Bi belgeyan derket holê ku fermandarên eskerî li Licê bazirganiya tiryakê dikin

  • rojane
  • 09:29 18 Hezîran 2020
  • |
img

AMED – Li navçeya Licê ya Amedê ku gelek caran medya hawiz û rayedarên îqtîdarê ji bo esrara li herêmê tê çandin bi manşetên “Operasyona çavkaniya fînansê ya PKK’ê" derdixin pêş, di belge û girtekên dadgehê de derket holê ku bazirganiya tiryakê li Licê bi destê fermandarên eskerî tê kirin. Di girtekan de tê dîtin ku fermandarek û 4 eskerên girtî di depoya qereqolê de çawa bazirganiyê dikin.

Li Navçeya Licê ya Amedê bi belgeyên dadgehê derket holê ku bazirganiya tiryak (esrar û eroînê) çawa ji aliyê fermandarên eskerî ve tên kirin. Di belgeyan de tê dîtin ku tiryak bi destê eskeran tê kirin. Di mijdara 2019'an de li navçeya Licê ya Amedê 8 kîlo û 660 giram tiryak hatibû girtin. Têkildarî tiryakê Çawîşê Pispor Ferhat O. û Fermandarê Qereqola Cendirmeyan a Licê Efser Hakan K. û di heman demê de çawîşên pispor ên li Qereqolê Kemal T. û Osman T., di 29'ê Mijdara 2019'an de hatibûn girtin. Dîsa di heman bûyerê de der barê keyayên gundên Licê Abdullah Y. û Necat Î. de jî lêpirsîn hatibû vekirin. Îdîanameya der barê Fermandar, çawîşên pispor û keyayan de temam bû. Çapemeniya hawiz û îqtîdarê her tim îdea dikir ku bazirganiya tiryakê ji aliyê PKK'ê ve tê kirin. Gelek caran manşetên “Operasyona çavkaniya fînansê ya PKK’ê" û ser rastiyan bincil dikirin. Di belgeyên îdeanameyê de derket holê ku bazirganiya tiryakê çawa ji aliyê fermandarên eskerî ve tê kirin. Îdeanameya der barê fermandar û eskeran ji aliyê 12'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê ve hat qebûlkirin. Dadgehê der barê 4 eskerên ku ji fermandar, çawîşên pispor û keyayan de bi îdeaya “Bazirganiya maddeyên tiryakê" û “zimmet” doz vekir. Dozger di îdeanameyê de ji bersûcan di navbera 10 û 27 salan de cezayê girtîgehê dixwaze. 
 
DU KEYAYAN ÎFADE DAN 
 
Di lêpirsînê de keyayên bi rûmûzên “Y” û “X” îfade dan. Keya di îfadeyê de rê û rêbazên bazirganiya tiryakê ku ji aliyê eskeran ve li Fermandariya Cendirmeyan a Navçeya Liceyê çawa te kirin tînin ziman. Keya diyar dikin ku ji aliyê heman qasidan ve tiryakê dixin depoyê û dîsa ji aliyê heman qasidan ve tê firotin. Di tora bazirganiyê de tê dîtin ku 1 jê Fermandarê Cendirmeyan ê qereqolê û 3 eskerên çawîşê pispor vê karî dikin. A.Y. û N.Î., yên ku hem dikirin û hem jî difiroşin, piştî hatin şopandin, Çawîşê Pispor Ferhat O, di 26'ê mijdara 2019’an de li Qereqola Mermerê hat rawestandin û li maşîna wî lêgerîn kirin. Di lêgerîna hundirê maşîneyê de, ji çandê piştê 8 kilo û 660 gram eskar hat dîtin. Di heman rojê de operasyon hatibû kirin û eskerên bi guman hatibûn binçavkirin. 
 
KARÊ TIRYAKÊ VEGOT 
 
Bersûc û Çawişê Pispor Ferhat O., di îfadeya xwe de qala kar û bazirganiya tiryakê kir. Ferhat O. xwest ji zagona poşmaniyê sûdê bigire û îtîrafên ji dil kir. Ferhat, O, di îfadeyê de anî ziman wî tiryak ji depoya edlî ya Fermandariya Cendirmeyan a Licê girtiye û wiha got: "Ji bo ez bibim li Amedê bifiroşim Îbrahim me li hev kir. Ev peyman bi agahiya Çawişê Pispor Kemal T. û berpirsiyarê depoyê Osman T pêk hat. Me bi Fermandarê Qereqola Cendirmeyan a Liceyê Efser Hakan K. re ev kar dikir. Me ev tiryak ji bo tahkikata adlî û weznê anûbû Fermandariya Cendirmeyan a Licê. Piştî me li Fermandariyê karê wesna adlî kir ji bo em bibin depoya emanetên edlî em ketibûn rê. Ji min re gotin nêzî 5 kg esrara toz heye. Ji bo ku ez vî enametî teslîmî Kayê Gundê Tepe yê navçeya Liceyê Abdullah Y. ku li Amedê bû bikim dan min. Ez li pêş Fermandariya Cendirmeyan a Licê li maşîna Volvo ya Abdullah Y. suyar bûm. Min 5 kîlo esrarê di torbe de da Abdullah Y  û xist maşîna xwe. Dema em di nokteya kontrola rê de derbas bûm min maşîne ajot. Min nasnameya Cendirme nîşan da û ez derbas bûm. Fermandarê Qereqola Cendirmeyan Hakan K. ev esrar dabû min ku ez derbas bikim. Ez li Ofîsa Amedê ji maşînê daketim. Hakan K. ev esrar li hemberî 38 hezar tl dabû Abdullah Y. Abdullah Y. ev pere teslîmî min kir. Min 11 hezar tl ji xwe re hilda. 27 hezar TL jî min da Hakan K. 
 
‘FERMANDARÊ QEREQOLÊ ORGANÎZE DIKE
 
Çawişê Pispor Ferhat O. anî ziman ku hemû karê tiryakê ji aliyê Fermandarê Qereqola Cendirmeyan Efser Hakan K. û Çawişê Pispor Kemal T. ve tê organîzekirin û wiha lê zêde kir: "Ez jî wekî maşik hatim bikaranîn. 
 
BERPIRSÊ DEPOYA 25 TON ESKARÊ AXIVΠ
 
Çawişê Pispor ê berpirsiyarê depoya 25 ton tiryakê Osman T. jî xwest ji zagona poşmaniyê sûdê bigire û ji dil agahî parve kir. Osman T., di îfadeyê de anî ziman ku gelek caran tiryak ji depoyê derxist û firot û wiha got: 
“Herî dawî di operasyona tiryakê ya Licê de 5 ton tiryak hat desteserkirin. Piştî karê wesnê hat kirin, me xist Depoya Emanetê Edlî. Piştî me tiryak xist depoyê roja dîtir Çawişê Pispor Ferhat O. hat cem min û got: ‘Binere 5 top maddeya esrarê hatiye depoyê. Millet ji vê yekê sûdê digirin. Ferhat O. gelek caran iskar kir ku wê vê tiryakê bifiroşe. Dema min pirsî ku di nava vî karî de kesên din hene ya na, got 'Ez û Kemal T. bi hevre tev digerin.' Ferhat O. serê sibê dîsa hat cem min û got: ‘Em vî karî hal bikin. Deynê xwe bidin. Her kes li ser vê yekê debara xwe dikin. Yên tên vir xwedî deyn in. Piştî diçin maşîne û xanî dikirin û diçin. Binere berê jî Fermandarê Qereqolê yê berê Ramazan û Cendirmeyê Pispor Tunçay T., li vir peyvirdar bûn. Wan jî rêya xwe dît.' Ez jî îkna bûm. Min ev daxwaza Ferhat O. red nekir. Di heman rojê de saet di 15.00'an de, ez û Ferhat O. li nava Fermandariya Cendirmeyan rastî hev hatin. Ji min re got 'Em biçin depoyê esrarê bigirin'. Piştre min mifde girt û ez û wî bi hevre çûn depoyê. Ferhat O. çandeyê piştî ku bi xwe re anîbû, 3-4 pakêtên ku berê di operasyonekê de hatibûn desteserkirin xistin çande. Bi qasî ez dizanim 7 - 10 kg esrara toz bû. Piştî paket xist çande ji depoyê derket. Piştre Ferhat O. êvarî ez dawetî odeya mêvanxaneyê kirim. Min dît ku Ferhat O. û Kemal T. li wir bûn. Ferhat O.  got 'Ew esrara ku me ji depoyê girt ne ya baş e. Em yek xweştir bigirin ku em karibin xweştir bifiroşin. Di vê navberê de Kemal T. ji berîka xwe 1000 Dolarê DYA ji bêrîka xwe derxist û da min û got: "Vî pereyî xerç bike. Me tiştek ji te negirtiye. Min pere girt. Hefteya ku min rapora tenduristiyê girtibû, li Licê operasyon hatibû kirin û 3 ton esrar hatibû desteserkirin. Dîsa Ferhat O. hat cem min û got: "Di nava esrara toz ku hatiye desteserkirin de 100 kg esrara bê tov heye. Em wê bistînin. Pir israr kir, lê min qebûl nekir. Bi qasî tê bira min di 04'ê mijdara 2019'an de bû, Ferhat O. dîsa hat cem min û got: ‘Em esrara toz derxin. Mirov li benda me ye. pereyê wî hazir in. Piştre li dor saet 17.00'an bû, ez û Ferhat O. çûn depoyê. Ferhat O.di nava 3-4 cuwalên esrarê de 3 - 4 paket ku nêzî 8 -10 kiloyan bû esrara toz hilbijart û di qoliya qarton de bi cih kir û ji depoyê derket. Min li pêş avahiya Birhyargeha Cendirmeyan a Navçeyê Kemal T’ dît. Wê kêliyê qala esrara ku me ji depo derxist kir û got: ‘We ew kar çi kir. Ew temam e? Min jî ji Kemal T re got temam e. Piştî demekê Ferhat O. û Kemal T.’ demekê bi hevre li odeya mêvanxaneyê man. Li ku veşardin firotin kê ez nizanim. Ji bo vê pakêta esrarê jî pere nedan min." 
 
JI BO SERBEST BÊN BERDAN 300 HEZAR TL 
 
Erkdarê qereqolê Çawişê Pispor Kemal T. jî di îfadeya xwe de anî ziman ku 2 kesên ku ji ber tiryak çandibûn û hatibûn girtin, ji bo wan serbest berdim, xwestin 300 hezar TL bidim wî û wiha got: “Di 25'ê Mijdara 2019'an de ez ji destûrê vegeriyam. Heman rojê saet di 17.00'an de ji bo ez bi van kesan re hevdîtin bikim, ez bi maşîna xwe çûm Amedê. Di  rê de Ferhat O.  got ‘A. B.’ yê ji ber çandin û firotina esrarê hatiye girtin, dixwaze li hemberî 300.000 hezar tl bê derxistin. Eger A. B. ji girtîgehê neyê derxistin jî bi qasî 300 hezar TL esrarê bide depoya emnet a Qişlaya Fermandariya Cendirmeyan a Licê.' Em bi hevre hatin ser kolana 75’an û em li cem tatlifiroşekî rûniştin. Em li ser maseyê li ser berdana A. B. axivîn. Gotin ger ku hûn A.B. berdin dê li hemberî wê 300.000 tl bidin me. Min û Ferhat ji wan kesan re got ji bo di nava 10-15 rojan de A.B. ji girtîgehê bê berdan, Serçawîş Hakan li ser vê meseleyê hûr dibe." 
 
Fermandarê Qereqolê Hakan K., jî li gel îfadeya Ferhat O, Kemal T, û Osman T. jî îdea red kir û parast ku wî suc nekiriye. 
 
ÇI LI 25 TON ESKARÊ HAT?
 
Di îdeanameyê de hat diyar kirin ku di depoya Fermandariya Cendirmeyan de 25 ton esrar heye. Dozger xwest ku Hakan K., Ferhat O., Kemal T. û Osman T. muxtarên taxê Abdullah Y. û Necat Î. “Ji firotin û peydakirina tiryakê û Zimmeta wê" cuda cuda bên cezakirin. 
 
HEWCE BI LÊPIRSÎNA DU MUXTARAN NEDÎT 
 
Dozger der barê muxtarên taxan Nazmi K. û Fatih İ. de biryara bê şopandinê da. Piştî doz hat vekirin yekemîn danişîna doza eskeran di 15'ê Hezîranê de li 12'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hat dîtin. Heyeta dadgehê piştî parastinê der barê Ferhat O., Kemal T. û Osman T. de biryara berdewama girtinê da. Heyeta dadgehê Fermandarê Qereqola Cendirmeyan Hakan K. jî tahliye kir. Heyetê xala DMME ya girtina demdirêj nîşan da û fermandar tahliye kir. Dadgehê biryar da ku Bersûc Abdullah Y. bi zorê bînin dadgehê. 
 
MA / Lezgin Akdenîz
 
 

Sernavên din

18/06/2020
15:13 320 rewşenbiran xwest êrîşên Tirkiye bi dawî bibin
15:12 Iraqê ji Tirkiyeyê xwest ku hêzên xwe paşve vekişîne
14:58 Beştaş: Armanca rênedana medyayê krîmînalîzekirina HDP’ê ye
14:53 Li Rezan şewat: 40 kes asê man
14:37 Baroya Îzmirê: Hilweşîna konên Romenan binpêkirina mafan e
14:24 Xebatkarên tenduristiyê ji pêvajoya ‘normalbûnê’ bifikarin
14:14 OHD’ê bertek nîşanî operasyonan da: Çareserî aştî ye
13:02 11 meh cezayê girtîgehê li Serokê Rûmetê yê AABK’ê Oker birîn
13:00 Dadgehê 3 sal û 9 meh ceza li Azad Bedran birî
12:55 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Ocalan re serlêdan kirin
12:55 ‘Meşa HDP’ê daxwaza hemû welatiya bû’
12:35 Akademîsyena Aştiyê Bozdag beraet kir
12:30 'Bi êrişan peyamê didin hemû kurdan’
12:15 YNK: Leşkerên tirk ji Iraqê derxin
11:47 Pêzan tespît kir ku di destê Rojnameger Dogru de çek tune
11:18 5 kesên berî 8 rojan hatibûn binçavkirin hatin berdan
11:11 Doç. Dr. Durna: Divê her rojnameger rastiyê esas bigirin
11:10 ‘Ev meşa li dijî şikandina rûmetê ye'
11:08 Mexdûrên erdhejê: Kon nedan, em nikarin bikevin malên xwe
10:46 Pêşmergeyek PDK'ê di bomberana balafiran de jiyana xwe ji dest da
10:36 Qaşkoliyan şeva ku Erhan Gorur hatibû kuştin vegotin
09:58 'Em difikirin ku Gulistan kuştine'
09:55 ‘Li girtîgehan 70 kes bi koronayê ketine û 6 kes mirin e’
09:52 Serokatiya Meclisê peyva Dersimê ‘giran’ dît
09:29 Bi belgeyan derket holê ku fermandarên eskerî li Licê bazirganiya tiryakê dikin
09:11 Yasaya notirvanan ket meriyetê
09:10 Dayika ku keça wê di rojiya mirinê de: Roj bi roj dihele
09:10 Çîftyurek: Tirkiye û Îran dixwazin konsepta Kerkûkê pêk bînin
09:09 Jiyana zozanan nadin bi ya bajaran
09:09 Di pêvajoya şewbê de jin bi rewşek çawan re rû bi rû man?
09:08 Wê fatûreya mudaxilekirina Lîbyayê li Idlîbê bê birîn
09:08 Li tersaneyan bi navê tevdîrê tiştek jî tuneye!
09:00 ROJEVA 18'Ê HEZÎRANA 2020'AN
00:10 Malbatê cenazeyê Bîrsen ê HPG’yî di dorpêçê de defin kirin
17/06/2020
21:26 Li Silopiyayê teqînek çêbû: 4 kes jiyana xwe ji dest dan
20:14 Hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane bû 4 hezar û 861
16:11 'Em ê herdem aştî, demokrasî û azadiyê bixwazin'
16:10 HDP’î li Mêrdînê hatin astengkirin
15:33 Ji baroyan daxwazên hevpar: Pêşnûmê betal bikin
15:02 Giliya Zaînal Abarakov kirin
14:44 Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê piştgirî da meşa HDP'ê
14:43 Tevahiya rê piştgirî dan meşvanên demokrasiyê
14:18 Eskeran li Payizava 9 kes binçav kirin
14:05 Hevşaredara Sûrê Fîlîz Bûlûttekîn hat berdan
14:04 Şandeya HDP’ê sibê dê li Amedê serdana rêxistinên civakî bike
13:52 Dadgehê di doza Nisêbînê de li 45 kesan ceza birî
13:29 Kesên 'nediyar' ketin mala Eren Keskin
13:28 Cezayê bersûcên ku Şûle Çat qetil kiribûn hat erêkirin
13:23 Bûldan: Ji Edîrneyê heta Colemêrgê pêdiviya Tirkiyê bi aştiyê heye
13:15 Cezayê girtîgehê li rojnameger Canozer birîn
12:43 'Em li vir in, li meclîsê ne û li her derê Tirkiyeyê ne'
12:26 PYNK û ENKS'ê daxuyaniya yekrêziya kurdî dan: Lihevkirin pêk hat
12:07 Jinên siyasetmedar ên girtî piştgirî dan Başak Demirtaş: Tu ne tenê ye
11:56 Cenazeye kesê ku di bendavê de winda bûbû hat dîtin
11:56 Rojnameger Alankûş hat beratkirin
11:40 Dadgehê 6 sal û 3 meh ceza li Serokê Giştî yê KADEP'ê Baksî birî
11:33 Ji ber HES’an her sal bi hezaran masî dimirin
11:32 'Meşvanên Demokrasiyê' ji Wanê diçin Bedlisê
11:24 Gundê Malxokê di erdhejê de hilweşiya
11:18 'Gelo kesên êrîşî karkerên kurd kirin hatine binçavkirin?
10:23 Dozger ne mexdûr, bijîşk esas girt
10:02 30 sal in teşe dide keviran
09:35 Walîtiya Şirnexê ketina avê qedexe kir
09:08 Mehmet Atli ‘Morî Mircan’ pêşkêşî hezkiriyên xwe kir
09:08 Neviya Seyîd Riza: Piraniya erdê me ji me stendin
09:08 Ji ber DEDAŞ'ê dest bi çandina berên alternatîf kirin
09:08 Hîlala Berê li benda şêniyên xwe ye
09:08 Li marketê 4 TL, li nav erd bi 10 qurîşan
09:08 MED DUFAD-FED'ê xwest CPT û Rêxistina Efûyê mudaxaleyî Tirkiyeyê bikin
09:08 Piştî 2 meh û nîvan Qesra Îshaq Paşa cardin mêvan hewandin
09:00 ROJEVA 17'Ê HEZÎRANA 2020'AN
16/06/2020
20:44 Hejmara pêketiyan bû 181 hezar û 298
17:33 Meclîsa Jinan ewil Komeleya Piştevaniya Mor ziyaret kir
17:22 Ji Amedê balafirên şer li ser hev radibin
17:06 Ji bo azadiya Zeynep Celaliyan dest bi kampanyayê kirin
16:43 Li Omeryan bi sedan donim derdor şewitî: Rayedar hêj rewşê dinirxînin
16:33 Berkîn Elvan li Okmeydani bibîr anîn
16:32 DEVA: Astengkirina meşa HDP’ê nayê qebûlkirin
15:59 Rûspiyên Êzidî û ciwanên Çemçemalê êrîşên Tirkiye şermezar kirin
15:32 Kesê li dijî Demîrtaş êrîşa zayendî pêk anî hat girtin
15:31 Li Silopya tup teqiya: 2 kes birîndar bûn
15:25 Ji bo Rojnameger Nedîm Turfent kampanya îmzeyan
14:59 Jin xwe ji bo meşê amade dikin
14:58 Doza Ozgur Gundemê hat taloqkirin
14:50 Sancar Baroya Wanê ziyaret kir
14:28 'Em ê destûr nedin ku kes siberoja me bidize’
14:25 Tirkiye û Îran bi awayekê hem wext bombebaran kirin
14:24 Meşa HDP’ê li Amedê dê bi girseyî were pêşwazîkirin
14:13 Ji ber çalakiyên di zarokatiya xwe de tevlî bibûn hatin girtin
14:03 Nivîskar Avba: Kazimî êrîşa li ser Kurdan erê kir
13:32 Ji kujerê Kemal Kûrkût re ceza hat xwestin
13:18 Buroya HDP'ê ya çapemeniyê: Îdîayên Rudawê li dijî rastiyan e
12:19 ÎHD: Ne pêkane ku mafê meş û xebatên siyasî bên qedexekirin
12:17 'Heke Tirkiye li gorî qanûnan tevbigere em ê bi xweşî pêşwazî bikin’
11:35 Beriya çalakiya HDP’ê Qada Esenyûrtê bi bariyeran hat girtin
11:35 Li gundê Lîçikê û Elmalû hemû xaniyan xesar dîtiye
11:15 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
10:40 Aydenîz: Li dijî êrişan bersiva herî mezin yekîtiya neteweyî ye
10:36 Hejmara miriyên qezaya Kemaliyê derket 5’an
10:01 Li Tûzlayê dîmenên ‘koletiya modern’