Serokên Baroyan: Em li dijî tarîtiyê dimeşin

  • rojane
  • 10:41 21 Hezîran 2020
  • |
img

RIHA - Serokên baroyên Amed, Riha, Wan û Mêrdînê yên bi dirûşmeya “Parastin dimeşe” ber bi Enqerê ve dimeşin, diyar kirin ku ew ji bo wekhevî, azadî, edalat, mafê mirovan û hiqûqa gerdûnî ya li welat bê avakirin, têdikoşin û ev meşa wan li dijî tarîtiyê ye. 

Serokê Giştî yê AKP û Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan ferman da ku qanûna pergala hilbijartina baroyan, binyat û parêzertiyê bê guhertin. Li bendêye ku pêşnûmeya qanûnê ya li ser fermana Erdogan hat amedekirin, di heftiya pêş de pêşkîşî meclîsê bê kirin. 
 
Baroyên di 17’ê Hezîranê de daxuyaniyek hevpar dan, diyar kiribûn ku eger qanûna pêşnûmeya qanûnê paşve neyê kişandi, ew ê mafê xwe yê şermezarkirinê bi kar bînin. Serokê 41 baroyan li ser vê yekê di 19’ê Hezîranê de, ber bi Enqerê ve dest bi meşê kirin. Çalakiya meşê ya baroyan wê sibe li Enqerê bi dawî bibe. 
 
Serokên baroyên Riha, Mêrdîn, Amed û Wanê yên roja 2’yemîn a meşê de, li Rihayê gihan hev, armanca çalakiya xwe ji Ajansa Mezopotamya (MA) re nirxandin. 
 
AYDIN: WELATEK WEKHEV Û AZAD 
 
Serokê Baroya Amedê Cîhan Aydin, bal kişand ser meşa dest pê kirine û wiha axivî: “Meşa me ji bo edalet, serweriya hiqûq, azadî û wekheviyê ye. Ji bo ku welatek azad, ewlekariya serbixetiya darazê, azadiya parastin û parêzeran em ketin rê. Me bi rayedarên hikumetê re gelek hevdîtin kirin, lê tu encam derneket holê. Me jî li ser vê yekê biryar da ku em ber bi Enqerê ve bimeşin. Me bi serokên 40 baroyan re dest bi meşê kir. Emê roja Duşemê jî li Enqerê bin. Armanca me ewe ku guhertina qanûna parêzvanan paşve bikêşin. Dîsa ji bo hemû welatiyan banga me ya heq, hiqûq û edaletê heye. Ger îro parêzertî dibin zextan de be, gefên li dijî baroyan hebin, wê demê hemû welatî, dibin zext û gefan dene.” 
 
ELÎK: DIXWAZIN TENÊ DENGEK DERBIKEVE
 
Serokê Baroya Mêrdînê Îsmaîl Elîk, diyar kir ku desthilatdariya siyasî hemû qad teng kirine û wiha got: “Hemû qadên civaka sîvîl, rêxistinên mafên mirovan û komeleyên jinan ên dengê xwe lê bilind bikin, teng kirine û xistine bin zextên mezin. Îro dixwazin madeya 76 û 95’emîn a qanûna baroyan û parêzeran bi guherîn in. Hewl didin li gorî xwe pergala baroyan dizayn bike. Yanî dixwazin tenê dengek derbikeve. Em jî vê yekê îtîraz dikin. Ji bo ku ev îtîraza me bê bi cih anîn, me biryar girt ku em ber bi Enqerê ve bi meşin.”
 
UÇAR: PÊŞEROJA WELAT BER BI TARÎTIYÊ VE DIÇE
 
Serokê Baroya Wanê Zulkuf Ûçar jî, têkildarî armanca meşa xwe axivî û wiha bilêv kir: “Erka baroyan ne tenê pirsgirêkên pîşeyîne. Di heman demê de divê em serweriya hiqûqê û mafê mirovan jî biparêzin. Em dibînin ku baroyên me li dijî binpêkirinên mafan xebatek bi hêz bi rêve dibin. Di rastiyê de ji vê aciz dibin. Armanca wan ne pirhejmariya baroyane. Ji bo ku baro nekarin di qada mafê mirovan de têkoşîna xwe bi rêve bibin dixwazin vê pêşnûmeyê derbixin. Em jî vê dibêjin; ger di dewletekê de saziyên serweriya hiqûqê û mafê mirovan bi parêzin tunebin, wê demê pêşeroja wî welatî jî ber bi taritiyê ve diçe. Em ne di nava tarîtiyê dene, em li dijî tarîtiyê ne. Ji ber vê em li dijî tarîtiyê dimeşin. Em hêvî dikin ku em hewldana me bi encam bibe. Pêdiviya vî welatî bi rojên ronahiyê heye. Bi hêvîme emê hemû bi hev re van rojan bibin in.” 
 
ONCEL: DIVÊ GUHERTIN HEVPAR BE
 
Serokê Baroya Rihayê Abdullah Oncel jî, anî ziman ku divê guhertin hevpar be û wiha axivî: “Me bi serokên 80’î baroyan re li Enqerê di 1’ê Hezîranê de civînek li dar xist. Ji bo ku desthilatdarî vê pêvajoyê bide rawestandin me dest bi müzakereye kir. Li ser vî esasî em deklarasyona xwe bi raya giştî re weşand. Ger di qanûnê de wê guhertin bê çêkirin, wê demê divê bi awayekê hevpar ev guhertin bê çêkirin. Desthilatdarî ji bo ku baroyan bêbandor bike, dixwaze qanûnek wiha derbixe. Lê me li dijî vê yekê ne. Baroyên me ji bo ku mafê mirovan neyê binpêkirin, jin rastî tuneyê neyin, zarok neyin îstîsmarkirin û hiqûq bê bi cih anîn, dimeşin. Baro ji bo serweriya hiqûqa li Tirkiyeyê dimeşin. Ji xwe erka baroyan jî eve. Bila hemwelatiyên me baroyan bi tenê nehêlin.” 
 
MA / Bariş Polat
 

Sernavên din

23/06/2020
20:45 Hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane bi ser 5 hezarî ket
18:38 Reşêşka baranê Stenbol di bin avê de hişt: Kesek mir
17:49 Cenazeyê Acar li 30 nokteyan rawestandin
17:36 Malbata Aztagaç cenazeyê kurê xwe ji Meletiyê wergirt û ket rêya Amedê
16:29 Qeyûm ji bo nîşaneyên kurdî daxuyanî da
16:15 ÎHD'ê rapora 10 salan a îşkenceyê parve kir: Divê êdî îşkencekaran bê ceza nehêlin
16:14 Derbarê dosyaya hevşaredaran de biryara nepeniyê hat dayîn
15:28 Li herêmek nêzî qereqolê şewat derket
15:23 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
15:03 ÎHD, TTB û THÎV'ê bertek nîşanî mudaxaleya polîsan a meşê da
14:53 Hevşaredara Pirsûsê Çevîk hat berdan
14:00 Sancar: Ji bo em dîwarên tirsê hilweşînin meşiyan
13:35 Şaredarê CHP’î ji peywirê hat girtin
13:26 Li Ordûyê jinek hat kuştin
13:01 Dozger îşkenceya li qereqolê nedît û îdeaname amade kir
12:55 Dadgehê doza rojnameger Dogan taloq kir
12:43 'Êrîşên li ser zimanê kurdî berdewam in'
12:41 Sekreterê Giştî yê Navenda Mafê Mirovan ê TBB’ê îstifa kir
12:33 Biryardariya serokên baroyan encam da: Meş dest pê dike
12:24 11 kesên li Çewlîkê hatibûn binçavkirin hatin berdan
12:08 Serokên baroyan pişta xwe dan Feyzîoglû
12:02 Girtîgehê faksa ku Yuksekdag ji Farisogûllari şand sansûr kir
12:01 'Qonax bi qonax dagirkerî'
11:46 Demîrtaş piştgirî da meşa serokên baroyan
11:36 Amîrê TEM'ê yê 22 sal ceza lê birîn serbest berdan
11:28 Hevşaredarên Sarûcanê binçav kirin
11:28 Bertekên li dijî bombebaranên TSK’ê
11:26 Kujerê Uygurlar hat binçavkirin
11:15 Cezayê birîna îlanan li Rojnameya Evrenselê hat birîn
10:57 Hesabên navxweyî yên di rêveberiya qeyûm de: Xwarzî ji kar hat girtin
10:46 Dosyayek din a îşkenceyê bê ceza ma
10:44 Bi gefa lêpirsînê hişyariya ‘Sinca giştî’ li mamosteyan kirin
10:20 7 sal şûnde derketin keşfê
10:20 Serokên baroyan: Em di binçavan de ne
10:02 Cînayeta Berkîn Elvan di rojeva DMME’yê de ye
09:56 'Mirinên jinan ên bi guman nayin lêkolînkirin’
09:16 Hunermend Çat hat berdan
09:14 6 rojnameger dê sibê derkevin pêşberî dadgehê
09:13 Li Sîlîvriyê çalakiya girtiyan didome
09:11 Tek: Hemû hêzên welatperwer dengê xwe bikin yek
09:09 Baroya Amedê: Di tu qanûnan de biryareke bi vî rengî tuneye
09:09 Li ser şikeftên dîrokî avahiyeke qaçax çêkirin
09:03 Çîroka ziyareta Topagaçê
09:03 Prz.Ongor: Piştî bijîşkan hewce bi dermankirinê nedîtin nû girtî berdan
09:03 Rojnameger Meîş: Rewşa Rojava dikare ji bo Başur bibe mînak
09:02 'Bombeberankirina sivîlan nayê qebûlkirin'
09:00 ROJEVA 23'Ê HEZÎRANA 2020'AN
08:51 Serokê Baroya Amedê Aydin: Polîsan em bi sê qor bariyeran dorpêç kirine
22/06/2020
21:19 Girtiyê 76 salî jiyana xwe ji dest da
20:46 Hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane bû 4 hezar û 974
19:26 Malbata Acar cenazeyê keça xwe wergirt
17:05 Zeyneb Celaliyan 3 rojin di greva birçîbûnê deye
17:01 Bavê Rahşan Demîrel ji ber vîrûsê jiyana xwe ji dest da
16:55 3 jinên dibin çavande bûn hatin berdan
16:09 Bertek nîşanî astengkirina meşa parastinê dan
15:14 16 sal cezayê girtîgehê li Hevşaredara Nisêbînê Kaya birîn
15:03 HDP: Partiya edaletê edaletê asteng dike
15:02 Operasyona li Çiyayê Cûdî didome
14:47 Li 3 bajaran mirina bi guman a 11 jinan
14:44 Li herêma Serhedê hejmara pêketiyên koronayê zêde bûne
14:39 Parêzerên 6 rojnamegerên girtî: Eger hiqûq hebe divê bêne berdan
14:29 Hevşaredar Nazlier nehat berdan
13:59 Beştaş: Îradeya 100 hezar parêzeran tê astengkirin
13:55 Destûr nedan çapemenî doza MÎT'ê bişopîne
13:29 Karkerê ji înşeatê ket jiyana xwe ji dest da
13:23 Yilmazê ku li Qaşqolê bi birîndarî rizgar bûbû tabûrcî bû
12:43 Li Şirnexê hêj cîhaza testa vîrûsê tune
12:41 Hejmara kesên li Êlihê hatin binçavkirin derket 18’an
11:47 Qeyûmê Êlihê nivîsa bi kurdî rakir!
11:42 Ji leşkeran ji bo zozanvanan: Hûn xweşa me naçin ji wir derkevin
11:12 Meşa serokên baroyan hat astengkirin
10:57 Li Bûrsayê ji ber lehiya rabû 5 kes mirin
10:37 Rojnameger Zîlan: Kurd dê bi yekîtiyê bi ser bikevin
10:03 Çemê Dîcleyê tê herimandin
09:08 Serokê Baroya Êlihê Çakan: Divê pêşniyarqanûn bê vekişandin
09:06 Hilbijêrên CHP’ê diçin HDP’ê, hilbijêrên AKP’ê jî diçin partiyên nû
09:06 Serokên jin ên baroyên: Em ji bo serweriya hiqûqê dimeşin
09:05 Parêzerên di rojiya mirinê de: Divê em bi hevre ji bo edaletê têsikoşin
09:04 Qereçiyê Tirkiyeyî: Divê em hevdu hembiz bikin
09:00 ROJEVA 22'Ê HEZÎRANÊ
08:37 Girtî ji ber tunebûna avê nikarin paqijiyê bikin
08:02 Hevşaredara Awîskê Hatîce Taş hat binçavkirin
07:45 Redkarê wîcdanî Savda binçav kirin
21/06/2020
20:45 23 kesên din ji Kovîd-19'an jiyana xwe ji dest dan
20:16 Yekitiya Ereban ji bo Lîbyayê li hev kom dibe
18:48 Gulebarana leşkeran li Gabarê şewat derxist
16:53 Partiyên Yekitiya Nîştimanî ya Kurdî: Li dijî êrîşan bibin yek
16:16 Gelê Derikê li dijî êrîşên TSK'ê meşiyan
16:01 Gunay: Yekîtiya Kurd bi qasî jiyanê girîng e
13:30 'Îzaha ne dîtina Gulîstan Dokû çiye?’
13:27 Zaroka berasteng îstismar kir
13:26 Parlamentera Iraqê: Balafirên Tirkiye 158 km sînorê Iraqe îhal kirine
13:25 Hejmara pêketiyên vîrûsa koronayê nêzî 9 milyonan bû
13:00 TSK gundên Biradostê topbaran dike
12:35 Jinên TJA û HDP'î li dijî kuştina jinan nepox firandin
12:25 Meşvan axivîn: Yê AKP’'ê çek, ya HDP’ê gel heye
11:53 Wezîr Koca yekemîn daxuyaniya Walîtiya Amedê derewand
10:41 Serokên Baroyan: Em li dijî tarîtiyê dimeşin
09:40 YOK’ê lîsans nedayê, lê Qeyûmê Mêrdîn karê hiqûqê dayê
09:03 Ekolojiya Derya Reş talan dikin