Aqûbeta Bulmuş û 6 gundiyan pirsîn

  • rojane
  • 15:04 13 Hezîran 2020
  • |
img

AMED /ÎZMÎR - Xizmên windayan û Rêveberên ÎHD'ê yên Amed û Îzmirê vê hefteyê jî lêgerîn û pirsîna windayan berdewam kirin. Malbatan dîsa daxwaza "Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin" qerîyan. Xizmên windayan li Amedê aqûbeta Ahmet Bulmuş ê li Cizêrê hat windakirin û li Îzmirê jî aqûbeta 6 gundiyên 27 sal berê li Sîlopiya hatin windakirin pirsîn. 

 
Xizmên windayan û parazvanên mafên mirovan ji bo winda bên dîtin û kujer bên darizandin li Amed û Îzmirê lêgerîna windayan berdewam kirin. Xizmên windayan û Şaxa ÎHD'ê ya Amedê bi dirûşmeya "Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin di hefteya 592'an de çalakiya xwe li ser medya civakî berdewam kirin. Li Amedê ji ber vîrûsa corona li ser hesabê medya civakî yê ÎHD'ê yê Amedê video amade kirin û parve kirin. Rêvebera Şaxa ÎHD'ê ya Amedê Ezgî Sila Demir, daxuyanî da û çîroka Ahmet Bulmuş ê di 1'ê Nîsana 1994’an de li Navçeya Cizîrê ya Şirnexê hat binçavkirin û piştre hat windakirin pirsî. Demîr, diyar kir  ku piştî Gundê Hîsarê ji aliyê eskeran ve hat şewitandin, malbata Bulmuş neçar man ku bên li Cizîrê bi cih bibin û wiha got: "Di meha Nîsana 1994'an de ji bo radyoya xwe tamîr bike çû dikana hevalê xwe Beşir a li ser Kolana Mêrdînê. Texsiya Torosa Spî rê li pêş wî girt. 3 kesên bi çek ew bi zorê xistin texsiyê û binçav kririn. Tamîrkarê Radyo dibe şawidê vê bûyerê. 
 
Çend roj şûnde Fermandarê Cendirmeyan ê Cizîrê Cemal Temizoz, bi ser mala Bulmuş de girtin û lêgerîn kirin. Ji hevjîna wî Fatım re gotin 'Me hevjînê de biriye. Çend rojin mêvanê me ye. Em ê berdin. Piştre Fatma 3 roj şûnde bi daxwaznameyekê serî li rayedaran dide. Lê hêj tu bersîv negirtiye. Dîsa kesekî bi navê A. diyar kir ku di bin çavan de çavê wî girtî bû. Di sala 1996'an de di bîrek li Navçeya Sîlopî cenazeyê 6-7 kesan hat dîtin. Serê yekî hatibû jêkirin. Fatım,  ji cilên wan teşhîs kir ku yek jê hevjînê wê ye. Lê ji tirsa gilî nekir. 
 
AQÛBETA 6 GUNDIYAN PIRSÎN
 
Xizmên windayan û Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Îzmirê jî bi heman armancê aqûbeta 6 gundiyên ku li Gundê Pêspînê yê Navçeya Sîlopî hatin windakirin pirsîn. Di sala 1993'an de li Gundê Bêspînê ya Sîlopî 6 welatî hatin windakirin. ÎHD'ê xwestin aqûbeta wan bê ronîkirin û kujer bên darizandin. Di çalakiyê de Parlamentera HDP'ê ya Îzmirê Serpil Kemalbay, Nûnerên TUHAYDER, ESP HDP û gelek kesên din amade bûn. Malat û parazvanên mafên mirovan di çalakiyê de Pankarta "Winda diyar in, faîl li ku ne" vekirin û xwestin kujer bên darizandin. Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Îzmirê PRz. Zafer Încin daxuyanî da. 
 
Încîn, anî ziman ku parazvanên mafên mirovan û xizmên windayan, ji bo kesên ji aliyê hêzên dewletê ve hatin binçavkirin û windakirin bên dîtin û aqûbeta wan ronî bibe, bi salan e çalakiyan li dar dixin û diqîrin û wiha got: "Di sala 1993'an de li Bajaroka Bêspinê ya Sîlopiya Şirnexê welatî Îbrahim Akil, Şemdin Culaz, Mehmet Salîh Demirhan, Halît Ozdemîr, Hamdo Şîmşek û Hikmet Şimşek hatin windakirin. Hêj agahî ji wan nayê girtin. Di 14'ê Hezîrana 1993'an de eskerên girêdayî Fermandardiya Tugaya Sînor a fermandarê wê Tuggeneral Mete Sayar bû, 7 gundî binçavkirin. 7 welatî birin Qereqola Cendirmeyan a Bêspînê. Abdurrahman Kayek ê hat binçavkirin serbest hat berdan. Lê 6  gundiyên din nehatin berdan. Hêj agahî ji 6 gundiyên din nayê girtin. Piştî hiqûqa Tirkiye bê encam ma, DMME'ê Tirkiye 70 hezar Euro mahkum kir û xwest tazminatê bidin malbatan.
 
Bersûc Tuggeneral Mete Sayar, Fermandarê tabûrê Albay Hasan Basri Vural, Fermandarê bolukê Tegmen Îbrahim Kıraç, Serbaz Murat Ali Yıldız, Tegmen Serdar Tekin Fermandarê Tabûra Komando Tansel Erok  piştî demekê hatin darizandin hemûyan beraet kir. 
 

Sernavên din

14/06/2020
09:01 Piştî têkoşîneke 22 mehan bi ser ket
09:01 Ji bo karkeran dojeh, ji bo kardêran bihuşt e!
09:00 Ji ber betaliyê li kuçeyan maye
09:00 ROJEVA 14'Ê HEZÎRANA 2020'AN
08:54 Ketin û derketina Şirnexê jî qedexe kirin!
08:39 Li Edeneyê 10 kes hatin binçavkirin
13/06/2020
20:43 Di 24 saetên dawî de hezar û 459 kesên din jî bi şewbê ketine
17:08 Ji bo HDP’ê bang li Hikûmeta Îngilistanê kir
16:51 Li Wanê bertek nîşanî mirinên jinan ên bi guman dan
16:19 Li Mersînê hejmara binçavkirinan derket 11’an
16:19 Li qiraxa Çemê Firatê qêrîya: Her der ji bo jinê qada berxwedanê ye
15:57 Aqûbeta girtiyê siyasî Kemal Hesen ne diyare
15:50 Ji bo girtiya nexweş a tedawiya wê hatiye sekinandin bang kirin
15:49 Şewata li Omeryan ji nû de dest pê kir
15:49 Rewşenbir û ronakbirên navneteweyî zextên li ser HDP’ê şermezar kirin
15:35 Walîtiya Tekîrdagê jî ‘qedexe’ kir
15:22 Turmen: Dewlet nikare mudaxaleyî ‘mafê rapêşî û civînê’ bike
15:14 HDP’ê serdana ‘têkoşîna demokratîk’ li Malêngel kir
15:04 Aqûbeta Bulmuş û 6 gundiyan pirsîn
14:23 Walitiya Wanê ji bo ku HDP’î nemeşin ketin û derketin bajêr qedexe kir
14:19 Aqûbeta Guneyê ku di 12’ê Îlonê de bi qanûneke taybet hat darvekirin pirsîn
13:48 CÎSST'ê rapor aşkere kir: Nexweşan naşînin nexweşxaneyê
13:29 Di laboratûvara zanîngehê de teqîn çêbû
13:14 Ji bo siyasetmedar Aksoy banga berdanê kirin
12:30 Demîrtaş: Ji bo Tirkiye ya herî xêr bi HDP'ê re diyalogê pêş bixin
12:06 Rewşa malbata Tavas bir Meclîsê
12:05 BTS duh hişyar kir trênê îro qeza kir
10:52 Wezaretê xwest xizmetkaren tenduristiyê heta 14'ê mehê wargehan vala bikin
10:38 Leşkerî çopa xwe davêje Çemê Hêzil
10:23 Ji Muglayê banga tevlêbûna meşê kirin
09:57 Keç û bav 26 sal şûnde di gorê de gihiştin hev
09:38 Emîne Şenyaşar: Çavên min ji girînê kor bûn
09:08 Yukkol ê ji sedî 73 berasteng dibin çavan de bi tenê tê girtin
09:07 Parêzer Işik: Îqtidar îtaeteke mutleq dixwaze
09:06 MEBYA-DER: 22 malbatan gilî kirin
09:06 Ji bo qaleqolê cardin dar qirkirine!
09:00 ROJEVA 13Ê HEZÎRANA 2020'AN
12/06/2020
20:46 Serlêdanên Xelatên Rojnamegeriyê yên Mûsa Anter û Şehîdên Çapemeniyê dest pê kirin
19:58 34 penaber li Deryaya Spî xeniqîn
15:06 Meclîsa Jinan a HDP'ê Malên Gel ziyaret kir
15:04 Li Agiriyê di 35 rojan de 6 jin bi guman mirin
14:51 Şaredarê Cizîrê yê berê Sabri Vesek bi vîrusa Covît-19 mir
14:45 Li Mahsertê 200 dolim zevî şewitî
14:40 Li Nexweşxaneya Dewletê ya Silopiya amadekariya 'operasyonê'
14:34 150 dolim zeviya genim li Derikê şewitî
14:20 Bêyî kujerên zarokên xwe bibîne koça dawî kir
13:58 Li Licê êrîşên li ser goran dewam dikin
13:42 Çalakiya BTS’ê rastî astengiya polîsan hat
13:38 TTB hişyar kir: Bi tedbîrên şexsî rê li pêş Covît-19 nayê girtin
12:07 Colemêrg, Wan û Bedlîs ji bo 'Meşa Demokrasiyê' amade ne
11:56 Ciwanê ku polîsan ‘xayîn' îlan kir ji tirsa polîsan nikare ji mal derkeve
11:44 Ji Amedê peyama bi pankart!
11:40 Polîs pozê xebatkarekê tenduristiyê şikand
11:40 Li Ebexê gundek hat karantînekirin
11:30 Armanc gelê Edîrne û Colemêrgê bigînin hev
11:28 Malbat ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
10:48 Twîtterê 7 hezar û 340 hesabên têkildarî AKP'ê girtin
10:46 Psîkolog Tatar: Dê întîhar zêde bibin
10:34 Cenazeyê Mûrat Hantaş spartin axê
10:32 'Rojbûna te pîroz be Apê Mûsa'
10:22 Li dayik û bavê xwe yê hatin girtin digerin!
09:57 Wezaretê Raropa ÇED'ê ya jibo RES'ê erênî dît
Komeleya Ekolojiyê: Talankirina xwezayê rewa dikin
09:41 Başaran: Li dijî êrîşan em ê li her derê têbikoşin
09:27 Jina ducanî binçav kirin: Nikarim nefesê bistînim
09:21 70 salî ye, bêhed hatiye binçavkirin û cara 6'emîn e tê girtin
09:21 Rojnameger Muyesser Yildiz şandin girtîgehê
09:09 Gotina soylu cînayet zêde kir: Di 18 rojan de 16 jin hatin kuştin
09:09 Ustercî: Ger pêşî li şidetê neyê girtin em ê wesfa xwe ya civakiyî winda bikin
09:09 Dadgehê qedexeya ku hezar û 296 rojan didome parast
09:09 Li Çiyayê Katoyê dest bi qusandina pezê xwe kirin
09:09 Li erdên beyar ên Kadikoyê şitilên zebze danîn
09:09 Kîloya pîvazan bû 10 qurîş, cotkaran dev ji berhevkirinê berda
09:09 DEDAŞ’ê di 5 rojan de 3 fatoreyên cuda ji abone re şand
09:00 ROJEVA 12'Ê HEZÎRANA 2020'AN
11/06/2020
22:01 Endama Desteya Rêvebir a Navendî ya HDP'ê Gunduz hat berdan
21:54 Balafirên şer li Balafirgeha Amedê danîn
20:50 Polîsan avêt ser avahiya HDP'a Qubînê: Her du hevserok hatin binçavkirin
20:41 Li Tirkiyeyê hejmara pêketiyan bû 174 hezar û 23
16:32 RMM'ê ji NY’ê xwest ku Tirkiye hişyar bike
16:09 HDP çû serdana ÎHD'ê
15:42 4 rêveberên TUAY-DER'ê hatin girtin
15:39 Şewata li herêma Omeryan dest pê kir ber bi Xerabê Bava ve diçe
15:29 Ji bo hevpîşeyên xwe Tîmtîk û Unsal bang kirin
15:17 Bûldan: Ne hilbijartin tîfaqa demokratîk
14:50 Cezayê Şerîf Mesutoglu yê bi îdîaya Qeymeqam Safiturk kuştiye erê kirin
14:36 Jin li qadan e: Êriş hebe berxwedan jî heye
14:33 BTS: Sirgûn cînayeta civakî ye
13:22 Ew jî li cihê birayê xwe hat kuştin!
13:20 Gunay: Lîstik li ser lîstikê lîstin bi ser neketin, dîsa bi ser nakevin
13:05 Mîhrîcana Fîlmên Jinan a Fîlmmorê dest pê dike
12:50 Girtiyê nexweş bi kelemçekirî hatiye kemoterapîkirin!
12:25 Ciwanên HDP’ê ji bo ‘meşa azadiyê’ bang kirin
11:20 Li Amedê hejmara haletên koronayê derket hezar û 500'î
11:07 Di dîrokê de cihê kurdan: Dîroka Kurdan a kevnar
11:00 Bav sê zarokên xwe fetisandin
10:50 Akgol dîsa tije av bû
09:58 Waliyê ku pesnê Fethullah Gulen dida tayînî Amedê kirin
09:26 Serokê Giştî yê BTS'ê: Di esasê sirgûnan de cudakarî heye
09:18 Ji binavgerên qeyûm ew ji kar avêtin hişyarî
09:17 'Jiyana me veguheriye azmûna têkoşîna li dijî xizaniyê'