Ozturk: Tecrîda li Îmraliyê li tevahiya Rojhilata Navîn belav bûye

  • rojane
  • 12:48 16 Kanûn 2020
  • |
img

ŞIRNEX - Şandeya KCD'ê li navçeya Elkê bi gel re civîn li dar xist. Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk di civînê de axivî û got: “Pêwîste ne tenê gelê kurd, gelên Tirkiyê hemû li dijî vê faşîzmê li ber xwe bide û divê em bi rê û rêbazên demokrasiyê li dijî vê faşîzmê tebikoşin."

 
Şandeya ji Hevserokên Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven û Berdan Ozturk pêk tê di çarçoveya kampanyaya “Em ê yekitiyê saz bikin, tecrîdê bişkînin, azadiyê pêk bînin” li herêma Botanê civîn û serdanên xwe didomînin. Şandeya KCD’ê li avahiya Rêxistina HDP'ê ya navçeya Elkê ya Şirnexê civîna gel li dar xist. Herdu Hevserokên KCD’ê, Parlementera HDP'ê ya Şirnexê Nuran Îmîr, rêvebirên HDP'ê yên navçeyê û gelek welatî beşdarî civînê bûn.
 
Di civînê de Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk axivî. Oztûrk diyar kir ku dewlet bi her awayî êrişî ser gelê kurd dike û got: “Li dijî van êrişan tişta herî pêwîst yêkitiya gelê kurd e.”
 
'POLÎTÎKAYÊN WAN HEMÛ LI SER DIJMINAHIYA KURDAN E'
 
Ozturk anî ziman ku dewletê her beşên civaka kurd dorpêç kiriye û wiha axivî: "Îro dewlet êrişên li ser gelê kurd bi bi awayeke aşkere pêk tîne. Di dîrokê de mînaka van êrişan nehatiye dîtin. Di berê de gelê kurd bi îşkenceyê qetil dikir, lê niha bi îşkenceyê û birçîbûnê terbiye dike. Ji bo tunekirina gelê kurd plansaziyek amadekiribûn. Ev plansazî jî plana hilweşandinê bû. Bi vê planê dixwestin gelê kurd tasfiye bikin û bê îrade bihêlin. Vê konsepta şer xistin mêriyetê. Niha êrişî ser başûrê Kurdistanê dikin. Weke sedemê van êrişan jî hebûna PKK'ê nîşan didin û xaka Başûr gav bi gav dagir dikin. Lê em sedemê vê dagirkirinê ji Efrînê, Serekaniyê dizanin. Li dijî Rojava polîtîkayeke qirêj amade kirine. Bi van êrişan dixwazin deskeftiyên ku bi berdelên giran hatine bidestxistin tune bikin. Hemû polîtîkayên wan li ser dijminahiya gelê kurd e."
 
'TECRÎD LI ROJHLATA NAVÎN BELAV BÛYE’
 
Ozturk di dewama axaftina xwe de bal kişand tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û wiha domand: "Rêberê Gelê Kurd birêz Abdullah Ocalan ji 2015'an vir de di bin tecrîdek giran de ye. Ev tecrîd ne tenê li ser birêz Ocalan e. Tecrît di şexsê birêz Ocalan de li ser Rojhilata Navîn pêk tê. Birêz Ocalan di Rojhilata Navîn de bi fikrê xwe û sekna xwe ji gelê Rojhilata Navîn re bûye hêvî. Ji ber vê yekê tecrîdê giran dikin. Tecrîd li Îmraliyê dest pê kir, li ser gelê kurd berdewam kir û niha li Rojhilata Navîn belav bûye. Tu kes nikare ji hikûmetê re fikrê xwe bîne ziman. Kesên ku bi awayeke azad fikrê xwe tîne ziman an tê binçavkirin, an jî tê girtin. Gelê Tirkiyê jî di bin tecrîdê de ye. Ji ber vê yekê jî kengê tecrîd giran bû, ev plana têkbirinê gav bi gav pêk anîn. Bi vê plana têkbirinê xwestin ku sazî û dezgehên kurdan tasfiye bikin. Lê belê ew têk çûn û lê em li şûna xwe ne. Her beşên civaka me dorpêç kirine û dixwazin me xilas bikin. Lê ew hatine asta tunebûnê. Ev êriş ne tenê li dijî gelê kurd e, li dijî hemû ol û baweriyan e. Pêwîste ne tenê gelê kurd, gelên Tirkiyê hemû li dijî vê faşîzmê li ber xwe bide û divê em bi rê û rêbazên demokrasiyê li dijî vê faşîzmê tebikoşin."
 
'GELÊ KURD LI BER XWE DIDE’
 
Pişt re parlementera HDP'ê ya Şirnexê Nuran Îmîr jî axivî. Îmîr bal kişand ser têkoşîna gelê kurd kir û wiha got: "Raste bi gelek aliyan ve li ser me êriş hene, lê li dijî vê tenê çareserî berxwedan e. Îro hemû civaka Tirkiyê teslîm girtine û dorpêç kirine. Hemû sazî dezgehên çapemeniyê di xizmeta vê hişmendiya nijadperest de ne. Yên ku li kolanan, zîndanan, bajaran li ber xwe dide gelê kurd e. Gelê kurd di vê sedsalê de ji hemû mirovahiyê re bû hêvî. Em ê li ber xwe bidin û têkoşîna xwe mezin bikin."
 
Piştî axaftinan şande li navçeyê serdana dikandar û malbatan kir.

Sernavên din

18/12/2020
16:24 TUHAY-DER’ê ji bo grevên birçîbûnê serdana partiyên siyasî kir
16:22 HDP’ê Komkujiya Gurgumê li Meclîsê bi bîr anî
15:57 Rêxistina Efûyê ji bo Siddik Meşe bang kir
15:44 Leyla Guven: Em ê tu carî nedin jibîr kirin
15:42 Di erdheja Sêrtê de 52 jê giran 737 avahî xesar dîtine
15:23 Endama Dîwana KCD’ê Jiyan Taş hat berdan
15:23 Koalîsyona Jinan a Rojnamegeran ji bo nûçegihana me Dûrgût bang kir
15:19 Parastvanên Maf: Doza Komkujiya 19’ê Kanûnê 20 sal in bi dawî nabe
15:01 Di hevdîtinên budçeyê de herî zêde parlamenterên jin ên HDP’î axivîn
14:44 Polîsan di mudaxileya daxuyaniya greva birçîbûn de, gelek kes binçav kirin
14:43 KESK: Ev budçe ne ya me ye
14:11 Platforma Jinan a Antalyayê: Piştgirî da Altin a rastî tundiyê hatibû
13:34 MÎT’ê siyasetmedarên ewropayî jî kiriye hedef
13:18 BES: Bergiriyên pêwîst bigirin, em naxwazin bimirin
13:03 HDP’ê Cejna Êzî ya civata êzidî pîroz kir
13:00 Dadgehê 10 sal û 7 meh ceza li Hevseroka berê ya MEYA-DER’ê birî
11:47 Li Girtîgeha Konyayê 5 girtî beşdarî grevê bûn
11:36 Li 5 bajaran operasyona li dijî Eniya Gel
11:23 Ketina Îçkaleya Amedê hat qedexekirin
11:16 Li Eyn Îsayê şerekî dijwar rû dide
11:15 Rojnameger Dûrgût a di bin çavan de wê bibin Wanê
10:43 Emîne Şenyaşar: Kê zarokên min kuşt?
10:42 Kêm jî be qezenca wan di berîka wan de dimîne
10:03 4 girtî hatin sewqkirin
09:55 Greva birçîbûnê di roja 22'yemîn de ye: Li Rihayê 9 girtî tevlî bûn
09:29 Li 17 bajaran rapirsî: Pirsgirêka herî bingehîn pirsgirêka kurd e
09:24 Ozen: Qirkirina Mereşê îro jî berdewam dike
09:22 Ozturk: Em yekîtiya neteweyî pêk bînin, tifaqa xwe çêbikin
09:21 Jiyan li gundên Colemêrgê: Şertê îkametgahê, destûra ji bo nexweşxaneyê, kotaya ji bo erzaq
09:19 ‘Armanc, em pêşî li ber bişaftinê bigirin'
09:16 Şahida komkujiya 19'ê Kanûnê: Armanc civakê hepsî hcureyan bikirana
09:14 'Wesayîta qeyûm bi pereyê bertîlê hat stendin'
09:13 Arslan: Meaşê jiyaneke mirovane sînorê xizaniyê ye
09:11 Dek û dolabên Midûriyeta Polîsan: Pêşî binçav kirin, dû re biryar girtin
09:09 ‘Mahmût Baksî ji bo nifşê nû hêvî bû'
09:08 Bazara Heywanan a Agiriyê di nava heriyê de ma
09:05 Dayika Girtî: Ew li hundir em jî wê li derve li berxwe bidin
09:02 ROJEVA 18'Ê KANÛNA 2020'AN
17/12/2020
19:26 243 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
18:57 4 rojnamevan hatin binçavkirin
16:41 Partiyên Saadet û Pêşerojê bertek nîşanî gotinên Bahçelî dan
16:26 Leyla Guven: Dem dema yekitiya neteweya kurd e
16:10 Ferdên malbata Şenyaşar bi şertê kontrola edlî hatin berdan
16:08 Rêxistinên ciwanan çûn seredana karkerên Sînboyê
16:07 HDP'ê têkildarî budçeyê gel agahdar kir
16:05 Gergerlîoglu: Hatin û mirovan tazî dikin
16:04 Beştaş: Rûniştina li pêş HDP'ê serbest e, lê li pêş AKP'ê qedexe ye!
15:28 Di doza Ayten Adiguzel de biryar nehat dayîn
15:26 Haber Sen: Sirgûnanan rawestînin
15:14 Komîsyona ÎHD’ê ya jinan: Tekane sûcdarê tacîzê tacîzkare
14:38 Dozger 4 girtiyên ku daxwazname şandin ceza kir
14:00 Ji gelê Şirnexê coşa yekitiya neteweyî
13:49 Serokwezîrê Iraqê Kazimî gihîşt Enqereyê
13:22 Serokkomarê Fransayê Macron bi koronayê ket
13:17 YPG: Hêzên me bi tu awayî êrişî baregehên pêşmergeyan nekirine
13:01 Di doza Hrant Dînk de parêzeran parastin nekir
12:57 Daxwazên rojnameger Karataş ê girtî nayin pêşwazî kirin
11:37 Li Stenbolê jinek hat qetîlkirin
11:23 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
10:59 Li Amedê mijekî zêde
10:22 Grevên birçîbûnê ket roja 21’an
10:22 Mexdûrên erdhejê: Hikûmetê soz dan lê pêk neanîn
10:21 Mihrîcana Fîlmên Kurd a Hambûrgê dest pê dike
09:59 Dengbêjê nemir: Mihemed Arif Cizrawî
09:12 Nêzî milyonek TL cezayê pandemiyê li HDP'iyan birîn
09:10 Kakşar Oremar: Em bi dengê Çarçira bibin yek
09:10 Guven: Daxwaza bi milyonan kesî bidawîkirina tecrîdê ye
09:05 Malbatên girtiyan: Bila daxwazên wan bên qebûlkirin
09:05 Qeyûm tiştên ku nekiriye jî wekî ku kiribe nîşan dide
09:05 Girtiyê nexweş êdî hevjîna xwe û zarokên xwe nas nake
09:05 Hevserokê SES'ê: Piştî daxuyaniya RTC'ê rewşa şewbê jî aşkere bû
09:04 Baskin Oran: Gotina reformê ji ber bê çaretiyê ye
09:00 ROJEVA 17'Ê KANÛNA 2020'AN
16/12/2020
20:10 Hejmara miriyan bû 17 hezar û 121
16:25 Kesên li ber HDP’ê tên sekinandin hewl dan êrişî rojnamevanan bikin
16:07 Dev Turîzm-Îş: 10 milyon kes kêmî heqê herî kêm dixebitin
15:44 Gergerlîoglû: Divê lêgerîna tazî û îşkence were qedexekirin
15:43 Li ser Youtubeyê perwerdeya kurdî dest pê kir
14:59 HDP'ê ji bo rê li pêş mirinê bigirin pêşniyara 28 rojan derneketine bi ewle kir
14:28 Çalakiya karkerên Fabrîkeya Ekmekçîoglû tê astengkirin
14:23 ÎHD û OHD: Rewşa Tûran giran e bila were berdan
13:48 Dozgeriyê 4 fezlekeyên din şandin meclîsê
13:23 Aktîvîsta TJA’yê Fîgen Ektî hat tehliyekirin
12:49 Dadgehê cezayê bijîşk Isi yê hevjîna xwe kuşt erê kir
12:48 Ozturk: Tecrîda li Îmraliyê li tevahiya Rojhilata Navîn belav bûye
12:22 Li Antalyayê mêrekî jinek qetil kir
12:19 Ji KNK'ê banga lezgîn a diyalogê
12:16 Hat angaştkirin ku li Sakaryayê zarokekî karker întihar kiriye
11:33 Li Amedê dolmîş qelibî 7 kes birîndar bûn
11:26 Li Girtîgeha Bafrayê 2 girtî ketin greva birçîbûnê
10:58 Dayikên Aştiyê: Em nebin yek em ê herin yek bi yek
10:43 Girtiyê 60 salî bi koronayê ket
10:17 Polîsan li Edeneyê welatiyek binçav kir
10:16 Çalakiya greva birçîbûnê ket roja 20’an
09:24 'Wê jin xwe biparêzin'
09:23 Li girtîgehên Xarpêtê binpêkirinên mafan zêde bûne
09:22 Di diyarkirina meaşê kêm de karker nayên temsîlkirin
09:21 'Çawa yê xwe zem dikin bila yê me jî wiha zem bikin'
09:21 Kûçikên ku qeyûm ew biribûn çopgehê dimirin
09:20 Şingalî: Pêdiviya şingaliyan bi hikûmeta Iraqê û PDK'ê tuneye