Berdevka TJA'yê Gokkan: Dewletê li dijî jinê şer îlan kiriye

  • rojane
  • 15:20 18 Tîrmeh 2020
  • |
img

AMED – Berdevka TJA'yê Ayşe Gokkan ku piştî binçavkirina 4 rojan serbest hat berdan, di bin çavan de bi gotina “Dewlet, bi binçavkirin, girtin û qetilkirinê li dijî jinê şer îlan kiriye." û xebatên TJA'yê parast. 

Şevê din Dadgeha Cezayê Sulhê ya Amedê der barê 5 jinên ku polîsan bi fermana dozger di 14'ê Tîrmehê de binçav kirin, biryara girtinê da û şand girtîgeha Amedê. Heyeta dadgehê 23 jinan de jî bi şertê kontrola edlî serbest berdan. Ji 23 jinên ku piştî binçavkirina 4 rojan hat berdan yek jê Berdevka Tevgera Jina  Azad (TJA) Ayşe Gokkan bû. Gokkan ku serbest hat berdan, hem li midûriyeta polîsan û hem jî li dozgeriyê pirsên der barê xebatên TJA'yê de jê pirsîn. Gokkan, di îfadeyê de parast ku TJA di qada demokratik, ekolojik û azadiya jinê de xebatê dike. Gokkan, di îfadeyê de anî ziman ku TJA tevgerek bêalî û gerdûnî ye û got: "Ew 35 salin ji bo mafê jinan, aştî û azadiya jinê têdikoşim. Ji ber vê xebatê xwe ez bi dehan caran hatim binçavkirin. Min got 'Eger ev tiştê ez dikim sûc be, ez vî sûcî qebûl dikim. Ez niha niha nêzî 200 caran derketim salona dadgehê. Her cara min îfade da dîsa hatim berdan." 
 
DEMA EM BÊ RÊXISTIN BIN ME QETIL DIKIN' 
 
Gokkan, di îfadeyê de da zanîn ku jin bê navber rastî tacîz û tecawizê tên û wiha lê zêde kir: "Kesên kujer destê xwe diheşînin û serbest digerin. Ev tacîz û tecawiz bi îtîfaqa mêr û dewletê pêk tê. Jin ji ber ku xwe bi rêxistin kirine êdî natirsin. Min heta niha her tim xwe bi vî rengî parast. Ez 55 salî me. Eger ku heta niha ez ji aliyê mêrekî ve nehatime kuştin ji ber ku min xwe parastiye ez nehatime kuştin. Bi salan me li dijî cînayetên namûs û toreyê li ber xwe da. Lê dema em li dijî vê yekê têdikoşin, dewlet û mêr dibe îtîfaq û ji bo kuştina jinê dibêje ‘cînayetê evînê' Me dît ku mêrê li malê, mêrê li nava civakê û mêrê di nava dewletê de hemû li dijî me têdikoşin. Dema jin bê rêxistin bin nikarin nefesê bistînin û her roj tên kuştin."  
 
‘DEWLETÊ LI DIJÎ JINÊ ŞER ÎLAN KIRIYE'
 
Gokkan, di berdewama parastina xwe de bal kişand ser cinayetên li herêmê û wiha lê zêde kir: "Sedema zêdebûna van cînayetên jinan, ji ber ku mekanîzmayên biryarê yên saziyên ku wezîrên dewletê û saziyên dewletê di navde cih digirin, mêr bêtir wêrek dikin. " 
 
Gokkan, di parastinê de herî dawî bal kişand ser Peymana Îstanbul ku ji bo jinan gelek girîng û bi wate ye û wiha got: “Li welatekî heta ku jin ne azad be, dewlet dê nikaribe qala demokrasiye bike. Ji ber ku li hemû cîhanê azadiya jinê ji bo demokratîkbûna wî welatî gelek girîng e. Azadiya jinê pîvana demokratîkbûna wî welatî ye. Tacîz û tecawiza li dijî zarokan sûcekî pir mezin e. Em li dijî zagonên efoya îstîsmara zarokan in. Dewlet têkildarî Peymana Îstanbul dibêje ‘Ez ê îmzeya xwe paşve bikişînim' Bi vê gotinê ji jinê re dibêje; ‘Tu ne welatiyê dewletê ye; tu welatiyê mêr e'. Lê ez naxwazim di bin sî û bandora mêr de bijîm. Ez vê yekê qebûl nakim. Tu kes nikare mafê azadiya min û hilbijartina min ji destê min bigire. Dewletê li dijî jinê şer îlan kiriye. Bi binçavkirin, girtin û kuştina jinan li dijî jinê şer îlan kiriye. Ez li vî welatî dijîn. Wê demê divê dewlet li min guhdar bike. Ger ku ez li vir bim, nayê wateya ku ez sucdar im. Ez xwe wekî kesek sucdar nabînim." 
 
 

Sernavên din

18/07/2020
21:28 Tosun: Emê destûr nedin ku hûn tecawîzkaran fihêl bikin
17:23 ‘Astengiya polîsan parastina tecawizê ye’
17:12 Sancar: Pêdiviya me ji aştiya Rojhilata Navîn heye
16:53 Li Stenbolê şer: Wêneyên êşkenceyê hatin belavkirin
16:36 17 kesên belavokên Komkujiya Pirsûsê belav dikirin hatin binçavkirin
16:07 Ji Rêveberiya Xweser biryara hilbijartinên Sûriyeyê
15:59 Jin li Agiriyê meşiyan: Em ê her dem dengê xwe bilind bikin
15:36 Zewaca berdêl qebûl nekir û hewl da xwe bikuje
15:20 Berdevka TJA'yê Gokkan: Dewletê li dijî jinê şer îlan kiriye
15:10 Di ‘Rûniştina F’ de xwestin Makbûle Ozbek were berdan
15:09 Xizmên windayan: Bila faîlên Vedat Aydin bên darizandin
14:24 'Heta ez bijîm ezê hesabê bavê xwe ji dewletê bipirsim'
14:13 TJA: Emê têkoşînê qet nerawestînin
14:09 Li Şemzînanê teqîn: 2 çawişên pispor û cerdevanek birîndar bûn
13:33 Çawîşê pispor ê çû operasyonê mir
13:11 MEBYA-DER: Tacîz û tecawiza li Bajarê Kurdan ne tesadufî ye
13:11 Ji HDP’ê rapora DEDAŞ’ê: Welatî bi fatoreyên giran tên mexdûrkirin
12:52 Ji bo 8 girtiyên rewşa wan giran banga berdanê kirin
12:47 Şêniyên Wanê bertek nîşanî bûyerên tecawizê dan
12:35 25 sal in winda ye
12:19 ‘Ji tevgera kuçeyan gelek ditirsin’
11:28 Berdevka TJA'yê hat berdan
11:01 Ji HDP’ê daxuyaniya Tûma Çelîk
10:39 Bı çeka bavê xwe yê cerdevan dawî li jiyana xwe anî
10:20 Weşanger û nivîskar Azad Zal hat berdan
10:20 Dadgehê tayînkirina qeyûm wekî 'Silametiya cemaweriyê' nîşan da
09:44 Rêveberiya Xweser: Tirkiye hewl dide destekê bide DAIŞ'ê
09:21 ‘Li Îmraliyê pêvajoyeke taybet tê birêvebirin'
09:19 Her ku qanûn tê taloqkirin, cînayetên kar zêdetir dibin
09:14 Şêniyê taxê mehkûmî ava qirêj kirin
09:12 Jinên çalakger: Peymana Stenbolê misogeriya jiyana me ye
09:12 Kemalbay: Rakirina Peymana Stenbolê cînayet e
09:11 HDP'ê bang li jinan kir: Beşdarî hevdîtina li Mêrsînê bibin
09:09 Mexdûrên erdhejê dê zivistanê li konan derbas bikin
09:08 ‘Heya ku hesabê Pirsûsê neyê pirsin wê Tirkiye ronî nebe’
09:00 ROJEVA 18'Ê TÎRMEHA 2020'AN
08:59 Tuma Çelîk ji HDP'ê îstîfa kir
08:29 18 siyasetmedarên Kurd li Dîlokê şandin girtîgehê
00:12 Dadgehê ji 28 jinan 5 jin girtin
17/07/2020
22:17 Dûrmûş ê li Çiyayê Cûdî di şer de jiyana xwe ji dest da hat definkirin
20:45 Hejmara kesên ji ber koronayê mirin derket 5 hezar û 458'an
19:29 Şivanê eskeran binçavkiribû hat berdan
19:12 Rojnameger Ayşe Guney bi şertê kontrola edlî hat berdan
16:44 Polîsan pankarta ku tecawizê şermezar dike qedexe kir!
16:18 Ji bo jinên girtî dest bi nobeta ‘edalet û azadiyê’ kirin
16:09 Li Gola Wanê 2 cenazeyên din jî hatin dîtin
16:05 Cendirmeyan cotkaran desteser kir DEDAŞ’ê jî trafoyan rakir
15:42 Gel li gelek bajaran bertek nişanî esker û polîsên tecawizkar dan
15:36 Li Ebexê grûbek çekdar êrişî gundiyan kirin
15:16 Polîsan li Dersimê mudaxileyî meşê kirin
15:07 Hunermendan banga ‘Hurmetê nîşanî mafên mirovan bidin' kirin
14:48 Ji bo “Hevdîtina Gelan û Baweriyan’ bang hat kirin
14:32 TJA: Em ê radestî nêzîkatiya zayendperest nebin
14:21 ÎHD 34 salî ye: Têkoşîna mafê mirovan wê bi wêrekî û hêvî bidome
14:20 Ji bo Tîmtîk û Unsal bang kirin: Bibin dengê wan
13:49 Rewşa zarokê leşker ew birîndar kirin xeternak e
13:35 Rojnameger Ayşe Guney û Berdevka TJA Ayşe Gokkan sewqî dadgehê kirin
13:28 Eskeran şivanek binçav kir
13:09 Malbatê giliyê tecawizkar kiriye lê dozgerî bûyerê piştguh kiriye
12:46 Gunay: Tu operasyon êdî nikarin AKP'ê xelas bikin
12:32 Meclîsa Jinan a HDP’ê derbarê Işik de lêpirsîn da destpêkirin
12:04 Bi çeka bavê xwe yê cerdevan xwest întîhar bike
10:20 Li Dersimê êrişî 2 rojnamevanan kirin
09:58 Jin sibê li Agiriyê dicivin
09:52 Li Dîlokê 9 kes hatin girtin
09:22 Bavê 22 sal in li kurê xwe digere: Peyarêya Kîlyosê cewhera komkujiyane
09:21 Qeyûmê Êlihê ji polîsan re dixebite
09:21 ‘Peymana Stenbolê li dijî tundiyê nexşerêya me ya herî girînge’
09:20 Piştî 10 salan beraet kir
09:19 Ji bo darazê bang kir: Em nûnerên hêviyê biparêzin
09:18 Bi çêkirina lihêfan debara xwe dikin
09:14 Bacayên binavgîn fatûrên ceyranê nepixandin
09:13 Li Bazîdê keyayek jin xwe xistiye dilê taxê
09:12 Malbata Çobaz di 15 salan de muzeya amûrên çandiniyê ava kirin
09:00 ROJEVA 17'Ê TÎRMEHA 2020'AN
08:46 Çawişê pispor ê tecawizkar hat binçavkirin
07:59 Ciwanê Sûriyeyî yê 17 salî Hemze li Bûrsayê kuştin
16/07/2020
23:08 Li Êlihê, îdîaya çawîşekê pispor tecawîzî zarokekê kir
22:57 Cenazeyê Havva Baran a HPG’î li Amedê hat veşartin
21:06 21 kesan ji ber Kovîd-19 jiyana xwe ji dest dan
20:54 Ji jinên li Amedê hatin binçavkirin 4 jê hatin berdan
19:52 Piştî rojnameger Guney û jin hatin binçavkirin 'şahid' hat guhdarkirin
18:17 ‘Li dijî êrîşên zayendî, tundî û desdirêjiyê em li ser piyane’
18:03 Dayika 3 HPG'iyan Sultan Yaşar jiyana xwe ji dest da
16:53 Leşkeran şivanê biçûk birîndar kir
16:19 Hefteyeke ji kurê xwe agahî wernagire
16:18 Li Girtîgeha Mîdyadê îdeaya 80 girtî bi Covid-19'ê ketine
15:51 Dadgehê di doza 10'ê Cotmehê de biryar da ku fîraran ji wezaretê bipirsin
15:13 Li Dersimê 3 polis û îmamek ji peywirê hatin girtin
15:13 ÎHD rapora girtîgehan aşkere kir
15:02 Cotkar daketin ser rêya Hevrîşmê û rê girtin
14:50 Birca Keçikê wê ji polisan dewrî DTSO’yê bê kirin
14:34 Parêzerên doza 10'ê Cotmehê: sendelî heye lê bersûc tune
14:12 Îfadegirtina 25 jinên di binçavan de dest pê kir
13:54 ‘Em ê bêdeng nebin, navê me berxwedan e’
13:44 Şerê li sînorê Ermenistan û Azerbeycanê dîsa dest pê kirin
13:26 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
13:24 Temellî: DEDAŞ rûyê AKP'ê ye
13:11 Ji bo daxuyaniya ‘aştiyê’ bang li xelkê Amedê hat kirin
12:55 Salek e ambargo li ser Kampa Mexmûrê ye