Aydenîz banga hişyariya koronayê li xelkê Cizîrê kir

  • rojane
  • 14:38 26 Hezîran 2020
  • |
img

ŞIRNEX – HDP û DBP’ê li navçeya Cizîrê ku vîrûsa koronayê belav bûye daxuyanî da û bang li xelkê Cizîrê kirin ku bi baldarî tevbigerin. Hevseroka DBP’ê Salîha Aydenîz jî got AKP li şûna tenduristiya xelkê biparêz e lê xelkê dikuje û li dijî koronayê hişyarî da xelkê Cizîrê.

Piştî "pêvajoya asayî " ya ku ji hêla Wezareta Tenduristiyê ve di 2'yê hezîranê de hat ragihandin, li navçeya Cizîrê ya Şirnexê vîrûsa korona (Covîd-19) belav dibe û hejmara pêketiyan zêde dibe. Rêxistinên HDP’ê û DBP’ê bi boneya balê bikişînin ser rewşa belabûna koronayê li ber avahiya Rêxistina HDP’ê ya Cizîrê daxuyaniya çapemeniyê li dar xistin. Hevseroka Giştî ya Partiya Heremên Demokratîk (DBP) û rêveberên HDP’ê û DBP’ê yên Şirnexê û navçeyên wê beşdarî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta "Deng Bide Cizîrê" hat vekirin.
 
Hevseroka Rêxistina HDP’a Cizîrê Gûler Tûnç daxuyanî da. Tûnç bang li gelê Cizîrê kir ku di vê pêvajoyê de bi baldarî tevbigerin û got: "Li gel pêvajoya pandemiyê helwesta hikûmetê li herêmê pêşiya pirsgirîkên  civakî vekirin. Ev rêbaze di heman demê de bu sedemê zêdebûn û belavbûna nexweşiyê. Di 2'yê hezîranê de li gel ragihandina pêvajoya asayî nexweşî bi tu awayî nehatiye kontrolkirin. Esnafên Cizîrê bi rêxistinî tevgeriyan û biryara hefteyekî nevekirina kargehan dan. Ji dîrokê heta niha gelan tu caran tendûristiya xwe teslîmî desthilatdaran nekirine. Em bang li gelê xwe dikin ku, bi hêstiyarî tevbigerin û bi xwe parastinê ew xwe bi xwe tendûristiya xwe rêve bibin. Qedera me di destê tu kesî de nîne. Dema ku em bûn yek hêz, em dikarin her bûyerek neyînî derbas bikîn."
 
‘AKP PANDEMIYÊ JI XWE RE KIR FIRSEND’ 
 
Pîştî Tûnç, Hevseroka DBP'ê Salîha Aydenîz jî axivî û diyar kir ku li gel pêvajoya “asayîbûnê” li hemû bajarên Tirkiyê nexweşî zêde bûye û wiha got: “Bi destpêkirina pêvajoya pandemiyê re îqtîdara AKP'ê ji bo ku aboriya wan têk neçe, tedbîr negirt û nexweşî zêde bû.  Îqtîdar her roj derdikeve televîzyonan û dibêje ewqas nexweş û miriyên me hene. Bi vê rêbazî wekî rewşeke teknîkî nêz bûn. Lê belê karê tendûristiyê ne karê teknîkî ye. Pêwîste ku tendûrûstî bi civakê, bi saziyên sivîl ve bê birêvebirin. Hemû cihan li dijî vê nexweşiyê tedbîrên xwe girtin, lê belê îqtîdara AKP'ê ji bo berjewendiyên xwe û yek zilamiyê tedbîr negirtin."
 
‘JI BO EM GEL ŞIYAR NEKIN, EM ASTENG KIRIN’
 
Aydenîz da zanîn ku  îqtîdar vê pêvajoyê  ji xwe re vediguherîne firsendê û wiha dom kir: "Îqtîdara AKP'ê li gorî berjewendiyên xwe tevgeriya û nehişt ku civak xwe biparêze. Me wekî saziyên demokrasiyê û yên sivîl xwest ku gel şiyar bikin,  lê li hemberî vê tim û tim astengiyan dan pêşiya me."
 
‘DIXWAZIN BI PANDEMIYÊ KOMKUJIYÊ PÊK BÎNIN’ 
 
Akdenîz bi bîr xist ku li Cizîrê beriya pêvajoya “asayîbûnê” nexweşî ewqas belav nebûbû û got: “Di bin navê asayîbûnê de xwestin asayîbûna xwe pêk bînin. Gelê Cizîrê heta roja îro li hember faşîzmê û dîktatoriyê tim li ber xwe daye û xwe parastiye. Ji ber vî jî divê gelê Cizîrê mihtacî îqtîdarê nebe û bi xwe parastina xwe pêk bînin. Çawa ku gelê Cizîrê her dem li dijî îqtîdarê bi xwe biryar girt û li ber xwe da, bila li dijî vê nexweşiyê jî xwe baş biparêz e. Dixwazin bi pandemiyê komkûjiyê pêk bînin. Belê gelê me çi biryarê bigire em ê li gel wan bin. Vîrûsa koronayê me nakuje lê faşîzm me dikuje. Bila gelê me xwe baş biparêze û tedbîrên xwe bigire."
 
‘EM Ê LI DIJÎ ZORDESTİYÊ LI BER XWE BIDIN’ 
 
Akdenîz herî dawî bal kişand ser binçavkirinên ku serê sibehê li Amedê pêk hatin û got: “Îqtîdara AKP'ê her roj êrişî cihekî dike. Îro jî li Amedê polîsan bi ser avahiya KCD’ê de girt û gelek hevalên me hatin binçavkirin. Îqtîdar tim dijminatiya li dijî kurdan didomîne. Lê em ê li dijî vî zordestiyê li berxwe didin."
 
Piştî axaftina Aydenîz daxuyanî bi dawî bû. 
 
 
 

Sernavên din

29/06/2020
09:14 Gundiyên ji ber HES'ê xaniyên wan di bin avê de man bi tena serê rastê mane
09:13 Jinan: Li dijî tundiya mêr em parastinê bi hêz bikin
09:00 ROJEVA 29'Ê HEZÎRANA 2020'AN
28/06/2020
22:37 Li Tirkiyeyê hejmara kesên bi şewbê ketine bû 197 hezar û 239
17:32 11 rêxistinên heq: Îşkencekarê Rojbîn Çetîn darizînin
17:14 HDP'ê Kampanya Malbatê ya Xwişka û Bira bi dawî kir
17:08 DAD: Heta komkujiya Sêwasê qebûl nekin birîn nakewe
16:37 HDP: Li rêyên beraeta kujerê Medenî digerin
16:37 Partiya Azadî Şêx Saîd û hevalên wî bi bîr anîn
16:17 16 kesên di lêpirsîna KCD’ê de hatibûn binçavkirin sewqî edliyê kirin
15:35 Rêveberiya TBB’ê Feyzîoglu vexwend îstîfayê
15:34 Partiyên siyasî: Tevgera hilweşînê didome, tora piştevaniyê xurt bikin
14:02 Huseynî: Ji destê Tirkiyeyê bê dê oksîjenê jî li ser kurdan qut bike
13:41 Zeyneb Celaliyan carek din veguhestin cihek ne diyar
13:20 Derbarê 13 parlamenteran 16 fezleke amade kirin
13:14 Li Heftenînê şer: Leşkerek mir
12:57 33 sal berê îro: 110 kurd li Serdeştê hatin kuştin
12:18 Şanda Tevgera Azadî serdana cihê êrîşa Kunemasî kir
11:59 Dolmîşa penaberan qeza kir: Penaberek mir
11:42 Komkujiya Roboskî hat bibîrxistin: Necezakirin li ser her goşê ye
10:52 HDP: Tedbir neyên girtin qezayên karkeran bi dawî nabin
10:51 Greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Mêrdînê bi dawî bû
10:10 Li Hevşaredarê Cizîrê Zirig lêpirsîn vekirin
10:03 Aşitî: Êrîş li dijî yekîtiya Kurdan in
09:21 ‘Girtiyên nexweş nayên tedawî kirin’
09:19 Erdê mêrga welatiyan kirê dan şirketek taybet
09:17 Hevjîna Yildirim ê bi vîrûsê ket: Dewletê wî terkî mirinê kiriye
09:16 Li Rêya Armûşê nanê tenûrê
09:14 Cotkar zevî û traktorên xwe difiroşin
09:12 Ji Şêx Saît heya Ocalan: Azadî wê qezenc bike
09:11 Ji rêxistinên civakî bangewazî: Ji malên xwe dernekevin
09:09 'Qatil li derve ne kurê min di girtîgehê de ye’
09:07 Karkeran banga qidem li sendîkayan kirin: Sozên xwe bi cih bîn in
09:05 Girtina Oyûnlû ji civakê re peyameke
09:00 ROJEVA 28'Ê HEZÎRANA 2020'AN
27/06/2020
20:32 Tabloya Kovîd-19: 17 kesan jiyana xwe ji dest dan
20:18 Li Reqayê çalakiya konvedanê hat lidarxistin
16:59 Polîsan gefa kuştinê li Çetîn xwar û îşkence lê kirin!
16:56 Kujerê Alî Uygur pirsîn
16:15 HDP: 3 paralementerê me bi vîrûsa koronayê ketine
15:04 ÎHD: Girtiyê nexweş Încî serbest berdin
14:43 Li Girtîgeha Rihayê çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger di roja 4’an de ye
14:38 Siyasetmedarê kurd Haydar Tekîn koça dawî kir
14:31 HDK: Bi kîlîtkirina deriyan nikarin rêxistina civakê asteng bikin
14:27 Polîsan îşkence li Rojbîn Çetîn kir
14:10 Parêzeran ji bo DNA’ya hestî û malbatan li hev were serlêdan kirin
14:04 ATV’ê nûçeya derveyî sînor wiha pêşkêş kir!
13:51 Dayikên Şemiyê: 6 kes 27 sal berê li qereqolê winda bûn
13:22 Çemê Cincevat ji ber bendavê ziwa bû
13:10 25 sal berê binçav kirin û winda kirin
13:06 Serokê PSAKD’ê: Em kesek bin jî hezar kes bin jî em ê bimeşin
12:37 Înîsiyatifa azadiya girtiyan: Girtiyê nexweş Ozdemir berdin
12:11 Careke din Akman û Karakaya yên di rojiya mirinê de birin kogûşên wan
11:54 Sedema binçavklirina rojnameger Kara nayê zanîn
11:37 Bertekên li dijî mohrkirina KCD'ê: Dijhiqûqiyê bi dawî bikin
11:30 Mexdûrên erdhejê: Em hewceyî nanekî bûne
10:52 Neviyê Şêx Seîd: 3 tiştên dewletê hene; Îmha înkar û derew
10:13 2 milyon û 437 hezar xwendekar dikevin ezmûnên zanîngehê
10:04 Serokê Baroya Wanê Uçar: Tişta anîn serê me wêneyê zilma Tirkiyê ye
10:01 Li Lîbyayê wê Rûsya û Fransa bi hev re bixebitin
09:56 Di teqîna kargeheke tekstîlê de kesek mir û 10 kes jî birîndar bûn
09:08 Aborî xera dibe deyn zêde dibin
09:08 Delîl jê birin
09:07 Serokatiya Meclîsê pêşniyazpirsa der barê qeyûman de red kir
09:06 Berhemên dîrokî bê xwedî ne
09:05 ‘Delîlên lêpirsîna Gulîstan Dokû reşkirin'
09:02 ROJEVA 27'Ê HEZÎRANA 2020'AN
00:38 Bi hezaran şêniyên Kobanê li Barageha Rûsyayê Tirkiye şermezar kir
00:11 7 karkerên çandiniyê li Konyayê bûn qurbana qezayê
26/06/2020
23:23 Endama TJA'yê Rojbîn Çetîn hat binçavkirin
19:58 Rojnamevan Ayşe Kara hat binçavkirin
19:43 Di 24 saetên dawî d hezar û 396 kesên din jî bi Covîd-19'ê ketine
17:10 Deriyê KCD’ê mohr kirin
17:06 Guven: KCD kongreya gel e, hûn nikarin dilê gel mohr bikin
16:56 Li Cizîrê hat xwestin ku îşkence were sekinandin
15:56 Îranê kolberek kuşt
15:48 Hejmara binçavkiriyan derket 42 kesan
15:43 Li Rihayê serdegirtina KCD’ê hat şermezarkirin
15:15 Mentik: Tirkiye Hewler dagir kir dixwaze Silêmanî jî dagir bike
15:06 Serokkomarê Iraqê xwest Tirkiye êrîşên xwe rawestîne
15:00 KNK: Rejîma Îranê girtî Hîdayet Abdulapûr darve kir
14:38 Aydenîz banga hişyariya koronayê li xelkê Cizîrê kir
14:08 Malbatan ji bo Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
14:08 'Rojê 135 deqîqeyan avê didin girtiyan
13:30 ÎHD û TÎHV: Dewlet îşkenceya sîstematîk dike
13:14 Gunay: Operasyona li dijî KCD'ê dijminantiya Kurdan e
12:53 TJA'yê bertek nîşanî serdegirtin û binçavkirinan da
12:47 Leyla Guven: Em ê serî netewînin
12:31 YNK'ê bang li Iraqê kir ku li dijî êrîşên Tirkiyeyê derkeve
12:02 Li Libyayê çi dibe?
11:27 Esker li Çoltara Pilûrê derketin operasyonê: Şer derket
11:09 Rojnameger Çelîk û Keser: Em ê nivîsandinê bidomînin
11:05 Îfadeyên leşkeran hevalên wan ên peywirê girtin e
10:57 Dozger şandina cenaze ya bi PTT'ê asayî dît
10:18 Hevşaredar Zirig: Yên ceza kirin niha ji doza FETO girtî ne
10:17 Rojnamegerê hevpeyvîna wî hat sansûrkirin: Ne bi ‘terorê’ re bi kurdan re têdikoşin
10:06 Li Xerpêtê gundek kirin karantînayê
09:58 ‘Parastin winda bike dê hemû civak winda bike'
09:25 Şaredarê tayinkirî yê Rezanê du qat zêdetirî budçeyê pere xerc kiriye
09:13 'Kurd dikarin bi sê hevokan jî yekîtiya xwe pêk bînin...'