139 roj in ji bo mafê xwe têdikoşin

img
STENBOL - 50 karkerên li Cadde 54 AVM'yê dişixulîn bi hinceta "amûr nemane" şandin malê. Piştî vê ji van karkerkeran hin jê dest bi çalakiyekê kirin. Ji van karkeran yek jê Abdûrrahman Hezer e. Hezer, ji bo heqê xwe bistîne 139 roj in têdikoşe û 6 meh in nikare heqê kirêya xwe û fatûreyên xwe bide. 
 
Li Sakaryayê 50 karkerên li Cadde 54 AVM'ê dişixulîn di 2'yê Sibatê de bi hinceta "karker li gor pîvanên qencî û ehlaqî tev negeriyane" ji kar hatin derxistin. Bêyî ku meaş û tazmînata wan bê dayîn ji kar hatin derxistin. Ji van karkeran 3 jê ji bo meaşê xwe û tazmînata xwe bistînin 139 roj in têdikoşin. Çalakiya karkeran li ber Navenda Giştî ya Yû Groûpê ya li Kisikliya Stenbolê ye. Karker Abdûrrahman Hezer, behsa derxistina xwe ya ji kar û çalakiya xwe kir. 
 
Hezer, anî ziman ku di înşeata "Projeya Cadde 54 AVM"yê de dixebitî û di Kanûna 2019'an de şîrketê ji wan re gotiye "amûr nemane" û ew şandine malê. Hezer, bilêv kir ku şîrketê meh û nîvekê tiştek ji wan re negotiye û got, di 2'yê Sibatê de ji noterê kaxezek ji wan re hatiye û bi vê kaxezê re pê hesiyane ku ji kar hatine derxistin. Hezer, anî ziman ku ji bo derxistina wan a ji kar jî wekî hinceta Koda Jimare 29'an hatiye nîşandan û got: "Em pê hesiyan ku bi Koda Jimare 29'an em ji kar derxistine. Dû re em pê hesiyan ku ka ev kod çi ye. Ev kod tê wateya 'Karker li gor pîvanên qencî û ehlaqê tev negeriyane.' Yanî tê wateya fesixkirina bêtazmînat. Me serî li ÎŞKÛR'ê da, lê em pê hesiyan ku ji ber ku ev kod kodeke bisabiqe ye, tu heqekî me yê qanûnî û civakiyî tuneye." 
 
Hezer, anî ziman ku piştî ji kar hatine derxistin dest bi çalakiyê kirine û got, çalakiya xwe heya wextekê li Stenbolê kirine û dû re çûne Sakaryayê. Hezer, diyar kir ku li Sakaryayê 20 rojan çalakiya xwe dewam kirine û got, li vira gelek partiyên siyasî piştgirî dane wan. Hezer, diyar kir ku gava li Sakaryayê bûne hevdîtin bi şirîkê şîrketê Cîgirê Şaredarê Serdîvenê re çêkirine û got: "Gava em çûn şaredariyê me ji cîgirê şaredar re got, 'Tiliya we jî tê de heye.' Ji me re gotin 'Qaweta me têra Yû Groûpê nake. Me hevdîtin bi Avahîsaziya Denîzê re çêkir, gotin Stenbolm wê meselê hel bikin.'" 
 
GOTIN 'TIŞTEKÎ JÎ HEL NAKIN' 
 
Hezer, anî ziman ku piştî rayedarên şaredariyê ev tişt ji wan re gotiye, ji Sakaryayê çûne Stenbolê û hevdîtin bi Avahîsaziya Denîzê re hevdîtin çêkirine ûavahîsaziyê ji wan re gotiye: "Em nikarin tiştekî jî hel bikin." Hezer, diyar kir ku li muxatabekî digerin lê dikin nakin nabînin. 
 
Hezer, bilêv kir ku gav dişixulîn jî meaşê wan perçe perçe didan wan û gotî ji roja ji kar hatiye derxistin neşixuliye. Hezer, anî ziman ku gava ji bo kar diçin fîrmayê koda 29'an derdikeve pşiya wan û got, ji ber vê kodê kes kar nade wan. 
 
NIKARE HEQÊ KIRÊYA XWE BIDE 
 
Hezer, anî ziman ku 6 meh in betal e û ji ber vê nikare heqê kiriya xwe bide. Hezer, diyar kir ku ji ber ku nikare heqê kirêya xwe bide xwediyê xanî xwestiye wî ji xanî derxîne û got ji xwediyê xanî re gotiye:" Neheqî lê hatiye kirin. Gava ez perê xwe bistînim ez ê bidim te." Hezer, anî ziman ku lê belê xwediyê xanî jê re gotiye: "Ew min eleqedar nake. Ez nikarim li benda dadgehê û perê ku tê bistînî bim." Hezer, anî ziman ku xwediyê xanî gotiye herî zêde dikare mehekê xwe lê ragire û got: "Niha ne dikarim heqê kirêya xwe ne jî fatûreyên xwe bidim. Li ku be wê bê min ji xanî derxe." 
 
BANGAWAZÎ
 
Hezer bang li rêxistinên civaka sivîl û partiyên siyasî kir û got: "Werin mil bidin milê me. Keda me dixwin. Divê em heqê xwe biparêzin. Ji xeynî yekîtiyê wekî din tu rêyek me tuneyeç Bila piştgiriya me bikin. Em bi tenê jî bimînin em ê li ber xwe bidin. Êdî ji bo me bûye meseleya rûmetê. Heya em heqê xwe nestînin em ê bitêkoşin." 
 
MA / Kadîr Guney

Sernavên din

21/06/2020
09:02 Mêşvanên Dersimî îsal bi fikar in
09:02 Ji ber bacên gumrukê esnaf nikarin dikanên xwe vekin
09:01 Rêxistinên jinan: Kampanyaya HDP'ê daxwaza me ya hevpar e
09:01 139 roj in ji bo mafê xwe têdikoşin
09:01 Tevî ku nexweşîyên giran dîsa girtin
09:00 ROJEVA 21'Ê HEZÎRANA 2020'AN
20/06/2020
20:50 Hejmara kesên iyana xwe ji dest dane bû 4 hezar û 927
18:49 HDP'î li Enqereyê ne: Biryar, vîn û hêviya gelê me mezintir bû
17:15 Meşa parêzeran a 'Meşa Parastinê' didome
16:57 Hêzên PDK’ê êrîşî xwepêşandana Şeladizê kir
16:48 ‘Meşa Demokrasiyê’ gihîşt Enqereyê
16:31 Gelê Şeladizê bi dirûşma ‘Bijî berxwedan bimre Erdogan’ dimeşin
16:10 Di pêvajoya şewbê de ji sedî 45 jin bê kar man
15:59 ÎHD: 79.5 milyon mirov koç kirin
14:56 Jiyana girtiyên nexweş Firat û Çelîk dibin talûkê deye
14:06 Hevjînê Nûrtaç Canan ê xwest wê bi kuje derxistin edliyê
13:55 ‘Hestiyên me bidin me, bila gorek me hebe'
13:37 Li Girtîgeha Curnê Reş avê nadin girtiyan
13:36 Dê ji bo jinên hatine desteserkirin têkoşîna xwe bidomînin
13:34 Temaşevan dikarin li ser DVB-S jî li Stêrk TV temaşe bikin
13:02 Înîsiyatîfa Girtiyên Nexweş xwest Aygun were berdan
12:54 Aqûbeta Er ê berî 25 salan hat windakirin pirsîn
12:13 Agahiya bersûcê sereke yê Dokû Abarakov ji biryara dozger hebû
11:48 Serokê Pira Gelan: Dermanê cudakariyê demokrasî ye
11:40 Li Kanîreşê krîza konan: Serokê şaredariyê û qeymeqam li dijî hev rabûn
11:00 DBP: Meşa demokrasiyê tirsek mezin xistiye dilê îqtîdarê
10:50 Jetên TSK'ê Biradost, Zaxo û Amêdiyê bombe kir
10:50 Divê ji bo penaberan çareseriyên daîmî bên pêşxistin
10:35 RTUK'ê 80 roj şûnde bersîv da HDP’ê
10:35 Salaz: Êrişên li ser başûr tên kirin dagirkirina Herêma Kurdistanê ye
10:10 Aydenîz: Meşa me gehişt armanca xwe
10:09 TSK eskeran sewqî herêma Biradostê dike
09:56 HDP: Gelê Mîdyadê dê bersîvê bide îstîfayan
09:23 Ji ber zahmetiyên kar anî ziman 3 meh in betal in
09:16 HDP dê qedexeyên li ser ‘Meşa Demokrasiyê’ veguhezîne darazê
09:11 ‘Ji bo Merveyên din nemirin wê têkoşîna me dewam bike'
09:10 200 avahî li Cizîrê di qerantînayê de ne
09:09 ‘Divê avahiyên qewîn bên avakirin'
09:09 Bang li Hikûmeta Başûr kir: Şerm e ku dewleta êrîşkar erdnîgariya me bombe bike
09:08 Hevjînê Oyûnlûyê: Dadger, piştî ku bi îstîxbaratê re axivî biryar da
09:07 Firoşkarên dezgên wan hatin rakirin li benda çareyekê ne
09:06 Li Êlihê hejmara kesên bi vîrûsê ketin hezar û 700 derbas kir
09:06 Piştî krediya avahiyan fiyetê xaniyan pir biha bûye
09:05 Ji bo çandiniyê li benda alîkariyê ne
09:00 ROJEVA 20'Ê HEZÎRANA 2020'AN
19/06/2020
20:03 Daneyên dawî yên Covîd-19'ê: Hezar û 214 pêketî, 23 mirî
15:33 Komîsyona Venedîkê: Tayînkirina qeyûman li dijî prensîpên demokrasiyê ye
15:31 Jêtên TSK'ê Sîda bombe kir: 5 welatî kuştin
15:17 TJA'yê bal kişand ser rewşa jinên penaber
15:05 Esker û polîsan li Kanîreşê bi ser malan de girt: 10 kes binçav kirin
14:57 Meclîsa Erebên Şengalê: Li dijî êrîşan yekîtiyê xurt bikin
14:33 Yilmaz ê li Qaşqolê bi birîndarî xelas bû: Li ber çavên min Erhan kuştin
14:26 ‘Xwestek û tişta lê digeriyan pere û rant bû’
14:20 Xwişka Akman: Kekê min ne Kurd bûya dê bikirana leheng
13:53 Rêxistina HDP’a Enqereyê dê sibê meşvanan pêşwazî bike
13:50 Buldan: Li pey meşê aştî û demokrasî heye
13:46 Meşa HDP’ê li Rihayê hat pêşwazîkirin
13:42 Ji malbatekê 3 kes binçav kirin
13:19 Dawî li karê 130 karkeran anîn
12:53 'Parastin dimeşe'
12:28 Şêniyên Stenbolê: Meşa demokrasiyê me kelecanî kir
12:18 Ji bo jinên siyasetmedar nepoxên xemrî firandin
12:00 Îro jin pêşengiya meşê dikin
11:53 Misrê jî bertek nîşanî êrîşên TSK'ê da
11:52 Baskê meşa Colemêrgê ber bi Edeneyê ve derketin rê
11:38 Ez li dijî neheqiyê têkoşiyam, 'terorîst' îlan kirin
11:38 Ji bo operasyona leşkerî 15 gund qedexe kirin
11:24 2 kes li Amedê hatin binçavkirin
11:14 Projeya danasîna Farqînê amade kirin
11:07 Dayika Erhan ê ser sînor hat kuştin: Ez edaletê dixwazim
11:05 Rojnamegerekî Kurd: Pîremêrd
09:55 Ji bo ku neyê kuştin xwe ji berbanê avêt
09:44 'Bila dest nedin Munzur Baba'
09:38 Kesên ji ber afişan hatibûn binçavkirin hatin berdan
09:07 Dadgehê biryara beraatê ya bavê Haci Lokman Bîrlîk xera kir
09:07 57 sal in çandiniyê dike
09:07 Zozana Korhanê malovaniya bi sedan zozanvanan dike
09:07 Dev ji bajaran berdan, dest bi çandiniyê kirin
09:07 'Meşa Demokrasiyê rûpoşa îqtidarê xist'
09:07 Karkerê tersaneyê: Em di tanqa balastê de ne, lê ew li koşka kapîtan
09:07 ‘Mafê xwe yê rewa parastin lê ji kar hatin avêtin'
09:07 Wê binpêkirinên di meşa HDP'ê de pêk hatin bike rapor
09:00 ROJEVA 19'Ê HEZÎRANA 2020'AN
08:35 AYM'ê biryar da ku 50 hezar tl tazmînatê bidin Demîrtaş
18/06/2020
23:44 Tevî bebika xwe ya 10 rojî û keça xwe ya 2 salî hat girtin
21:02 Hejmara pêketiyan bû 184 hezar û 31
17:05 Erebîstana Siûdî: Êrişên Îran û Tirkiyeyê binpêkirina peymanên navneteweyî ye
16:46 Li Edenê banga têkoşîna hevpar hat kirin
16:15 Di meşa demokrasiyê de rêxistinên civakî yên sivîl hatin ziyaretkirin
16:08 Günay: Dibe ku meşa demokrasiyê ya HDP’ê ji bo aştiyê bibe hêvî
15:57 Erden: A giring Kurd statuya xwe mîsoger bikin
15:43 Hamdî Gezmîş spartin axê
15:14 Ji bo Tîmtîk û Unsal bang ‘pêkanîna hiqûqê’ li Dadgeha Bilind kirin
15:13 320 rewşenbiran xwest êrîşên Tirkiye bi dawî bibin
15:12 Iraqê ji Tirkiyeyê xwest ku hêzên xwe paşve vekişîne
14:58 Beştaş: Armanca rênedana medyayê krîmînalîzekirina HDP’ê ye
14:53 Li Rezan şewat: 40 kes asê man
14:37 Baroya Îzmirê: Hilweşîna konên Romenan binpêkirina mafan e
14:24 Xebatkarên tenduristiyê ji pêvajoya ‘normalbûnê’ bifikarin
14:14 OHD’ê bertek nîşanî operasyonan da: Çareserî aştî ye