji polîsan re got lê bi mudaxilekirinê gef li me xwarin. Em ji tiştekî natirsin. Em ê bên binçavkirin jî hewce bibe em ê bedel jî bidin. Em dev ji xwestina karê xwe bernadin.”
 
'ÇÎNA KARKERAN WÊ BI SER BIKEVE' 
 
Karlikaya, anî ziman ku ji rêxistinên civakî ên demokratîk piştevaniyeke girîng ji karkeran re hatiye û wiha axivî: “Em bi hev re têdikoşin. Ev têkoşîn ne tenê ya karkerên Cargîllê ye ya karkeran hemû ye. Tu hêz nikarin paşve gavê me bide avêtin, em ê bi ser bikevin. Em bi ser bikevin wê çîna karkeran bi ser bikeve. Tiştekî ku dewlet û şîrket bidin me tune ye. Divê em mafê xwe bigirin. Maf nayê dayîn, maf tê stendin. Riya vê jî bi têkoşîna hevpar re girêdayî ye." 
 
‘ME BI SEKNA XWE ZEXT TÊK BIRIN’
 
Faîk Kûtlû ku ji yek wan karkerên ku dixwazin vegerin karê xwe û diyar kir ku di hezar rojan de bi gelek zor û zehmetiyan re rûbirû mane û li dijî van zehmiyetan têkoşîna xwe didomînin û got: “Piştî ku me ji kar avêtin, me jî li pêş kargehê kon veda. Konên me hatin hilweşandin, me dîsa vedan. Me berxwedana xwe ji Bûrsayê bir Stenbolê. Gelek caran em hatin binçavkirin. Em li Stenbolê 43 rojan li ser betonê razan. Her tim zext li me hatin kirin lê me bi sekna xwe zext têk birin.”
 
‘EM BI BIRYAR IN’
 
Kûtlû, da zanîn ku muhatabê wan Wezareta Daristan û Çandiniyê ye û wiha axivî: “Pirsgirêka me bi sendîkayê re nîne. Derdê me wezareta ku teşwîqan dide Cargîlliye re ye. Ez dixwazim bi bîr bixim ku em çiqas bi biryar in. Kesên dixwazin vê yekê bibînin, bila li berxwedana karkeran a hezar rojan binêrin. Em ne li bende ne ku kesek ji me re bêje 'mafê we ev e bigirin', maf nayê dayîn, maf tê stendin. Ev ji bo karkeran her tim wisa ye.”
 
‘GEF JI BO HEMÛ KARKERAN E’
 
Karkerekî din yê ku di berxwedanê de ye Mûharrem Ozcan jî diyar kir ku ji ber neheqiya li wan tê kirin ji Wezareta Daristan û Çandiniyê re name nivîsîne lê polîs nahêlin ku biçin li pêş avahiya wezaretê. Ozcan, da zanîn ku ji ber ew endamên sendîkayî bûn ji kar hatin derxistin û wiha axivî: “Me doz hemû qezenc kirin. Em ê van daxwazên xwe ji wezîr re bêjin. Lê me asteng dikin. Me ji polîsan re got em bi israr in wan jî ji me re gefên weke ‘em hêza dewletê ne, em ê li wir hêza xwe nîşanî we bidin’xwarin.”
 
‘JI XEYNÎ BERXWEDANÊ ÇAREYA ME TUNE YE’
 
Ozcan, destnîşan kir ku li gel gefan jî biryara berxwedanê girtine û wiha got: “Em hezar roj in li ber xwe didin. Hezar rojên din jî derbas bin em ê dîsa têbikoşin. Ji ber ku ji xeynî berxwedanê tu çareya karkeran tune ye. Qanûn kesên xwediyê kar diparêzin. Me tenê mafê xwe yê qanûnî yê rêxistinkirinê bikar anî û ev mafê hemû karkera ne. Ji bo hemû karkeran em ê berxwedana xwe bidomînin.”
 
MA / Emrûllah Acar
 

Sernavên din

14/01/2021
11:10 Hezar û 200 malbatên ku avahiyên wan hilweşiyan derveyî planê hiştin
11:09 'Em ê mafê xwe yê xweparastinê biparêzin'
10:44 Di kana madene de hezan: 2 karker birîndar bûn
10:29 Serê salê bi dîmenên rengîn hat pîrozkirin
10:21 Yek ji çalakiyên serhildana sivîl greva birçîbûnê
10:15 Dibin çavan de îşkenceya 'Sirûda Îstîklalê' li zarokê 15 salî kirin
10:14 Xwişka zaroka rastî tecawîzê hatibû: Ev edaletek çawane?
10:08 Doz li Midurê Karên Nivîsê yê ajansa me hat vekirin
09:31 Greva birçîbûnê di roja 49'emîn de ye
09:06 Gardiyanan êrîş bir ser girtiyên di greva birçîbûnê de
09:06 Li Êlihê bi navê Roza pirtûkfiroşek vebû
09:06 Kenîşteya dawî ya aydê cihûyan hindik maye hilweşe
09:06 Ji ber HES'ê bi tonan masiyên deqsor mirin
09:06 Malbatên zarokên nexweşîna SMA'yê bi wan re heye: Kampanyayên me bi qasî zarokên me paqij in
09:06 'An ez ê dengê xwe ragihînim an jî ez ê bimirim'
09:06 Jinan behsa mêvanxaneya jinan kir: Em ne penaber bûn jî
09:06 Şener: Erdogan pir tengijiye, ketiye rewşa 'te çil sator divê yan çi qantir divê'
09:00 ROJEVA 14'Ê ÇILEYA 2021'AN
08:59 Polîsan 48 ESP'î binçav kirin
08:02 Esnaf xwe ji Keleha Enqereyê avêt
13/01/2021
21:26 173 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
19:28 Endamê Meclîsa Partiyê ya HDP'ê Sadak hat girtin
17:31 Dadgehê sucdarê tecawizê serbest berda
16:13 HDP’a Colemêrgê: Armanç guhertina rojeva nelirêtiyê ye
15:57 KESK: Birînên ceyranê gel mexdûr dikin
15:41 Înîsiyatîfa Mamosteyên Kurdî: Ji bo zarokên xwe kurdî hilbijêrin
15:23 HDP’ê rapora faîzê parve kir
Sedem rejîma yek zilamî ye, faîz encam e
15:23 Derbarê Hevseroka DFG’ê Muftuoglû de lêpirsîn hat destpêkirin
15:05 Li Enqereyê 5 xwendekar hatin binçavkirin
14:51 'Daxwazên girtiyan daxwazên me ne'
14:47 Buroya Hiqûqê ya Sedsalê rapora 'Girtîgeha Îmraliyê' aşkera kir
14:41 Koordînasyona Şopandina Girtîgehan a Mêrsînê hat damezrandin
14:36 Ji bo Gergerlîoglû parvekirina ‘dayikên bi pitik’ kirin hinceta fezlekeyê
14:16 Derbarê 9 parlementerên HDP’ê de felzekeya 'Kobanê'
14:15 Neviyê Seyîd Riza li gundê xwe hat veşartin
14:04 Xwişk û birayê ji ser xanî ketin canê xwe ji dest dan
13:56 4 partiyan bertek nîşanî biryara hilweşandina Pasaja Mehmethan dan
13:54 Wê danişîne girtiyê nexweş Ozkan sibê bê dîtin
13:38 TJA: Guh bidin daxwazên zîndanan
13:29 Zext û tundiya ku li girtîgehan zêde dibe ji Wezîr Gul pirsî
13:29 Gundî li ber kana madenê rabûn
13:17 Li Girtîgeha Karabukê 30 girtî bi koronayê ketin
13:07 PÎA: Wezareta Navxweyî gefa binçavkirinê li me dixwe
12:41 2 zilamên ku jinan desteser kiribûn û dest dirêjî wan dikirin hatin girtin
12:12 Dorpêça li gundên Licê didome
12:10 Dadgehê biryara guhdarkirina ‘şahidên nepen’ ku sexte derketin da
11:47 Di 2020’an de 2 hezar û 427 karkeran jiyana xwe ji dest da
11:25 Dayika ku kurê wê bû qûrbanê kana komirê: Ev ne qeza ye, ev cînayet e
11:09 Girtiyê ku lêgerîna tazî qebûl nekir hat derpkirin
11:08 Ji ber wêneyê Newrozê doz li rojnamevan Alphan hat vekirin
10:57 Ji bo derzîkirina koronayê sîstema randevûyê vebû
10:34 Gundî mehek e li benda çareseriyê ne
09:35 Greva birçîbûnê di roja 48'emîn de ye
09:13 Karakoyûn: Armanca me azadkirina Ocalan e
09:11 Akdenîz: Zimanê çapemeniya hewzê nîjadperestiyê gur dike
09:10 'Heya em vegerin ser karê xwe em ê têbikoşin'
09:10 Hevserokên ku ji ber 'meşê' îfade dan: Azadî girêdayî yekîtiyê ye
09:09 Li Serhedê xetereya ziwabûnê
09:08 'Ne şewb, wê hejarî me bikuje'
09:04 Walî ji şêniyên gundê ku bi metreyan avê dikişînin re got: Ma berê av hebû?
09:03 Navê 'rojnamevanan' jî di lêpirsîna bertîl û nelirêtiyê de heye
09:03 Kanîwar: Stranên me ji hepsa malê xelas bûn
09:00 ROJEVA 13'Ê ÇILEYA 2021'AN
08:01 Kalê 82 salî 24 sal in girtî tê darizandin
12/01/2021
20:04 Hejmara kesên ji ber Covîd-19'ê mirin bû 23 hezar û 152
18:54 Sal û mehek ceza li Hevşaredarê Colemêrgê Karaman hat birîn
17:05 Dozger 15 sal ceza ji Hevşaredar Çîçek xwest
16:43 Gundiyên Lîcê: Piştî her operasyonê bi ser gundan de digirin
16:39 Berxwedana Bogazîçiyê pêl bi pêl belav dibe
16:36 Ava paqij nadin jina ducanî ya di bin çavan de ye
16:13 ‘Em pêkanînên ku nasname û zimanên cuda red dikin qebûl nakin’
16:00 Malbata Safîturk: Bersûc Midûrê Polîsan ê Dêrikê ye
15:59 Şandeya TTB’ê çû serdana Hevserokê HDP’ê
15:57 Têkildarî çalakiyên Kobanê cezayê muebetê li 7 kesan hat birîn
15:55 Wê Buroya Hiqûqê ya Asrinê rapora Îmraliyê aşkera bike
15:49 Bombevanê Komkujiya Pirsûsê li Rihayê hat girtin
15:45 Li Girtîgeha Tîpa E ya Gumuşhaneyê îşkenceya gardiyanan
15:26 HDP li dijî tecrîdê kampanya dide destpêkirin
15:23 Li Tendurekê operasyona eskerî dest pê kir
15:21 ‘Bi çekan ketin mala me, zarokên me ji tirsa giriyan’
15:12 Hinceta biryara girtina Guven hat aşkerekirin
15:10 HDP’ê li Çewlikê tecrîd şermezar kir
14:56 Karkerên ku saleke heqdesta xwe nagirin serî hildan
14:40 Rapora girtîgehên Herêma Anatoliya Navîn: 9 girtiyan jiyana xwe ji dest da
14:37 Dayika Sêvê Demîr Sakîne îfade da dozgeriyê
13:49 HDP’ê serdana Osman Şiban kir
13:14 Li Farqînê 2 bira hatin binçavkirin
12:55 Li Colemêrgê serdegirtina malan: 3 binçavkirin
12:52 Osman Şiban hat berdan
12:39 Qeyûm 12 roj in bi hezaran karkeran bê qeyd dide xebitîn
12:37 Hevserokên HDP’a Amedê nehatin berdan
12:23 Îdîaya kameraya wesayîta zirxî ya Efe Tektekîn kuşt xirabe bû
11:59 Qeyûm dê doza îcrayê li namzetê AKP’yî veke
11:49 Li Bayrampaşayê jinek hat qetilkirin
11:46 Kamalak: Tifaqa bi Tifaqa Cûmhûr re wê bibe firotina dozê
11:35 Aldar Xelîl: Planên Tirkiyeyê ne girtin
11:33 Karkerên Cargîllê ku hezar roj jin li ber xwe didin: Maf nayê dayîn tê stendin
11:09 Meclîsa Jinan a HDP’ê: Divê Melek Îpek tavilê bê berdan
11:03 Îdareya Girtîgehê axaftina bi kurdî qedexe kir!
11:03 Li Mêrdînê hê jî jineke ducanî û 2 welatî di bin çavan de ne