Madra: Tişta rejîma Erdogan li ser pêyan dihêle qelsbûyîna muxalefetê ye

  • rojane
  • 09:14 23 Kanûn 2020
  • |
img

ENQERE – Hîndekarê Zanîngeha Drewê Yahya Madra, destnîşan kir ku li Tirkiyeyê yên ku rejîma nû li ser pêyan dihêle muxalefet e û got: "Netewperest bersivê nadin eniya netewperest." 

 
Hîndekarê Zanîngeha Drew a li Eyaleta New Jersey a Amerîkayê Yahya Madra, mueyîdeyên CAATSA'yê, krîza rejîmê ya li Tirkiyeyê li hemberî vê rejîmê helwesta muxalefetê ji Ajansa Mezopotamyayê re nirxand. 
 
Madra, bilêv kir ku mueyîdeyên CAATSA'yê divê wekî mueyîdeyên ku dê Îadreya Pîşesaziyê ya Parastinê ku Erdogan kiriye wekî şîrketa malbata xwe bitengijîne û got: "Helbet ne mueyîdeyine ku dê darbeyeke mezin li aboriyê bixwe, lê belê êrîşeke li ser pîşesaziya parastinê. Bi ya min di vî warî de ne ew qasî sivik in. Belkî rasterast û niha bandorê li aboriyê neke, lê di pêş de wê bike." 
 
Her wiha Madra ji bo van mueyîdeyan û bandora wê ya ku dê li têkiliya DYA û Tirkyeyê bikejî, diyar kir ku a rast li DYA'yê êdî Tirkiye wekî mutefîkekê nayê dîtin û got: "Heta em dikarin bibêjin ku wekî mutefîkeke bipirsgirêk tê dîtin. Ev tişt di dema Trum de hatin kirin û di vir de hem demokrat hem jî komarparêz bi awayekî hevpar tevgeriyan û ev jî nîaşn dide ku dê îdareya û ya DYA'yê jî têkiliyên xwe yên bi Tirkiyeyê re cardin di ber çavan re derbas bike. Lê em dikarin vî tiştî jî bibêjin, ji bo Tirkiye were ser xeta NATO'yê dê DYA bi ser de biçe. Ev dê kengî çêbibe nzamim. Ji lewra DYA ancax di nav salekê de xwe ji nû ev sererast bike. Di vir de tişta sereke rewşa Tirkiyeyê ye. Ê di warê demê de tengijiye Tirkiye û îqtidara AKP'ê ye. Ji ber krîza aborî pêdiviya wê bi sermayeyê heye." 
 
Madra, derbarê helwesta rêveberiya AKP'ê ya derbarê mueyîdeyên DYA'yê yên derbarê S-400'an û helwesta Rûsyayê de jî ev tişt gotin: "Bi qasî em dibînin diyaseta derveyî ya Tirkiyeyê pir tevlihev e. Mirov dikare ji hêlan ve nêzî vê mijarê bibe. Yek; rejîma Tirkiyeyê bi pergala serokatiyê ya nû re ger tişt bi Erdogan ve hatiye girêdan. Ji hêla din ve jî Erdogan hem tifaqê bi netewperestan hem jî bi Avrasyakaran re çêdike. Ev yek jî dike ku Erdogan li Rojhilata Navîn bi awayekî hîn bêtir êrîşkar tevbigere. Ji lewra komên ku Erdogan bi wan re tifaq çêkiriye, ne tifaqa aştiyê ye. Tifaqa Erdogan, hem tifaqa şer e hem jî tifaqeke ku xwe disipêre endustriya şer. Erdogan di qada pîşesaziya parastinê de ber bi rejîmeke eskerî ve diçe. Ev vektora yekemîn e. Vektora duyemîn jî Tirkiye hem pergaleke êrîşkar e, lê li hêlekê jî ji ber ku herêm bi awayekî dînamîk pir diguhere, vê êrîşkariya xwe jî hinekî li ser asasên parastinê dike. Mijara din jî bûye pêgirtiyê Rûsyayê. Mesela, di şerê Azerbêcan û Ermenîstanê de, Rûsya ji bo ku Ermenîstanê têxe bin kontrola xwe û wê derî YE'yê bihêle, pêngavek kir. Tiştekî wekî ku li Rojavayê li hemberî Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) kir, li Ermenîstanê jî kir. Yanî lîstsika wê qels bike û muhtacî xwe bike. Tirkiye jî di vê lîstikê de berbayî Rûsyayê ket. Tirkiye, Azerbêcanê proveke kir û li wir bû hêzek ku Rûsya tam bi keys bibe. Gava ev yek kir jî ji NATO'yê dûr ket, ket bin bandora Rûsyayê. Yanî Rûsya Tirkiyeyê di hemleyên xwe yên kişikê de wekî hêzeke girêdayî xwe bi kar tîne. Rûsyayê Tirkiyeyê hem di ser Azerbêcanê de ji bo Ermenîstanê dîzayn bike hem jî belkî ji bo Rojavayê dîzayn bike bi kar anî û hîn jî bi kar tîne." 
 
ARMANCA WAN A HEVAR KURD IN
 
Madra, anî ziman ku çendî ku Tirkiye hay ji vê yekê hebe jî tiştekî ku bike tune ye û got: "Ji lewra armanca hevpara a koalîsyona Avrasyayiyan, netewperestan û Hulûsî Akar kurd in. Tirkiye, bi tawîzên ku daye Rûsyayê vê armanca xwe bi awayekî qismî dike. Jixwe maliyeta şer jî di ser kurdan û xizanan re tê fînansekirin. Yanî ji bo ku Rûsya Tirkiyeyê bi akr bîne îleh ne hewce ye ku bi Tirkiyeyê re tifaqekê çêbike. Rûsya, niha vê yeê dike." 
 
'DÊ DI WARÊ KURDAN DE BÊTIR HEVKARIYA YE'YÊ BIK'
 
Madra ji bo rêveberiya nû ya Amerîkayê ku dê di meha Çileyê de bi serokatiya Joe Bîdenî dest bi kar bike û pêwendiya wê ya bi kurdan û liv û tevgera wê ya li cîhanê jî nirxand. Madra, anî ziman ku taybetmendiya sereke ya qabîneya Bîden ew e ku hêla saziyîbûnê ya dewletê ji nû ve ava bike, ji lewra burokrasiya DYA'yê tarûmar bûye û got: "Dê wê ji nû ve ava bikin. Ez bi vî awayî lê dinerim. Lewma dê têkiliya Amerîkayê ya bi derve re lawaz be, ji lewra xema wê ya sereke pergala xwe ji nû ve ava bike. Di warê kurdan de jî bawer dikim ku wê ji têkiliya di dema Trûmp de cuda be, lê wê çawa be, dê xeteke çawa esas bigire nizanim. Bawer nakim derbarê pergala li Rojava de pêngavine piştgiriyê bike. Wisa bawer dikim ku dê DYA û YE di mijara kurdan de bêtir hevkariyê bikin. Yanî di warê meseleya kurd de dê bi awayekî defacto bi ser Tirkiyeyê de biçe." 
 
QELSBÛYÎNA MUXALEFETÊ
 
Madra, ji bo pirsa "Sedemên krîza rejîmê ya Tirkiyeyê çi ne û dînamîkên wê li ser pêya dihle çi ne" jî got: "A rast bersiva herî kurt a vê pirsî, nebûna muxalefetê ye. Muxalefet qels e. Ji lewra, perçe bûye. Sedema herî girîng a vê perçebûnê jî di warê meseleya kurd de bi awayekî hevpar neberpêşkirina perspektîfa demokratîkbûyînê ye. Yanî muxalefeta li Tirkiyeyê nikare ji xeleka netewperest a ku Erdogan û MHP'ê çêkirie derkeve. Lewma eniya netewperest jî di nav wê çerçoveyê de îqtidara xwe didomîne. A rast ev qasî hêsan e. Netewperest bersivê nadin eniya netewperest. Mesela CHP bi mehan e şaşiyên meseleya S-400'an bilêv dike, lê gava mesele tê ser mueyideyan ew û îqtidarê tên ser heman xetê. Jixwe ev her tiştî diqedîne. Gava tu behsa muxalefetê bikî, hem di warê siyaseta hundirîn hem jî di warê siyaset derveyîn de divê bi awayekî topyekûn muxalefetê bke. Li hemberî vîzyona ku tifaqa Cumhurê çêkiriye, tu çawa li ber radibî? Tu vîzyoneke çawa didî der? Temam, li Tirkiyeyê vîzyoneke sosyalîst ne mimkun e, lê tu dikarî vîzyoneke demokratîk, vîzyoneke ku mafên gelê kurd esas bigirî bidî der. Yanî dixwazim vî tiştî bibêjim; tişta rejîma nû li ser pêyan dihêle, belavbûna vîzyona muxalefetê ye, nikare li dor demokratîkbûyînê û aştiyê tev bigere." 
 
MA/ Selman Guzelyuz

Sernavên din

24/12/2020
21:05 Hejmara kesên ku ji ber Covîd-19'ê mirin bû 19 hezar û 115
18:53 Halîse Aksoy ku cenazeyê kurê wê bi kargoyê jê re hatibû şandin hat binçavkirin
16:40 Rêberê ESP’ê Ok hat girtin
16:16 Demîrtaş bersiv da dijberên biryara DMME’yê
16:15 Jinan li Silopiya banga yekîtiyê kir: Em nebin yek em ê herin yek bi yek
16:01 Li Êlihê cînayeta kar: Kesek mir û 2 kes jî birîndar bûn
15:46 Berteka li dijî zextên li ser endamên ciwantiya HDP’ê
15:27 Taş: Guven bi fermana qesrê hat girtin
15:13 Ji rojnamevan Şahîn re 15 sal ceza hat xwestin
14:56 Rêxistinên civakî yên Amedê: Bila teklîfa qanûnê paş de were kişandin
14:46 Zilamê faîlê îstismarê xwe ‘hişê min ne li serê min e’ parast
14:36 Girtiyê nexweş Abdullah Tûran hat berdan
14:26 Gergerlîoglû dê giliyê Midurê Polîsan ê Ûşakê bike
14:01 Doza ‘propagandaya’ di weşana zindî de hat dîtin
14:01 Doza sereke ya Ozgur Gundemê hat taloqkirin
13:50 Hevserokê HDP’a Agiriyê hat binçavkirin
13:43 ‘Doza Parêzeran a KCK’ê hat taloqkirin
13:35 Biryara yekkirina dozên Eren Keskîn hat dayîn
13:34 Berdevka HDP’ê Gunay: Biryara DMME’yê piştrast kir ku siyasetmedar dîlgirtî ne
13:28 Ji Yeneroglû ji bo Soylû: Wezîrê ku ji mewzûata xwe haydar nîne
13:12 Li Colemêrgê rêyên 57 gundan ji ber berfê hatin girtin
13:04 Nobeta Şengaliyan ket roja 23’yan
13:02 Danişîna hevşaredarên girtî hat taloqkirin
12:48 Baroya Sêrtê derbarê biryara Demîrtaş de daxuyanî da
12:35 Li Wanê 3 hezar 251 esker û cerdevan derketin operasyonê
12:32 Ji bo Leyla Guven ji Wezîrê Karên Hundir ê Îngilistanê re name şandin
12:30 Abbas Şahîn ê Egîtîm Senî hat berdan
12:03 Soza ji sedî 25 dan karkeran, bi qeyûm re li ser ji sedî 5'an li hev kirin
11:59 Dozger dê ji bo doza rojnamevan Boltan mutala amade bike
11:50 Doza parlamenter Dundar hat taloqkirin
11:46 Fîncanci: Ji ber şewbê divê rêveberiyên dewletan hemû bên darizandin
11:39 Greva birçîbûnê di roja 28’an de ye: Li Wanê 7 girtî di grevê de ne
11:36 Soylû, ji bo biryara DMME’yê ya Demîrtaş got ‘tu meneya biryarê tuneye’
11:18 Îdianameya rojnamevan Karataş amade bû: Nûçeyên wî sûc hatine dîtin
10:57 Pasaja Mehmethan a li Sûrê jî wê hilweşandin
10:43 Sererastkirina Ajansa Hawîrdorê li Meclîsê hat qebûlkirin
10:03 Parêzerê Leyla Guven: Biryar sosretiya hiqûqê ye
09:11 Esnafê ku kirêya wî 6 hezar TL ye: Em ê bi 500 TL'yî çi bikin û çi nekin?
09:10 Îdareya girtîgehê ji bo faksa ku tê de behsa binpêkirina mafan hatiye kirin got 'xetere ye'
09:10 Ajovanên dolmîşan: Gava îqtidar be her tişt heye, lê ji bo gel tu tişt tune ye
09:09 'Bêdengkirina rêxistinên civaka sivîl, dê darbeyek be li dijî jiyana sivîl'
09:09 Pêşbîniya welatiyan a ji bo budçeyê: Di nikaribe barê 2021'ê hilgire
09:08 Bêyî delîl 5 salan di girtîgehê de man
09:08 2020 bû sala girtina siyasetmedarên Kurd
09:00 ROJEVA 24'Ê KANÛNA 2020'AN
23/12/2020
20:03 259 kes ji ber Covîd-19'ê mirin
16:57 Polatê HDP’î hat berdan
16:50 341 rêxistinên civakî bertek nîşanî pêşnûmeqanûna qeyûm dan
16:48 TJA’yê ji bo piştevaniyê ji girtiyan re qert şand
16:34 Li Dersimê şahiya Khal hat lidarxistin
16:31 15 sal ceza li endamên Rosayê hat birîn
16:29 Hevşaredarê Kopê hat tehliyekirin
16:15 Parêzerê Demîrtaş: Her kêliya ku neyê berdan sûc e
15:50 Bertekên li dijî girtina Guven mezin dibin: Leyla Guven rûmeta me ye
15:47 Sancar: Biryara DMME’yê ji bo welat şansek mezin e
15:10 ‘Têkoşîna sendîkayî nikare were darizandin’
14:27 Erdogan: DMME nikare li şûna dadgehên me biryar bide
14:18 'Rakirina tecrîdê wê rê li ber aştî û çareseriyê veke’
13:53 TJA: Em biryara girtina Leyla Guven nas nakin
13:41 Bûldan ji bo biryara Demîrtaş got: Efendîno ev biryar we eleqedar dike
13:40 Hem perê wî dizîn hem jî gefa kuştinê lê dixwin
13:18 Ji ber berfê rêyên 821 gundan hatin girtin
12:03 27 sal û 6 meh cezayê girtîgehê li Can Dundar hat birîn
12:02 Xelef: Ji destê Tirkiyê were wê erdnîgariya ereb hemû dagir bike
11:44 OHD: Daraz biryarê nade radigihîne
11:43 Ji eskerê ku strana kurdî got re lêpirsîn dan destpêkirin
11:18 Zarokên wan ê ku gotin ‘hatine revandin’ di êrişa hewayî de jiyana xwe ji dest dan
11:02 Danîşana Roboskî dîsa hat taloq kirin
10:45 Di pandemiyê de xwesteka ji bo hînbûna kurdî zêde bûye
10:36 Kesên li Stenbolê hatibûn binçavkirin hatin berdan
10:11 Çalakiya greva birçîbûnê ket roja 27’an
10:11 Girtiyê 3 sal berê jiyana xwe ji dest da ji ‘propagandayê’ tê darizandin
09:52 Jinên bi lêgerîna tazî re rûbirû mane: Bi mehan bandor li ser me kir
09:51 Keçikên ku winda bûn hatin dîtin
09:18 4 sal in kurê xwe yê girtî nedîtiye
09:17 Hevserokê HDP'a Mêrdînê: Rêveberiya qeyûm rêveberiya diziyê ye
09:16 4 milyon TL metlûbên Şaredariya Sêrtê kêm hatiye nîşandan
09:16 Serokê Odeya Bijîşkan a Mêrsînê: Di pandemiyê de herî zêde xizan dimirin
09:15 Her tişt biha bûye: Esnaf û welatî tev de bi gilî û gazinc in
09:15 ‘Wêneyê siyasetmedarên dest kelemçekirî, helwesta fermî ya dewletê ye'
09:14 Madra: Tişta rejîma Erdogan li ser pêyan dihêle qelsbûyîna muxalefetê ye
09:00 ROJEVA 23'YÊ KANÛNA 2020'AN
22/12/2020
23:11 Leyla Guven birin Girtîgeha Xarpêtê
20:17 Daneyên dawî yên Covîd-19'ê: 251 kes mirin, 19 hezar û 256 kes pêketin
17:47 DMME'yê biryar da: Demildest Demîrtaş berdin
16:55 Baş: Ez girtina Guven bi tundî şermezar dikim
16:25 Dev Saglik-Îş: Heqdestekî ku weke mirovan bijîn dixwazin
16:07 Hevberdevka Meclisa HDK’ê ya Mersînê Yavûz: Heke em ji bo greva birçîbûnê bêdeng bimînin…
16:00 Polîsan mudaxileyî protestoya Guven kir û gelek kes binçav kirin
15:47 Odeya Tabîban a Stenbolê: Em kefîlê Dr. Gokalp in
15:46 ‘Di pêvajoya pandemiyê de ceza li ser ceza li girtiyan tê sepandin’
15:12 Ji jinan berteka Leyla Guven: Weke wê got em naçin tu derê
15:01 Platforma Jinên Kurd ên Yekgirtî salvegera xwe pîroz kir
14:22 Peyama Leyla Guven dan AKP’ê: Em ê bi siyaseta xwe we têk bibin
13:53 Doza Dînk careke din taloq bû
13:45 ‘Divê muçeyê kêmane bibe 4 hezar lîre’
13:38 Li Şirnexê qeza: 3 kesan jiyana xwe ji dest da
13:22 Otobusa penaberan qelibî
13:17 Derbarê parlamenter Guzel de lêpirsîna Guven hat destpêkirin
12:50 Li hemberî Jinnews'ê êrişa sîberî