Li Amedê zêdetirî 200’an qadên lêgerîn û derxistina petrolê hatine vekirin

img
AMED - Komîsyona Hiqûqa Bajarvanî û Hawirdorê ya Baroya Amedê diyar kir ku li Amedê di 5 salên dawî de zêdetirî 200 qadên lêgerîn û derxistina petrolê hatine vekirin û bi lêv kir ku vê yekê tenduristiya gel têxe xetereyê. 
 
Komîsyona Bajêr û Hawîrdorê ya Baroya Amedê têkildarî qada lêgerîna petrolê ya Amedê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku li Amedê di 5 salên dawî de zêdetirî 200 qadên lêgerîn û derxistina petrolê hatine vekirin. Baroyê destnîşan kir ku qadên petrolê li ser zeviyên çandiniyê, çêregeh û daristanan hatine avakirin û wiha got: “Di 5 salên dawî de li Amedê ji ber lêgerîn û derxistina petrolê zirara li erdê çandiniyê 35 hezar hektar e. Bi rêbaza desteserkirina erdên hilberîna kevnar ên ji mezinên welatiyan ji wan re mane, veguherînin santralên ku jehriyê belav dikin; aşkere ye ku di vê sedsala krîza bêcih û warbûnê û xurekê tê jiyîn de tenduristî û pêşeroja gel bixe xetereyê.”
 
PETROL BANDORÊ LI ZINDIYAN DIKE
 
Baroyê diyar kir ku xebatên lêgerîn û derxistina petrolê bêyî ku rapora ÇED’ê (Nirxandina Bandora li Hawîrdorê) bê wergirtin hatiye destpêkirin û ev tişt gotin: “Pêkanîna vê aktîvîteya ku bi awayekî cidî bandorê li ser tenduristiya gel û raya giştî dike, bêyî ku hewcedarî bi diyarkirina bandora wê ya li ser hawirdorê û wergirtina tedbîrên pêwîst jî hebe, ne hiqûqî ye. Texrîbata petrolê ya li ser xwezayê di navbera 200 û 500 salan didome. Aktîvîteya petrolê ya kanserojen û jiyanê tune bike li ser zindiyan û çavkaniyan heye. Her wiha di dema xebatên lêgerîn û derxistina petrolê yên li navçeyên Bismil û Farqînê de petrol û madeyên kîmyewî ketiye bîrên avê yên welatiyan û bîrên avê nayên bikaranîn.”
 
PÊVAJOYA HIQÛQÎ HATE DESTPÊKIRIN 
 
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku li ser giliyên zêde yên welatiyan Komîsyona Hawîrdor û Hiqûqê ya Bajarvaniyê ya Baroya Amedê pêvajoya hiqûqî hatiye destpêkirin. Baroyê cihên ku pêvajoya hiqûqî dane destpêkirin yek bi yek rêz kirin û derbarê wan de agahî parvekirin. 
 
BANG LI RAYEDARAN KIRIN  
 
Baroyê di dawiya daxuyaniya xwe de ev tişt gotin: “Petrol bi xwe û ranta şîrketên ku xebatên petrolê dikin, ji hewayê me yê paqij û xureka me paqijtir nînin! Weke Komîsyona Hiqûqa Hawîrdor û Bajarvaniyê ya Baroya Amedê em ê li dijî rantê xwezaya bajarê xwe heta dawiyê biparêzin. Em bang li rayedaran dikin; Nehêlin petrol tev li xwezaya Amedê bibe. Demildest dawî li vê talanê bînin.”