'Bi êrişan peyamê didin hemû kurdan’

  • rojane
  • 12:30 18 Hezîran 2020
  • |
img
WAN – Parlamenterên HDP’ê Hasan Ozguneş û Nûran Îmîr diyar kirin ku êrişa li dijî Mexmûr û Şengalê êrişa peyama “em êk urdan tune bikin e” didin gelê kurd û bertek nîşanî bêdengiya herêmî û hêzên navnetewî dan. 
 
Parlamenterên HDP’ê Hasan Ozguneş û Nûran Îmîr yên Şirnexê bertek nîşanî êrişên esmanî yên balafirên şer ên Tirkiyê li ser Şengal û Mexmûrê dan. Parlamenteran bertek nîşanî bêdengiya PDK, YNK û hêzên navnetewî ya ji bo êrişan dan. 
 
'PEYAMA TUNEKIRINÊ YE’ 
 
Parlamenter Hasan Ozguneş diyar kir ku AKP-MHP-Ergengok faşîzmek heta niha nehatiye dîtin li ser gelan disepînin û got: “Roja ku meşa me ya demokrasiyê dest pê kir dewleta tirk dest bi êrişên li ser herêma Kurdistanê, Mexmûrê û Şengalê kir. Xelkê me Mexmûrê mexdûrên zilma dewletê ya salên 90’î ye ku ji Bakurê Kurdistanê çûne wir. Dewleta AKP-MHP û Ergenekonê peyama ‘em ê kurdan tune bikin’ dide gelê kurd.” 
 
'PÊWÎSTE PDK Û YNK HELWESTA XWE ZELAL BIKIN’ 
 
Ozguneş anî ziman ku PDK û YNK ketine derdê ku dibêjin “me dewletek biçûk ava kiriye, bila kes tevlî me nebe” û loma êrişên li ser herêma Kurdistanê giran dibin û got: “Divê ku PDK û YNK li dijî êrişên dewleta tirk helwesta xwe zelal bikin. Ev her du partî li dijî van êrişan dengê xwe dernaxin. Ji ber vê yekê jî naxwazin xelkê herêmê jî dengê xwe derxe û destûrê nadin xelkê. Mixabin tiştên li ser axa Başûrê Kurdistanê diqewimin ji bo me rismek bi êş e. Divê em hemû gelê kurd li dijî van êrişan xwe bikin yek û li dijî van êrîşan rabin. Heke em bibin yek û bi hêz bibin em dikarin bersiva van êrişan bidin û êrişan pûç bikin.” 
 
'DIVÊ HER KES LI DIJÎ ÊRIŞAN RABE’ 
 
Parlamentera HDP’ê Nûran Îmîr jî destnîşan kir ku ew teqez êrişên li dijî Mexmûr, Şengalê qebûl nakin û got: “Dewleta tirk bi van êrişan re jî hemû hiqûqa navnetewî jî binpê kiriye. AKP-MHP heta ku ji hêzên navnetewî destûr wernegirin nikarin êriş bikin. AKP-MHP li dijî hemû nirxên gelê kurd dijminatiyê dikin. Ev êriş jî parçeyek vê dijminatiyê ne. Ev êrişên li dijî Mexmûr û Şengalê êrişên li dijî jiyana azad û wekhev a li wê derê ne. Şengal û Mexmûr ji bo gelê kurd sembol in. Pêwîste rêveberiya Herêma Kurdistanê li dijî van êrişan helwesta xwe zelal bike û bêdeng nemîne. Ev yek di heman demê de ji bo yekîtiya neteweyî ya kurdan jî elzem e. Divê her beşên civakê yên gelê kur dli dijî van êrişan rabe Û bêdeng nebe. Lazime hêzên navnetewî jî li gelê me yên li wan deveran xwedî derkeve û li dijî êrişên Tirkiyê bêdeng nemîne.” 
 
 

Sernavên din

18/06/2020
15:13 320 rewşenbiran xwest êrîşên Tirkiye bi dawî bibin
15:12 Iraqê ji Tirkiyeyê xwest ku hêzên xwe paşve vekişîne
14:58 Beştaş: Armanca rênedana medyayê krîmînalîzekirina HDP’ê ye
14:53 Li Rezan şewat: 40 kes asê man
14:37 Baroya Îzmirê: Hilweşîna konên Romenan binpêkirina mafan e
14:24 Xebatkarên tenduristiyê ji pêvajoya ‘normalbûnê’ bifikarin
14:14 OHD’ê bertek nîşanî operasyonan da: Çareserî aştî ye
13:02 11 meh cezayê girtîgehê li Serokê Rûmetê yê AABK’ê Oker birîn
13:00 Dadgehê 3 sal û 9 meh ceza li Azad Bedran birî
12:55 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Ocalan re serlêdan kirin
12:55 ‘Meşa HDP’ê daxwaza hemû welatiya bû’
12:35 Akademîsyena Aştiyê Bozdag beraet kir
12:30 'Bi êrişan peyamê didin hemû kurdan’
12:15 YNK: Leşkerên tirk ji Iraqê derxin
11:47 Pêzan tespît kir ku di destê Rojnameger Dogru de çek tune
11:18 5 kesên berî 8 rojan hatibûn binçavkirin hatin berdan
11:11 Doç. Dr. Durna: Divê her rojnameger rastiyê esas bigirin
11:10 ‘Ev meşa li dijî şikandina rûmetê ye'
11:08 Mexdûrên erdhejê: Kon nedan, em nikarin bikevin malên xwe
10:46 Pêşmergeyek PDK'ê di bomberana balafiran de jiyana xwe ji dest da
10:36 Qaşkoliyan şeva ku Erhan Gorur hatibû kuştin vegotin
09:58 'Em difikirin ku Gulistan kuştine'
09:55 ‘Li girtîgehan 70 kes bi koronayê ketine û 6 kes mirin e’
09:52 Serokatiya Meclisê peyva Dersimê ‘giran’ dît
09:29 Bi belgeyan derket holê ku fermandarên eskerî li Licê bazirganiya tiryakê dikin
09:11 Yasaya notirvanan ket meriyetê
09:10 Dayika ku keça wê di rojiya mirinê de: Roj bi roj dihele
09:10 Çîftyurek: Tirkiye û Îran dixwazin konsepta Kerkûkê pêk bînin
09:09 Jiyana zozanan nadin bi ya bajaran
09:09 Di pêvajoya şewbê de jin bi rewşek çawan re rû bi rû man?
09:08 Wê fatûreya mudaxilekirina Lîbyayê li Idlîbê bê birîn
09:08 Li tersaneyan bi navê tevdîrê tiştek jî tuneye!
09:00 ROJEVA 18'Ê HEZÎRANA 2020'AN
00:10 Malbatê cenazeyê Bîrsen ê HPG’yî di dorpêçê de defin kirin
17/06/2020
21:26 Li Silopiyayê teqînek çêbû: 4 kes jiyana xwe ji dest dan
20:14 Hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane bû 4 hezar û 861
16:11 'Em ê herdem aştî, demokrasî û azadiyê bixwazin'
16:10 HDP’î li Mêrdînê hatin astengkirin
15:33 Ji baroyan daxwazên hevpar: Pêşnûmê betal bikin
15:02 Giliya Zaînal Abarakov kirin
14:44 Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê piştgirî da meşa HDP'ê
14:43 Tevahiya rê piştgirî dan meşvanên demokrasiyê
14:18 Eskeran li Payizava 9 kes binçav kirin
14:05 Hevşaredara Sûrê Fîlîz Bûlûttekîn hat berdan
14:04 Şandeya HDP’ê sibê dê li Amedê serdana rêxistinên civakî bike
13:52 Dadgehê di doza Nisêbînê de li 45 kesan ceza birî
13:29 Kesên 'nediyar' ketin mala Eren Keskin
13:28 Cezayê bersûcên ku Şûle Çat qetil kiribûn hat erêkirin
13:23 Bûldan: Ji Edîrneyê heta Colemêrgê pêdiviya Tirkiyê bi aştiyê heye
13:15 Cezayê girtîgehê li rojnameger Canozer birîn
12:43 'Em li vir in, li meclîsê ne û li her derê Tirkiyeyê ne'
12:26 PYNK û ENKS'ê daxuyaniya yekrêziya kurdî dan: Lihevkirin pêk hat
12:07 Jinên siyasetmedar ên girtî piştgirî dan Başak Demirtaş: Tu ne tenê ye
11:56 Cenazeye kesê ku di bendavê de winda bûbû hat dîtin
11:56 Rojnameger Alankûş hat beratkirin
11:40 Dadgehê 6 sal û 3 meh ceza li Serokê Giştî yê KADEP'ê Baksî birî
11:33 Ji ber HES’an her sal bi hezaran masî dimirin
11:32 'Meşvanên Demokrasiyê' ji Wanê diçin Bedlisê
11:24 Gundê Malxokê di erdhejê de hilweşiya
11:18 'Gelo kesên êrîşî karkerên kurd kirin hatine binçavkirin?
10:23 Dozger ne mexdûr, bijîşk esas girt
10:02 30 sal in teşe dide keviran
09:35 Walîtiya Şirnexê ketina avê qedexe kir
09:08 Mehmet Atli ‘Morî Mircan’ pêşkêşî hezkiriyên xwe kir
09:08 Neviya Seyîd Riza: Piraniya erdê me ji me stendin
09:08 Ji ber DEDAŞ'ê dest bi çandina berên alternatîf kirin
09:08 Hîlala Berê li benda şêniyên xwe ye
09:08 Li marketê 4 TL, li nav erd bi 10 qurîşan
09:08 MED DUFAD-FED'ê xwest CPT û Rêxistina Efûyê mudaxaleyî Tirkiyeyê bikin
09:08 Piştî 2 meh û nîvan Qesra Îshaq Paşa cardin mêvan hewandin
09:00 ROJEVA 17'Ê HEZÎRANA 2020'AN
16/06/2020
20:44 Hejmara pêketiyan bû 181 hezar û 298
17:33 Meclîsa Jinan ewil Komeleya Piştevaniya Mor ziyaret kir
17:22 Ji Amedê balafirên şer li ser hev radibin
17:06 Ji bo azadiya Zeynep Celaliyan dest bi kampanyayê kirin
16:43 Li Omeryan bi sedan donim derdor şewitî: Rayedar hêj rewşê dinirxînin
16:33 Berkîn Elvan li Okmeydani bibîr anîn
16:32 DEVA: Astengkirina meşa HDP’ê nayê qebûlkirin
15:59 Rûspiyên Êzidî û ciwanên Çemçemalê êrîşên Tirkiye şermezar kirin
15:32 Kesê li dijî Demîrtaş êrîşa zayendî pêk anî hat girtin
15:31 Li Silopya tup teqiya: 2 kes birîndar bûn
15:25 Ji bo Rojnameger Nedîm Turfent kampanya îmzeyan
14:59 Jin xwe ji bo meşê amade dikin
14:58 Doza Ozgur Gundemê hat taloqkirin
14:50 Sancar Baroya Wanê ziyaret kir
14:28 'Em ê destûr nedin ku kes siberoja me bidize’
14:25 Tirkiye û Îran bi awayekê hem wext bombebaran kirin
14:24 Meşa HDP’ê li Amedê dê bi girseyî were pêşwazîkirin
14:13 Ji ber çalakiyên di zarokatiya xwe de tevlî bibûn hatin girtin
14:03 Nivîskar Avba: Kazimî êrîşa li ser Kurdan erê kir
13:32 Ji kujerê Kemal Kûrkût re ceza hat xwestin
13:18 Buroya HDP'ê ya çapemeniyê: Îdîayên Rudawê li dijî rastiyan e
12:19 ÎHD: Ne pêkane ku mafê meş û xebatên siyasî bên qedexekirin
12:17 'Heke Tirkiye li gorî qanûnan tevbigere em ê bi xweşî pêşwazî bikin’
11:35 Beriya çalakiya HDP’ê Qada Esenyûrtê bi bariyeran hat girtin
11:35 Li gundê Lîçikê û Elmalû hemû xaniyan xesar dîtiye
11:15 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
10:40 Aydenîz: Li dijî êrişan bersiva herî mezin yekîtiya neteweyî ye
10:36 Hejmara miriyên qezaya Kemaliyê derket 5’an
10:01 Li Tûzlayê dîmenên ‘koletiya modern’