Berdevka HDP’ê Gunay: Biryara DMME’yê piştrast kir ku siyasetmedar dîlgirtî ne

img
ENQERE – Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay têkildarî biryara DMME’yê ya derbarê Demîrtaş de got: “Siyasetmedar bi lîstikên Qesrê tên girtin. Bi biryarê re hat piştraskirin ku hemû yek bi yek dîlgirtiyên siyasî ne.”
 
Berdevka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ebrû Gunay li Navenda Giştî ya partiya xwe civîna çapemeniyê li dar xistin û geşdanên di rojevê de ne nirxand. 
 
Gunay di destpêka xaftina xwe de behsa pêşnûmeqanûn ango teklîfa qanûn danîna qeyûman ser rêxistinên civakî yên sivîl kir û vê pêşnûmeqanûnê rexne kir û got ev teklîf li dijî Destûra Bingehîn e. 
 
‘DIVÊ ÎQTÎDAR DAWÎ LI ŞERMA XWE BÎNE’ 
 
Ebrû Gunay bal kişand ser biryara Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) ya derbarê berdana Selahattîn Demîrtaş de da û wiha got: “DMME’yê bi vê biryarê girtina siyasetmedarên kurd di qada navnetewî de eşkere kir. Ev biryar wê wek şerma Tirkiyê di arşîva DMME’yê de cihê xwe bigire. Ev biryar da eşkerekirin ku Demîrtaş bi biryara siyasî girtî ne. Vaye DMME di biryara xwe de dibêje ku pêngavên qirêj hatine kirin. Ev biryar li dijî Destûra Bingehîn e. DMME dibêje li Tirkiyê azadiya ramanê û derbirînê nîne. Siyasetmedar bi lîstikên Qesrê tên girtin. Bi biryarê re hat piştraskirin ku hemû yek bi yek dîlgirtiyên siyasî ne. Her wiha DMME’yê gotiye ku KCD jî saziyek legal e û divê dawî li vê legalîzekirinê were. Pêwîste îqtîdar demildest dawî li vê şerma xwe bîne. Divê biryara DMME’yê bikeve meriyetê û di serî de Demîrtaş û girtiyên siyasî hemû werin berdan. Em di serî de ji bo Selahattîn Demîrtaş, Fîgen Yuksekdag, Leyla Guven û tevahiya girtiyên siyasî banga qîrkirina azadiyê dikin. Werin em tev bi hev re meşa edalet û azadiyê mezin bikin.” 
 
‘LEYLA GUVEN REMZA BERXWEDAN Û DENGÊ YEKÎTIYÊ YE’ 
 
Gunay di dewama axaftina xwe de bi axaftina kurmancî bal kişand ser girtina Hevseroka KCD’ê Leyla Guven û wiha got: 
“Dixwazin gefan li pêşengên têkoşîna azadiyê bixwin. 3 roj berê parlementera me ya Colemêrgê Leyla Guven hat girtin. Em pir baş dizanin ku bi rehîngirtina Birêz Leyla Guven re dixwazin gefan li gelê Kurd bixwin. Dixwazin gefan li jinên têkoşer bixwin. Dixwazin gefan li pêşengên têkoşîna azadiyê bixwin. Lê em baş dizanin ku navê Leylayê bûye berxwedan, bûye têkoşîn. Leyla Guven her tim li cem gelê xwe bû, êşa gelê Kurd ji bo wê yek bû, li çar aliyan deng vedida û banga yekîtiyê dikir. Erê Leylayê welatê xwe neterikand. Em dizanin di girtîgehê de jî bexwedana wê dê bidome û di têkoşînê de em ê her tim li cem wê bin. Zext û zordariyên li ser KCD’ê roj bi roj didomin. Û herî dawiyê jî Leyla Guven hat rehîngirtin. Lêpirsînên ku derheqê KCD’ê de vebûne, êdî bûne qerf û pêkenok.
 
EM NAÇIN TU DERÊ, EM LI VIR IN 
 
Ji bo pirsgirêka Kurd roleke KCD ya dîrokî heye. KCD saziyeke rewa ye. Ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd roleke wê ya dîrokî heye. KCD ji avabûna xwe heta niha ji bo aramiya welêt, ji bo aştiyê xebatên xwe meşandin. Civînên xwe ji raya giştî re vekirî pêk dianîn. Ji roja ewil heta niha di xebatên KCD’ê de tu guhertin çênebûn lê belê ji ber neyartiya desthilatiyê ya li dijî gelê Kurd, ev pênc sal in zext û zordarî li ser KCD’ê kêm nebûn. Ev faşîzm dê xelas bibe, ev zext û zordariya li ser gelê Kurd dê xelas bibe, di her serdemê de dawiya dîktatoran hatiye. Hêviyên me xurt in û berxwedana me jî divê roj bi roj xurttir bibe. Bi biryar em dibejin ku li hember van êrişan, li hember tecrîdê em ê li ber xwe bidin û demokrasî, azadî, wekhevî, dad û aştiyê teqez bînin. Wek Leyla Guven got; em naçin tu derê, em li vir in û em ê siyaseta xwe ya demokratîk bidomînin.” 
 
‘ÊRIŞ BI FERMANA ÎQTÎDARÊ PÊK TÊN’ 
 
Gunay bi bîr xist ku li Stenbolê polîsan êrişî çalakiya şermezarkirina girtina Leyla Guven kiriye û got: “Polîsên Qesrê êrişî parlamenterê me Mûsa Pîroglû yê astengdar jî kirin û wî ji sendelyê de xistin xwarê. Wî li erdê kaşkirin. Ev polîs bi fermana îqtîdarê van êrişan pêk tînin. Em sedema êrişê baş dizanin. Çimkî ji têkoşîna gelê kurd û ya HDP’ê ditirsin.” 
 
LÊGERÎNA TAZÎ
 
Gunay bal kişand ser mijar û ango nîqaşa lêgerîna tazî ya li Tirkiyê û got li Tirkiyê pir eşkere welatî di lêgerîna tazî de tên derbaskirin û sepanên dij mirovane li dijî welatiyan pêk tên. 
 
 
 
 

Sernavên din

28/12/2020
09:58 Xwê şekir û lîmonê nadin girtiyên di grevê de
09:37 Îsal şano girtin û lîstik qedexe kirin
09:35 Bendewariya kedkarên tenduristiyê ji sala 2021’an: Em dixwazin bêhna xwe vedin
09:25 Yalçindag: Biryara DMME’yê îtîrafa ecêbiya hiqûqê ya 5 salên dawî ye
09:23 Karataş: Rûsya, Tirkiyê li ser kurdan wek şivekê bi kar tîne
09:06 ‘Ji bo parlamenteran ji sedî 200 zem ji bo karkeran sedaqet didin’
09:05 Di şertên zivistanê de 9 hezar û 600 zarok di konan de dijîn
09:05 Girtiyê 273 roj di rojiya mirinê de ma: Divê em bibin dengê girtiyan
09:04 'Nenaskirina biryara DMME'yê helwesta Komara Mûzê ye'
09:00 ROJEVA 28'Ê KANÛNA 2020'AN
08:35 Qurbaniyên Komkujiya Roboskî dê li ser gorên xwe bên bibîranîn
08:22 Velî Encu: Wê têkoşîna me ya edaletê bidome
27/12/2020
19:43 Li Tirkiyê 254 kesên din jî ji koronayê mirin
17:10 Bûldan: Divê sala 2021’an bibe sala destkeftiyên jinan
15:12 Li Tarsûsê du girtiyan greva birçîbûnê dewr girt
13:56 Bi xêzkirina wêneyan piştgirî da greva birçîbûnê
13:37 Tanrikûlû: 90 sal jî derbas bibe wê hesabê Roboskî were pirsîn
12:28 Ji HDP’ê peyama erdhejê
12:25 Sewalkar ji ber buhayê êm nikarin pez xwedî bikin
12:17 Li Amerîka êrişa çekdarî: 3 kes hatin kuştin
11:31 Girtiyê nexweş Abdullah Tûran anîn Amedê
10:31 Li Colemêrgê leşkerek mir leşkerek jî winda ye
10:30 Meclîsê tayînkirina qeyûman a Rexistinên Sivîl erê kir
10:12 Greva birçîbûnê koma 7’an dewr girt û ket roja 31’an
10:05 Xarpêt bi hêza 5.6 pileyan hejiya
10:04 Encu: Roboskî li dijî hejarî û cerdevaniyê li ber xwe dide
10:00 Bûn destê hev!
09:21 'Tekane çare tifaqa demokrasiyê ye'
09:20 Piştî li ser hev hat binçavkirin û gef lê hatin xwarin serî li ÎHD'ê da
09:19 Li malbatên ku zarokên wan di şer de jiyana xwe ji dest dane doza tazmînatê dikin
09:17 Berf bariya berasteng hepsî malê bûn
09:15 ‘Heya daxwazên me neyên qebûlkirin dê têkoşîna me dewam bike'
09:13 Her du kurên wê jî di meha kanûnê de jiyana xwe ji dest dan
09:11 Kaplan: Her kêliya ku Demîrtaş nayê berdan, wekî sûc li ber navê Tirkiyê tê nivîsandin
09:09 ‘Lêgerîna tazî realîteyeke girtîgehên Tirkiyê ye'
09:08 Di 2020'an de tecrîd li tevahiya Tirkiyeyê belav bû
09:01 ROJEVA 27'Ê KANÛNA 2020'AN
26/12/2020
20:04 Li Tirkiyeyê hejmara pêketiyên Covîd-19'ê bû 2 milyon û 133 hezar û 373
17:49 Dadgeriyê serlêdana ji bo berdana Demîrtaş red kir
16:28 Bersûcê êrişa zayendî bi hinceta ‘şewbê’ tehliye bû
16:15 Nûçegihana Jinnewsê Gulistan Azak hat berdan
15:57 Li Rihayê şerê çekdarî: 5 kes mirin
15:47 Hunermend Nûrşanî hat veşartin
15:20 Li Xarpêtê bi pileya 4.1 erd hejiya
15:19 Komîsyona Bihayê Asgerî wê cara dawîn roja duşemê kom bibe
15:06 ÎHD’ê Aqûbeta Mehmet Ozdemîr ê winda pirsî
14:53 ÎHD: Kaygûsûza 62 salî ya di koma xeternak de berdin
13:30 Dayikên Şemiyê aqûbeta Bahçecî yê 26 sal in winda ye pirsî
13:24 Li Şaxê bi pileya 3.9 erdhej çêbû
13:21 Cihên dîrokî yên Amedê vala man
12:44 ATO’yê salname neda HDP’ê
12:34 Ji bo Ozçelîkê ji sedî 71 astgeng e daxwaza tehliyeyê kirin
12:31 Çalakiya greva birçîbûnê mehek li pey xwe hişt
12:29 Hevserokên Giştî yên DBP’ê serdana Aksoy kirin
12:04 Wexta ku birin hevdîtina telefonê tazî kirin
11:55 Ji Arslanê berasteng 23 sal in agahî nayê girtin
11:26 Dozger ji bo Endamê TTB'ê 55 rûpel îdeaname amade kir
11:12 Li Roboskê hiqûqa berovajî: 34 mirin 34 doz
11:12 Beşa yekemîn a ‘tayînkirina qeyûman a ser rêxistinên sivîl’ qebûl bû
11:03 Karkerên li Sakarya bûn hedefa êrîşan: Xwestin êrîşê veşêrin
10:57 Sezgîn: Li hemberî lîstikên tên leyîstin çareseriya tekane yekitiye neteweyî ye
09:07 Parêzerê OHD'î: Bila mewzûat pêk bê
09:07 Aydin: Pêkanîna biryara DMME'yê dê ji bo demokrasiyê pir girîng be
09:07 Ji bo Roboskiyê jibîr neke li ber goristanê xanî çêkir
09:07 Amedê kirin du şeq!
09:07 Şerên di bin sîya şewbê de
09:07 Şewb dê kengî têk biçê?
09:07 Esnaf: Heqê kirê ne bes e, bacê jî kêm bikin
09:07 Xebatkarên PTT'ê: Heya ne mecbûrî be danûstandina bi rêya kargoyê nekin
09:00 ROJEVA 26'Ê KANÛNA 2020'AN
25/12/2020
20:22 Nûçegihana Jinnewsê Gulîstan Azak hat binçavkirin
19:51 256 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
16:37 Piştî ku mir, derket holê 15 salan bi nasnameyeke cûda jiyaye
16:26 Girtiyê nexweş li dîjî tecrîdê di grevê de ye
16:10 Serdanên HDP’ê yên li Wanê didomin
15:07 Li Mêrsîn û Hatayê qurbaniyên Komkujiya Mereşê hatin bibîranîn
15:00 23 baroyan daxuyaniya hevpar da: Demîrtaş berdin
14:48 Siyasetmedar Şerafettîn Elçî li ser gora xwe hat bibîranîn
14:38 Hevserokê HDP’a Agiriyê hat berdan
14:34 Meclîsa Ciwanan a HDP’ê kart û pirtûk şandin girtîgehan
14:31 Bertek nîşanî dirêjkirina Komîsyona OHAL’ê dan
14:26 Cenazeyê kurê xwe dixwaze
14:02 'Her ew guliyên me bibirin ew ê kokên me belav bibin'
13:24 ÎHD: Divê Demîrtaş demildest were berdan
13:18 Fotografek heye Leylayê li Roboskî hêsirên Sevîmê paqij dike…
12:46 Gergerlîoglû giliyê Midurê Polîsan ê Ûşakê kir
12:18 Leşkergeha li Dersimê veguherandin muzeyê: Zîhniyeta komkujiyê didome
12:06 HDP'ê Noel û Cejna Yaldoyê pîroz kir
12:00 Li Edenê 3 welatî hatin girtin
11:43 Partiyên DEVA û Pêşerojê: Biryara DMME mecbûriyeteke qanûnî ye
11:07 Klîba bi kurdî ya salê hat bijartin
10:51 Kedkarên AFAD’ê 20 sal in nikarin mafê xwe yê reha werbigirin
10:41 Beştaş: DMME tomar kir ku îqtîdar fermanê dide darazê
09:21 Di 2020'an de mirov ji hêlîkopterê avêtin û tecawizkar serbest berdan
09:19 'Em bi piştgiriya ji bo grevên birçîbûnê dikarin rûpeleke nû vekin'
09:12 Îdianameya karesata keştiyê: Li keştiya bêbelge zêdetirî kapasîteyê rêwî hatine siwarkirin
09:12 Li Efrînê kirinên wekî yên DAIŞ'ê ku jinan 'heram' nîşan didin
09:11 Prof. Omeroglû: Em bûne amadekarên merasîmên cenazeyan
09:00 ROJEVA 25'Ê KANÛNA 2020'AN
08:41 Dema wezîfeya Komîsyona OHAL’ê salek hat dirêjkirin