Dayik Şenyaşar: Hecî li ber çavên min kuştin

  • rojane
  • 17:31 9 Tîrmeh 2020
  • |
img

MELETÎ - Parlamenterê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz ê weke gazindker beşdarî danişîna doza Şenyaşaran a li Meletiyê hat dîtin bû, diyar kir ku komplo li hemberî wî hatiye kirin û endamên malbata Şenyaşar weke "Pêwendiya bi rêxistinê heye" nîşan da.

 
2'yemîn danişîna doza derbarê bûyara xizm û parastvanên parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz ên di 14'ê Hezîrana Do18'an de li navçeya Pirsûs a Rihayê êrîşî dikana malbata Şenyaşar kiribûn û di êrîşê de Haci Esvet Şenyaşar û kurên wî Celal û Adil Şenyaşar û birayê Yildiz Mehmet Şah Yildiz jiyana xwe ji dest dabûn, ya li 3’yemîn Dadgeha Cezaya Giran a Meletiyê hat dîtin dewam. Parêzerên Yildiz ê AKP'ê hewl dan danişînê provoka bikin. Fadil Şenyaşar ê du salin girtiye, di parastina kir de da zanîn ku wî Mehmet Şah Yildiz ne kuştiye. 
 
Parlamenterên HDP'ê Ayşe Surucu û Omer Farûk Gergeroglû yên kesin danişînê bi şopînin, destûr nehat dayîn ku bikevin salonê û danişînê bişopîn in. Di danişîna dest pê kir de bersûc û gazinkeran parastin kirin. 
 
BIRÎNDAR KUŞTIN
 
Hevjîna Celal Şenyaşar ê di bûyerê de jiyana xwe ji dest da Huriye Şenyaşar dest pê kê parastin kir û bûyera li nexweşxanê hat jiyîn vegot: "Dema ez çûn nexweşxanê min dît ku hevjînê min Celal birîndar bûye. Celal ez dîtim û destê xwe dirêjî min kir. Dûre wî girtin odeyê. Pişt re min dît ku kesekê gumlekê wî yê sipî di nava xwînê de mayî, ji odeyê derket. Hevjînê min wan kuşt."
 
'LI SEDYEYÊ QETIL KIRIN' 
 
Piştre Mehmet Şenyaşar şahidiya xwe ya derbarê bûyerê de vegot. Şenyaşar, diyar kir ku dema ku çûye cihê bûyer ditiye ku 2 birayên wî bi birîndarî li erdê dirêjkirî bûne û wiha got: “J imin alîkarî xwestin. Ez metil mabûm. Ambûlans dereng hat. Ez bi birayê xwe Adil re bi ambûlansê çûm nexweşxaneyê. Piştî em ji ambûlansê pêya bûm aliyê hember li ser sedyêyê gule li birayê min reşandin û ew qetilkirin.”
 
'EM DERS BIDIN VANA’ 
 
Ferît Şenyaşa ê gazindker ku ji bûyerê birîndar xelas bû jî diyar kir ku destpêkê li cihê karê wan piştî axaftinê kesên li cem parlamenter gotine ku em ders bidin vana û ev tişt anî ziman: “Piştî vê gotinê derketin çûn. Piştre telefon ji min re hat. Dema ku ez çûm cihê bûyerê di ser dilê birayê min de bûn. Di destê min de jî dar hebû, min jî bi vî darî dirêjî wan kir da ku belav bibin. Dema min wiha kir êrîşî min jî kirin û bi ser min de girtin. Ji ber derbin ku min xwar ji ser hişê xwe çûm.”
 
'HECÎ LI BER ÇAVÊN MIN QETIL KIRIN’ 
 
Emîna Şenyaşar ku hevjîn û 2 zarokên wê di bûyerê hatibûn kuştin jî qala bnûyerê kir û derbarê mijarê de ev tişt gotin: “40 sal e malbata min li wir esnafiyê dike. Me bi rêxistinê sûcdar dikin. Heke em wisa bin çima kirêciyên me yên polis û leşker hene. Nebiyekî min agahiya bûyerê da min. Dema ku ez ber bi dukkanê ve diçûm, niştecihên taxê min asteng kirin û gotin ku zarokên min hatine kuştin. Gotin ku neçe dê te jî bikujin. Lê minm hewl da biçim dukkanê. Polisan cihê bûyerê dorpêç kiribûn û destûr nedan ku ez derbasî dukkanê bibim. Piştre bi wesayîtekê çûm nexweşxaneyê. Wê demê min dît ku hevjînê min ji gelek cihên xwe hatiye kêrkirin. Li ber çavê min Hecî li nexweşxaneyê kuştin. Wê demê firseta ku ez bi zarokên xwe yên birîndar hevdîn bikim çênebû.” Emîne Şenyaşar, di dema de vegotina xwe de tim giriya.
 
'MIN M. ŞAH YILDIZ NEKUŞTIYE’ 
 
Pişt re Fadil Şenyaşar ê girtî tê darizandin ji Girtîgeha Xarpêtê ku du sal in di hucreyê de tê ragirtin bi rêya dîmen (SEGBÎS) beşdarî danişînê bû û wiha parastina xwe kir: “25 sal in ez li dikana xwe esanfiyê dikim. Dema hilbijartinê bû. Îbrahîm Halîl Yildiz ê AKP’yî û yên li gel wî hatin dikana min. Min jî di wê kêliyê de ji wekîl re got xizmên te diziyê dikin. Min got beriya her tiştî hûn vê problemê çareser bikin. Wekîl ji min re got ‘tu çawa wisa ji min re dibêjî.’ Pişt re ev çûne dikana me ya din. Nimreyek nas nakim li min geriya û got li birayên te xistine. Ez û birayê xwe Ferît çûn. Di destê min de çek û di destê Ferît de jî dar hebû û em çûn dikanê. Dema min dîmenên li dikanê dît ber çavê min reş bû. Min sê dest li ser hev gule reşand. Lê min kesî hedef nîşan neda û min gule reşand. Di îdianameyê de tê gotin ku min 8 car gule berdaye. Lê min tenê 3 gule berdane. Pişt re xizmê Yildiz ê AKP’yî êrişî minm kirin û min bêbandor kirin. Çeka min ji destê min girtin. Teqez min Mehmet Şah Yildiz nekuştiye. Ez dixwazim werim berdan û beratkirin.” 
 
YILDIZ Ê AKP'YÎ XWEST DANIŞÎNÊ PROVOKE BIKE
 
Îbrahîm Halîl Yildiz ê AKP’yî jî muştekî hat guhdarkirin. Yildiz îdia kir ku ew ji bo welat û xelkê xebitiye û bûyer veguherandine siyasetê. Yildiz îdia kir ku ji ber ew AKP’yî ye komplo lê kirine. Di vê navberê de parêzerên malbata Şenyaşar mudaxeleyî axaftina Yildiz kirin. Her wiha parêzerên AKP’iyan jî kêlî bi kêlî bi gotin û berizînê xwestin malbata Şenyaşar û danişînê provoke bikin. 
 
Yildiz ê AKP’yî û parêzerên wî xwestin têkiliya Haci Esvet Şenyaşar û “rêxistinê” bi hev ve girê bidin û ketin pey vê lêgerînê. Serokê dadgehê jî bertek nîşan dabû û gotibû “em li vir însanek hatiye kuştin nadarizînin.” Dadger destûr neda axaftina xwe bidomînin. 
 
Dadger navber da danişînê. Piştî danişînê dê danişîn bi beyanên bersûc Enver Yildiz berdewam bike. 
 
 
 

Sernavên din

10/07/2020
09:04 Korona û krîza aborî bandorê li ser cil û bergên Botanê jî dike
09:04 'Şaredarî pirsgirêka ava taxan çareser nake'
09:00 ROJEVA 10'Ê TÎRMEHA 2020'AN
08:55 Polîsan li Edene û Mêrsînê derî şikandin û gelek kes binçav kirin
09/07/2020
21:39 Parêzerê Şenyaşaran: Îdianame ji bo parastina malbata Yildiz hatiye amadekirin
20:12 Hejmara kesên ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dane bû 5 hezar û 300
17:31 Dayik Şenyaşar: Hecî li ber çavên min kuştin
16:45 Serdozger: Derbarê hejmara kesên di kelekê de gotinên hevnegirtî hene
16:14 Ji bo rojnameger Azîz Orûç edalet hat xwestin
15:19 Dolmîşa karkerên çandiniyê qelibî
15:11 Jinan got: Heya Meclîs bê girtin em ê di nobetê de bin
15:11 Serokên baroyan ku gihîştin Enqereyê dîsa hatin dorpêçkirin
15:06 Ji bo Tîmtîk û Unsal bang li Dadgeha Bilind kirin
14:31 TMMOB’ê bang li DEDAŞ’ê kir: Dev ji vê bêhiqûqiyê berdin
13:58 Hevşaredarê Cizîrê Zirig ji doza ‘pesnê’ hat beratkirin
13:17 ÎSÎG: Di meha Hezîranê de 188 karkeran jiyana xwe ji dest dan
12:51 Bernameya ‘Hevdîtinên Demokrasiyê’ ya HDP’ê diyar bû
12:46 Li Sakaryayê teqîn: 3 leşker mirin
12:41 Encumenên Şaredariya Farqînê negirtin civînê
12:24 ÎHD: Girtîgeh ji bo jiyana Ozbek û Oyûnlû bi rîske
12:15 Danişîna malbata Şenyaşar dest pê kir
11:57 Daneşîna Bîlgen taloq bû
11:45 Serokên Baroyan parêzer vexwendin Enqerê: Em ê di nobetê de bin
11:01 Li Stenbolê gelek kes hatin binçavkirin
10:43 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
10:18 Walî ji xwişka Doku re got: Bi gel û çapemeniyê re neaxive, bêdeng be
09:56 Ji ber ku daxwazname nenivîsand girtî ‘endamê aktîf ê rêxistinê’ hat hesibandin!
09:24 'Em ê li dijî îşkenceyê îsyana xwe mezin bikin’
09:24 Berdevkê Pêşwaziya Koçberan a Şengalê Îdo Şekir:Vegera Şêniyên Şengalê li dijî êrişan bersiva herî xurte
09:23 Heskîfa 12 hezar salan 'bi awayê wê yê nû' hat rûxandin
09:22 Akademiya Uvercînkayê vebû
09:22 Serokê Baroya Mêrsînê: Pir baro projeyeke FETO'yê ye
09:21 Ji bo 33 rêwiyên xeyalan kampanyaya 'edaletê'
09:20 ‘Hikûmeta AKP'ê em di nav deynan de hiştine'
09:20 ‘Gavên tên avêtin hemû divê ji bo yekîtiyê bin'
09:19 Midûriyeta Polîtîkayên Jinan a Şaredariya Silopiya lez daye xebatên xwe
09:10 Ji Ma Muzîkê projeyeke nû: Ji lorîkan ber bi senfoniyan rêwitiya newayan
09:00 ROJEVA 9'Ê TÎRMEHA 2020'AN
08/07/2020
20:13 Hejmara kesên ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dane bû 5 hezar û 282
16:11 Piştî mehekê kelemçeya di piyê Alinak de hat vekirin
16:06 Ji bo jinên ku wezaretê dagir kiribû daxwaza girtinê hat kirin
15:56 Keleka ku li Gola Wanê noqî avê bûbû di kûrahiya 107 metreyan de hat dîtin
15:36 HDP’ê bi protestoyê dest bi hevdîtinên teklîfa pir baroyan kir
14:48 Dema bidawîbûna çalakiya xwe ragihand hat binçavkirin
13:56 Beyî ku bibe qeyûm çû!
13:56 Girtiyan bi xwesteka bên dermankirin dest bi grevê kirin
13:08 Dayika Aştiyê Ozbek bi hêceta ‘gumana revê heye’ nehat berdan
12:43 Ozsoy: PKK ne li Sûriye û Iraqê li Enqereyê hat damezrandin
12:19 Ala tirk li ser deriyê mala wê xêz kirin
11:26 Ji bo danişîna ku sibê bê dîtin banga piştevaniyê kir
11:22 Li Rihayê 3 siyasetmedar hatin binçavkirin
11:15 5 ciwanên HDP’yî hatin girtin
11:14 Li Îzmîrê 5 kes hatin binçavkirin
10:58 Li Licê mayîn û topên hewanê yên neteqiyayî hatin dîtin
10:57 Aydin: Îqtîdar ji hêza baroyan ditirse
10:37 8 daîreyên Dadgeha Bilind tên girtin
10:24 Li Panosê Xeta Mor vebû
10:17 'Sitargeh û dewlet jinan naparêz in’
09:52 Kesek din ji ber teqînê hat girtin
09:20 'Em bi hev re pêşî li şewitandina pirêzeyan bigirin'
09:19 Kesa li şaredariya qeyûm 'îhaleya xeyalî' çêkiribû jî ji peywirê hat girtin
09:19 Dûrmûş: Di tazmînata kidemê de daxwazên îqtidar û sermayeyê li hev dertên
09:18 Serdaroglû: Heger pêşnûma berpêşî Meclîsê bê kirin wê bi milyonan karker bimeşin
09:17 Doza gorên komî birin AYM'ê
09:17 Yuce: Têkoşîna jinan ne di avahiyan de ye, li qadane
09:16 Di karê xwe yê 25 salan de bedêla keda xwe nagire
09:15 Patron cudakariya sendîkayan li karkeran dike
09:13 Evran: Bi destûra Amerîkayê êrişên li dijî Başûr hatine destpêkirin
09:11 Li Wanê heqê kîraya xaniyan 2300 TL derbas kir
09:00 ROJEVA 08'Ê TÎRMEHA 2020'AN
07:51 Di şewata daristanê de 6 kes mirin û 9 kes birîndar bûn
07/07/2020
20:02 19 kesên din jî ji ber şewba Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dane
17:01 Ferhat Ateş ê HPG’î li gundê xwe hat definkirin
16:52 Rojbîn Çetîn piştî îşkenceya 12 rojan girtin
15:11 Dozger bi daxwaza girtinê Rojbîn sewqî dadgehê kir
14:53 Şîraz Hemo: Rola jinan di şoreşê de sereke ye
14:49 Şeker ê HPG'î di gora bavê xwe de hat definkirin
14:24 Baroyan pêşnûmeya ‘Pir Baroyî' şermezar kirin
14:12 Jinên ku wezaretê dagir kirin daxwaza ‘ewlehiyê’ kirin
14:03 Dadgehê 8 sal û 9 meh ceza li Hevşaredarê Sûrê Ozdemîr birî
13:58 Haber Sen: Emê bimeşin Enqereyê
13:45 Çetîn a bi kuçikan îşkence lê hat kirin sewqî edliyê kirin
13:24 Ji 69 parlamenterên PE ji bo Tirkiyê hişyarî
13:12 HDK: Tecrîda li Îmraliyê bandora xwe li ser civakê dike
13:09 Yek ji sextekarekî zêrînger ê din hat girtin.
13:00 Sancar: Ji bo avakirina demokrasiyê em tên cem hev
11:39 Şaredariya Giyadinê dest bi avakirina Bazara Ked a Jinan kir
11:39 Akademîsyenên Aştiyê Fîncanci û Gursoy hatin beratkirin
11:14 Bavê Akhamûr ê li Pirsûsê hatibû qetilkirin jiyana xwe ji dest da
11:14 Parêzerên Ocalan serlêdana hevdîtinê kirin
10:54 Waliyê Rihayê hemû çalakî û şahî xedexe kir
10:40 Dewletê nekarî jina ciwan Zeynep biparêze
10:18 Eskeran li bejayiya Omeriyanê dest bi operasyonê kirin
10:17 Vedat Aydin sembola wêrekiyê bû
10:16 Beriya ku pêşniyarqanûna baroyan bibe qanûn serlêdana baroyeke nû hat kirin
09:42 Li Sakaryayê 4 kes têkildarî teqînê hatin girtin
09:41 Di binçavan de zexta ‘An hez bike, yan jî terk bike'
09:13 'Ji bin peymanê rakirina îmzeyê tê wateya rewakirina şidetê'
09:13 Erdemol: Li Lîbyayê wê nehêlin Tirkiye bi tena serê xwe wê pasteyê bixwe
09:12 Bi Mala Tenûrê debara xwe dike