Ji bo 33 rêwiyên xeyalan kampanyaya 'edaletê'

  • rojane
  • 09:21 9 Tîrmeh 2020
  • |
img

STENBOL - Hevseroka SGDF'ê Alev Ozkîraz, anî ziman ku wê di "hefteya edaletê" ya ji bo kesên li Pirsûsê hatin qetilkirin de di navbera 10-20'ê Tîrmehê de hin çalakiyan li dar bixin û bi van çalakiyan kesên jiyana xwe ji dest dane bibîr bînin. 

Di 20'ê Tîrmeha 2015'an de ciwanên bi pêşengiya Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF) de li hev kom bûn û ji bo ji zarokên Kobaniyê re pêlîstokan bibin ketibûn rê hatibûn Navenda Çandê ya Amarayê ya Pirsûsê. Gava ciwan li baxçê navenda çandê bûn DAIŞ'ê êrîşeke xwekujiyê biribû ser wan û di teqînê de 33 kesî jiyana xwe ji dest dabû û 104 kes jî birîndar bibûn. Piştî vê kesên jiyana xwe ji dest dabûn û birîndar bibûn wekî "rêwiyên xeyalan" hatibûn binavkirin. 
 
24 rêxistinên ciwanan ku SGDF pêşengiya wan dike, di 5'emîn salvegera komkuiyê de navbera 10-20'ê Tîrmehê wekî "hefteya edaletê" diyar kir û wê di vê hefteyê de ji bo bîranîna kesên jiyana xwe ji dest dane çalakiyên cur bi cur bên lidarxistin. 
 
ÇALAKÎ
 
Hevseroka Giştî ya SGDF'ê Alev Ozkîraz, anî ziman ku dê di çalakiyên di çarçoveya kampanyayê de bibêjin "Ji bo Pirsûsê edalet, ji bo her kesî edalet" û got, wê di çarçoveya meşan de li Okmeydaniyê ji bo Berkîn Elvan, li Şîşliyê ji bo Hrant Dînk, li Îkîtelliyê ji bo Hasan Ogûz ê di dema pêvajoya Covîd-19'ê de jiyana xwe ji dest da û wê li Beyoglûyê jî ji bo Hande Kaderê daxwazên xwe yên i bo edaletê bînin ziman. Her wiha Ozkûraz, bilêv kir ku ji bo bal bikişînin ser qirkirina jina û şidetê jî wê li Kadkoyê "Zincîra Edaletê" û ji bo akademîsyenên aştiyê, parêzer û xwendekarên ji wargehên xwendekaran hatine avêtin jî" Kursiya Edaletê" li dar bixin. 
 
Ozkîraz, bilêv kir ku tevahiya civakê bi bêedaletiyê re rû bi rû maye û got, li hemberî vê rewşê girseyan "zor daye barîkatan" û hewl didin "axa mirî" ya li ser xwe bavêjin. Ozkîraz, got: "Di vê çarçoveyaê de em jî dicwazin têkoşîna ji bo edaletê dorfirehtir bikin. Mesela HDP û baro li dijî bêedaletiyê meşiyan. Me jî gava naveroka vê kampanyayê amade kir di vê çarçoveyê de gav avêtin. Ji bo em bibin dengê daxwaza ji bo edaletê ya civakê me pêvajoyeke wiha da destpêkirin." 
 
‘WÊ EDALET LI KUÇEYAN BIWELIDE' 
 
Ozkîraz ku got "Îqtidara ku li Pirsûsê komkujî pêk anî û ya ku îro jinek kuşt heman îqtidar e" got: "Armanca me jî em li dijî vê îqtidara komkujer bibin yekwicûd. Em ê ji bo hemû kesên bi bêedaletiyê re rû bi rû dimînin bên cem hev. Ji bo Pirsûs û her kesî wê edalet tenê bi dadgehan neyê. Loma em dixwazin têkoşîna edaletê li kuçeyan zexm bikin. Ji xwe em dizanin wê edalet li kuçeyan biwelide." 
 
Ozkîraz, ji bo têkoşîna ji bo edaletê bang li her kesş kir û got: "Werin em bi hev re dakevin kuçeyan bitêkoşin û edaletê bînin."
 
Xwendekar Lîzge Bîter ku di nav kampanyayê de cih digire, anî ziman ku li çar aliyên welêt bêedaletî heye û got, armanca wan ew e ku hemû kesên bi bêedaletiyê re rû bi rû mane bên cem hevdu û têkoşîneke hevpar ava bikin. 
 
MA / Mehmet Aslan - Ferhat Çelîk 
 
 

Sernavên din

10/07/2020
09:04 Korona û krîza aborî bandorê li ser cil û bergên Botanê jî dike
09:04 'Şaredarî pirsgirêka ava taxan çareser nake'
09:00 ROJEVA 10'Ê TÎRMEHA 2020'AN
08:55 Polîsan li Edene û Mêrsînê derî şikandin û gelek kes binçav kirin
09/07/2020
21:39 Parêzerê Şenyaşaran: Îdianame ji bo parastina malbata Yildiz hatiye amadekirin
20:12 Hejmara kesên ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dane bû 5 hezar û 300
17:31 Dayik Şenyaşar: Hecî li ber çavên min kuştin
16:45 Serdozger: Derbarê hejmara kesên di kelekê de gotinên hevnegirtî hene
16:14 Ji bo rojnameger Azîz Orûç edalet hat xwestin
15:19 Dolmîşa karkerên çandiniyê qelibî
15:11 Jinan got: Heya Meclîs bê girtin em ê di nobetê de bin
15:11 Serokên baroyan ku gihîştin Enqereyê dîsa hatin dorpêçkirin
15:06 Ji bo Tîmtîk û Unsal bang li Dadgeha Bilind kirin
14:31 TMMOB’ê bang li DEDAŞ’ê kir: Dev ji vê bêhiqûqiyê berdin
13:58 Hevşaredarê Cizîrê Zirig ji doza ‘pesnê’ hat beratkirin
13:17 ÎSÎG: Di meha Hezîranê de 188 karkeran jiyana xwe ji dest dan
12:51 Bernameya ‘Hevdîtinên Demokrasiyê’ ya HDP’ê diyar bû
12:46 Li Sakaryayê teqîn: 3 leşker mirin
12:41 Encumenên Şaredariya Farqînê negirtin civînê
12:24 ÎHD: Girtîgeh ji bo jiyana Ozbek û Oyûnlû bi rîske
12:15 Danişîna malbata Şenyaşar dest pê kir
11:57 Daneşîna Bîlgen taloq bû
11:45 Serokên Baroyan parêzer vexwendin Enqerê: Em ê di nobetê de bin
11:01 Li Stenbolê gelek kes hatin binçavkirin
10:43 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
10:18 Walî ji xwişka Doku re got: Bi gel û çapemeniyê re neaxive, bêdeng be
09:56 Ji ber ku daxwazname nenivîsand girtî ‘endamê aktîf ê rêxistinê’ hat hesibandin!
09:24 'Em ê li dijî îşkenceyê îsyana xwe mezin bikin’
09:24 Berdevkê Pêşwaziya Koçberan a Şengalê Îdo Şekir:Vegera Şêniyên Şengalê li dijî êrişan bersiva herî xurte
09:23 Heskîfa 12 hezar salan 'bi awayê wê yê nû' hat rûxandin
09:22 Akademiya Uvercînkayê vebû
09:22 Serokê Baroya Mêrsînê: Pir baro projeyeke FETO'yê ye
09:21 Ji bo 33 rêwiyên xeyalan kampanyaya 'edaletê'
09:20 ‘Hikûmeta AKP'ê em di nav deynan de hiştine'
09:20 ‘Gavên tên avêtin hemû divê ji bo yekîtiyê bin'
09:19 Midûriyeta Polîtîkayên Jinan a Şaredariya Silopiya lez daye xebatên xwe
09:10 Ji Ma Muzîkê projeyeke nû: Ji lorîkan ber bi senfoniyan rêwitiya newayan
09:00 ROJEVA 9'Ê TÎRMEHA 2020'AN
08/07/2020
20:13 Hejmara kesên ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dane bû 5 hezar û 282
16:11 Piştî mehekê kelemçeya di piyê Alinak de hat vekirin
16:06 Ji bo jinên ku wezaretê dagir kiribû daxwaza girtinê hat kirin
15:56 Keleka ku li Gola Wanê noqî avê bûbû di kûrahiya 107 metreyan de hat dîtin
15:36 HDP’ê bi protestoyê dest bi hevdîtinên teklîfa pir baroyan kir
14:48 Dema bidawîbûna çalakiya xwe ragihand hat binçavkirin
13:56 Beyî ku bibe qeyûm çû!
13:56 Girtiyan bi xwesteka bên dermankirin dest bi grevê kirin
13:08 Dayika Aştiyê Ozbek bi hêceta ‘gumana revê heye’ nehat berdan
12:43 Ozsoy: PKK ne li Sûriye û Iraqê li Enqereyê hat damezrandin
12:19 Ala tirk li ser deriyê mala wê xêz kirin
11:26 Ji bo danişîna ku sibê bê dîtin banga piştevaniyê kir
11:22 Li Rihayê 3 siyasetmedar hatin binçavkirin
11:15 5 ciwanên HDP’yî hatin girtin
11:14 Li Îzmîrê 5 kes hatin binçavkirin
10:58 Li Licê mayîn û topên hewanê yên neteqiyayî hatin dîtin
10:57 Aydin: Îqtîdar ji hêza baroyan ditirse
10:37 8 daîreyên Dadgeha Bilind tên girtin
10:24 Li Panosê Xeta Mor vebû
10:17 'Sitargeh û dewlet jinan naparêz in’
09:52 Kesek din ji ber teqînê hat girtin
09:20 'Em bi hev re pêşî li şewitandina pirêzeyan bigirin'
09:19 Kesa li şaredariya qeyûm 'îhaleya xeyalî' çêkiribû jî ji peywirê hat girtin
09:19 Dûrmûş: Di tazmînata kidemê de daxwazên îqtidar û sermayeyê li hev dertên
09:18 Serdaroglû: Heger pêşnûma berpêşî Meclîsê bê kirin wê bi milyonan karker bimeşin
09:17 Doza gorên komî birin AYM'ê
09:17 Yuce: Têkoşîna jinan ne di avahiyan de ye, li qadane
09:16 Di karê xwe yê 25 salan de bedêla keda xwe nagire
09:15 Patron cudakariya sendîkayan li karkeran dike
09:13 Evran: Bi destûra Amerîkayê êrişên li dijî Başûr hatine destpêkirin
09:11 Li Wanê heqê kîraya xaniyan 2300 TL derbas kir
09:00 ROJEVA 08'Ê TÎRMEHA 2020'AN
07:51 Di şewata daristanê de 6 kes mirin û 9 kes birîndar bûn
07/07/2020
20:02 19 kesên din jî ji ber şewba Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dane
17:01 Ferhat Ateş ê HPG’î li gundê xwe hat definkirin
16:52 Rojbîn Çetîn piştî îşkenceya 12 rojan girtin
15:11 Dozger bi daxwaza girtinê Rojbîn sewqî dadgehê kir
14:53 Şîraz Hemo: Rola jinan di şoreşê de sereke ye
14:49 Şeker ê HPG'î di gora bavê xwe de hat definkirin
14:24 Baroyan pêşnûmeya ‘Pir Baroyî' şermezar kirin
14:12 Jinên ku wezaretê dagir kirin daxwaza ‘ewlehiyê’ kirin
14:03 Dadgehê 8 sal û 9 meh ceza li Hevşaredarê Sûrê Ozdemîr birî
13:58 Haber Sen: Emê bimeşin Enqereyê
13:45 Çetîn a bi kuçikan îşkence lê hat kirin sewqî edliyê kirin
13:24 Ji 69 parlamenterên PE ji bo Tirkiyê hişyarî
13:12 HDK: Tecrîda li Îmraliyê bandora xwe li ser civakê dike
13:09 Yek ji sextekarekî zêrînger ê din hat girtin.
13:00 Sancar: Ji bo avakirina demokrasiyê em tên cem hev
11:39 Şaredariya Giyadinê dest bi avakirina Bazara Ked a Jinan kir
11:39 Akademîsyenên Aştiyê Fîncanci û Gursoy hatin beratkirin
11:14 Bavê Akhamûr ê li Pirsûsê hatibû qetilkirin jiyana xwe ji dest da
11:14 Parêzerên Ocalan serlêdana hevdîtinê kirin
10:54 Waliyê Rihayê hemû çalakî û şahî xedexe kir
10:40 Dewletê nekarî jina ciwan Zeynep biparêze
10:18 Eskeran li bejayiya Omeriyanê dest bi operasyonê kirin
10:17 Vedat Aydin sembola wêrekiyê bû
10:16 Beriya ku pêşniyarqanûna baroyan bibe qanûn serlêdana baroyeke nû hat kirin
09:42 Li Sakaryayê 4 kes têkildarî teqînê hatin girtin
09:41 Di binçavan de zexta ‘An hez bike, yan jî terk bike'
09:13 'Ji bin peymanê rakirina îmzeyê tê wateya rewakirina şidetê'
09:13 Erdemol: Li Lîbyayê wê nehêlin Tirkiye bi tena serê xwe wê pasteyê bixwe
09:12 Bi Mala Tenûrê debara xwe dike